|
Carna
dirok ji boy hindek mirovan ewqas bi wate dibe
kû tû pênus yan ji tu fikir û lêhurbun têra
vebêj kirina we nake , an gu hinek mirov ewqas
bi jiyanê re dibin yek û jiyanê bi wate jiyan
dikin vebêjkirina van mirovan jî ewqas zor dibe
û mirov nikarin bi çend peyvan bibe bersiv ji
bo vebêjkirina wan mirovan.
Di tekoşîna azadiya Kurdistande ewqas mirovan bi
wate jiyan kirin û ji bo watedana jiyanê û
afirandina jiyanek bi wate bidin afirandin
bedela vêna bi canê xwe danê û jibo hertim di
dilê mirovahiyêde jiyan bikin bun cangoriyên vê
xakê û mirovên li ser vê xakê jiyan dikin.
Mirovahiya bi hezarî salan hatî qirêjkirin keç û
lawên welatême bi xîwna xweya pak ev qirêjbuna
bi hezarî salan ji holê rakirin bun kevokên bi
bask yên kû hertim di nava esmanên pakde berbi
azadiyêve bask vedikin û digihin asta
xudawendiyê. Ev mirovên gihayîn asta
xwudawendiyê bi rojê re bun yek û li her car
aliyên cihanê şewq vedan.
Jina Kurd yaku bi hezari salan hati tunekirin û
ji jiyanê bê maf hatî hiştin di tekoşina azadiya
Kurdistanê de bun xwediyê jiyanek bi wate û edî
di dilê mirovahiyê de pişk vedan û bu sembol û
xeta azadiyê. Yek ji van jinên xwediyê jiyan û
calakiyên bi wate Ş.Bêritana ku bi hêz û quweta
xweya jiyanê buyi xeta azadiya jina Kurd û jinên
di rêya jiyanek bi watede tekoşin dikin. Ş.
Bêritan bi jiyana xwe û bi çalakiya xwe ji bo
jina Kurd bu hêza xwe parastinê li hember hêzên
dagirker û mijokgerên navxweyî.
Cawa dibe ku keçek bikare ewqaz bi wate jiyan
bike û bibe dildarê dile her kesekê?
lê Ş. Bêritan ev yek kir û di nava gelê Kurd de
bu hêza herî bihêz û rumeta jiyanê. Çawa Bêrîtan
bu rumeta jiyanê ji bo me divê emji bibin hêz û
quwek ji bo bilinkirina vê tekoşinê. Dijminê
gelê Kurd di got me Kurd di Dersimêde bin ax
kirin lê belê keçika Dêrsimi bi me da diyarkirin
ku gelê Kurd ne hatiyê bin ax kirin hêjan gele
Kurd li ser zinarên herî bilindin û jibo qirêj
nebin û gelê xwe qirêj nekin li ser wan zinaran
weke kevokek bi bask fir didin û digihin asta
azadiyê.
Cawa di dirokê de hêzên dagirker û îxanetkar
listoken xweyên gemar li ser gelê Kurd û bi
taybet li ser jina Kurd didan meşandin ev listok
di roja medeji berdewamin û tên meşandin. Lê em
ewqas xwediyê şansek mezinin kû ji mere rêyek ji
aliyê rêber APO ve û xetek ya jiyanê ji aliyê
Bêrîtanve hatiye danin û em dikarin bibin
şopvanê vê xeta bi wate. Em dikarin di ser
bingehê ve xwetêde bibin xwediyê jiyanek watedar
û disan carekdin dijminê gelê Kurd vala derbejin
û xweta Bêrîtan hin bilindtir û xurttir bikin.
Ger em bibin xwendevanên rêya rêber APO û xeta
Bêrîtan emê bikarin bibin mamostayê pêşerojê û
jiyanê bi wate jiyan bikin.
Carekdin di kesayeta Ş. Bêrîtan de em hemi
şehîdên xeta azadiya gelê Kurd bibir tinin û
soza bilinguna tekoşina wan didin.
Bi hêbiya her roj bi rihê Bêrîtan jiyankirin
Leyla İLHAN
|