* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

                                              
 
  Ew xwediyê zanebûnek dîrokî bû

 

 

 Rustem Cûdî, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê; her wiha endamê Meclîsa PKK’ê bû; di 10’ê cotmehê de bi heft hevalên xwe ve di êrîşa hewayî ya li ser Xakurkê û Xinêrê de jiyana xwe ji dest da. Rustem Cûdî ji aliyê her kesî ve dihat naskirin; jiyan û têkoşîneke Wî ya dûr û dirêj hebû; di heman demê de kesayetek şoreşger bû.

Rustem Cûdî...

Heta sala 1987'an, ango berî ku tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bibe, malbat û derdora wî, Ew weke Rustem Osman nas kir.

Di sala 1965'an de li Rojavayê Kurdistanê, gundê Dibisê yê Serêkaniyê hat dinyayê. Perwerdeya xwe ya dibistana seretayî, navîn û lîse li Serêkaniyê qedand.

Rustem Osman, di nav malbatek welatparêz de mezin bû û ji bo îmtihanên mezûniyetê çû Şamê. Li wir, li “Dibistana Bilind a Ziraetê”, dest bi xwendinê kir. Wê demê xwe nêzî tevgerên çepgir kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de weha behsa vê pêvajoyê dike: “Hêza Heval Rustem her tim hebû ku lêkolîn û lêpirsînên hûr û kûr bike. Tu tiştek bi hêsanî weke rastiyê qebûl nedikir û bi lêkolînkirinên dûr û dirêj dida pey rastiyan. Jixwe yê ku Rustem Osman kir Rustem Cûdî jî ev aliyê wî bû.

Di Sala 1987'an de piştî ku di civînekê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir, jiyana wî ya şoreşgerî ya profesyonel dest pê kir. Rustem Cûdî, biryara tevlîbûna nav Tevgera PKK'ê da û perwerdeya xwe ya destpêkê, di sala 1989'an de li Akademiya Mahsûm Korkmaz a Lubnanê dît.

Her tim bi erk û wezîfe tevgeriya

Di daxuyaniya HPG'ê de pêvajoya piştî vê wiha tê vegotin: "Ji ber terzê jiyana xwe ya bi prensîp û bi zanebûna xwe ya kûr, di nav xebatên gel de, di demeke kurt de hat wê astê ku xebatên di asta rêveberiyê de bi rê ve bibe. Paşê jî destpêkê derbasî eyaleta GAP'ê dibe. Li  wir jî di sala 1993'an de dibe Fermandarê Eyaletê. Ji wir pê ve demeke dirêj li herêma Botan-Gabarê bi awayekî aktîf kar û barên gerîllatiyê dide meşandin. Li Gabarê, bi taybet li deştên weke Bişêrî, Êlih, Misircê, cihê ku lê negeriyabe û qada bi rêxistin nekiribe nemaye. Heval Rustem, di sala 1995'an de tevlî 5. Kongreya PKK'ê dibe û dîsa derbasî Gabarê dibe."

Rustem Cûdî, heta sala 1998'an li herêma Botanê dimîne û piştre li qadên cuda yên têkoşînê cihê xwe digre.

Demeke dirêj li qada Rûsya xebat da meşandin û paşê dîsa vegeriya çiyayên Kurdistanê.

Weke endamekî kongrê li dijî xeta tesfiyekar, yek ji wan milîtanan e ku herî bi biryar sekna xwe nîşan daye.

“Yek ji milîtanên herî baş e”

29'ê Mijdara 2004'an, dema Meysa Bakî û çar hevalên Wê li Mûsilê di encama komployekê de jiyana xwe ji dest dan Rustem Cûdî bi van gotinan moral da gel: “Şehîd rûmeta me ne û erkên mezin didin ser milên me. Şehîd, egera me yên birêvebirina têkoşînê ne”.

Rêber Apo, ji bo Rustem Cûdî dibêje: “Yek ji milîtanên herî baş e.”

Wî jî di roportajek xwe de digot ku wî parêznameyên Ocalan her tim ji bo xwe esas girtine û di vir de balê dikişîne ser guhertina zîhniyetê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Rustem Cûdî, ji nûbûn û guhertinê re vekirîbû û li kîjan deverê pêdivî heba li wê derê milîtaniya PKK'ê dikir.

HPG kesayeta Rustem Cûdî wiha îfade dike:

Dema mirov behsa Rêheval Rustem Cûdî dike, tişta herî zû tê hişê mirovan ev e: Milîtanek bi disîplîn, xwedî prensîp, xwedî zanebûnek dîrokê ya kûr, fêrkarek pir mezin û hêja; sosyalîst û bi hurmet bû.