|
|
Piştî
parêzname xelas kirin, ev çend roj bûn li ser
talîmat û perspetîfên dema dawîn nîqaş dikirin.
Rêxistinê di her warî de dest bi hemlê kiribû.
Hemleya partîbûyînê di gerîla de nûbûn û kûrbûna
serkeftin û azadiya Serokatî bû. Di van salên
dawîn de her çiqas gelek encam hatibin girtin jî,
derbe li dijmin hatibe xistin jî, di hemû hêlan
de însiyatîf ketibe destê tevgera azadiyê jî, lê
serkeftina tê xwestin bi dest nehatiye xistin û
pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin. Dijmin hê
jî gav şûn de neavetiye. Rast e, dijmin di gelek
hêlan de tengav bûye lê vîna wî ya leşkerî û
siyasî nehatiye şikandin. Ew jî bi şêwazê
têkoşîndayîna şervan, fermandar, mîlîtan û
rêveberiyê ve girêdayiye.
Di warê bîrdozî, rêxistinî û partîbûnê de
pirsgirêk ten jiyankirin. Dîsa di gerîla de
kûrbûn, nûbûn, pisporî, taqtîk, xulikdarî û
dewlemendî di jiyan û pratîkê de pêkanînê de
kêmanî û netêrî hene. Têkoşîneke xurt dayîn û di
meşandina wê de, hemû kes erkê ku dikeve ser
milan rast pêk naynin û li gorî xwe nêzîk dibin
û di ser de pîvanên xwe esas digrin. Dîsa dil
bixwaze dike û dil nexwaze nake, serê xwe zêde
li ser taqtîk û şer naêşîne, bi wêrekî û vekirî
naçe ser pirsgirêka têkoşîna, bîrdozî, rêxistinî
û partîbûnê, di şûna bi rê û rêbaz û şêwazê
rêxistinê têbikoşe, bi xwe têkoşîneke îdarecî,
dengecî, lîberal, ûzlaşmacî, fîtne û fesadî,
gûrûpcîtî, tepkîcî, hesapçî, bêberpirsyarî û
teng nêzîk dibe. Rê û rêgezên jiyana gerîla (veşartîbûn,
dîsîplîn, kamûflaj, şêwaze meşê û hwd) li gorî
tê xwestin pêk nayne, li gorî pêwîstiya pevajoyê
tevnagere û xwe birêxistin nake. Ji bo wê jî
serkeftinê bi dest naxe. Seknandineke wisa bi
tevgera azadiyê wext dide winda kirin. Wext
wendakirin, bi xwe re gelek pirsgirêkan
derdixîne, gelek kar û erk dikevin ser hev,
piştre mirov di bin de dimîne. Bi vî rengî
pirsgirêk çareserkirin dîrêj dibe. Ger ev sî sal
in em têkoşîn dikin, encamê ku em dixwazin
nagrin, ji ber vê ye. Ji bo wê jî ger ku em
dixwazin encam bigirin û serkeftîbin, divê em ji
van nêzîkatiyan birevin û dev ji wan berdin.
Hemû heval û Kurdê Çiyayî jî di roniya
perspektîfên rêxistinê de pratîka xwe û
seknandina xwe di ber çavan re derbas dikirin û
li ser xwe lêhûr dibûn û diketin nava
lêpirsînekê. Kesek ji pratîka xwe û ji xwe,
razî nîn bû. Rexneyên rêxistinê tûj, kûr û giran
bûn. Her hevalek xwe di nav pirsgirekên ku
hatine jiyankirin û rexneyan de didîtin. Rexne û
rexnedayîna xwe dikirin. Hemû heval di gelek
milan de ronî bûbûn û hêz, moral û cesaret
girtibûn. Bîr û baweriya wan a serkeftinê xurtir
bûbû. Bi van hemleyan rêxistin xwe komî ser hev
kiribû û ji her carî bihêztir bûbû. Hevalan jî
bi vê bîr û baweriyê, xwe ji bona pratîk û
seknandineke serkeftî amade dikirin. Di hemû
nîqaşan de jixwe hevalan ji hev re digotin;
sala pêşiya me saleke pir girîng e, ne gengaz e
ku em bi vê seknandina xwe bibin bersiv. Ji bo
wê jî divê em di her hêlî de xwe di ber çavan re
derbas bikin û xwe ji van kêmanî û nebesiyan
xelas bikin.
Lêhûrbûneke diyarbûyî ya hevalan heye. Lê kê
çiqas baş û rast xwe amade dike, wê pratîka heyî
diyar bike. Ciyê ku herî baş rastiya kesayetî
xwe didin diyarkirinê, şer û pratîk e.
Kesayetiyek baş derbikeve holê jî, ji bona wê jî
divê kes xwe nexapîne û xeyalî nêzîk nebe.
Partîbûyîn, cangorîbûyîn, milîtanbûyîn
viyanbûyîn e. Ji bona vê jî hemû pirsgirêk
derbaskirin, bersiva wan çalakî û seknandina
rêheval Viyan e. Roja îro jî ger em xwe di ber
çavan re derbas bikin, divê pîvanê me rêheval
Viyan be. Îro salvegera şehadeta wê ye. Di
kesayetiya hevala Viyan de, hemû şehîdê azadiyê
cardin bibîrtînim û bejna xwe li ber wan
ditewînim. Ez di ronahiya riya wan de soza
bilindkirina têkoşînê didim. Rêheval Viyan
jibîrkirin xiyanet e. Em dibêjin rêheval Viyan
jibîrkirin gelek kêmanî jiyankirine. Ger carnan
kêmasî û nebesiyên Kurdê Çiyayî derketibin jî,
her tim hewl dida ku bi van rastiyan re rast
jiyan bike. Dema ku ev peyv û hevok dinivîsand,
te qey digot rêheval Viyan ligel wî ye. Rast e
hevala Viyan, fizîkî ne li gel be jî ew zêde ji
bona wî ne girîng bû. Ya girîng ew bû ku, her
tim di dil, mejî, rih û hestan de jiyankirina wê
bû. Kurdê Çiyayî ev ji kûr ve jiyan dikir. Ev jî
wî bi têkoşînê ve zêdetir dida girêdan. Ev
sekneke bi esl bû. Ji bona wî, hevala Viyan
çavkaniya hemû tiştîbû.
Heval Viyan jî mîna hevalê Adil evîndarê
mirovantî, welat, azadî, xweza, gel û Serokatî
bû. Belê yên ku wê wesayeta hevala Viyan bi cî
bînin jî şervanên azadiyê ne. Roja îro jî li ser
Serokatî, Tevgera Azadiyê, gel û nirxên me êrîş
hene û ev erîşana ji berê zêdetir bûne û di
hêlên bîrdozî, siyasî, leşkerî, aborî, derûnî û
hwd. de şerekî dijwar tê meşandin. Dixwazin
Tevgera Azadiyê tesfiye bikin û vîna wê ya
serkeftinê bişkînin. Wisa di nav tevgerê de
seknandinên ku hêvî dide dijmin, li ber êrîşên
derve û hundir, divê em bi rihê lehengî, cangorî
û berxwedaniyê bi viyanan re, adilan re,
kurtayan re, zîlanan re, bêrîtanan re, kemalan
re bibine bersiv. Bi vî rih û bîr û baweriyê
mirov têkoşîn bike, wê mirov hemû êrîşan vala
derbixîne. Wê her kes erkê xwe bi cî bîne û wê
serkeftina ku tê xwestin bê bi dest xistin.
Kurdê Çiyayî bi vê hişmendiyê nêzîk dibû û digot
ku ez ê we li her ciyê jiyan bikim û ez ê li
wesiyet û xeyalên we xiyanetê nekim heta ku we
bibînim.
02.02.2009
BESTA / KURDÊ ÇIYAYÎ(Şehîd Şervan Sason) |