|
Koman(
toplum) ên bê pêşeng û pêşvan komanên sernivz,
bê rêkxistin û têkçûyîne. Di dawî de jî mehkûmê
xwilamtî û tunebûnêne. Dema ciwan û girêdayî vê
pêşvanên komanekî li ser rastîya xwe ya komanî
reman nebe û ramana xwe derbazî çalekiyê neke,
ew koman ji şkêrek mirov wêdetir nayê tu watê.
Di pêvajoyên herî nazik û bixtere de ev kes
derdikevin, bi hewldayînên xwe komanê ji devê
kendal rizgar dikin û ji aliyê komana dabaşa
gotinê ve heya dawiya bê dawî biminet û
serbilindî têne bibîranîn.Bê gomane kû bibîranîn û wekî babet bilêv kirina
van kesan jî ne hêsane. Tu çi bêjî, çi binivîsî
dîsa têrê nake û mîsoger te kêm nivîsandiye.
Jiber kû ev kesîtî, ev kes dinava tu
nivîsandinan de bicêh nabin. Tê çawa 16 salê
her saniya wê destaneke di nivîsandinekî de wekî
babet bînî ziman? 16 salê kesek pêşewitî!
Gotinek ya me kurdan heye; ji kesên ne tebitî,
têr enerjî û nikare di cihê xwe de raweste re
digotin: ‘Pêşewitî’. Aha Hevalê Eşref
( Resul Dayan) 16 salê xwe yên di bihara temenê
xwe de wisa derbaz kirin. Hedara wî ne dihat.
Tedigotqey bileze û dixaze mîzgînîya Azadiyê hê
zûtir bigihîne hevalên xwe.

Dazdehê Çile yê hezar û nehsed û not û du
(12.01.1992) yê bû. Zivistanek sar û qerîsekê
herder girtibû. Bi refek hevalên xwe yên nû re
li Kêrîya xwirsê ya Gabar tevlî Refên Artêşa
Pîroz ARGK’ ê bibû. Xortek zirav û li gor temenê
xwe kêmek dirêjbû. Hê wirar ji rih û simbêlên wî
tinebûn (15 salîbû). Lê, jîrîtî û netebitîbûna
wî ji hemû rewşa wî kifşbû. Gerkû pir westiya jî
bûn, di cihê xwe de ne dihewa û pirs li ser
pirsan li hevalên kevin yê derdora xwe dikirin.
Guhên wî dilepitîn. Tedigotqey dixwaze her tiştî
di carekî de, bêhnekî de fêr bibe. Bilezgîntî û
bê tebatiya wî jixweza wî jêdera xwe digirt. Êdî
Resul Dayan pir di şûn de hiştibû û ew Demhat bû.
Ji Eden’ê hatibû. Zarokê yêkem yê malbatek li
gor Herêma Harûna dewlemend û halxweşbû. Malbata
wî li derûdor wekî malbatek bi Kurdîtîyê ve
eleqeder jî dihat zanîn û dihat hes kirin jî.
Hê di wî temenî de xwedî karek başbû û her kesî
dahatûya wî ya kesî baş û zelal dinirxand. Lê,
ya xewn û xeyalên wî dixemiland tiştek dinbû.
Ewî kesîtîyek jirêzê ti carî nikarî bixwe bide
xwarin. Ne dixwest wekî her kesî jirêzê jiyan
bibe. Evê remanê ew berbi lêgerînek nû ve
dikişand û evê lêgerînê ew anîbê Gabar. Dema li
deştê li çiya dinêrî hêstek awerte bi wî re
peyda dibû. Deşt û bajar li wî teng û bê ewle
dihatin. Çiyan, ew dikişandin û vê kişandvantiya
çiyan xwenên wî dixemilandin.
Jibû perwerdeya xwe ya bingehîn derbazî Qada
Heftannîn bibû. Hê ji perwerda didît têr nebûyî
Şerê xiyanetê destpê kiribû. Ew bi xeyalên şerê
dagirkeran derketibû vê rêyê, lê di bihara
gêrlatiya xwe de li rasta rastiyek pir cuda
hatibû. Rastiya Komanî ya Welatê di nîvê
Rojhilatanavîn de hêdî hêdî fêr dibû. Ewî di
perdê de xiyanetkariya welatê xwe pir ji
memostayên perwerdê bihîstibû. Lê, qet reman
nebibû yê guleya xwe ya destpêkê li hember vê
rastiyê biteqîne. Ji çar aliyan ve şopvanên
Enkîdo êrîşî wan dikirin. Li ser tangên metînger
biala qetil dagirkeriyê dihatin ser wan.
Demhat, di çend mehan de deh qetê temenê xwe yê
derbazbûyî mezin bibû. Mercên heyîn ew neçar
hiştibûn kû mezin bibe. Wekû fermandarê manga
êrîşê ji roja ewil û pê ve tevlî şer bibû. Ewî
di her bêhnê de destanek nû nivîsandibû û di
dilê hevalên xwe de textê evînek nû ava kiribû.
Kesî ji zarokek wisa qet ew hêvî ne kiribû. Di
şerê dabaşa gotinê de bi dehan, heval û
fermandarên xwe bi destê xwe binax kiribûn.
Jixwe Şehadeta Fermandar Eşref’ê Başqela û
Eşref’ê Goyi soz û ehdên nû bi wî re peyda
kiribûn. Jibû ti caran di xeta Apovantiyê de û
girêdan bi şehîdan re nekeve gomanê navê xwe li
wêdê guhertibû û kiribû Eşref. Êdî, ew ne
Resul’ê Baseyî û ne jî Demhat’ê Gabarî bû; ew al
hilgirê Eşref’ên Şehîd bû. Barek mezin û bedelek
giran bû. Lê, ji xwe wî ji zorî û girantiyê hes
dikir û ev hêz jî bi zêdayî bi xwe re didît.
Piştî Şerê xiyanetê (1992) wekû fermandarê
taxima Parastina Fermandarê Eyaleta Botan’ê
derbazî Herêma Botan bibû. Û piştî demek kurt bi
heman erkî derbazî tabûra bitevger ya eyaletê
bibû.
Bihara 1994’ê cara yekê li nav sera Cudî yê
Mirada bi pê re hevnas bibûm. Xortek zirav, li
gor temenê xwe dirêj û li hevhatîbû. Qernasa li
mila tedigotqey ji bû temam kirina şepaltiya wî
hatiye çê kirin. Hevalekî ji min re gotibû: “ Ev
fermandarê taximê ye.” Destpêkê ji sedema temenê
wî min bawer ne kiribû. Bi pişt re em bi hev re
derbazî Qada Gabar bibûn. Piştî demekî têgiştim
kû ji berpirsiyartiya dayî ser milê xwe pir
zêdetir xwedî hêz û bikarîne.
Êdî li Gabar bû! Li xala zarokatiya gêrîlatiya
xwe bû. Deşta Harûna wekî berbankekî li Rojavayê
Gabar dirêj dibû û wekî nîv giravekî di dorpêça
Dîcle de xwe disitirand. Harûna!? Teqna
daqurtandina Têkoşerên Azadiyê. Carna ji dûr ve
li gundê lê jidayîkbûyî temaşe dikir. Hêst û
kelecanek cuda ew dipêça. Zikakên têre bezî,
meydanên têde ‘ Birê’ leyîstî wekî fîlmekî bi
ber çavên wî re derbaz dibûn. Hêstên qet ji bîr
ne dikirin, li gund li lotikên Gbara nêrînbû. Û
niha berevajî, ew li lotikên Gabra li gund
dinêre. “ gelo çima jiyan evqas binakoke?” raman
dibû. Bîrî û hasret, deşt û çiyan, berxwedan û
xiyanet, Basa û Gabar ewqas ji hev hatibûn dûr
xistin kû ji yêkî xwe gihandina ya din bi çavan
ne dihat fitrandin.
Di dawiya heman salê de berê wî ketibû Xerzan.
Êdî ew Eşref’ê Xerzan bû. Rêkxistinê, ji destê
xiyanetkarên hundir û cehşên dagirkeran
windayiyên mezin li Xerzan dabûn. Jibû ji nûve
Xerzan rabe jipîya pêwîstî bikesên bijare hebû.
Li Xerzan jî derbazî herêma herî bizehmet Şîrvan
bibû. Û dîsa yên li pêşya dijmin êrîş dikirin
xiyanetkarbûn. Li welatê aydê wî bû, li gundê lê
jidayîkbûyî û li herêmên lê têkoşîn dikir her
tim xiyanet û berxwedan di bergeşekî de şer
dikirin. Ev rûreşiyek dîrokî ya welat û komana
wî bû. Ji destpêka şaristaniyeta navendî û heya
wê rojê her tim di vê têkoşînê de xiyanet
serkeftibû û bidêmê xwe yê bê merîs tevzê xwe li
berxwedanvanan kiribû. Lê Eşref bibiryar bû kû
vê serberjêr çûyînê biguherîne.
Dawiya 1996’ê li Herêma Şêrvan di şerek yê li
hember cerdevanê Şêrwan û artêşa dagirker de ji
lingê xwe birîndar bû. Di encamê rêwîtiya bi
mehan de derbazî Rojhilatê Welat hatibû kirin.
Êdî Eşref, ji kaba xwe ya lingê rastê seqet bû.
Di encama tedawiya dereng mayî û xelet de êdî
lingê wî yê rastê ji kabê ne di tewa. Lê, ne
kulektiyê û ne jî hêzek din nikarî li pêşya
têkoşertiya wî bibe asteng.
Piştî ji nexweşxanê zivirî wekû rêvebir derbazî
Herêma Kêlareşê dibe. Ya ew xemgîn dikir ne
seqet mayin bû; ji şer qutbûyîn bû. Demek dirêj
nikarî bi xwe bide pejirandin kû çima dest ji
hevalên xwe yên Xerzan û Botan berdaye û hatiye
Başûr. Çend caran xwe pesart û pêşniyar kir kû
dubare here Xerzan. Lê bi wî lingî ve ne gengaz
bû ev xwesteka wî pêk were.
Êdî li Başûr mabû. Ji erkekî dibezî yê din. Ti
carî xwe wekî kesek nekar û jixwe seqetî di
quncika serê xwe re jî derbaz ne dikir. Bi wî
lingî ve yêk rê nema ne dewisand, yêk gir nema
li ser zîrevantî nekir û yêk kanî nema jê av
venaxwar.
Ew, rêkxistinvanek mezin, PKK’îyek jidil û
têkoşerek bê eman yê xeta Apovantiyê bû.
Bêminet bû. Di baweriya xwe de bê tawîz û
radîkal bû. Di ronahiya xweya jivedana
Pêşengtiyê digirta de bê dudilî dimeşa. Evê ew
şad û bexteyar dikir. Ev hêza bê dawî jiwê
şadîtî û bê minetiya xwe digirt. Gerkû ti carî
Gazîtî bixwe nedabû pejirandin jî lê, jibû
rêkxistin kirina saziya Gaziyên Kurdistan hewlek
serekî dabû û di encam de Saziya Gaziyên
Kurdistan hatibû damezrandin. Û di saziya dabaşa
gotinê de erkek serekî jî hilgirtibû.
Di dîroka 16. 12. 2007 de, dema balefirên
dagirkerên turk êrîşî Qendîl kirîn li ser
doçkaya Girê Kortekê tevlî karwanê Şehîdên
Welatê Rojê bû.
Hevalê Eşref, Zarokê bê minet, Fermandarê
çiyayên bilind, tu di xewa xwe ya bê dawî de
rihet razê! Vaye bimilyonan Gelê Kurdistan,
demokrat û azadîxwazên cîhanê xwe bialên Kesk û
Sor û Zer xemilandine û li dûv şopa we dimeşên.
Êdî zarokên welatê te biawrên bê hêvî li cîhanê
na nêrin. Êdî giriyê dayikan diqirika wan de
nayê tepisandin û bav rondika na rijînin hundirê
xwe. Darbesta şehîdan, li ser destên bimilyonan
, biala rengîn pêçayî bilind dibe û bi dengên
tilîliyên zerîyên welatê te tê birê kirin.
Di çaremîn salvegera şehadeta de, em soza xwe
dubare dikin û dibêjin; heya kû armanca
cangoriyê Welatê rojê ne gihê serkeftinê û Amed
ROJ’ê himbêz neke, ala têkoşîna te li ser bedenê
paştextê newe daçikandin em na rawestin!!...
Bîranîna te her tim ya bibe ronahiya têkoşerên
vî welatî.
Hewar GABAR |