|
|
Her
mirov û her pêşketinên ku mirov diafirîne
berhemên dema xwe ne. Di diyalektîka ku di
xwezaye de diqewime, heman demê de di mirov de
jî hem xwe dûbare dike û hem jî dem û xweza li
gorî taybetmendiyên xwe tiştên nû yên ji bo
mirovahiyê baş an jî nebaş di hembêza xwe de
diafirîne. Di dîroka mirovahiyê de ev
taybetmendiyên bi vî avahî gelek caran bala min
kişandine. Gelek bûyerên dîrokî, li gorî
diyalektîka demsalên ku salê ava dikin de
pêşketine. Weke ku hinek fîlozofan gotiye, her
mirov zarokê dema xwe ye. Ez vê demê di wateya
demsal û mehên ku demsalê ava dikin de dixwezim
bigirim dest. Taybet jî dixwezim li ser demsala
payîz û di nava vê de jî li ser meha cotmehê
bisekinim.
Weke ku tê zanîn an jî tê çavderîkirin,
payîz wek zanyarêke bitemen ya ku di nav dema ku
jiyan kiriye de pijîya ye. Di milêke de ber bi
dawiya xwe ve diçe, di milêkê de jî dibe
berhemêkê ku di hembêza xwe de bingehên heviyên
nû avadike. Zanyar bi qasî ku emrê xwe de mezin
dibin ev qasî kûr û zane dibin. Payîz jî di nava
demsalan de ya herî pijayî û ji bo vejînêke nû
çavkaniyeke. Di dîroka gelan de, demên ku
pêvajoyên nû yên weke şoreş avakirine bi piranî
rastî demsala payîz û bi taybet jî rastî meha
cotmehê tên.
Yek ji wan gelan jî Kûrd in. Di dîroka
Kûrdan de taybet jî di dîroka tevgera azadiya
Kûrdan ya PKKê de pir bi şewat em rastî vê
rastiye tên. Meha cotmehê gelek caran ji bo
tevgera azadiya Kûrdan ristêkê miladî lêyîstiye.
25 ê Meha Cotmeha 1992 an de bi şahadeta hevala
Berîtan (Gûlnaz Qarataş) re rûpelêkê nû di
tekoşîna azadiya Kûrdan de vebû. Ew rûpel bi
pêşengtiya hevala Berîtan de wek nexşeya rêka
azadiya jina Kûrd da diyarkirin. Tevgera PKKê,
di dîroka xwe de her tim li xwediyê şehîdên xwe
derketiyê û her şahadet qulubandiye pêngavêkê
dîrokî. Di şaxsê hevala Berîtan de, di meha
cotmehê de ev berxwedaniya ku li hemberî
xiyaneta hêzên hevkar yên Kûrdan wek jinêkê Kûrd
ku li darxist, bi xwe re artêşbûna jina Kûrd
afirand. Di şaxsê tekoşîna jinên Kurd de, ji bo
tekoşîna azadiya jinên cîhanê jî bû pêngavêkê
mezin. Bi artêşbûna jinê re, jinan vîna xwe,
xweseriya xwe, yekîtiya xwe, bîrdoziya xwe,
aîdiyeta xwe û hêza parastina xwe ya rewa
qezenç kir. Di heman demê de ji bo pergala
civaka demokratîk û azad jî dibe bingehêkê
sereke. Pergala sedsala 21 an jî li ser eksena
jina azad vê pêşkeve. Çavkaniya tekoşîna jina
azad jî felsefe û bîrdoziya Rêber APO ye. Di
encamê hewldana Rêber APO de wek xwendevanên vê
hevala Berîtan jî bi şopdarê şêweya pêşketina
Apoyî bû. Gelek jinên ciwan yên tekoşer jî ew
ala azadiyê ku hevala Berîtan rakir, hîn
bilindtir kirin û pêşte birin. Di rojemeya îro
de, gelek deskeftiyên ku hatine qezençkirin di
encamên tekoşîna wan hevalên ku bi şehadeta xwe
ve destan avakirinene. Her mirovêkê bi şeref û
weke her jinêkê ku berê xwe daye azadiyê jî,
divê em vê rêka ku bi hezaran lehengên mina
Berîtanan bi xwîna xwe ve avakirine, pewîste
xwedî li wan derkevin û şopdarê rêka wan bibin.
Dîrok carêkê din gelo dûbare dike!
Dîsa demsal payîz, meh cotmeh.
Dîrok, 9 ê Cotmeha 1998 !
Ew dîrok ji bo dijmin an jî bi navê
vekirî ji bo hêzên desthilatdarên cîhanê wek
serkeftinêk, ji bo gele Kûrd û ji bo gelên
bindest yên ku tevgera Kûrd û pêşengê wê wek
hevîya azadiye dibînin jî wek şikandin hat
destgirtin an jî wuha lê hat mezandin. Lê pir
derbaznebû, hat dîtin ku qet jî newek hesabên
hatine kirine ew rewş.
Di meha Cotmehê de careke din rastiya
Tevgera Azadiya Gelê Kûrd xwe pir zelal da
nîşandan. Bi dîl girtina Rêber APO re, şervanên
azadiyê yên şagirtên Rêber APO, li derdora
pêşengê xwe, xwe kir wek gilokêkê agir. Di dil û
mejiye dijmin de tiştekî xwe yê herî bi rûmet ku
canê wan bû kirin bombe, agir û xwe teqandin, ew
destên qirêj ku xwe dirêjê Rêbertiya wan kirîbûn,
bi agirê xwe de şewitandin. Hevaltiya xwe ya bi
tam û ji dil, bi vî rengî him li gelê xwe, him
li serokê xwe û him jî pir bi dijwar li dijminê
xwe dan nîşandan. Dijmin bi dîl girtina Rêber
APO re hesabên gelek kûr li ser gel û gerîlla
kirîbû. Armanc ew bû ku, gel û gerîlla bêbawer
bêxîne, psîkolojiya wan bilêyîze û bi vî avahî
tevgera azadiya gelê Kûrd belavbike. Lê
çalakiyên fedaîtî ku di şaxsên heval Rojbîn,
Berwar û Akîfan de ku bi taybet di meha cotmehê
de pêşketîbûn ku bi xwe re gelek çalakiyên bi vî
rengî yên ku him di aliye gerîlla, girtiyên
azadiyê ve û him jî di aliyên gel ve hatin
berdewam kirin, ew daxwaza dijmin di qiriqa wan
de hêşt. Ew rastiya careke din li dijminê me da
nîşandan ku PKK, xwedî girêdaneke dil û mejiyeke
ku bi hev re hevsenge. Di rewşên herî giran de
hîn zêdetir bi bîr û baverîyên xwe ve, xwe li
derdora roja xwe û keda şehîdên xwe kom dike û
ji nirxên xwe xwedî derdikeve. Ew rastî êdî xwe
wek kevneşopiyêkê tevgera azadiya gelê Kûrd
îspat kiriye.
Di PKK ê de diyalektîka ku pêşdikeve
eve; her erîşên ku li ser nirxên PKKê û taybet
Rêbertiya vê tê meşandin, di aliye şervanên vê
tevgerê ve heyanî bi fedakirina canê xwe jî be,
bê bersîv naye hêştin. Heman demê de her
şahadetêkê çêdibe jî di aliyê Rêbertiya vê
tevgerê de jî bi gavêke hîn pêştatir birina
tevgerê re tê bi bersîv kirin. Û bi vî avahî
xwedî diyalektîkeke ku her rewşê de di hembêza
xwe de pêşketinan ava dike ye. Her ber bi pêş ve
diçe û xwe di nava gelan de bi girseyî rewa
dike. Ew çalakiyên ku bi her cûreyî di aliye
gerîlla û gel de hatin meşan din, wek demsala
biharê di hizir û felsefeya Rêber APO de xwe wek
siyaseta azad û demokratîk pêşxist û wek fêkiya
xweseriya demokratîk pijiya û îro jî di
mêriyetkirina xwe li ser dewleta Tirk ferz dike.
Pêşketinên ku îro di wan rojên dîrokî ku dîsa di
nava demsala payîz de û di meha cotmehê de
çêdibin jî, careke din diyalektîka ku di nava
Tevgera PKK ê de diqewime, pir zelal vê rastiye
careke din bi me dide nîşandan.
Felsefeya Apoyî carek din rastiya xwe
û bi binkeftinan ji serkeftin xûlukkirina xwe,
bi vî şêweya xwe ve da nîşandan. Kêfxweşiya
desthilatdaran di qiriqa wan de hêşt. Bi dîl
girtina xwe ve rewşa neyînî ku derketîbû holê,
bi siyaseta azad û demokratîk re, bi zanista xwe
ya dîrokî, bi girêdana gerîlla û gel re kir yek
û pêvajoyêke tekoşîna demokratîk re rê vekir. Ew
rewşa neyînî jî di aliye Kûrdan û bindestan de
qûlûpan erînîbûnê.
Bêrî DÊRSIMÎ
|