* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Li Bandozan 4 cengawerên Apoger
 

 

 Yaşar SERHAT

Di çalakiyan de aktîf bû, bi hêz bû. Ji ber vê hevalên wî ji bo ku tecrubeyê bigire ew didan dawî. Lê heval Ozgur ev qebûl nedikir. Digot; ez ê biçim di eniya pêş de cih bigirim ne gengaz bû ku mirov bikaribe Ozgur îkna bike

Dîrok meha gulana 2008’an. Em li biryargeha qada Amedê ne. Hevalên ku êvarî çûn ser kar vegeriyan û hevalê berpirs tekmîl da. Ligel xwe hevalek din anîbûn. Ev heval daxwaz dikir ku tevli HPG’ê bibe. Navê heval Ozgur Ronî bû. Heval bangî wî kirin. Ev heval pir ciwan bû, bi çavên xwe yên birîqî û rûkeniya xwe, bi heyecana xwe bal dikişand ser xwe. Ez werêk nînim ku qala heval Ozgur Ronî bikim. Ez di vê baweriyê de me ku nikaribim baş wî binîm ziman. Nêzî 4 mehan em bi hev re man. Ev nivîsa ku ez ji bo hevalê xwe yê şehîd dinîvsînim şahidiya 4 mehan e. Ez dixwazim bi kurtasî wî bînim ziman.

Êdî bibû mîlîtanekî APOYÎ

Hevalên ku di koordîneya qadê de cih digirin û hevalê Ozgur Ronî li ser mayina wî diaxivin. Heval Ronî gelek bi biryar bû ku li qadê bimîne. Evqas dilgerm, rûken û bi hêz bû ku bandora xwe li ser her kesî dihişt. Hevalê koordîneya qadê wezîfeya muhabereyê da wî. Ew li ser wê wezîfeyê gelek keyfxweş bû. Li gorî wî daxwaza wî hatiye qebûl kirin û kêf kêfa wî bû. Heval Ozgur Ronî di nav demek kurt de adapteyî jiyana HPG’ê bû. Êdî ne biyanî bû û wekî gerîlayan bû. Lê jiyana li qada Bakûr gelek cuda bû. Bi fedakariyeke mezin, bi hestiyarî, berpirsyar û di nav disîplîneke mezin de jiyana xwe di nav gerîlatiyê de domand. Tu neçarî ku bi dijminê xwe re bijî, lê kesên vî şewazê di nav xwe de pêş xisti be her tim dikare derbên mezin li dijmin bixe. Ji ber vê heval Ozgur di nav gerîlatiya Bakûr de nû bû, lê heval Ozgur tu carî di adaptasyonê de neket nav qelsiyan. Wî refleksên xwe wisa dîzayn kiribûn ku, kar û barê ku dikir her tim bi dildarî û hezkirin dikir. Êdî wisa bibû ku em ji Ozgur venediqetiyan û bibû parçeyek ji me. Êdî bibû mîlîtanekî APOYÎ.

Axaftina Ozgur her tim li ser kesan bi bandor bû, têr û tijî diaxifî. Li ser wî her tim cîdiyeta Apoyî hebû. Giyanek serkeftî hertim li ser wî hebû. Bi rojan li cihekî sabît man, lê ew tu carî li cihê xwe nesekinî moral û coşa xwe li ser hevalên xwe belav dikir.

Dema em bi tevgerbûn bê navber bi moral û kêfxweşiyek mezin dimeşiya. Heval Ozgur her tim 20 kg giranî digirt ser milê xwe û alîkarî jî nedixwest. Çi bar bida pişta xwe heya ku biçûya cihê xwe ew bar danedianî. Dema mirov nû tevli gerîla dibe bi taybet di warê meş û bar rakirinê de mirov adeptebûnê de hin zehmetiyan dikişîne, lê heval Ozgur ne wisa bû, vînek pir xurt li ser bû. Her wiha zêdetir girêdayî xebata xwe bû, dema berpirsyarî bihata dayîn, bi coşeke mezin wezîfeya xwe bicih dianî. Her wiha berbirsiyariya wî ya muhabereya qadê zehmet bû. Heval Ozgur wekî her car berpirsyariya xwe baş dianî cih. Dayîna talîmatan di heman wextê de karekî bi sebir bû û qebiliyet dixwest, ev tişt di kesayetiya Ozgur de li pêş bû. Tevlibûna hevalê Ozgur ya tekmîlê mînak bû. Her tim hewldan û nêzîkatiyên wî mînak bûn. Bi qasî ku nêrînên wî rast bûn, rih dida rêhevalên xwe. Her qada ku em diçûn me teqez li wir amadekariyên çalakiyê dikirin.

Dema ku heval Ozgur gotinên wekî çalakî û dijmin dibîhîst çavên wî vedibûn û heyecaneke mezin digirt. Di dema amadekariya çalakiyê de coş û biryardariya heval Ozgur digihişt di asta herî jor de. Dema ku ji bo çalakiyekê navê hevalên wî bihata xwendin û yê wî nehata xwendin, qiyamet radikir û hema bi me re şer dikir. Ne gengaz bû ku mirov heval Ozgur îkna bikiriba. Pir bi eks bû û tiştek bixintiba serê xwe diviya pêk binanîba.

Ma tu goyiyî?

Rojekê me der barê vê mijarê de gelek nîqaş kir. Min jê pirsî ‘Heval Ozgur têkiliyeke te bi Goyiyan re heye an na’. Wî bi awayekî matmayî pirsî û got çima. Min jî got heval Ozgur Goyî pir serhişkin û tu ji Goyiyan serhişktirî. Min got ma mirov evqas rêveberiyê û hevalên xwe dixe zorê. Hinekî fedî kir û keniya. Got ‘Heval hûn temenê min gelek biçûk dibînin û hûn dibêjin qey ez nikarim van karan bikim.’ Min got; na teqez tiştekî wisa tune û ji ber ku tu nûyî, dixwazin tu hinekî tecrube bigirî. Min got ji bo vê zêde lez neke, binêre hin heval hene ku ev 2 salin tevli bûne, hê jî di tu çalakiyan de cih negirtine. Hema gotina min birî û wiha got: “Heta niha ew tevli çalakiyê nebûne, ew pirsgirêka wan e. Divê her mîlîtanek di nava hewldanên tevlibûna çalakiyê de be.” Lê me ji bo vê çalakiyê bi zor û zehmet ew îkna kiribû.

‘Dîrok û Rêber APO ji me re divê bimeşe ey milîtan’

Serê havînê bû. Di meha Hezîranê de rêxistinê biryareke nû girtibû. Pêvajo gelek krîtîk bû. Di çarçoveya vê biryarê de divê em acîl biçûna Eyaleta Erziromê. Em hema ketin rê û me civîn pêk anî. Civîna me bi biryareke mezin bi dawî bû. Hevalê me Ozgur jî ev biryar bi coş û heyecan pêşvazî kir. Heval Ozgur demekê ji cem me veqetiya. Em li ser hedefên xwe kûr bibûn. Rojekê di saeta muhabereyê de dengê heval Ozgur hate bihîsstin. Kordineya sehayê gazî me dikir. Di saeta ku hatibû diyarkirin em derketin cihazê. Bi vê wesîleyê me heval Ozgur dît. Demek dirêj bû me nedîtibû. Me gelek bêriya wî kiribû. Hevalê kordîneya sehayê gihişt me. Lê Ozgur tunebû. Me pitşre hev dît. Ozgur pir israr kir ku bi koma keşfê re biçe. Ozgur planê me fêm kiribû ku êvarê hat cem me û bi biryareke mezin got ku; ‘min jî bibin keşfê’. Li hemberî vê biryar û îradeyê min nekarîbû ku daxwazên wî red bikim. Min jî got temam xwe amade bike.

Ozgur dema di civînê de mafê axaftinê girt û axifî, axaftinê wî gelek bi xwe bawer û bi heybet bû. Wisa bi rihekî Apoyî û fedayî diaxivî ku, her kesî bi baldariyeke mezin guhdar dikir. Naveroka axaftina wî ev bû: “Dîrok û Rêber APO ji me re divê bimeşe ey milîtan, xwe xapandin, xwe eglekirin û ji pêvajoyê re bê bersiv mayîn dibe gafleteke mezin û dibe îxanet, fersenda dîrokê carekê dikeve destê mirovan, divê em vê di wextê wê û di dema wê de bi kar bînin, ev jî rihê APOYÎ yê fedayî û milîtaniyê ye. Hevalno dibêjim ku em li gorî xwe armanca negerin, heke emê bikin divê em armancê hên pêhtir mezin bikîn.”

Tiştê ku em dibêjin, em pê bawer dikin

Ev axaftina rê Heval Ozgur Ronî bi rastî jî rihekî milîtanî û fedayî derdixiste holê. Me îrada xwe di rihê fedayî û milîtanî yê APOYÎ de, da girêdan. Me biryara xwe da, divê em bi awayê fedayîtiyê di çalakiyan de xwe bidin nîşandan. Di nava hemî dilan de, bi yek dengî biryara me hemiya ‘SERKEFTIN’ bû. Ji dervê vê em tu tişt nedifikirîn. Serkeftin bibû îrada me ya hevbeş a hemûyan. Bi giştî hemû hevalan dixwest di vê çalakiyê de cihê xwe bigirin. Gava ku hemî hevalan xwest di vê çalakiyê de cihê xwe bigirin, di hêla îknakirinê de em ketin zehmetiyê, bi taybetî hin Heval hebûn heta me îkna kirin me gelekî zehmetî kişand. Di serî de jî hevalê Ozgur Ronî dihat. Hevalê Ozgur Ronî biryara xwe dabû û xwe di vê çalakiyê de îknakiribû çi bihata gotin feyde nedikir, me di karbeşiyê de cih neda hevalê Ozgur. Gava hevalê Ozgur ev bihîst, bi zelalî bi min re kete nav nîqaşake mezin. Ji min re got “Wê demê min çima di koma kivşkirinê de cihê xwe girt. Min ewqas peyv ma vala karanî? Tiştê ku em dibêjin, em pê bawer dikin ji ber wê em dibêjin. Em ne tenê bila gotin be û heycanek bide avakirin dibêjin.” Hê gelek tiştên din jî gotin…

Dîsa çavê wî yên mezin dibiriqîn

Hevalê Qehreman ev axaftina hevalê Ozgur ya bi min re bi kêfxeşiyekî guhdar dikir. Di wê demê de hevalê Qehreman got “Bila hevalê Ozgur bi min re were” gava ez û hevalê Qehreman bi hevre bûn ji min re got “Meraq neke bila li gel min were ez ê wî biparêzim. Hevalê Ozgur ji me hemûya bêhtir bi biryar e, ji ber wê bihêlin bila bi min re were” got. Em hemû bi hevalê Qehreman pir bi bawer bûn, her dem nêrînê wî û pêşniyarê wî bi mantiq bû. Bi wî şeklî hevalê Ozgur di wê çalakiyê de cihê xwe girt. Beriya çalakiyê hemû hevalan xatirê xwe ji hev xwestin, ew moral û coşa hevalan di çavê wan de dibiriqîn. Piştî xatir xwestinê tenê yek deng ji devê hevalan derket ‘SERKEFTIN’.

Gava min xatir ji hevalê Ozgur xwest, demekê min bê xwestek destê wî şidand û berda. Wekî her demê dîsa çavê wî yên mezin dibiriqîn, ji min re her dem digot, ‘Heval tu bawer bikî em ê wê qereqolê bixin’. Piştre ‘SERKEFTIN’ got û kete pey şopa hevalan.

Berxwedanek bê hempa

Çalakiyê di saeta xwe de dest pê kir û em gihiştin hedefa xwe. Di çalakiyê de çepera duyem a stratejîk ket û zirareke mezin da me. Li wir 3 heval şehît ketin, hevalê Qehreman bi giranî birîndar bû. Hevalên Sefkan Rojhilat, Munzur Dêrsim û Ozgur Ronî piştî ketina çeperê şehît ketin. Heke me ew mewziya nexista, dê windahiyên me gelekî zêde bûna û çalakî jî wê negihîşta armanca xwe. Serkeftina wê çalakiyê jî bi ked, wêrekî û fedakariya wan hevalên şehîd ketin pêk hat…