|
|
Şevîn
Mûrad BÎNGOL
Nav û Paşnav:
RUHAL AKYILDIZ
Nasnav: TÊKOŞÎN
Cih û Dîroka
jidayikbûnê: 1980 – Mazgîrt- Dêrsim
Cih û Dîroka
tevlîbûnê: 1997 Dêrsim
Cih û Dîroka
Şahadetê: 01.08.200 Dêrsim, perçûna yala Zel de
bombaya xwe di xwe de diteqine.
Carina mirov
nizane pênûsa xwe çawa bi kar bîne. Carina mirov
nizane rêhvalên xwe çawa binav bike. Carina
mirov nikare hêstên xwe bi lêv bike. Dema mirov
rêhevalên xwe yên leheng difikire peyv şerm
dikin, pênûs bêdeng dibin. Werekbûna mirovan di
carek de mirovan diterikînin û li şûna xwe
newerekiyê dihêle. Ji ber ku mirov nikare bi
pênûs û rûpelan hin kesan bîne ziman û bi nav
bike. Ji xwe hevok jî têr nakin, hevok li ber
hin kesan bê wate dimînin.
Dervê gerîla kî
di êşa dilê gerîla ya ku dema rêhevalên xwe
winda dike dizane? Kî dizane gerîla hesrên çavên
xwe di dilê xwe de diherikî ne? Dema rêhevalek
xwe winda dike edeta qirî weke girikek kor di
hênaseyên wê/î de dialiqe. Hemû tişt di cîhana
wê/î de cemed dikire. Dil û cergên gerîla
diricifin, hestên dilê xwe bi peyvan naynin
ziman, bi bêdengiyê û bi awirên çavên xwe tînin
ziman. Dema li ser şîverêyan dimeşin derdora xwe
bi baldar temaşe dikin, di her kêliya jiyana xwe
de hevalên xwe yên winda kirine bi bîrtînin. Vê
bi dengek bilind naynin ziman, di nava
bêdengiyek de di nava giyana xwe de bi dengek
bilind tînin ziman. Pir caran hêsrên çavên xwe
bêdeng dirijînin, pir caran jî hêsrên çavên wan
zûha dibe, dema hêsrên çavan nabarînin wê demê
weke ku di hindurê xwe de pevçûnek dijwar dijîn
û di vê pevçûnê de edeta difetisin. Ev pevçûn
naşibe pevçûnên dinê ev perçûn pevçûna hêstane,
pevçûna hêstan jî gelek dijware.
Belê rêhaval min
a bi qedir. Min tu caran werektiya ku ez te
bigirim dest nîşan neda, ne ku ez nefikirim, ne
ku min di giyan û mejiyê xwe de te bi nav nekir.
Lê min nikarî li ser rûpelan te bi nav bikim.
Niha ez hemû werekiya xwe kom dikim û te
dinivîsînim. Ji ber ku ez dixwazim tu li her
derê jiyanê de hebî, ez dixwazim tu li ser her
rûpela dîrokê de hebî. Ji ber wê çendê ez vê
werektiyê salvegera şahadeta te ya 7’emîn de
nîşan didim.
Te hemû
xweşikbûna gerîla di dil û mejiyê xwe de
dihewiman. Gerîlatî ji bo te astekî azweriya
jiyanê de bû. Ji ber vê çendê weke ku tu bi
salane tîbî tu wisa nêzîkî jiyana gerîla dibûyî.
Her tiştên ku diqewimî, her tiştên ku te didît
te bi jiyan û pênûsa xwe bi nav dikir an jî
mayîn de dikir. Te wate dida her tiştî, çawa ku
te wate dida te dixwest derdorê te jî wisa wate
bidinê.
Şîverê ji bo te
weke dîrok dihat, dema ku tu dimeşiya te hemû
bav û kalên me dianî bi bîra xwe û te wisa gavên
xwe bi wate diavit. Dibe ku şîverê bi gerîla bi
watedar bibin, lê te digot; ‘bi hezaran salane
mezinên me li ser van şîveriyan meşiyane,
mezinên me li ser van şîveriyan li ber êrîşên
neyaran reviyane û xwe parastine. Bi hezaran
pêşêngên me li ser van şîveriyan jiyana xwe ji
dest dane an jî hatine qetilkirin. Nebêjin
şîverê û derbas nebin. Ez di şîverêyan de dîroka
ku nehatiye nivîsandin tînim bîra xwe û dibînim.
Di her gavavêtinek de ez dihizirim ‘ka kî li ser
van şîveriyan derbas bû, dema ku derbas dibû çi
dihizirî, çi his dikir, di xeyal û giyana xwe de
çi dijiya’.
Te çiya jî bi
peyvên cûda watedar dikir. Dema tu derdiketî li
ser çiyayek bilind, adeta te xwe winda dikir û
te digot; ma kî bikaribe ev çiyayên azad bixwe
di bin serweriya xwe de. Ma kî bikaribe li ser
van çiyayên azad de me tune bike, kî, kî
bikaribe dîrokê di van çiyan de tune bike. Kesek
nikare, ji ber ku ev çiyayên bilind û bi heybet
bi salan wargehtî bav û kalên me re, dê û
pîrikên me re kir. Ji bo mezinên me bû stargeh,
bû sîwan. Ma em dikarin bê çiyan jiyan bikin.
Xweza ji bo te
îdealbû. Xweza hêz dida te. Te di xwezayê de xwe
didît. Ji ber vê çendê xweza herdem ji te hembez
dikir. Tu, tu caran xwazayê eciz nedibûy, demên
herî zehmet de dema xweza rûyê xwe ji te
diziviran jî tu jê eciz nedibûy. Û te digot;
dibe ku me xweza êşandibe, dibe ku em jê fêm
nakin ji ber wê çendê rûyê xwe ji me dizivirîne.
Xweza dixwaze em ji wê fêm bikin. Ji ber wê
çendê helwest li hemberî me dide nîşandin. Ne ku
me hez nake, ne ku me nafikire, ne ku rûyê xwe
ji me zivirandiye, dixwaze em bixwe bi heza xwe
hişyarbin û li gorî vê heza xwe derxinin ji holê.
Ne ku em pişta xwe bidin wê û jê re bibêjin ‘ ka
hertim tu me biparêze’ ew dixweze em bi heza xwe
ya cewherî xwe biparêzin û li ser piyên xwe
bisekinin.
Belê, tu
evîndarê gelek tiştanbûyî, ez çi bînim ziman çi
neynim. Lê evîndarbûna te ya ji Dêrsimê re,
welatê Seyîd Riza, Besê û Bêrîtanan hewceyê
gotinê ye. Tu jî keçek Dêrsimê bû, tu jî
evîndarê wê axa pîrozbûyî, te jî diwest weke
Besê û Zarîfeyan ji bo vê xaka pîroz şer bikî û
bibî dengê êşên gelê xwe. Ji ber vê çendê
lêgerînê te jî mezin bûn. Tu hertim pêy xeyalên
xwe meşiyayî, xeyalên te yên sereke ji bo welatê
xwe têkoşîna azadiyê dayîn bû û te vê jî bi pêk
anî.
Di her kêliya
jiyana xwe de te Serhildana Dêrsimê re jiyan kir.
Te her kêliya jiyana xwe de qetliyama Dêrsimê
anî bîra xwe. Te ji wê serhildanê hez digirt,
bi jiyana xwe te dixwest xwediyê Serhildana
Seyît Rizayan, Besêyan, Zarîfeyan û Bêrîtana
derbikevî. Derên ku pîrên mezin jê derbas bû tu
jî weke lehengên din jê derbas bûyî. Kaniyên ku
ew jê av vexwarin te jî jê av vexwar. Şîverêyên
ku ew ji te re derbas bûn tu jî li ser van
şîverêyan di şopên wan de derbas bûyî. Derên ku
ew bêhna xwe vedan te jî bêhna xwe veda. Derên
ku ew berxwedan kirin û serê xwe netewandin , te
jî li wir de berxwedan kir û te jî serê xwe
netewand. Çawa ku ew bûn sembola gelê xwe tu jî
wisa bûyî sembola gel û hevalên xwe. Ji ber ku
tu newiyên wan bûyî û te erkên newitiya xwe bi
serbilindî bi cih anî.
Dudiyê tîrmehê,
çiyayên Dêrsimê bêdengbûn, hemû xweza dixwest
tiştek bêje, lê nikarîbûn bêjin. Jiyan weke ku
qet li ser çiyayê Dêrsimê nehatibe jiyîn
bêdengiyek xwe rû dida. Bêdengiyek xof, tirs û
tijî fikaran dihat jiyîn. Ev çibû, çima wisa bû?
Ma çiya û xweza bêdeng dibe? Ma çiya û xweza
dikare şahisiya xwe ya ji dîrokê re kiriye ji me
veşêre! Na, na nikare! Dem bihurî û carek de
weke ku tufan rabe dengê gule û topan li her
derê Zelê tijî kir. Adeta weke erdhejeke
nehatiye dîtin her der hejiya. Çiya bêdengiya
xwe xirab kir, xweza di nava nal û nalê de bû.
Ma çi bû çima wisa ye? Carek de dengekî bombeyê
hat, ev çi deng bû, kî bû, çima bombe diteqiya?
Belê, dengê berxwedna Têkoşîn li her devara
çiyan belav dibû, wêneyên wê li her derê çiyan
neqiş dikir. Bi dengekî bilind digot; ‘ ma wê
giyana Seyît Riza, Besê, Zarîfe û Bêrîtanan tune
kir ku hûnê min tune bikin’. Keça Dêrsimê
nehişt ku nehar bi dawî jiyana wê bînin wê bixwe
dawî ji jiyna xwe ya fîzîkî anî. Dema vê kir jî
çiya û xwezaya Zel jî şahîdê wê dikirin, ku ew
gelek serbilind û serfiraz bû. Ji ber ku wê
temênê xwe yê herî ciwantî dabû têkoşînê, ji ber
ku ew hemû xweşikbûna azadiyê di jiyana xwe ya
gerîlatî de jiyankiribû û jiyana xwe bi azweriya
azadiyê dagirtibû. Ji ber vê çendê çavên wê
vekirî nediçû.
Têkoşîn bi
serfirazî xatir ji me hemûyan dixwest, dîsa rûyê
wê dikeniya, dîsa bi watedayînek mezin ji me
dinêrî û bi dilşad diçû li gel lehengên welatê
xwe. Bi keyfxweşî diçû li gel cangoriyên welatê
xwe.
|