|
|
Di
têkoşîna gelan de û di dîroka mirovatiyê de ji
bo gelê xwe ji koletiyê, paşverûtiyê, xizantiyê
û ketîbûnê rizgar bikin û gelê xwe û mirovatiyê
azad û rizgar bikin, çawa ku serok derdikevin,
gelek pêşeng û leheng jî derdikevin. Gelê xwe ji
qonaxekê derdixin û dixine qonaxeke din. Bi
seknandina xwe, bi têkoşîn, fedekarî, lehengî,
egîdî û cangorîtiyê, xwe bi hewldanên bêhempa,
di dil û mejiyê gel û mirovatiyê de bi cî dikin.
Gel û tevger jî bi kesayetên wisa biesl, leheng
û bêemsal tên binavkirin û bilêvkirinê. Ji bo
civakê jî, ev kesayet dibe her tişt. Civakeke bi
van nirxan rabe û rûnê, di her şert û zirûfî de
xwedî lê derkeve û her roj van nirxan pêş bixîne,
ev nirx nayên jibîrkirin û wê ew gel, civak û
tevger her tim li ser lingan bin û zindî bin.
Wekî
ku di dîroka gelan de derketiye holê, di dîroka
gelê kurd û Tevgera Azadiyê de jî bi hezaran
mînak derketine. Wan bi seknandina xwe ya biesl,
bi têkoşîn, fedekarî, berxwedanî, lehengî, egîdî,
cangorî û hewldanên bêhempa, bi xwîna xwe ya
pîroz dara azadiyê avdan. Bi rih, moral, coş,
cesaret û baweriyê hêz dan gel û Tevgera Azadiyê.
Her yek ji wan bûn dîrokek, destanek û
cangorîbûnek.
Ji
van lehengan yek jî fermandarê mezin rêhevalê
Adil e. Dema mirov dixwaze li ser van lehengan
bifikire û binivîse, hemû laşê mirov diricife.
Mirov dikeve nava xem, xeyal û hestên kûr. Mirov
pir zehmetî dikşîne. Rastiya van lehengan rast
anîna ziman, jiyankirin û nivîsandin ne hêsan e.
Kesek ku vê yekê hêsan bibîne, wê nikaribe vê di
hest, dil, mejî û pratîkê de jiyan bike. Ji ber
vê jî dema ku mirov li Kurdê Çiyayî dinêre, li
ser van cangoriyan difikire ku dixwaze bîne ser
lêvan û binivîse û pir zorî dikişîne. Ji ber vê
mirov çi bejê, çi binivîse û çi jiyan bike kêm
e. Mirov nikare mafê wî bide. Pêwîst dike mirov
tu carî erzan, teng, hêsan û xeyalî nêzîkî van
rastiyan nebe. Wê ew ê nikaribe xwe ji koletiyê
xelas bike. Kurdê Çiyayî bi vê bîr, bawerî û
hişmendiyê nêzîk dibû.
Di
dîroka têkoşîna Tevgera Azadiyê de herêma Botan
ciyekî girîng û pir bi wate ye. Di warê
erdnîgarî de bejayî û çiyayî de ciyekî pir
stratejîk û xweş e. Dîsa di warê welatparêzî de
hest û zanîstiyek li pêş e. Ji ber erdnîgariya
wê ya stratejîk, zêde dijminan nikaribûye
bandoreke xurt çêbike. Ji ber wê jî
welatparêziya vê herêmê li ser lingan maye. Dema
ku Tevgera Azadiyê dest bi têkoşîna çekdarî û
propaganda çekdarî kir, ciyê herî zêde gerîla lê
bi cî bû û belav bû, herêma Botan bû. Ev jî ji
ber rastiya herêmê bû. Bi têkoşîna gerîla re
hest û zanîstiya welatparêzî kûrtir û xurtir
dibû. Ciwan gav bi gav bi ber gerîla ve dihatin.
Gerîla bandoriyeke xurt li ser gel û ciwanên
herêmê çêkiribû. Gerîla ketibû hest, dil û
mejiyê gel û ciwanên herêmê û rih, coş, moral û
hêvî afirand. Êdî gerîla bûbû efsane. Di çîrokên
şevbêrkên gelê herêmê de gerîla ciyê xwe
destpêkê girtibû Botan bû. Dema ku bahsa Botan û
gerîla dikirin, beriya her tiştî fermandarê
mezin rêheval Egîd tê bîra mirov. Tovê azadiyê
ku li vê xakê hatibû reşandin, di pêşengiya
rêheval Egîd de, Tevgera Azadiyê roj bi roj ev
tov, şitil û bizir dida.
Ji
van şitlan yek ji wan jî rêhevalê Adil bû.
Rêheval Adil di sala 1987'an de di temenekî
bîçûk de li Cudî tevlî refên gerîla bû. Ew bixwe
ji gundê Bilikayê ku li quntare çiyayê Cudî ye.
Mirov dikare bêje di vê herêmê de bermahiya
çanda neolîtîk hê lê zêde ye. Hevalê Adil jî li
ciyekî wisa mezin dibe. Ji bo wê jî xwedî
kesayetiyeke ku zêde xera nebûye ye.
Kesayetiyeke paqîj, kedkar, dilnizm û fedekar e.
Ji bo wê jî dema ku tevlî Tevgera Azadiyê dibe,
dibe cewherê Tevgera Azadiyê û zû xwe bi tevgerê
re dike yek. Rêhevalê Adil bi vî cewherî re roj
bir roj, meh bi meh û sal bi sal xwe bi pêş dixe.
Di perwerdehiya Serokatî de derbas dibe. Bi
perwerdehiya ku ji tevgerê û Serokatî digire ji
xwe re dike bingeheke xurt a têkoşînkirina.
Hevalê Adil di hemû waran de di têkoşîna xwe ya
21 salan de di nava şert û zirûfê herî zehmet de
hatibû pijiyabû. Botan, Zagros, Behdînan, Soran
bi taybet ji herêma Botan, ciyê ku lê negeriyaye
"ber bi ber, kûç bi kûç, dolik bi dolik , dar bi
dar, çiya bi çiya, şikêr bi şikêr, newal, sirt û
av" nemaye li wan deran, li hemûyan şer kiriye.
Gelek caran birçî, tî, tazî, pêxas, serma, germ,
zehmetî û bêxew maye. Bes digel hemû zor
zehmetiyan bi vîn û biryarî, bi moral û hezkirin,
bi cesaret û baweriyeke mezin têkoşîn dimeşîne.
Zorî û zehmetî û şer li ku hebûya, hevalê Adil
li wir bû. Ji zor û zehmetiyan û şer tu caran
xwe nedida paş.
Kurdê
Çiyayî cara yekem hevalê Adil di sala 1993’yan
de li Gabarê dî. Hê wê demê ji hevalê Adil pir
ciwan bû. Mû, hê nû di rûyê wî de çend heb
derketibûn. Pir zindî bû. Li ciyê xwe nedisekinî.
Moral û çoşeke wî ya xurt hebû. Wê demê li ser
bolikekê bû. Piştî heyvek, bi hev re derbasî
Besta bûn û di tabûra bi tevger de ciyê xwe
girtin. Wê salê li Besta, Bêşebab û Kato gelek
caran hevdu dîtin. Di van salên derbasbûyî de,
li Heftanîn, Zagros û Soran gelek car hevdu
dîtin. Cara herî dawîn di 2006’an de li
Heftanînê hevdu dîtin. Hevalê Adil derbasî
Gabarê bû. Kurdê Çiyayî jî derbasî Colemêrgê bû.
Ev hevdîtina wan a dawîn bû. Herdu heval ji hev
pir hez dikirin. Bi hev re li ser gelek mijaran
nîqaş dikirin. Dema ku Kurdê Çiyayî hevdîtina
destpêkê û ya dawîn dianî bîra xwe û daberhevî
dikir, li ser difikirî. Hemû jiyana hevalê Adil
mîna fîlmekî dîhat ber çavên wî. Di warê fîzîkî
de gelek guhartin çêbûbûn û temen pêş ketibû.
Porê serî wî gelek weşiyabû û li gorî berê zêde
qelew bûbû. Di aliyê bîrdojî, rêxistinî û fîkrî
de gelek kûr bûbû. Lê di aliyê zindîbûn,
tevgerbûn, coş, heyecan, xwestek û moral de rihê
ciwantiyê xurtir jiyan dikir.
Di
warê bîrdozî, rêxistinî û partîbûne de, her
çiqas carnan zorî kişand be jî, bes kûrbûn û
tegihîştineke wî ya pir xurt hebû. Hem di nava
lekolîn, lêhûrbûn û lêgerînekê de bû hem jî
tiştê ku fêm dikir di kesayet û jiyana xwe de
pêk dîanî. Li ser van bingehan rexmî di hêla
xwendinê de hinek zorî dîkişand jî, bi evîn û
azweriyeke ji dil û can xwe perwerde dikir. Hêza
xwe yî bingehîn ji bîrdozî, felsefa û rastiya
Serokatî digirt. Ji bo wê jî hevalê Adil di warê
vîn, biryar, bawerî, rih, moral û girêdanê de
xurt bû. Di jiyana xwe de xwedî pîvan bû. Pîvanê
wî tûj bûn. Pîvanên wî yên pejirandin û
redkirinê zelalbûn. Bi rêgezî tevdigeriya û
dilnizm bû. Bi her kesî re dida û distand. Di
zorî û zehmetiyan de xwe nedida paş. Ti tiştî ji
xwe re nedikir kelem. Ji bo wê jî her tim li
ciyê zor de bû û li pêş bû. Hestê wî yê
welatparêzî, hevaltî, gel û nirxan pir kûr bû.
Evîndar û hezkerê ax, gel, heval, Serokatî û
gerîla bû. Hetanî dawîn bi van nirxan re
giredayî jiyan kir. Ji bo wê jî bi xwestek, coş,
moral û biryarî têdikoşiya.
Di
warê gerîla, şer û taqtîk de jî bi hêz bû. Di
rêzik, rêgez û jiyana gerîla de, yek
taybetmendiyeke wî ya herî li pêş, di şer de
çavreş, wêrek şerker bû. Him şervan bû him jî
fermandar bû. Di hunerA şer de kûrbû Û şer weke
hunerekê didît û nêzîk dibû. Bi rihê erîşê tijî
bû. Ji bo wê jî ciyê şer lê hebûya hevalê Adil
li wir bû anjî hevalê Adil li berya şer li wir
bû. Dema ku leşker didît çavên wî dilîstin û di
ciyê xwe de nedisekinî. Li hember dijmin pir bi
kîn û hêrs bû. Hestên wî yên tolgirtinê li pêş
bûn. Her Çiqas di şer de carna şêwe û şêwazê wî
yên çors derketibin jî, bi xulikdarî
dewlemeniyên gerîla baş pêkdianî. Wê li ku derê
kîjan taqtîk û şêwazî bikarbîne de pispor bûbû.
Tu carî binkeftinê nedipejirandç Di jiyana xwe
de hemû lîstik û şeran de ji bo ku biserkeve
hemû hêza xwe bikardianî. Dema carnan di lîstik
û şer de winda dikir pir hêrs dibû. Di
serkeftinê de gelek çalak bû û şeran de mohra
xwe lê dixist. Him şer dikir him jî dida
şerkirin. Ji dûr ve şer nedida meşandin û temaşe
nedikir, ew bi xwe her tim li pêş di nav şer de
bû. Ji bo wê jî rastiya şer çi ye baş fêm kiribû.
Dema ku çalakî dixwest bike, bi xwe hemû tişt ji
keşfê bigre heta plankirin, sererstkirin,
rexistinkirin û meşandinê amade dikir. Tirseke
wî ji dijmin nîn bû. Li ciyê ku hevalê Adil
lêbûya, tirs û xofeke zêde di dijmin de çêdibû.
Carnan ger ku hinek heval ji hevalê Adil acîz
bûne jî an jî bûbin, ji ber ku pirsgereka wan a
şer hebûye. Nexwe ne mûmkûn e ku hevalê Adil ji
hevalekî şerker û teng bibe. Ji ber ku hevalê
Adil bi şerê xwe dîhat naskirin.
Di
her warî de ji ber hevalê Adil xwedî
seknandineke saxlem bû, jiyana wî bi têkoşîne
tijî bû. Ciyê ku hevalê Adil lê bû, xuyabû hemû
hevalan jê hez dikirin û jê morl, wêrektî, rih û
coş digirtin û di her warî de mirov ji wî
piştrast û ewle bû. Loma mirov ji tiştekî
neditirsiya. Mirov dizanîbû di rewşa herî xerab
de wê hevalê Adil riyeke xelasbûnê bibîne.
Hevalê Adil jiyanek, seknandinek û xwedî
kesayetiyeke ku çavkana hezkirin, moral, wêrekî
û baweriyê bû.
Dema
ku derbasî Botanê bibûya dijmin digot: “min
sînor girtiye, çûk nikarîn bifirin” Hevalê Adil
jî digot: “ew hemû deriyan bigirin û destê xwe
bidin hevdu jî em ê di bin destên wan û di nav
lingin wan de derbas bibin. Ew çi bikin jî, wê
li pêş çûyîna me nikaribin bibine kelem û wê
nikaribin me bidine sekinandin. Dîsa fermandarê
giştî yê Arteşa Tîrk digot: Ez ê biryargeha xwe
bibime Şîrnexê ango Gabarê. Hevalê Adil jî digot:
"Li Şirnex, Botan û Gabarê du biryargeh nabin an
ez ê an ew ê bimîne" Di van peyv û hevokan de jî
bi xetê ve hetanî dawîn girêdayî ye û ji bona
armanca xwe amade ye ku her tiştî bike. Wê tu
hêz an kesek nikaribin wî ji armanca wî qut
bikin. Ji ber ku ew ewqas xwedî bîr û baweriyeke
wisa berz bû.
Dema
rêxistin pêşniyara wî pejirand û ket ser riya
Botanê pir kêfxweş bûbû. Mirov digote qey per û
baskên wî çêbûne. Hew maye ji kêfan bifire. Meşa
wî ya ber bi azadiya Serokatî û evînê didomiya.
Roj bi roj nêzîk dibû, her ku nêzîk dibû jiyana
wî bêtir bi wate dibû. Bi hemû hêza xwe, xwe
tevlî dikir. Dîsa wekî her carî derbeyên ku li
dijmin dixist, hêz û rih dida tevgera azadî û
derdorê. Li Gabarê bi çalakiya ku li dar xistin
re, rih û hêz da pêngava Êdî Bes e. Dijminê
xwînxwar dîsa wekî dînan har bûbû. Dijmin bi
hemû hêza xwe berê xwe da warê Agîdan Gabarê.
Layîqî dîroka Gabarê, careke din berxwedaniyek,
lehengiyek û cangoriyeke bêhempa hat kirin.
Piştî berxwedaniyek mezin tevlî çend hevalên
leheng (Serdem, Harûn, Gûlbahar, Xwînda) hevalê
Adil jî tevlî kerwanê şehîdan bûn. Şervanên
azadiyê li azadiyê, evînê, rastiyê, hezkirinê,
riya rast, jiyana xweş û biwate, keramet û
nemirtiyê digeriyan. Dilê wan her tim ji bo wê
lêdida. Ev rastî û nirx di dil û mejî, rih û
hestan de hetanî dawîn dihate jiyankirinê.
Şervanên azadiyê gihîştin mirazên xwe. Bi
seknandin, berxwedan û lehengiyeke biesl di dil
û mejiyan de bi cî bûn û ji bo tevgera azadiya
gel û mirovatiyê bûn çira. Wê ev çira her tim
pêkeve û riya mirovatiyê ronî bike. Eynî li ser
vê xaka pîroz kesayetiyên biesl ên wekî hevalê
Adîl, Ferhat, Kûrtay, Gulbihar, Nûda, Serdem,
Harûn, Tîrêj, Xwînda, Dinya û hezaran hevalên
din derketin. Digel vê yekê kesayetiyên bêesl ên
wekî Dr. Alî, Rûbar, Dîcle, Melsa, Çeleng û wekî
wan bi sedan kesên ketî û xiyanetkar derketin.
Ev jî zagoneke xwezayî ye. Ger şev û tarîbûn
tunebûya wê wateyeke roj û ronahiyê jî nebûya.
Ku xerabî nebûya wê tu wateyeke başiyê jî nebûya.
Ji ber ku bêesl hene biesl bûn jî heye. Ger
mirin tunebûya wê tu wateya jiyanê nebûya. Kî li
çi dîgere wê dibîne. Her hal yekî/a ku li
koletiyê bigere wê azadiyê nebîne.
Dema
ku Kurdê Çiyayî şehadeta hevalê Adil bihîst, te
digot qey satilek av bi serde kirine. Ku te lê
bixista wê piçek xwîn ji laşî wî derneketa. Di
ciyê xwe de cemîdi bû û pir hestiyar bûbû. Qet
nediwxest bawer bike. Kûr kûr li ser rastiya şer
û şorêşê difikirî. Dema ku difikirî ev jî
rastiyek e û li pêşiya me hemûyan e, digote divê
em jê nerevin. Dema her hevalek şehîd dikeve
wekî ku ji laşê wan wesleyek jê dibe. Tu kes
nikare ciyê hevalek bigre. Her şehadetek li wan
pir giran dihat. Dil wesleyek goşt û xwîn e, ne
kevir e. Ji bo wê jî dil dêşê. Lê şervanên
azadiyê êşê ji xwe re dikin hêz û hest û rihê
tolhildanê û vedigerînin têkoşîneke xurt. Kurdê
Çiyayî bi vê ferasetê di hişmendî û bîr û
baweriyê de nêzîkî vê rastiyê dibû. Her tim ji
xwe re digot ez ê we tu carî ji bîr nekim û di
dil, mejî, rih û hestan de we bijîm. Ala azadî
ya ku we di nîvê rê de dame, ez ê heta nefesa
xwe ya dawîn û dilopa xwîna xwe ya dawîn bi
şeref rabikim. Ez ê çeka we û tola we li erdê
nehêlim. Kurdê Çiyayî her tim ev kesayetiyeke
biesl ji xwe re dikir çavkaniya hêz û têkoşînê.
Li hemberî van rastiyan, kesayeta xwe dixist
nava lepirsînê û di ber çavan re derbas dikir.
Ji bo ku layîqî şehîdan bibe, bi hemû hêza xwe
têdikoşiya. Bar giran e, lê barekî bi wate û
pîroz e. Ger ku dil, mejî, rih û hest nepaqijbin,
divê nêzîkî van rastiyan nebin. Şehîdê azadiyê
nemirin.
31.01.2009
BESTA / KURDÊ ÇIYAYÎ (Şehîd Şervan Sason) |