|
|
Wek tê zanîn ji her bizavekê re kesayetên
biberpirsiyar û mezin pêwîst dikin û her çiqas
bizaw mezin bibe hewqas jî kesayetên mezin û
xwedî raman û hestên mezin pêwîst dike. Û
herwiha ew veke prensîbekê ye ku hem di demên
derbasbûyî, hem di roja meya îro û hem di
pêşerojê de rastiyeke ku tê meşandin e. Ma qey
mûmkune ku kesekî rave û li hember destihilatdar
û zordestekê derkewê ku zimanê wî xwîn rijandin
bê û rih tunekirin bê ? Ma mûmkune ku gîyayekî
lavaz di bin sîya darekê de derkewê û wê darê
bixwîne? Ma qey raste kesekî ku jiyan dike li
ser bermahiya sifra xwarinê ya yekî zalim li
hember wî derkewe û serî hilde, yan jî kesekî ku
di sînga wî da dileke mîna kêvroşkê hebe ma wê
karibê bi wêrekî li hember Nemrûd , Firavun û
Sargon derkeve? Helbet em ê bersiveke neyînî
bibînin ku li ser wan rastîyan guftûgo nabe. Doz
û bizavên pîroz ê ku girêdayî jiyan û çarenûsa
mirowahiyê pêwîstiyên xwe bi kesayetiyên pir
cuda heye, Azadî, wekhewî û edalet pêwîst e
destpêkê ka ji hêla zîhnî ve ronak bin û di
hundirê xwe de nirx û pirensîban bijîn û di
heman demê da leheng, fedakar û dilnizm bin,
amade bin xwe feda bikin û di dema pêwîst de li
hember dijminê ked xwar.
Doza Kurd doza herî mezin a
mirovahî ye ku di dinyayê da hatibû înkar kirin
û jirêzê mabû. di demekê ku dinya hewqasî qîr
dikir de Rêheval Fuat di rewş û merceke hewqasî
zor û neheq da çavên xwe li jiyanê vekirin. Li
hemberî wê jî hilma azadiya ku li kurdistanê
digeriya û heyecan û hêviya jiyaneke nû
diafirand û ev jî Milîtanên PKK’ê bûn . Rêheval
Fuat gihîştibû wê zanistiyê ku dagirkerên Tirk
çenbereke pir zor daniye li ser civaka Kurd û
armanc jî helandina kurdan di nava Netewa Tirk
de. Ji bo sekinandina wê qirkirinê pêwîstî bi
kesayeteke bihêz, nû heye bi kurtasî ew
Şoreşgerên PKK’ê ne. Gihîştibû qinyateke tam li
gorî nizanê rehmet û şefaqetê, maf nayê dayîn
berovajî tê sitandin. Ew rastiya li ser kesayeta
wî û sekna wî û tempoya wî di her qadên
têkoşînê de diyar bû. Heval Fuat bicoş û Wêrek
bû ev jî dibû sedema ku derdora wî rêz u nirx
bidiyê, heyecan û eşqa şoreşgerekê mînak jiyan
dikir xwe dida nîşandan di jiyana wî de, di
têkilîyên wî de erk û berpirsiyariyên ku pê re
bûn. Xwe gihandibû asteke ku êdî jiyan bê
tekoşîn û nirxên pîroz nayên jiyîn nexwa bê wê
mirin tercîh dikir. Ji bo wê jî tijî hezkirin ji
gelê xwe re bû van taybetmendiyan jî xwe dida
nîşandan ku têkîliyên wî bi girseyan re (Zarok ,
Civan , Rûspî , Jin û Mêr)di cihê ku lê xebat
dikir de dibû sedema avakirina rêxistinê û
keyfxweşiya di nava gel de . Li ser ku gazî jî
bû û di nawa şerê çekdarî da lingekî xwe winda
kiribû ti caran nedizanî seknandin û
rawestandinê. Di wê asta zanebûnê dû bû ku
“felsefa jiyanê tekoşînê dixwazê” û him
afirandina berhemê xweşik . Ji bo ku xwedî rêbaz
û uslûbê tekoşînê pir rojane (güncel) bû li ser
gel pir bibandor bû , bû sedema êrîşên şaxên
emniyetên devleta Sûrî û gelek caran heta hate
girtin , di sala 1999’an de demekê di girtîgeha
Şamê de ma , li ser wê jî ti caran bandoreke
neyînî li ser performansa wî nekir û çawa ji
zindanê derket careke din tevlî xebatên tekoşînê
bû.
Xala girîng a ku pêwîst e
mirov li ser raveste di demên xeterî û
zehmetiyan de cewherê me derdikeve holê , ji her
kesê re diyar bû ku girtina Rêber APO di encama
kompoloyeke Navneteweyî û êrîşên li ser şoreşê
yên hûndirîn, koma bêbext, xayîn bi pêşengiya
Osman, Botan û Serhat. Destên xwe danin li ser
Rêxistinê Lê di wê demê de jî endam û milîtanên
girêdayî bi nirxên hêja derketin holê, bi soz û
şerefa xwe bi Serok , Şehîd Û Gelê xwe ve
girêdayî ne û amade ne xwe feda bikin. Ji bo
parastina van nirxan Rêheval Fuat mînakeke
berbiçav bû li hemberî wê koma xayîn a
tasfîyekar û ew helwesta wî li hemberî wan komên
tasfiyekar jiyana wî diket tehlûkê her tim
çavkaniya baweriyê bû di van demên tehlûke de
Rêxistinê ew şand Rojavayê Kurdistanê (Surî) ji
bo parastina nirx û rêxistinê di wê Sahê de. Ev
erk bikeyfxwşî pejirand û hevil da ku vê erka ku
rêxistinê dabû ser milê wî bi serkeftî bicih
bîne. Tevî êrîşên desthilatdar yên Devleta
Sûrîyê û koma xayîn a ku girêdayî bi Kemalê Sor
û Osman. Bi rastî jî rêheval Şehîd Fuat û heval
Şilan mîna sitrî di çawên wa de bûn . Ji ber vê
yekê cinayetek wisa pêk anî lê nizanîbûn ku ev
Şehadeta mezin mîna bangekê ye ji bo gel û Rê
hevalên vî re ji bo berdevamkirina tekoşînê heya
serkeftinê .
Heval Fuat şoreşger û
tekoşînbanekî ku ti caran nizanî teredût û xwe
bi şûnda bikşînê yan jî serê xwe bitevîne , tevî
bi ezîmet û bi îrade û bi serkeftinê bû , tijî
bi heskirin ji Serok û gellê xwe bû ji bo wê
şervaneke Wêrek û ji rêza yekemîn bû, wê her tim
ji me re bibe çira û Find û mînaka tekoşinvanê
dorust û serkeftî di tekoşînê de.
Ferzende
Munzur
|