|
|
Xaka
Mezopotamya warê xwedanwenda ye. Ciyê derguşa
mirovantî û şaristaniyê ye. Ciyê cara yekem ku
jiyana bi wate li derdora dayîka pîroz hatiye
kirine. Jin navenda vê şaristaniyê bû. Ji ber
kedkdarî, xulikdarî, afirandin, bedewtî,
parvekirin, lawir xwedîkirin, zarokanîn û
mezinkirin bi vê axê û xwezayê re yekbûn, edalet,
wekhevî, azadî û berhem komkirin ji aliyê dayîka
pîroz ve çêbûn û ev cewherê jinê bi xwe ye.
Çanda xwedawend serdest e. Her tişt li derdora
jinê dizivire. Jin navenda her tiştê çavkana
jiyanê ye. Ji bo vê jî jin tê xwedawendkirin û
pîrozkirin.
Lê bi derketina pergala çînî û desthilatdariya
zilam re, jin roj bi roj ji vê cewherê tê bi
dûrxistin. Hemû tişt serû bin dibe. Dema em tên
sedsala dawîn û lê mezê dikin, jina ku her tişt
afirandiye, navend û çavkaniya jiyanê bûye. Lê
îro jin ketiye rewşeke wisa ku, êdî nayê
naskirin. Ker û lal bûye û wekî mirov nayê dîtin.
Bêaqil tê hesibandin û wisa tê angaştkirin ku di
civakê de kêmaqil e. Şûna ava dike, tê
hesibandin ku xera dike. Ji asta xwedewendiyê
dikeve û bi şeytanî û fahîşetiyê tê
gunehbarankirinê. Ev hemû îcadê zilamê zalim e.
Rastiya jinê ne hesûd û fêlbaz e. Zilam naxwaze
jina xwedawend bibe xwedî hêz, qudret, keramet û
avakar. Di ser de jî bi dizîtiyê, bi hîleyan û
bi bêbextiyan jinê kole kirine,, reş kirine û ji
cewherê wê dûr xistine. Lê zilam xwe bi vê yekê
dixapîne.
Li vê xaka pîroz carekê tovê jiyanê û çanda
xwedawend hatiye reşandin. Ew ê tu carê ev çand
tune nebe. Bi derketine Rêber Apo û PKK’ê re, bi
hatina biharê re, bi helandina berf û qeşayê re
xweza zindî bû. Hemû cureyê şînahiyan bişkuvîn û
kulîlk û gul serî ji xewa şîrîn radikin û
vedikin li her derî. Bi reng û xweşikbûn xwe her
deverê dixemlînin. Xwedawend jî mîna şitlên
rîhanê derdikevin ser rûyê xaka pîroz û serî
radikin. Yek ji van xwedewendan jî rêheval
Gulbihar e.
Hevala Gulbihar wekî navê xwe bû bihar ango bûka
biharê. Dema ku bihar tê xweza zindî dibe û hemû
bedewbûn û bereketa xwe jiyaneke nû diafrîne û
bala hemû zîndeweran dikşîne ser xwe. Dibe
navendeke kişandinê. Bawer nakim kesek ji
demsala biharê aciz bibe. Ger yekî/a ku ji
biharê aciz bibe, ev tê wateya ku ew di hemû
warî de winda kiriye. Hemû kes ji biharê hez
dikin û hîs dikin. Hele gulê biharê pir cuda ne.
Bi rengê xwe, bi geşbûn û xweşikbûna xwe, bi
bêhna xwe û hwd. bala hemû kesî dikşîne ser xwe.
Hemû kes ji gulê hez dikin. Demsala biharê bi
xwe gulek e. Jina xwedawend jî bihar bi xwe ye.
Dema mirov li taybetmendî û bedewbûna biharê, li
taybetmendî û bedewbûna xwedawendan dide ber hev,
mirov tu cudahiyek nabîne. Taybetmendî û
xweşikbûna biharê û xwendawendiya hevala
Gulbihar bi xwe ye. Hevala Gulbihar di malbateke
welatparêz de mezin dibe. Ji bo wê jî di
temenekî biçûk de tevlî refên gerîla dibe.
Cewherê Tevgera Azadiyê PKK, jin bi xwe ye. Ji
bo wê jî hevala Gulbihar zû bi PKK’ê re yek dibe.
Bi vê cewherê re roj bi roj xwe bi pêş xist û
gihîşt asta xwedawendiyê. Evîndarê Serokatî,
gel, mirovantî, ax, azadî û çiyabû. Ji bo bigihê
evîna xwe, bênavber şev û roj têdikoşe. Li ser
bîrdozî, felsefe û ramanê Serokatî xwe perwerde
dike û xwe di felsefeya Serokatî de kûr dike.
Him bi xwe re him jî bi derdorê re di nav şerekî
kûr de bû. Hem Serokatî fêm dikir, hem jî
Serokatî pêk dianî him jî dida pêk anîn.
Hevala Gulbihar ji rastiya Serokatî û PKK gelek
moral, bawerî, coş, heyecan, hêz, cesaret û rih
girtibû. Bi PKK’ê re xwe nas kir. Hevaleke
dilnizm, mûtewazî, dirist, sade û paqij bû. Dîsa
di jiyana xwe de bi pîvan, rêgez û vekirîbû. Bi
her kesî re dida û distand û parve dikir. Cudahî
nedixist navbera jin û zilam de. Bi hestê
hezkirinê barkirîbû. Ji jiyanê, ji têkoşînê, ji
şer, ji mirovan û ji gerîla gelek hez dikir.
Navenda hezkirinê bû. Tu carî hezkirin ligel wê
xelas nedibû. Mirov dikare bêje xwedawenda
hezkirin û evînê bû. Kedkar û xulikdar bû. Erzan
nêzîkî tu tiştî nedibû. Ji bo karekî bike, ji
bona ku ji tiştek fêm bike û kesek nas bike,
gelek ked dida û di nava hewldanan de bû û xwe
diêşand. Hevaleke bi coş, bi moral bû. Her dem
rûken bû. Her dem li pey jiyana azad bû. Bi
armanca xwe ve pir girêdayîbû. Ji bo ku bigihê
armanca xwe, her tişt dida ber çavan û pêk dianî.
Hevala Gulbihar jî mîna hevalên wekî Bêrîvan,
Bêrîtan, Zîlan, Viyan, Yildiz, Nûcan, Zelal û
Sema di nava zor û zehmetiyan û pratîkê de di
her hêlî de pijiyabû û ji bona wê jî xwedî
vîneke azad û pola bû.
Li hember kêmanî û nebesiyan pirs hêrs dibû û di
nava têkoşîneke dijwar de bû. Tu carî sekneke ji
rêzê qebûl nedikir. Her timî di nava lêgerînekê
de bû. Ji bo vê jî di ciyê xwe de nedisekinî û
gelek zindî bû. Her tim dixwest tişta herî baş û
xweş biafrîne. Ciyê ew lê bûya, tu carî rê
nedida pîvan, nêzîkatî û ferasetên şaş. Bi
mirovan re mijûlbûyînê de, bi hunerî bû. Fena ku
dayîkek zarokên xwe mezin û ew terbiye bike,
hemû êş û xweşiyên hevalên xwe parve dikir.
Hevala Gulbihar jî bi van hestên paqij û bi
hişmendiyê nêzîkî hevalên xwe dibû. Ji bo wê jî
ji hemû hevalan gelek gelek hez dikir û di asta
herî jor de nirx dida hevalên xwe. Bi van
taybetiyên xwe di dil, mejî û hestên hevalan de
ciyê xwe çêkiribû. Li ku derê bûya, pirsgirêk
hebûya çareser dikir. Belavbûn hebûya, komî ser
hev dikir. Coş, moral û hezkirin dida. Bi
hewldanên xwe yên bêhempa rê dida jiyanê. Li
hember dijmin bi hestên tolgirtinê tijî bû. Bi
vê sekna xwe ya xwedawendî, tola xwe ya hezaran
salan ji dijmin û pergalê digirt. Ji bo wê jî li
ser şer û taqtîk serê xwe pir diêşand. Li gorî
rastiya şer tevdigeriya. Bi hestan nêzîkî şer
nedibû. Bi dil û mejî, bi werektî û bîr û
baweriyê nêzîk dibû. Jineke şerker bû. Hîskirin,
bedewbûn û azadbûyînê di şer de didît. Ji bo wê
jî bi dil û can şer dikir. Dizanibû bê şer azad
nabe. Serokatî nirx dida jinê, ji nû ve jin
gihand cewherê wê û ji rewşa koletiyê derxist
asta xwedawendiyê. Hevala Gulbihar di ferqa vê
yekê de bû û bi vê zanebûnê tevlî şer û nêzîkî
şer dibû. Ew evîndarê Serokatî bû. Dilê wê her
tim ji bona Serokatî lêdixist. Wê Serokatî, gel
û şehîdan di dil, mejî û hestan de dida
jiyankirin û bi vê yekê jiyana azad diafirand.
Ji ber sekna xwe ya leheng, cangorî û biesl, ji
asta jor bigire heta asta jêr erk û berpirsyarî
girt. Tu caran negot ku ez nakim, ez nikarim
bikim.
Her tim hewl dida ku layîqî Serokatî, şehîdan,
mirovantî û gel bibe. Di têkoşîna xwe de bi îdea
û bi biryar bû. Bi xwe pir bawer bû. Feraseta wê
ya edalet û wekheviyê li pêş bû. Ji bo wê jî
navenda topîserhevkirinê bû. Çawan hemû kes xwe
li derdora dayîka xwedawend kom dikir, jiyana
azad û bedew bi vî awayî dihate afirand, li
derdora xwedawenda gula biharê jî kombûyîn
çêdibû û afirandin pêk dihat. Tu tiştek nikaribû
li hember wê bibûna kelem û asteng. Digel ku
pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebûn jî, di
qada herî zor û zehmet de dixwest têkoşîn bide û
da jî. Dizanibû azadî û jiyana bi wate
jiyankirin ne hêsan e. Azadî, bedewtî, hezkirin
û evîn, di nava zor û zehmetiyan de veşartiye.
Xwedî vê hişmendî, bîr û baweriyê bû. Ji bo ku
bigihê azadî û evîna xwe, berê xwe da ciyê pîroz,
warê egîdan Gabarê. Gav bi gav nêzîkî azadiyê û
evîna xwe dibû. Her ku nêzîk dibû, bi coştir,
bedewtir û geştir dibû. Kêmek mabû bi per û bask
bibe û bifire. Li qada Gabarê jî bi hewldanên
xwe yên tevlîbûneke bêhempa, di demeke kurt de
rengê xwe da jiyanê û jiyanê watedartir kir.
Hezkirin, coş, cesaret û rih da derdora xwe. Lê
wekî her carê dijminê xwînxwar xwediyê pergala
zalim, derewkar, dirû, hov û gemar dîn û har
bûbûn. Xofek ketibû dilê dijmin. Ji ber vê xofê
xew nediket çavên wan. Ev xof û tirs, ji ber
jiyana azad û xwedawendiyê bû. Êrîş li ser êrîşê
birin ser qada lehengan. Gabarê di van êrîşan de
bi berxwedanî, lehengî û cangoriyeke bêhempa
hevalê hevalê Adîl, Serdem, Harûn, Xwînda,
Berîtan û hevala Gulbihar tevlî karwanê şehîdên
nemir bûn. Lê li vê xakê careke din tovê jiyana
azad hate reşandin. Her tim şîn dibe û wê tu
carî tune nebe. Roj bi roj wê ev tijî xwedawend
bin.
Hevala Gulbihar mîna xwezayê zindî û rengîn bû.
Mîna aveke diherike mîna gula berbiroj her roj
berê wê li rojê ye. Bi derketina rojê re vedibe
û geş dibe. Mîna heyvaçardehşevî, mîna stêrka
berbanga sibê her tim geş e. Kenê li ser lêvan e
bi derketina rojê re vedibû û geş dibû. Mîna
heyvaçardehşevî, mîna stêrka berbanga sibê her
tim geş bû û rûken bû. Li ser lêvên wê, evîna
evîndariyê awaza bilûra şivana hebû. Nêrgiz,
sosin, beybûn û rîhan bû. Hunerkara afirandina
xwendin û şalûra bilbilan bû. Xezala beriya
xeyalên zarokan, firmiskên çavên dayîkan,
bedewbûna helbestên li ser zimanan bû.
Hevala Gulbihar li ser zimanê evîndariya Xecê,
Edûl, Şîrîn û Zînê bû. Ew kelema çavên dijmin bû.
Dermanê derd, kul, keser û birîna hewa, av, agir
û axê bû. Hevala Gulbihar xwedawenda Rêber Apo,
PKK û Mezra Botan bû.
Kurdê Çiyayî demeke dirêj bû, hevala Gulbihar
nas kiribû. Bi hev re gelek tişt parve kiribû.
Ji hevala Gulbihar pir hez dikir û nirx didayê.
Kesayetiyeke wisa esîl her tim ji xwe re mînak
digirt. Berî ku heval Gulbihar derbasî Gabarê
bibe, li qada Heftanînê cara dawîn hevdu dîtin.
Demeke kurt, lê pir bi wate û bi nirx bi hev re
jiyan kirin. Ew nîqaşên wan, hevaltiya wan,
demsala biharê li ser çiyayê Xantûr û Heftanînê
ku di nava xweşikbûna xwezayê de, ew wêneyê ku
bi hev re kişandibûn, tu carî ji bîra Kurdê
Çiyayî nediçû. Her tim li ber çavên wî bû.
Carnan jî dibû mêvanê xewnên wî. Tu car ji rêzê
nêzîk nedibû. Her tim bi pîvan, bi rêz û rêgezî
nêzîk dibû. Gelek tişt ji gula biharê, ji gula
dila û ji gula hezkirinê girtibû. Tu carî wê
rojekê gula dilê wî, wê bê qetandin nefikirîbû.
Ji bo wê jî dema şehadeta hevala Gulbihar bihîst,
we yê ew bidîta. Pir pê êşiya û kelegirîbû.
Gewriya wî tijî bû. Bêhemdê xwe, rondik ji çavên
wî bariyabû. Heta demekê bêdeng ma û bi kesî re
neaxivî. Digote ku, hevala Gulbihar lêgera evîn
û azadiyê ye. Her tim ji bo ku bigihê xeyalên
xwe bê navber têkoşiya û bi wate jiyan kir. Di
dawîn de gihîşt azadî û evîna xwe. Em jî ger
azadî û evînê digerin, gihîştina wê jî gihîştina
gula biharê û xwedawenda Mezra Botanê ye. Ji bo
em bigihîjin armancên xwe divê em zend û bendan
badin. Dilê xwe qewîm bikin. Bi dil û can û
hestên tolgirtinê têbikoşin. Bi vê ferasetê
Kurdê Çiyayî nêzîk dibe û xwe amade dike. Ji bo
bigihê evîna xwe, berê xwe dide warê egîdan,
adilan, nûdayan, ferhadan û gulbiharan. Her tim
ev rastî di dil, mejî, rih û hestên xwe de jiyan
dikir. Roj bi roj, gav bi gav nêzîkî azadî û
evîna xwe dibû. Di dilê wî de gelek gul şîn
bûbûn. Ev gul her roj geştir, tîrtir dibûn. Ev
gul azadî bû, evîn bû, Serokatî bû, gel bû,
şehîd bûn, ax bû, mirov bûn, têkoşîn bû, xweza
bû, jina pîroz a xwedawend bû.
05.02.2009
BESTA / KURDÊ ÇIYAYÎ(Şehîd
Şervan Sason)
|