|
Nav
û paşnav: Sedîq KaraNavê
kod: Eşref
Navê bav:
Silêman

Navê dê:
Fehîma
Cih û dîroka
jidayîkbûnê: Gundê Hîlal/Navçeya Qilaban/Şirnex
1975
Dîroka
tevlibûnê: 14 Hezîran 1988 – Gundê Hîlal
Erka wî:
Fermandarê Bolûkê
Cih û dîroka
şehadetê: Mila Şeşdara/Haftanîn 1992
Botan herêmeke
bi çiya, gelî, zozan û newal e. Gundê Hîlal di
herêma Botanê de bi xwezaya xwe ya rengareng, bi
robarên xwe yên sar, weke nimûneyeke ji bihuştê
ye. Çiyayên wê ên ku ber bi asîman ve dirêj
dibin mîna kelehekê gund dorpêç dikin. Şêniyên
gund debara xwe piranî bi çandinî û ajaldariyê
dikirin. Bi despêkirina biharê re piraniya
şênîyên gund bi pez û dewarên xwe berê xwe didan
zozanên Warê Sîpo û Kêla Memê. Li vê herêmê her
demsalek salê, bi xweşikbûnek cuda xwe nîşan
dide. Bihar bi gul û kulîlkên xwe yên rengareng;
havîn bi keskahî, fêkî û mêweyên xwe; payîz bi
xemla weşîna pelên daran û bi xuşexuşa barîna
barana xwe; zivistan bi berfa xwe ya weke
kulavekî sipî her cihî dorpêç dike û bêguman
xweşikbûnek cuda dide vê xwezayê.
Şêniyên gund
hemû xizmên hev in; her wiha bi nifûsa ku
zêdetirî pênc hezar mirovî, di herêmê de weke
navendekê bû. Gund, di herêmê de yek ji cihên ku
despêkê dibistana navîn lê hatiye avakirin e.
Lewma, asta xwendina nifşê dawî yê gund her diçû
zêde dibû. Li gund şaredarî berî sala 1980’î
hatibû avakirin. Gundê Hîlal, bi derketina şerê
Rizgariya Neteweyî re yek ji cihên ku despêkê
bûye hêlîna Apoyiyan û tevlibûna ciwanan ji
Tevgera Apoyî re lê pêk hatiye. Tevlibûnên
destpêkê yên ji vî gundî bi pêşxistina şerê
çekdarî re dest pê kirine. Bi pêşketina şerê
çekdarî re jî êdî bandora Têkoşîna Rizgariya
Neteweyî di herêmê de bi giranî xwe dida
nîşandan.
Di gundê Hîlal
de deh qebîle bi hev re dijiyan. Heval Eşref, ji
qebîleya Kuhnan bû. Heval Eşref, di nava vî
gundê ku mîna nimûneyek ser erd a bihuştê ye,
wek zarokê sêyemîn ê malbatê di sala 1972’yan de
tê dinyayê. Di zaroktiya xwe de bavê xwe winda
dike. Dayika Heval Eşref, ji zarokên xwe re
ligel dayiktiyê, bavtiyê jî dike. Di nav zor û
zehmetiyên jiyanê de, bi çandinî û ajaldariyê
debara dikin. Heval Eşref, Ji ber sedema
zehmetiyên aborî û yên jiyanê tenê karîbû sê
salan dibistana seretayî bixwîne. Heval Eşref,
bi kesayeta xwe ya çalak, bi xweşbînî û
dilnizmiya xwe her tim navenda balkişandinê bû,
ji bo hemû hevalên xwe. Hîn di zaroktiyê de ji
bo debara malbatê dest bi kar dike. Di karên xwe
de pir serketî, giyandar û kedkar e. Bi van
taybetmendiyên xwe her karê ku pêve radibe bi
ser dixe. Bi rûkenî, hevaltî û duristbûna xwe,
di dilê her kesî de xwe bi cih kiribû.
Bi derketina
PKK’ê re ku çûn û hatina hevalan a gund çêdibe û
her wiha bandor û tesîra berbiçav a Tevgera
Apoyî hezkirina malbatên gund ji hevalan û
tevgerê re çêdibe û her diçe ev hezkirin pêş
dikeve. Di demek kurt de ji gund gelek ciwan
tevlî nav refên gerîla dibin. Heval Eşref jî di
nav vê pêvajoyê de weke ciwanekî tiyê azadî û
Kurdistanê ji tevgerê û hevalan tesîr dibe.
Daxwaza wî ya tevlibûna nav Tevgera Azadiyê pêş
dikeve, kêliyekî berî kêliyekê dixwaze bibe
têkoşerekî gelê xwe. Di encam de vê daxwaza xwe
bi çar pismamên xwe re di 20’ê Gulana 1988’î de
bi tevlibûna nav refên gerîla bi cih tîne.
Eşrefê devbiken û fedakar, êdî şoreşgerekî xaka
xwe ye. Ew di wî temenê xwe yê biçûk de êdî
şervanekî parastina doza Apoyî ye. Heval Eşref,
êdî şervanekî ARGK’ê û rêhevalê Mahsûm Korkmaz
(Fermandar Egîd) e. Ew bazê serê çiyayên Botan û
Behdînan e.
Heval Eşref, di
demek kurt de bi hemû hêza xwe bi jiyana gerîla
re dibe yek. Di nav jiyana gerîla de weke
gerillayekî kamil û gihîştî di her qadê de dibe
pêşeng. Bi hevaltiyek rast û bi fedakariya xwe
ji aliyê hemû hevalên xwe ve pir tê hezkirin. Di
qada şer de her tim di eniya pêş de cih digire û
her dem dibe parêzvanek bi bawer ê hevalên xwe.
Jiyana Şehîd
Eşref a gerîlatiyê, ji vegotina rêhevalêkî wî
yê têkoşînê;
Taybtrmendiyên
Heval Eşref ên ku destpêkê li ber çavan diketin:
ked, wêrekî û hewldanên wî yên ji bo têkoşîn û
hevalên xwe bûn. Paşê her ku min Heval Eşref nas
kir mîn dît ku di cihê herî zêde bi talûke de,
herî bi bawer û bi îrade ye.
Heval Eşref, di
pêvajoyên gelekî zehmet de, li her cihê ku
îhtimala zorî û dijwarî lê hebû de derdiket pêş
û dibeziya talûkeyan. Bi fizîka xwe ya bihêz her
tim li pêşiya her kesî bû. Di mercên giran ên
salên 1990’î de gav paşde nediavêt û dibû
çavkaniya berdewamkirina jiyana şoreşgerî ya
rêhevalan xwe. Dema mirov li ser wêrekî, ked û
moralê Heval Eşref; di heman demê ku ew
taybetmendî hemû bi dilnizmiya xwe re dikir yek
bisekine, wê wate bide bê çima ew ewqasî dihat
hezkirin û çima her kesî dixwest timî li gel wî
bin.
Dema
amadekariyên Kongreya Çaremîn dihat kirin em 17
heval bi hev re di sala 1990’î de çûn Qada
Serokatî. Di grûpa me de Heval Eşref jî hebû.
Heval Eşref, li
Qada Serokatî, ji demên berê zêdetir bêdeng bû.
Tehlîl, analîz û perwerdeya Rêber Apo bi baldarî
dişopand. Xwe pêş dixist, dixwest her zerreyek û
her kêliya ligel Rêber Apo, binirxîne. Heval
Eşref, di demek kurt de di ewlekariya Rêber Apo
de cih girt. Ev wezîfe bi serketî bi rê ve bir.
Pratîka asî-eware ya şaş ku di hin kesan de xwe
dida xuyakirin, derxist zanebûnê û bersivên rast
ên ku ji bo gerîlayekî divê çawa bin wergirt.
Heval Eşref êdî ji bo vegera welat amade bû.
Di Gulana 1991’ê
de dema em bi grûpek heval re vegeriyan welat
Heval Eşref dîsan bi me re bû. Wê demê di nava
grûpa me ya vegerê de Hevalê Ahmet Repo, Erdalê
Heştanî, Haşimê Bilûzerî, Delîl Akerî û gelek
hevalên din jî hebûn.
Heval Eşref, di
çalakiyên xwe de serketî bû. Yek ji çalakiyên ku
aktîf tevlî dibe serdegirtina qereqola Nêrweh
bû. Di vê çalakiyê de Heval Eşref fermandarê
grûpa êrişê bû. Dema di gir de guleyên wî xilas
dibin, bi keviran dikeve pey leşkerekî, wî bi
dest digire û tîne cem hevalan. Gir dikeve û
qereqol di nav toz û dûmanê de dimîne. Ev çalakî
ji aliyê hevalan ve bi kamerayê jî hatibû
kişandin û weke amûrekî baş a propagandayê hat
bikaranîn. Di vê çalakiyê de zerar û ziyanek
mezin didin dijmin. Lê mixabin, di vê çalakiyê
de 12 heval jî bi lehengî şehîd dikevin. Heval
Eşref, wê salê û sala 1992’yan di xeta sînor de
bi awayekî aktîf tevlî hemû çalakiyan dibe.
Min Heval Eşref,
dîsan di Îlona 1992’yan de, di civîna ku li
Besta Bûkê hat çêkirin de dît. Ew êdî fermandarê
taximê bû. Li gorî demên berê hîn zêdetir pêş
ketibû û di Tevgera Azadiyê de bibû fermandarekî
gerîla. Û ew wezîfe bi zanebûna divê çawa di
jiyana xwe de -ku her kêliyên wê bi hemû şaneyên
canê xwe hîs dikir-, bi serketî bimeşîne û bibe
layiqî wê wezîfeyê. Heval Eşref, bi şev mîna
stêrkên asîmanê Kurdistan; bi roj jî, ji tîrêjên
ku ji bîrdozî û felsefeya Rêber Apo wergirtibû
li çiyayên pîroz ên welatê xwe belav dikir ji
hevalên xwe re, ken û baweriya hezar salan a ku
ji me hatibû standin û layiqî me nehatibû dîtin.
Di pêvajoya
sala 1992’yan de ku nîşaneyên nû yên şerê
xiyanetê dihatin dîtin de. Heval Eşref, ji aliyê
Heval Cemal ve weke fermandarê nû yê Haftanînê
bi lez tê xwestin. Heval Eşref bûye fermandarê
bolukê, ew êdî fermandarê eniya Şeşdara ye. Ew
enî, di Şerê Başûr de eniya ku dijmin dixwaze bi
ser de biçê ye.
Heval Eşref çawa
vedigere cihê xwe di eniya xwe de bi cih dibe.
Amadekariyan dike û wexta dijmin te ber bi
herêmê ve derbeya herî mezin lê dixe. Dema
dijmin berê xwe dide ‘Şeşdara’ yekineyek dijmin
dixin nav xwe û tune dikin. Heval Eşref, di vê
çalakiyê de dema ji bo koordîneyeke hîn baştir
pêk bîne diçe ser kevirekî. Bi sûîqestê ji serê
xwe fişekê dixwe û tevlî kerwanên nemiran dibe.
Êdî li Şeşdaran bi awayekî fizîkî ew nîne. Ew
weke milîtanekî ciwan, weke şervanekî bi heybet
ê Tevgera Apoyî di dilê gel û rêhevalên xwe de
bi cih dibe.
Bêdeng bû Heval
Eşref; lê belê bêdengiya Wî taybetmendiyek cuda
didayê. Bi sekna xwe ya sempatîk, bi rûkenî,
dilnizmî, rêhevaltî û fermandetiya xwe lehengekî
Kurdistanî bû ku her kes lê digeriya. Heval
Eşref, li her cihê ku zorî û zehmetî lê hebû,
çavên xwe ji tiştekî re nedigirt. Di nav
têkoşînê de her tim li pêş bû, xwediyê erk û
wezîfeyên herî bi zehmet bû. Di Heval Eşref de
paşdemayîn nebû; her wiha paşdemayîn ji bo xwe
şerm didît.
Heval Eşref,
ciwaniya xwe dagirtî jiya, li ser pêlên şoreşê
ku bi lez bilind dibûn, siwar bibû û dimeşiya.
Li ser van pêlan meş û avjênî kirin ne karê her
kesî ye û nabe nesîb û qismetê her mirovî. Heval
Eşref, di her çalakiya ku li hember dijmin pêk
dianî de ruhê Kemal Pîr û Bêrîtan temsîl dikir.
Belê rêhevalê
xweşik, bedew û leheng, îro têkoşîna ku we bi
xwîna av da ber bi serketinê ve diçe, bi awayekî
bi heybet tevî hemû astengiyên dagirkeran jî.
Ciwan tên wan çiyayên pîroz, navê te li xwe
dikin, al û çeka we hildigrin.
Rêhevalê me, em
te bi hemû hestên xwe yên Şoreşa Apoyî bi bîr
tînin. Em te ji bîr nakin. Em ê wêrektî, îrade û
baweriya te dilê xwe de biçînin.
Giyanê te şad
be! Giyanê te şad be! Rêhevalê ciwan û hêja…
Saziya
Malbata Şehîdan
|