* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Fermandara xwedîqedir û giranbuha

 

 

 Guhar Çekîrge ya bi nasnav Çîçek Botan ku li Xakurkê jiyana xwe ji dest da, ji bilî fermandariya wê ya HPG û YJA-Star endama Meclîsa PKK’ê bû. Di heman demê de Çîçek Botan di nav refên gerîlla de wek fermandara jin a yekemîn jî cihê xwe girt. Ji yekîneyên gerîlla yên têkel (karma) re fermandarî kiribû.

Di jiyana xwe ya gerîllatiyê ya 22 salan de, di nav şert û mercên pir zehmet de meşiya û wezîfeyên xwe pêk anî.

Endama Konseya Leşkerî ya HPG’ê û YJA-Star Guhar Çekîrge bi nasnav Çîçek Botan, di sala 1975'an de li bajarê serhildanê Cizîra Botan ji dayik bû.

Yek ji wan jinên destpêkê bû ku di sala 1989'an de di nav refên gerîlla de cihê xwe girt. Çîçek Botan, demên xwe yên herî bi wate li hêrêma Botanê derbas kir. Her wiha erk û wezifeyên xwe yên herî bi wate jî li wir pêk anî.

Gelek fermandarên efsanewî yên Botanê mîna Rojhat Belûzerî, Azîme Mûş, Adil Bilikî, Piling Kiçî, Şerîf Spêrtî, Enwer Omyanûs û her wekî din jî ku hene; Çîçek Botan, bi van fermandaran re hevaltî kir û di têkoşîna azadiyê de milê xwe daye milê wan û meşiyaye.

Di nav şert û mercên zor û zehmet de ji hêzên gerîlla re fermandarî kiriye û bi vî awayî di nav Tevgera Azadiyê de bûye xwedî rûmet û qedirbilindiyê.

Li gorî rêzê, li Mêrdîn, Zagros, Zap, Garê, Xakurkê û Qendîlê wezîfe girtiye.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê di der barê jiyana Çîçek Botan de van agahiyan dide: "Hevala me Çîçek Botan, di nav têkoşîna azadiya jinê de jêhatî bû ku demeke dirêj xwe li ser piya girt û şer kir. Her weha jêhatî bû ku di asta fermandariyê de pêşengiyê bike û bi vî awayî di nav refên gerîlla de bibe xwedî cihekî bi rûmet, xwedîqedir û giranbuha. Hevala me Çîçek Botan, ji ber sekna xwe ya fermandariyê, helwesta xwe ya di jiyan û milîtaniyê de bû endama Meclîsa HPG'ê, endama Meclîsa YJA-Starê; her wiha bû endama Meclîsa PKK'ê. Mirov dikare bibêje ku, bi awayekî hêja, bi biryar û  bi tecrûbeya xwe ya mezin li van wezîfe û berpirsiyarên xwe xwedî derketiye."