|
|
Hevokeke
ku ez jê pir hez dikim û li ser min bandoriyeke
xurt dide çêkirin, “rihê ciwantiyê” û “me ciwan
destpê kir bi ciwantî pêş dikevin” û “em ê bi
rihê ciwantî jî biserxînîn” e. Ev hevok cewherê
rêbaza têkoşîna PKK'ê herî baş dide îfadekirin.
Wateya ciwan ango ciwantiyê, ciwan zindî ye û ji
guhartin û veguherînê re vekiriye. Çi tişt li
pêşiyê nabin kelem û çi tiştî ji xwe re nakin
kelem. Di ciyê xwe de nasekinin û tim di nava
lêgerînê de ne. Tirs û xof li gel wan nîn e. Ji
ber van taybetmendiyan di hundirê xwe de
kesayetiyeke şoreşgerî dihewînin. Ji ber vê jî
pergal bi taybet di roja me ya îroyîn de li ser
ciwanan radiweste. Dixwaze ciwanan ji rastiya
wan dûr bixîne û bihelîne û bi pergala xwe ve
girê bide. Dema ku ciwan bi pergalê ve di hemû
warî de hat girêdan, wê demê encax pergal xwe
rihet dike û xwe bi ewlehî hîs dibîne. Lê rexmî
hemû xefk, lîsk, şêweyên cuda û rêbaz û
hewldanan nikare li pêşiya ciwanan bibe kelem.
Ji bo wê jî di dîroka mirovantiyê de dem bi dem
tevgera ciwanan xwe didin pêş.
PKK’ê jî ji van tevgeran yek e û ya herî bi hêz
e. Ciwanan PKK’ê dan avakirin û bi pêş xistin.
Komelê ciwananan ji derketina PKK’ê heya roja me
ya îro PKK’ê dimeşîne û dide meşandin. Ev riyê
ciwantiyê divê ku mirov her dem zindî bihêle û
di dil, mejî û rih de her tim biparêze. Her tim
xwe ciwan girtin û bi vê armancê jiyankirin û bi
armancê ve girêdayîn, her roj pêkanîna şoreşa
zihnî pekanîn û xwenûkirin, wê her tim bi xwe re
ciwantiyê bide jiyandin. Di vî warî de rastiya
Rêber Apo û PKK’ê ev bi xwe ye û pir balkêş e.
Rêber Apo dema ku bi ciwanan re diaxivî digote
ku; pîrbûyîn guneh e û sûc e. Ji bo vê pêwîst e
hûn her tim bi rihê ciwantî jiyan û têkoşîn
bikin. Dema ku mirov bi vî rihî têkoşîn bike wê
tu kes an hêzek û pergalek nikaribe li pêşiya we
bibe asteng. Mirov dest bavêje çi karî, biçe
kîjan karî û kîjan erkî pêk bîne û biçe ser
kîjan hedefê wê bi serfirazî û serkeftî pêk bîne.
Wê bikaribe li hember her êrîşe li ber xwe bide
û bikaribe vala derbixîne. Wê bi vî awayî dost û
dijmin şaş û metal bike û dilê dijmin reş bike û
dilê dostan xweş û geş bike. Ji bo wê jî her tim
tê gotin; “me bi ciwanî destpê kir, em ê bi
ciwanî biserxînin”
Dema ku ez carnan li ser xwe difikirim û digirim
dest û ji xwe pirs dikim, gelo ez tevlî PKK’ê
nebûma, niha wê rewşa min çibûya? Dema tînim ber
çavên xwe, gelo ez ê mîna niha bi coş, heyecan,
moral, rih û ciwanbûma. Ez dikarim misoger
bibêjim ku, ji ber pirsgirêk, derd, kul û
keserên malbatê û pergalê wê ji zû ve pişta min
xus bûna û ez ê niha kal û pîr bûma. Ji bo wê jî
ez gelek caran ji xwe re dibêjim baş e ku ez
tevlî PKK’ê bûme. PKK me ji tiştên nebaş
xelaskirine. PKK her tim mirovan zindî, ciwan,
bi coş, moral, heyecan, azwerî û bi xwestek
dihêle. Ji bo wê jî mirov di warê rihî de pîr
nabe. Ev rih rihê Rêber Apo, PKK û şehîdan e.
Ger îro em bi vî rihî di her warî de jiyan û şer
dikin, em deyndarê vê rastiyê ne. Ji bo ku em
deynê xwe bidin, divê em vî rihî li her ciyî
jiyan bikin, zindî bikin û ciwantir bikin. Dema
ku ev rih di me de çilmise, qels û pîr bibe, tê
wê wateyê ku em ji rastiya Serokatî, PKK û
şehîdan dûr ketine. Ger îro di Kurdistanê de di
nava şoreşê de gelek şoreş çêbûne, hemû kes
rabûye ser piyan û kurdek nû hatibe afirandin,
ev bi saya vî rihî ye.
Ji van ciwanan yek jî, rêheval Cemîl Çatak(Şaxê)
bû. Hevalê Cemîl ji navçeya Şaxê bû ku ji wir
kes tevlî PKK’ê nebûne. Ji wir kêm tevlîbûn
çêbûye. Tevlîbûnên ku çêbûne jî baş û bi mêrxasî
ne. Hevalê Cemîl ji malbateke ku hinek
welatparêz e. Di nava vê malbatê de mezin dibe.
Ji ber mirovekî wan şehîd dikeve, ev li ser
hevalê Cemîl gelek bandor dike. Ji bo ku çeka wî
li erdê nehêle, doza wî berdewam bike, bi hest û
rihê tolhildanê, di temenekî gelek biçûk de di
sala 1999’an de tevlî partiyê dibe. Dîsa jî li
hember komploya li ser Serokatî gelek hêrs dibe
û kîneke mezin digire û tevlîbûneke cangorî pêk
tîne.
Min û hevalê Cemîl gelek wext û kêliyên xweş bi
hev re jiyan kirine. Lê dema ku ez hemû hêza xwe
komî ser hev dikim, dixwazim li ser tê binivîsim
û te bînim ser ziman, pir êşê dikşînim. Dema
destê xwe davêjim lênûsk û pênûsê, ji ber tu tê
yî ber çavên min, ez dikevim nava xem û xeyalan
û pir hestiyar dibim. Ji bo wê jî te rast
nivîsandin, li min pir zor tê. Ez pir ditirsim
ku te şaş bixwînim û binivîsim.
Hevalê min î hêja, ciwanê delal; ez dikim nakim
nikarim te bireşînim ser pelê lênûskê. Lênûsk
têra rastiyan nake. Pênûsa min qutqutî dibe.
Dikim nakim te nanivîse. Tu dibêjî qey şerm
dike. Rast e hevalê min î hêja, te em xistin
nava şermê. Li hember rastiyê te, ez xwe di ber
çavan re derbas dikim jî, rastiya ku em têdene,
jê pir şerm dikim. Li min bibore ciwanê delal.
Hevalê Cemîl, ciwanekî pir hêja bû. Dînamîk,
enerjîk û zindî bû. Di ciyê xwe de tu carî
nedisekinî. Westanbûn çi ye nedizanî. Her tim di
nava kar û lêgerînê de bû. Destê xwe diavête
kîjan karî baş û paqij dikir. Mirov dikare bêje
ciwanekî di hemû hêlan de xwe parastibû û zêde
xera nebûbû. Hest, mejî, rih û dilê wî pir paqij
û xweşik bû. Tirs û mirin di xwe de kuştibû. Bi
vî temenê xwe yê biçûk, rihê şer û êrîşê pir
xurt û çavreş bû. Hevalê Cemîl li gel gelek
hevalan mabû. Vê taybetmendiyê jî ji rastiya
Serokatî, PKK û şehîdan girtibû. Bi taybetî jî
ji hevalê Adil, Kûrtay, Andok, Şiyar, Serdem,
Xwînrêj û gelek hevalên dîtir girtibû û ji wan
bandor bûbû. Bi temen, biçûk bû. Lê di jiyana
xwe de bi pîvan, rêgez û komûn bû. Rê nedida
şaşîtiyan. Ciyê ku hevalê Cemîl lê bûya, hemû
kesî lingê xwe û axaftinên xwe bi pîvan davêt.
Ji ber ku vê sekna xwe her tim di nava hevalan
de wekî mînak dihate nîşandin. Ji bo wê jî hemû
hevalan jê hez dikirin û nirx didanê. Pir bi coş
û moral bû. Li hember pirsgirêkan, zorî û
zehmetiyan, tu carî moralê xwe nedixist û ji xwe
re nedikir kelem û asteng. Min got ya, bi rihê
Apocî û ciwantî têkoşîn dikir. Ez dikarim pir bi
hêsanî bibêjim, dema ku qala rihê ciwantî û
ciwanan dihate kirin, hevalê Cemîl tê bîra min.
Di hemû warî de xwedî sekeneke milîtanî bû. Xurt
bû. Bi armanca xwe ve heta dawiyê girêdayîbû. Ji
ber vê seknandina wî ya biesl û cangorî, me
destpêkê ew danî ser tîmê. Piştî demeke kurt jî
me ew danî ser taximê. Hevalê Cemîl ji hêla
gelek hevalan ve bi taybetî hatibû
perwerdehîkirinê. Exlaq, terbiye û çanda PKK’ê
girtibû û xwe kûr dikir û bi pêş ve dibir. Gelek
kesê mîna me gelek caran dibêjin; “wisa nabe, em
nikarin bikin, ev çi erk e û wekî din” lê hevalê
Cemîl bi wî temenê xwe tu carî vî tiştî nedigot.
Hê bêtir dixwest kar bike. Dema ku dixwest kar
bike jî ciyê herî zor û zehmet dixwest. Heval
dixwest li pêşiya wî kelem û astengiya derxînin,
lê kirin nekirin nikaribûn bi hevalê Cemîl. Wî
dixwest di ciyê herî zor û zehmet de, têkoşîneke
bi wate bide û jiyan bike. Em hemû heval ji
destê wî bêzar û neçar mabûn. Tabî di dawiya
dawîn de hevalê Cemîl a xwe bi ser xist.
Hevalê Cemîl bi bîr û biweriyeke bi îdeayek pir
mezin û dîsa bi hest û rihê tolhildanê, di
bihara 2006’an de berê xwe da, xaka pîroz, warê
egîdan Botanê. Ew jî pir kêfxweş bûbû. Her tim
rojekê wisa hesret dikir û vê yekê bi ben
dikişand. Yekî/a ku bixwaze kar bike, xwe bi pêş
ve bibe û têkoşîn bike, divê wekî tevgerîbûna
hevalê Cemîl be. Tu kes nikare li pêşiya wî bibe
kelem. Lê mixabin gelek kes dibêjin rêxistin
pêşiya me venake, me nabîne, em jibîrkirine û
wekî din. Ez dikarim tenê vê bibêjim ku wisa
dibêje ew derewan dike û xwe dixapîne. Divê
pîvanê me heval Cemîl be.
Hevalê Cemîl li Botanê, du salên tijî û bi wate
jiyan kir. Diçû ku derê ew rih û coş bi wî re bû.
Ew feraseta tesfiyekaran nikaribûn li ser wî
bandor çêbikin û wî ji armanca wî dûr bixînin.
Pirsgirêk û nêzîkatiyeke şaş, ji xwe re dikire
sedema têkoşîn xurtkirinê. Wekî ku hemû hevalan
jê hez dikirin, min jî ji hevalê Cemîl pir hez
dikir. Hevaltî û têkiliyeke me yî xweş hebû. Me
tu carî nedixwest em ji hev qut bibin û ez bawer
nakim jî ku wê em ê rojekê ji hev qut bibin jî.
Qutbûna hevalek û pê ve girêdanî û hezkirineke
pir xurt bi xwe re tîne. Ez di sala 2006’an de
çend caran bi cîhazê pê re axivîm. Îsal jî dema
ez derbasî hundir bûm, hatim Kota Jîrka, hemû
hevalan û bi taybetî ji heval Delîl min te pirsî.
Dema hevalan gotin, rewşa te baş e, ez pir
kêfxweş bûm. Min pir dixwest ku ez te bibînim
ciwanê delal. Lê ez li ser rê bûm. Bi hesreta
dîtina te, ez ê misoger bi vê hêviyê bi dilek
xemgîn derbasî ciyê xwe bim. Min pir bêriya te
kiribû. Heta rojekê min ji hevalan re got, min
pir bêriya hevalê Cemîl kiriye, ger ku derfet
çêbibin, ez dixwazim rojekê pê re bi cîhazê
biaxivim.
Erê hevalê min î hêja, ciwanê delal! Guhên min
her tim li ser xeberên te yî baş bin. Carekê min
di nûçeyeke radyoyeke tirkan de guhdar kir ku li
Çataxê du gerîla şehîd ketine. Tu bawer bike,
qutequtek kete dilê min û min ji hevalan re got;
qey hezar kes û hîsen min ji min re dibêjin
hevalê Cemîl e ku şehîd bûye. Min qet nedixwest
ez bawer bikim. Roja din min cîhazê vekir. Dema
min navê te û hevala Eylem bihîst, tedigot qey
dil û hinavê min hatine xwarê. Dîsa pêlên hestên
min rabûn ser piyan. Çavên min tijî rondik bûn û
di ser rûyê min de dihatin xwarê. Ez kelogirî
bûbûm. Ji ber heval li derdora min bûn, min şerm
dikir, lê di hundirê xwe de ez digiriyam. Divê
ku em li ser we negrîn. Divê ku hûn me pir qesl
û lewaz bibînin. Delalê min li min bibore, ez
digeriyam. Divê ku em li ser we negirîn. Delalê
min, dîsa li min bibore, me pir êş kişand. Me di
vê salê de gelek mêrxas, egîd û lehengan şehîd
dan. Zerîna leheng, Dilşadê dilgeş, Gulbiharara
xwedawend, Serdemê çavşîn, Andokê rûken,
Xwînrêjê çeleng, Şiyarê mêrxas, Adilê egîd,
Tîrêjê dilnizm, Hemzeyê fedekar, Ferhadê kedkar,
Nûdaya evîndar, Kûrtayê dilmertal, Kawayê
hesinkar, Latîfê delal, Xelîlê hunervan, Egîdê
cangorî, Karkerê baz. Her yek ji wan dema ku çûn,
qey te digot wesleyek laşê min jî diçû, ez ewqas
pe diêşiyam. Erê hevalên hêja hûn çûn û we em
hiştin. Barê me girantir bû. We girantir kir. Ji
ber em hevalê we ne. Şopdarê we ne. Em dilê xwe
qewîm dikin. Ji bo ku em bikaribin we rast jiyan
bikin û armanca we pêk bînin, lê hûn bawer bikin
ez roj bi roj dihelim.
Hevalên min î hêja. Em wisa bi hev re neaxivîbûn.
Em ê her tim bi hev re bin. Lê hûn çûn, ez şûnde
hiştin. Lê xema nexwin, riya we riya me ye. Ez ê
hewl bidim ku bigihîjim we Ez ê bi we re jiyan
bikim û azadiyê bi we re parve bikim. Ji ber ku
azadî tişta herî xweş û bedew e.
Hevalê min, dibe ku hûn fizîkî ji me qut bûbin,
lê li her kêliya jiyanê de hûn bi me re ne. Ez ê
we her tim di dil, mejî, rih û hestan de jiyan
bikim. Rast e bi çûna we ez pir êşiyam û xemgîm
bûn. Lê ev rih, cesaret û hêza têkoşînkirinê
dide me. Ev rastiya we, ez ê tu carî ji bîr
nekim.
Hevalên hêja, me gelek caran ji hev re digot ku
dara azadiyê bi xwînê şîn dibe. Bi azadî
jiyankirin di nava zor û zehmetiyan de ye û ji
bona ku em bigihên vê rastiyê, em ketin nav
pêşbirkê. Hûn gihîştine vê rastiyê, lê ez bi şûn
de mam. Ji bo wê jî ez ji xwe şerm dikim. Bi min
ev çalakiyeke şoreşgertiyê ye.
Hevalê min, kanê em ê bi hev re çiya bi çiya,
zozan bi zozan, mêrg bi mêrg bigeriyana. Me yê
stran û helbesta azadiyê bigotaya. Me yê nîqaş,
sohbet û henekan bikira. Em ê derketina lûtkeyê
çiyayan û hetanî deng ji me derbiketana, me yê
qîr bikirana. Piştre me yê xwe li ser berfê bi
xîjîkan da berdana xwarê. Me yê agirek mezin
pêxista û li derdorê rûniştina û biketana nava
xeyalên kûr. Her yek ji me dibû kevok, teyr û
bazek û per û baskên me çêdibûn. Em difiriyan û
diçûn girava Îmralî gel Rojê, evîndar û rêberê
xwe. Lê hûn çûn, ez mam. Bê we tebatiye û sebra
min nayê. Wekî sêwiya û teyrekî bask şikandî
bûme. Ez nizanim ka ez ê çibikim. Fêrî tunebûna
we, tu carî nabim. Dîsa ez ketim nava kul, derd,
keser, xem û xeyalan. Pir hestiyar bûme.
Hevalên hêja, we bi rih, hêz û cesareta
ciwanbûna Apocî têkoşîn kir. Dara azadiyê bi
xwîna xwe ew şîntir kir. Her yek ji we wekî
stêrkek li asîman her tim dibiriqe û li derdora
xwe şewq didin. Ez ê we tu carî ji bîr nekim. Ez
ê heya nefes û dilopa xwîna xwe ya dawîn, we
bişopînim. Heya bigihîjim we min pir bêriya we
kiriye. Bi hesreta dîtina we, sûd û bextê wan
bimînin. Bila rihê we her tim şad bibe. Careke
din jî bi hurmet û we bibîr tînim û bejna xwe li
ber we ditewînim.
11.02.2009
BESTA / KURDÊ ÇIYAYÎ(Şehîd Şervan Sason)
|