|

Ji
bo
bîranîna Ş. Diyar xoyî re
Ji te ra, gava agir bi canê te bu agir….
Evîna ji agir, weke agir ê çiyayê
Agirî te li bedena xwe pêça û hemu pîrozmendiya evîna
welat ê meyî pakî bêguneh vêxist, te agir kire agir yan
te xwest alevên agir vegerîne peroşmendiya wê a hatiye
wendakirin ? ma agir çawa nasnema xwe venegerîne û canê
te ji axa Rojhilat ê serhildêr afiriye ! ew dilê te yê
pêldayî berbi Roj a jîna me ve strand agir û destaneke
evînê geş gir, hilweşand gilopên destên zalimane û
qirêjahiya kîna wan li hemberî vîna me, tuxuban
nasnedikir agirê te lewma agirê te geş ma û tîrêjên Roj
ê dirêjî axa welat ê Roj ê kir
Qonaxa
tarîtiyê derbas dike agir ê te, piyaneke ava azadiyê bi
ser bêbextiya dijminan dirijîne, dilê te ê bê tirs û
perwa paye kir qîrîna berxwedanê, ne li Rojhelat lê li
ser sînga dayîkê, dibe kû hêsanbe bê nîvîsandin romana
hin dilan, lê a herî giranbuha her dilek bi xwe romana
xwe a zindî nexş bike ser rupelên vînê û bihêle her
zindîbe peyvên wê, çendê ev dil dilek dilêre û hemu êgir
li ber dinoşin ! bi velerzîna êşên sibat ê ra, tarîtî ji
xwe şerm dike û li ber awazên elendê sirûda agirê dilekî
dilêr dirêse, tenê evîna agirê te gur kir û nîvîsind
ser rûkê panzdehê sibat ê, xwestin darbestan ji hêviyên
me çêkin lê agir ê canê te darbesta dilê xwe şewitan ta
giha hemu kovanên bêbextiya zalimane, her gur bu êgir,
canê te got ; em ne xwediyê binkeftinên sar û herifîne,
em in ên kû ji agir gurtirin û ji bêbextiyê xurtin….
NERGİZ ÎSMAYİL
|