|
Ji
Lênûsa Ş. Gulbahar
Mirov bi çend bîranînan nikare rastiyên jiyayî
bilêv bike û rastiya Rêber Apo vebêje. Mirovên
ku çar dem ji
mêr di nav pergal û programa Rêber Apo afirandî
de jiyan dikin, ji bo wan her demjimêr, her dem
wek bîranîne. Ji bo wê mirov tucara nikare
deryaya bîranînan ji bîr bike. Di vê deryayê de
her demjimereke ku derbas dibe xwedî wateyeke
pir mezin e. Di kesayeta Rêber Apo de rastiyên
ku mirov rû bi rû dimîne, jiyan dike, hîs dike û
her nêzîkatî, ji bo me wek perwerdeyekê ye.
Dema mirov Rêber
Apo dibîne pir tiştên cuda xeyal dike. Raman,
xeyal û hizrandinên mirov pir cuda dibe. Di her
kêliyên demê de pir tiştên ku mirov bandor dibin
heye. Mirov rastiya Rêber Apo, di nav pergala ku
heye, programa ku hatî afirandin de û bi tiştên
ku dibîne, jiyan dike dinas e. Ji bo min tişta
herî balkeş nêzîkatiyên Rêbertî ji mirovan re
ye. Di vê pergala perwerdê de her mirov ast û
namzeta wê çi dibe bila bibe di heman pîvanan de
beşdar dibe. Nêzîkatiyên Rêber Apo ji jin re,
zilam re, ciwan re, ixtiyar re, ji her mirov re
cuda ye. Li gor behre û têgîhîştina kesayet,
nêzîkatiyên curbicur pêş dixe. Hemû nêzîkatiyên
kesayet di jiyanê de, sekin, lêgerîna wê hemû
dike mijarê perwerdê. Rêber Apo wek bergeh û
şîrovayên me nêzî mirovan nabe û mirov tenê bi
nêzîkatî û rêgezên giştî ve destnagir e. Li
hember van rastiyan vebijarkên cuda diafirand.
Bi vê helwestê ve kesayet dixist nav lêgerîn û
lêhûrbûneke kûr, kesayet neçar dihişt ku xwe
pêşbixe û bigûherîn e. Di rastiya Rêber Apo de
xalên ku herî bala min dikişand û min bandor kir
ev e. Rêbazên Rêber Apo perwerdekirina mirov,
cuda ye. Nêzîkatiyên Rêber Apo min dikişand nav
hizrandineke mezin. Dema mirov di deryaya
bîranînên azad de jiyan dike, her dem di nav
evîn, xiroş û lêgerînê de ye. Rastiyên ku Rêber
Apo ji mirov re dide nasîn, pir girîng e. Di nav
vê hawirdorê perwerdê de jî kesayet pêdiviyên
xwe hildibijêrê û li gor pêwîstiyên xwe her dem
di nav lêgerîneke bê dawî de dijî. Rêbaz û
şêweyê Rêber Apo ne bi amûreke dext an jî bi
sînor e. Bi awayeke xwezayî nêzîkatiyên Rêber
Apo kesayet teşwîqê guherîn û lêgerînê dike. Li
hember vê kesayet, moral û xiroşeke cuda dijî.
Di wê demê de mirov dixwaz e bi awayeke lezgînî
biçe nav kiryarî yê. Ji bo vê tu qad û xebat
cî¬hexwaziyeke hilnagir e. Mirov dixwaze di vir
de vê lêhûrbûnê û ramanê di deryaya bîranînan de
bigire, bi awayeke lezgîn di nav kiryariyê de
pêk bîn e. Û bi gavêke ve dixwaze zû ji Rêber
Apo re bibe bersiv. Min bi xwe jî vê rastiyê
jiyan kir. Piştî demekê mirov dikeve nav
lêgerîneke wisa. Bi awayeke giştî serwextiyeke
di milê raman, têgîn û destgirtin de digire û bi
vê behreyê ve her dem di nav lêpirsînê de jiyana
xwe derbas dike. Di vir de kesayet ji xwe vê
pirs dike “Gelo ev lêgerîn û hêza min ji bo
kiryarîkirina Rêber Apo têrê dike an na?” Di her
perwerdê de dema mijar dibe kesayet, rêbazê
Rêber Apo ya ku beramberî mirovan rave dikir tê
bîra min û ez li ser vê lêhûrbûnekê jiyan dikim.
Dema ez çûm qada
Rêber Apo pir ciwan bûm û di naskirin û
têgîhîştina rêxistinê de jî lewaziyên min hebûn.
Bi giştî ez qadên kiryariyê de mabûm. Çûna min
li gel Rêber Apo, pir cuda bû û bi çend gotinan
ez nikarim vê xiroşê bilêv bikim. Di kesayeta
min de rastîyên feodal pir bandor bû û ez zêde
bi girûr û înad nêzî dibûm. Li hember vê hindek
rêbazên ku Rêber Apo pêş dixist hebûn. Her dem
Rêber Apo dixwest vê girûrbûna min a ku bingehê
xwe ji feodaliyê digire bişkîne, ji bo wê her
dem di vê milên min de arastebûn pêşdixist. Di
destpekê de min rêbazê Rêber Apo ya ku li
hemberî min pêşdixist, fêm nedikir. Ji bo wê
carna pir bi coş bûm, carna jî ez pir bê coş û
bêzar bûm. Têgîhîştina min têrê nedikir û min
nedikarî fêm bikim. Ji bo wê di destpêke de min
pir zorahî dikişand. Piştî dem derbas bû,
lêhûrbûn û lêpirsîna min di derbarê kesayet de
pêş ket, vê yekê wek rêbazê Rêber Apo ya ji bo
guhertina mirov, min girt dest. Rêber Apo
digot; “Nêzîkatî û bandorên feodal di jinê de
pêşketinan ava nake û nahêlê xwe derbas bike.
Heta demekê jin dikare bi vê ve bimeşe û xwe
biparêz e. Piştî demekê astengiyeke mezin çê
dike. Ez ji bo ku tu têkevî nav lêhûrbûnê û van
sînorên feodal derbas bikî, van gotinan bikar
tînim. Weke din tu wê pir girtî bimînî û
kapasîteya te ji bo pêşketin û gûhartinê wê pir
lewaz bimîne.” Destpeke min ji nêzîkatiyên
Rêbertî re wateyeke nedida, ev jî di min de
bêzariyeke ava dikir. Piştî ku min wate da û
lêhûrbûnê min li ser vê mijarê pêşket, encax min
dikarî hindek rastiyan bipejrînim û bikaribim
derbas bikim. Piştî wê rehetiyeke, vebûneke,
coşeke di kesayeta min de pêş ket.
Mînaka herî
balkeş leyîstoka gogê bû
Rêber Apo ne
tenê weke leyîstok digirt dest. Di wê leyîstokê
de mirov digirt dest û dahûrîn dikir. Rêber Apo
leyîstok wek rêbazeke perwerdê dest digirt. Dema
Rêber Apo top dilîst, tevahî hêzên akademiyê
dihat temaşe dikir. Di navbera perwerdê de Rêber
Apo dîsa top dilîst. Min jî av ji Rêber Apo re
bir. Di nav ewqas hevalan de şaşala avê li serê
min de kir. Ev pir zora min çû. Min got çawa di
nav ewqas mirovan de av serê min kir. Bala
Rêberti kişand ku ez pir bandor bûm û girûra min
şikest. Psîkolojî û coşa min xira bû, wechê min
heman demê de rengê xwe gûherî. Çima min tişteke
wisa jiyan kir? Ev ji nêzîkatiyên feodalî
çavkaniya xwe digirt û min tu wate ji vê
nêzîkatiyê re nedida. Piştre ji min pirs kir,
got;
-“Wek tu bêzar
bû û coşa te xira bû.” Min got;
-“ Na Rêber’ê
min, tiştek nebû.” Rêber Apo got;
-“Na, ez dizanim
pir zora te çû. Min bi zanebûn wisa kir. Pêwîst
e hûn pir rehet û xwezayî bin. Kî mirov vê rewşê
temaşe dike, bila bike.”
Pir rêbazên
Rêber Apo ji bo pêşxistina mirov, em dikarin
bilêvbikin. Serok dema nêzîkatiyeke ji mirov re
pêş dixist, di heman demê de jî bi kesayet re
niqaş dikir. Kesayet pêwîst e çawa bigire dest,
dianî ziman. Mirov ji bo gûhartin û vegûhartinê
îqna dikir. Ji bo ku ez bi vê ve bi sînor
nebînim û hemû demê xwe bi vê hizrandinê ve
derbas nekim, di min de jî îqnakirinek pêşxist.
Digot “Ji bo
jineke ku di van mercên çiya de jiyan dike,
pêwîst e înad hebe. Ez ne dijî vê rastiyê me.
Şoreşgerî bixwe jî kareke înadê ye. Ger di
kesayetekê de înad nebe, nikare bijî û şoreşgerî
bike. Lewra pêwîst e mirov înad û girûra
feodaltî, bikaribe bizivirîne înad û girûra
şoreşgerî. Kesayet ji bo vê pêwîst e her dem
têbikoşe. Ji derveyê vê di jineke de înad û
girûr nebe nikare têbikoş e. Ez ne dijî vê me.
Lê pêwîst e mirov rastiyan baş têbigîhîje û fêm
bike.” Niha jî dema ez bi van taybetmendiyên xwe
ve zorî dikişînim, gotinên Rêber Apo yê di
derbarê taybetmendiyê min de tê hizrandinê min.
Nêzîkatiyên
Rêber Apo ji bo xwezayê tên zanîn. Ez dixwazim
di vê derbarê de mînakeke bidim. Ez rojeke
wazîfedar bûm. Di derdora akademiyê de pir çîçek
û gûl hebû. Di giştî de yê ku av dida baxçê,
hevalê jin bûn. Wê rojê me kêmasiyak kiribû û me
bexçe av nedabû. Rêber Apo di şev tava heyvê de
derket bexçe û wan çîçeka mêzand. Em jî derketin
bexçe. Rêber Apo bi xwe re diaxifî. Me di
destpeke de fêm nekir. Min hindek xwe nêzîk kir,
Rêber Apo bi çîçekan re diaxife. Rêbertî min dît
û gazî min kir. Ez çûm li gel Rêbertî. Ji min re
got;
-“Ev çîçek çima
wisa bê av mane û çilmisîn e. We çima li van
nemêzand?” Rêber Apo pir bêzar bû. Çîçekik
ketibû erdê, girt û da destê min û got; hûn
dibêjin em şoreşgerin, şerkerin, têkoşer in, em
dixwazin herin şer, lê hûn xwedî gûleke jî
dernakev in. Gelo hûnê çawa xwedî welatekî
derbikev in?
Gotinên xwe
berdewam kir û got;
-Bila ev gûl li
gel te be, her ku te li vê nerî, bila ev roj bê
bîra te. Bi vê ve tucar erk û berpirsyariyên xwe
yên rojane jibîr nekin. Erkên xwe pir rast û bi
awayeke paqij pêk bîn in. Ger zimanê vê gûlê
heba, wê pir rexne pêşbixista. Belkî zimanê wê
nîne, lê wek mirovan dibîne, fêm dike, lê nikare
bilêv bike, her tişt di hindûrê xwe de dihêle.
Hûn pêwîst e vê fêm bikin. Jin jî wisa ye. Ger
tu jinê di perwerdê de pêş nexî û pê re mijûl
nebî, wek gûleke çilmisî ye. Ger tu gulekê re jî
mijûl bibî, av bidî pir bedew û coş dibe. Belkû
ji bo we pir biçûk û bê nirx e. Lê tiştên di
jiyanê de ji bo we biçûk tên, hûn zêde bala xwe
nadin ser, di rastiya Rêbertî de ne wisa ye. Ji
bo min tiştên herî biçûk jî bi wate ye. Pir
tiştên mezin di nav tiştên biçûk de veşartî ye.”
Ev bûyer li ser min pir bandor kir. Heta niha jî
di hizrandinê min de ye û ew gul niha jî li gel
min e.
Careke berf hati
bû. Rêbertî got;
-Bila hevalên
jin werin, em gilokê berfê bilîzin.”
Em jî çûn. Me
çembereke çêkir. Rêber Apo di navendê de sekinî
û got;
-“Hemû gilokê
berfê bavêjin min.”
Çend car got, me
pêkneanî. Me got wê Rêbertî nexweş bikeve.
Piştre got;
-“Wek
fermandareke leşkerî ez talîmat didim, di vê hun
biavêjin.” Me hemû gilokê xwe avêt ê. Ser Rêber
Apo tije berf bû. Em hemû çûn me berfa xwe paqij
kir. Got;
-“Em liyîstok
dilîzin, hûn çima berfê paqij dikin. Ev
leyîstokeke tu çiqas dikarî hedefa xwe bidî dide
nîşandan. Dev ji vê hestyarbûna xwe berdin. Bi
vê şêweyê têkoşîn naye meşandin. Ev dide diyar
kirin ku we hedefa xwe nîvî de hişt, hûn pêwîst
e biçin lêhûrbûneke jiyan bikin. Belkî leyîstoke,
lê pir tişt ji mirov re dide fêrkirin.”
Em hemû çûn, li
ser vê bûyerê me lêhûrbûneke jiyan kir û me di
nav xwe de nîqaş kir e. Em çawa dikarin
lêhûrbûneke bikin û encam derbixin. Ev ji bo me
pir pêwîst bû.
Rojeke din jî,
em siharê çûn dahûrînê. Me derfet nedît ku em
cîhê xwe paqiş bikin. Piştî dahûrînê Rêbertî çû
li cîhême nerî. Piştre gazî me kir û got;
-“Hûn xwarin
naxwin, tu kes bi hev re jî neaxife. Wê her kes
li ser xwe biponije. Ev belavbûn û qirêja cihê
we, belavbûna mejiyê we ye. Li ser vê bifikirin
û zû xwe kom bikin. Çi li ser we bandor dike, wê
ji mejiyê xwe biavêjin û rast lêhûrbûnêke jiyan
bikin. Dema mirov dibêje jin; bedewî û paqijî tê
hizrandinê mirov. Dema dibêjin cîhê jinê, mirov
dixwaze lê ronî bibe. Lê we wisa kiriye ku,
mirov naxwaze di vir de derbas jî bibe. Ev yek
şêweyê zilam dide nîşandan. Belkî hûn bibêjin em
negîhiştin, em piştre jî dikarin paqij bikin. Lê
ji bo min ne wisa ye. Ev şêwe û hezkirina jiyanê,
nîzam, rêz û rêxistina we ya jiyanê diyar dike.”
Min li ser van
bûyeran lêhûrbûneke jiyan kir. Pir tiştên ku di
jiyanê de ji bo me biçûk e an jî em pir bala xwe
nadin, ji bo Rêbertî pir mezin û heta kûrahiya
wê dahûrîn dikir. Piştre mirov wisa dibe ku li
hember her tiştê jiyanê hişyar dibe û wateyeke
cûda di mirov de pêş dikeve. Hê pir tiştên ku
mirov dixwaze bilêvbike heye. Lê mirov bîranînên
azadiyê anîna ziman de zorî dikişîne. Çimkî
mirov çiqas bû bersiv, çiqas pêkanî û çiqas
bikaribe rastiya Rêber Apo rave bike, wê demê ji
hemû hevalan re bibêje.
|