|
|
Wexta ku mirov dîroka civaka Kurd lêkolîn dike
di axa mezopotamyayê de damarê xwe yên pirr kûr
bi neolotîkê dibîne, ew xwedavendên ku toximên (bizir)
xwe di wê axê de çandine em dibînin ku heya roja
me ya îro berhemên wê derdikevin holê. Wekî
Rêber APO dibêje gelê Kurd heya roja me ya îro
bi neolîtîkê giredayî maye. Em jî çanda veşartî
ya di jina kurd de heta roja îro dibînin û ev
jî rastiya axaftinên Rêber APO derdixe holê.
Jina Kurd a ku her tim bi welatparêziya xwe û
mêrxasiya xwe tê naskirin û wekî ku em dizanin
di dîrokê de jî wekî mînak li hemberî êrîşa
İskenderê Meqedonî berxwedanî kir, teslîmiyet
qebûl nekir, xwe ji zinaran avêt û mirina
bişeref û namûs hembêz dikin. Lê jiyana bi
îxanetê qebûl nekir. Û ev berxwedaniya jina Kurd
her tim wekî vejînekê zîl dide, dîsa wekî Besê û
Zarîfa xwe ji zinarên Dersîmê awêtin lê
stûxwarî li hemberî “Mardûkan”qebûl nekir. Dîsa
Leyla Qasim berîk di laşê xwe da qebûl kir lê
şovenîzma paşwerû ya Ereban ji bo xwe nepejirand.
Her
wiha rêheval Ş. Bêrîtan mîrasa vê çandê ye û di
sala 1992’an de 25’ê meha dehan rûpeleke nû ya
çanda xwedavendan dîsa vekir. çawa ku Tiyamat li
hemberî Mardûk, Înanna li hemberî Enkî
berxwedanî kir Ş.Bêrîtan jî li hemberî sîstema
Feodaltî û hûkumdarên zalim û îxaneta paşwerû
têkoşiya û heta nefesa xwe ya dawî azad jiya.
Dema ku mirov Ş.Bêrîtan dibêje xeta berxwedani,
Îrade û mêrxwasî xwedî hestên mezin ya evîna
netewe û gel tê bîra mirov. Mezinahiya hevala
Bêrîtan ya esasî di jiyana wê de diyar dibû û
rêhevaltî ji bo wê îlkeya herî mezin bû. Her tim
bi coş di nava hevalên xwe de jîyaye. Her wiha
însanên mezin her tim di nava xwenûkirinê de ne
Ş.Bêrîtan jî ji bo xwe kêmasiyeke herî piçûk
nedipejirand, ji bo vê jî wekî aveke ku her tim
diherike xwe nû dikir û bi vî avayî mezin dibû.
Wekî ku em dizanin di Dersîmê de qirkirina çandî
hebû û fikrên Kemalîzmê bi taybetî didan
sepandin. Tevî ku bi çanda Qapîtalîzmê jî hatibû
dorpêçkirin lê mejî û dilê wê nekarîn dîl
bigirin, nekarîn wê ji evîna wê ya mezin qut
bikin, ev evîn ket dilê hezaran keç û xortên
kurd. Heta jiyaneke azad em ê li ser xeta hevala
Bêrîtan wekî rêhevalên wê di xeta wê de biisrar
bibin û têkoşîna wê ji bo me çiraya di tarîtiyê
de ye.
MECLÎSA ÎŞTAR
|