|
Yek
ji şoreşgerên pêşeng ê di êrişa 10'ê Cotmehê de,
li Xakurkê jiyana xwe ji dest dayî jî, Yucel
Halîs, ango
Elîşêr Koçgirî bû.
Yucel Halîs,
neviyê serhildêrên Koçgiriyê bû. Lewra Wî, navê
serdarê serhildana Koçgirî û Dêrsimê Elîşêr li
xwe kiribû û di hemû jiyana xwe de, li hemberî
zilma dewleta Tirk, di nava refên têkoşînê de,
têkoşîneke bê tawîz da…
Jiyana Wî ya ji
Sêwasê dest pê kir, piştî salên dûr û dirêj ên
têkoşîna azadiyê li Xakurkê, bi dawî bû.
Lê, rêhevalên wî,
dibêjin: “Wê tu caran nemire!...”
Yucel Halîs an
jî, Elîşêr Koçgirî; ji bo mirov karibe Wî nas
bike, pêwîst e mirov dîroka Kurdistanê, Elewiyên
Kurd ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qirkirin,
serhildanên wan û serokên wan serhildanan nas
bike.
Pêwîst e, mirov
Zarîfe û Elîşêr, Seyîd Riza û Serhildana
1938'an, Komkujiya Mereş û Sêwasê zanibe.
Yucel Halîs,
navê rêberekî berxwedan û serhildanê û navê
devereke ku serhildana Kurdan lê pêk hat, di nav
refên gerîllayan de li xwe kir û navê Wî bû
Elîşêr Koçgirî.
Elîşêr Koçgirî,
di sala 1966’an de, li navçeya Sêwasê Zarayê, li
gundê Emîrhanê hat dinyayê.
Ji ber
polîtîkayên asîmîlasyonê, malbata Wî, mecbûr ma
ku koçî Enqerê bike.
Enqere, bi hewa
û mija xwe, nedişibiya Sêwasê. Yucel Halîs,
xwendina xwe ya amadeyî, li Enqerê dewam kir. Lê
tu caran, têkiliya xwe ji gund qut nekir.
Ji nav civat û
komên ji fikir û ramanên çepgir û şoreşger dûr
nema. Ji ber ku Yucel Halîs, ji rêûresmeke
serhildanê dihat, piştî têkoşîna azadiya Kurd
geş bû, di demeke kurt de, têkilî ligel Tevgera
Azadiyê çêkir.
Di salên
zanîngehê de, Wî di nav têkoşîna ciwanên
welatparêz de cihê xwe girt.
Di sala 1989'an
de, ji Fakulteya Îqtisadê ya Osmangaziyê mezûn
bû.
Di daxuyaniya
HPG'ê de, li ser pêvajoya jiyana Yûcel Halîs
wiha tê gotin
"Ji bo hevalên
xwe çavkaniya cesaretê bû. Hevalê me Elîşêr
Koçgirî, ku ji rêûresma çapemeniya azad tê, di
salên 1988'an de, piştî bi awayekî zû tevgera
azadiyê nas kir, tevlî nav refên PKK'ê bû. Di
gelek qadan de xebat bi rê ve bir. Paşê, li
Akademiya Mahsûm Korkmaz a Lubnanê perwerde dît.
Her wiha, di xebatên çapemeniyê yên li Tirkiyê
de cih girt. Dîsa li Eyaleta Dêrsimê, li eyaleta
Koçgirî û li herêmên wekî Zagros, Zap, Garê û
Xakurkê, xebatên gerîllatiyê bi rê ve bir."
Yucel Halîs, di
salên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên herî
dijwar de, tevlî refên şoreşê bû. Li kîjan
deverê pêwîst be, Wî li wê derê xebat bi rê ve
bir. Di nava şert û mercên şer de jî tu caran
dest ji xwendin, nivîsandin û mereqa xwe ya li
ser dîrokê berneda.
Hebûna wî,
her dem hêz û taqet dida hevalên wî
HPG'ê di
daxuyaniya xwe de, li ser Elîşêr Koçgirî wiha
dibêje "Bi jîrbûna xwe dihat naskirin,
şoreşgerekî bê tirs bû.
"Heval Elîşêr,
li her cihê ku lê bû, bi zanebûn û jîrbûna xwe,
bi hesasiyeta xwe ya îdeolojîk û nasnameya xwe
ya şoreşger û sosyalîst erk û roleke girîng girt
ser milên xwe. Hevalê Elîşêr, ji ber van
taybetmendiyên xwe, wek endamê Konseya Leşkerî
ya HPG'ê hate hilbijartin. Heta gihîşt karwanê
şehîdan jî wî ev wezîfe li her qadê bi serketî
bi cih anî."
Hevalên Yucel
Halîs Wî, wekî şoreşgerekî bê tirs bi nav dikin.
HPG di
daxuyaniya xwe de, van taybetmendiyên Wî, bi van
gotinan tîne ziman: "Hevalê Elîşêr, beriya ku
pratîk û kiryarên Şemdîn Sakik ên çetegerî
derkevin holê, rewşa wî ji rêxistinê re ragihand
û zerarên ku dane, deşîfre kirin."
Elîşêr Koçgirî,
ji ber van taybetmendiyên xwe, her dem bû hedefa
dewleta Tirk û çapemeniya şerê taybet.
Elîşêr Koçgirî,
di vê dema dawiyê de, ligel Çîçek Botan,
fermandariya herêma Xakurkê bi rê ve dibir.
Elîşêr ê hemû
serhildan û êşên dîroka gelê xwe, di hinavên xwe
de hilgirt, dema leşkerên Tirk ên dîlgirtî,
radest dikirin, bi van gotinan PKK pênase
kiribû: “PKK, tevgera mirovahiyê ye. Ji bo em vê
rastiya partiya xwe nîşanî her kesî bidin em van
leşkeran, bi awayekî saxlem, radestî we dikin."
|