* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


CANGORİBÛNA TE  STÊRKA  GEŞ A EZMANÊ  MİN RİJANDİBÛ
 

 

Min bihîstibû cangorîbûna te dilê min hêjayî bû, weke li ezmanê jiyana min ya sahî sterka geş ya zarokatiya min û hevaltiya min rijyayî bû. Tu her dem dihate xeyala min, tu yî xalê min rêhevalê min. Tu weke xwîn ketî dilê min,  tu bûyî hest  û xeyal ketî kuraya  rihê min, tu bûyî cangorî lê naçî ji dûrî min, her dem mêhvanê li gel xeyal û xweziyên min, were neçe ji durî min,ma kanê sond û  peymanên  me yên ciwanî, te ewqas zuka kunê xemgîniyê  li  warê me yê ciwaniyê danî, ma qet  xeyalên me yên  bi dilê zarokatî hatibûn hunandin  li bîra xwe naînî.

De bila yê qet nehatî dîtin û herî zêde behsa wî hatiye kirin, carek tine daxwaza dilê min çend dem hijmêra bi cih baniya, tu ji bin axa sar rakira min ji te re derd û daxwazên dilê xwe ji te re bigota, bila hîngê ez jî bi agirê dilê mezlum û ferhadan bişawitîma û bibûma rêwiyek yê rêya te, da ku min jî bikariba bihatibama li gel te. Ez çi bêjim, ey hevalê doza min, cangoriyê welatê min têkoşer û şervanê botanê, te jî gellek caran av vexwaribû ji kanî û deravên ku Adil û cumayan jê av vexwaribûn. Heybet û daxwaza te ne duri ya wabû, armanç û xeyalên we yêkbûn, hûn şervan û rêzanên çiya yên Botanê bûn. Te her dem digot ez ê biçim Botanê, Warê berxwedan û jiyanê. Min jî ji te re digot em ê bi hev re biçin, em ê eli ser zêrîke li pêşberî cilbiya bigirin dîlanê, ez dizanim te gellek ji dawetê hiz dikir. Kengê me govend bigirta te dixwast tu li milê min bûya. Ma çima te xelekên rista jiyana min qetandin ku êdî qet cebarbûna wan nebe, bê te hêdî qet dîlan û dawet nakeve dilê min. Min gelek caran bihîstibû tu bûyî cangorî lê min nedikarî û nedixwest ez vê xebera herî xemgîn ya jiyana xwe bi pejirînim. Lê dema ez çûm nivîsgeha cangoriya min dît navê te roj û cihê cangorîbûna te, hingê dîsa xwîna dilê min cemidî û min hêdî zanî ez ê qet te nebînim.

Her çiqas ev rastî li min gellek giran jî be, lê dema em ji malê derketibûn, me ev rastî dabû pêş çavên xwe û em ji bajarê silopiyê derketin. Me digot ev rêya çûn û nehatinê ye, her çiqas me rastiya şoreşê,  li hemberî wê jî, ya dijmin baş nedizanî jî, lê me dizanî welatê me gelek zûhabûye,  gulên Cudî û Gabarê, sosinên Zêrîke û Herekolê, ji bê avî çilmisîbûn ji jana bindestiyê xemgîn bibûn, geşbûna wan gul û sosinan wê bi xwîna te û hemû cangoriyên weke te geş bibin, wê hîngê gulnarînên ser çemyayî serê xwe rakin û silav bidin rûyê rojê. We bi gorîkirina mergê xwe yê ciwan û giran biha, rûyên xemgîn geşkirin. Ez baş dizanim hevalê xebat, welatê me û gelê me wê bêyî bedelên mezin negihêje azadiya xwe.  Dema em ketin vê rê bê guman me dizanî ev rastiya şoreşê jî heye, lê belê ne hêsane hevalê xebat ez ê çawa bikarim bipejirînim ku ez ê hêdî te qet nebînim. Li gel te ne kenim û neleyîzim, em ê weke zarokên nû gihayî li pêyî gokê hêdî nebezin, em ê hêdî ji mala me neçin cem Dayîka dilmezin û dilşawat Dayîka Gulê.

Dema em diketin malê we çavên dayîka Gulê bi me diket, rûyê we çiqas paqij û geşbû, dema em didîtin ewqasdin geştir dibû, digot; ‘‘hûn nikarin ji hevdu biqetên demek wê bê hûnê ji hevdu biqetin, wê demê hûnê çawa bê hevdu bikarin bijîn’’

Min hingê çi wate nedidan gotinên dayîka Gulê, lê ew dayîkin, wan em ji nav dilê xwe bi êş û janên mezin xwûliqandin, bi kedek bê hempa em mezin kirin, gelek şevên bê xew em hejandin û mijandin, hetta stêrka berbanga sibê li rojhilatê bilind dibû. Dîkên berbanga sibê dixwendin, wan dergûşa me di hejandin me jî li gel xwe dinivandin. Lewma jî ew weke xwedawendane, ew xwandekarên hest û ruhane, dayîka Gulê wê demê stêrka serpêhatiya  jiyana min û te lê nivîsandibû dixwand û hîsên xwe yên xwedawendî dianî  ziman, ji ber ku ew zindiyên zana yên herî nêzî xwezayêne,  hîsên wan her dem di cihê xwe de ne, wê dayîkê dema li me dinêrî, ya dilê me û pêşeroja me dixwend, dibe ku ew hezkirina wê ya ewqas mezin ji  me, ji ber  wê bû ku ew pêşeroja me dixwend.

Pêzanînên jiyana xwe bi me re parvedikirin û digot; ‘‘hûn ê beyî hev dû çawa bikaribin debarbikin, veqetîna we ji hev, wê ji boyî we herduyan jî gelek bi janbe.’’ Lê dema ev digot, dibe ku yên hîsdikirin nedixwast ji me re vekirî beje, lê dîsa jî xemên ez îro dijîm, janên ji dûrbûna te û veqetîna ji te ya bêdawî dikişînim.

H.  Xebat kurê malê yê pêncemîn bû malbata ku H. Xebat têde mezin bibû malbateke welatparêz û mêhvan perwer bû, malbatek ji wan malbata bû ku xwedî teybetmendiyên civaka  xwezayî û hoyîbûn(ehlaqîbû),  ji ber ku gundê ku H. Xebat lê ji dayîk bû, gundek li herêma Botanê ye, li cihek herî asê û çiya yî ye, ji berwêji dijmin nedikarî bi hêsanî xwe bigihîne wî gundî daku pişaftinê nasname û çandî çêbike. Vê dûrbûn û xewlebûnê, hêlayîbû ku civaka wê herêmê û bi teybetî jî ya gundê Cilibiya, pir saf sade û xwezayî bimîne. H. Xebat jî li nav malbatek û civakek wisa de çêbû û mezin bûbû, vê civaka xwezayî kesayet û lehengên pir hêja  afirandibûn,  pêşengên wan hevalê Cuma, H.  Adil û H. serbest bûn, ev her sê heval   ji gundên Cilbiya û Biliga bûn, ev hevalên he ji nêz ve dibûn mirovên H. Xebat .

Gundê  Cilbiya û Biliga du gundên li ser sînurê başur û bakurê kurdistanê ne û li mile rojhilat de dikevin kuntara çiya yê cudî, civaka her du gundan  jî demên pir dirêj de, li gel tevgerên kurdî bûne, welat parêziyek pir paqiş û ji dil, di nav civaka xwe de hunandibûn û diparastin. Dema ku gerîlla cara despêkê ketin herêma Botanê, gundên ku despêkê komên gerîlla naskirin û di him bêza xwe de xweyîkirin  gundên Cilbiya û biliga bûn. Ji ber ku dema despêkê şervanên azadiyê dibînin û nasdikin, wekî ku bejin evin qazid û firişteyên ku dihatin xewnên me, dibûn xelat û mizgîniya azadi yê, ji bo civak û welatê me, evin daxwaz û xeyalên me, ji we rojê pêde, gundên Cilbiya dibe wargeha gerîllayan. Heta roja ku ji aliyê dijminê me ye hov ve hate şewitandin û valakirin, ew helwesta xwe ya pîroz didomandin.

     piştî şerê azadiyê bilind dibe û pêş dikeve dijmin hebûn û çanda me, dewleta faşîst a tirk, ji ber ku her dem derbazdibû, li hemberî gerîllayan diket tengaviyê û gurzên giran ji gerîllayan dixwar, ji ber wê jî  bi çavsorî û bê pîvan ser gelê welat parêzê kurdistan de diçû, bi van êrîşên xwe yên hovane, li gellek herêmên kurdistanê bi hezaran gund valakirin û şewitandin,  gundê Cilbiya û Biliga ji du  gundên ji wane bûn. Berya ku gundê wan bê şewitandin demekî, malbata H.  Xebat ji gund bar dikin û derbazî bajarê silopi yê dibin. Lê ev barkirina ji gund herî zêde dayê Gulê û xalê hecî Mihemed diêşîne û xemgîn dike.  ji ber ku wan li van cih û waran, temenê jiyana xwe ya zarokatî û ciwanî derbazkirîne, termen bav û dayîk, kal û pîrên xwe li van axa de veşartibûn, bi hêvî û xeyalên setsala ji bo pêşerojê, bi ket û xebatên bê hempa ev cih û war avakiribûn, bax û bostan lê çandibûn, gundê Cilbiya yek ji wan gundên kurdistanê bû ku bi keskahiya dar û barên xwe yê bi dehan curên fêkî di nav de bû. Te digot qey Bihişt bi xwe ev dere. Lê wan jî weke gellek malbatên kurdistanê, ji ber ewlekariya zarokên xwe pir bi êş û jan bêjî, ew neçar dibin ku gundê xwe berdin û derbazî bajarê ku li wan pir xerîbe bibin. Dema ku mala H. Xebat wan derbazî bajarê silopi yê dibe, temenê wî pir ciwane.

Ji ber ku H. xebat li herêmek çiyayî mezin bibû, dizanî  tama jiyana xwezayî û azad çawene, ji ber wê jî dema H. Xebat diçe bajar, piştî demek kûrt dikeve nava hewildana ku ji bajar derkeve û xwe dîsa bigihîne çiya yên azad, lê vê carê ji bo armancên mezin û pîroz derkeve wan çiya yên ku di dîrokê de bûne warê gellek dewrêş, xwedawend û pêximberan. Xebatê ku bayê hênik yê zozanên wargê hewêriya û sere silibê hildabû nava dilê xwe, ji keviyên berfa zêrîke av vexwarî bû, bêyî ku çavê wî li dagirker û dijminan bikeve, li wan cih û waran, li wan pal û berwaran, li ser wan mil û giran, bi salan jiyan kiribû. Dema ku zext û hovîtiya dijmin ya li ser civaka kurd dibîne, bawer dike ku pêwîste dîsa bere xwe bide wan çiya yên bilind, ew çiya yên ku serê mirova ji, li gel xwe bilind dikin.

Heskirina min û H. xebat gelek zêde bû, ji ber wê jî heta ku me dikarî em bi hevre diman. Heger ku me rojekê, yan jî demekê hevdu nedîtiba, ew roj û dem  li me herduyan jî pir dirêj û zehmet derbaz dibû, ji ber wê jî jiyana me pirtirê xwe  bi hev re bu, ew  ji min mestirbû û hem jî xalê min bû, ji ber wê jî gotina dawî her ya wî bû. Hevalê Xebat ji bo ku pêwendiyên xwe bi hevala re çêbike, hewildanên xwe hebûn, lê zêde ji min re nedigot, ji ber ku di salên 90’î de li bajarek weke silopî yê, pêwendî li gel hevalan danîn gellek zehmet û xeterbû, ji ber wêjî, hevalê xebat ev daxwaza xwe bi lêv nedikir. Êvareki birayê h. xebat em birin dereke perwerda  Qileşnîkof ê dame, wê demê me nû zanî ku hevalê Xebat di nava lêgerînekê de ye, piştî hîngê em çûn mala hinek milîsan û me behsa tevlîbûna gerîlla kir, lê şertê ku pêwîste ji kesekê re neye gotin. Êvarekê ez li malbûm hat berderê malê gazî min kir, got; ‘‘were em ê biçin ji xwe re  bigerin’’  lê ev daxwaza wî li min ne asayîbû, ji ber ku berî çen seata, dema  em li cem hev bûn tiştek wisa negotibû. Ez derketim em hinekê çûn sê hevalên me yên din hebûn, min dît ku ew jî li wira ne. Tu nebêjî hevalê Xebat li malekê qewil dabû hevalan û em jî dê biçûna wira, em çûn me heval li wira dîtin û bi me re axivîn û her yek ji me rozetek dan me. Me jî li wira biryara tevlîbûnê da, wan hevalan ji me re got; ‘‘kengê derfetên me ji bo şandinê çêbûn, em ê ji we re xeberê bişînin û werin em ê we bişînin.’’ Em jî bi hestên germ û nûjen ji cem hevalan rabûn.

Piştî demek derbaz bû, dîsa êvar bû, h. Xebat hat mala me got; ‘‘ka xwe amadeke em ê herin mala xwîşka min’’ mala xwîşka wî jî hinekî dûrê mala me bû, min got ez amade me, em dikarin biçin, li ber min qemîsek spî hebû, ji min re got; ‘‘wî qemîsê li ser xwe biguhere wê baştirbe,  ji ber ku şev spî zêde nebaşe, bala mirovan dikişîne.’’  Dema wisa got, min zanî em ê biçin, ji ber wê jî bêyî ku ez tiştek bêjim ez çûm min ew cilên xwe guhartin û ez derketim. Em hinek meşiyan şûnde h. Xebat paşê ji min re vekirî got; ‘‘em biçin, tu amadeyî’’ min got raste, lê kelecanek pir mezin ez girtim, em hinekê din çûn, min got ka ew hevalên me yên din, got; ‘‘li pêş de li hêviya men e.’’ Em hinekê çûn giheştin wan her sê hevalên xwe û em bi rêketin. Piştî meşa du rojan, em li herêma heftanînê, li dola sinehtê, li Geliyê Pisaxa,  gihîştin yêkîneyek gerîlla yan. Ew yekîna ku wê deme li wira bû, yekîna Leheng û Egîdê Botanê, şervanê çalakiya  vejînê a 15 Tebaxê bû, ew jî Hevalê Ehmet RAPO bû.
Tevlîbûna me wan pênc kesên ji bo refên gerîlla, kar û xebata herî zêde ya h. xebat bû, milîsê ku em anîbûn, piştî em dewrê hevalan kirin, çayek gerîlla ya dawiyê me bi hev re vexwar û dîsa zivirîn ser karê xwe, em jî li gel hinek hevalan, di nav berfa zêde ya zivistana 91,92 yan de, piştî meşa 13,14 demjimêran, em gihîştin herêma heftanînê. Dema em derbazî herêma heftanînê bûn, hevalan em birin şikeftekê û li wira her yekê ji me destek cilên gerîllayan dane me. Hêdî ji wira û pê ve, em ew pênc heval ne hevalên hevdu yên bajarê silopî yê bûn, em hêdî hevalên hevdu yên armancek pîrozbûn û em gerîlla bûn, em hêdî şoreşgerbûn, em li çiya yên azad bûn û şervanên azadiyê bûn. Ji ber wê jî, hêdî em ê ji hevdu biqetîyan, hevala em her du heval dan wargehek, hevalek jî dan wargehekê din, bi vî awayî di nav gerîllayan de cara despêkê em ji hev qetiyan. Bê guman ev li me hemûyan jî zor dihat, lê me ev rastî jî dizanî ku em ê her demê li cem hevdu nemînin. Lê em zêde ji hev nedûr bûn em nêzî mehek li wira man, ez û  h. Xebat em ne li cem hev bûn, lê her çend roja carek ji ber kar me hevdu didît, ger ji ber kar nebûya jî, ji ber ku di wê demê de, di nav gerîlla de govend gellek dihat heskirin, bi teybetî jî govenda Botanê li nav gerîlla de pir nav û deng bû, me herduyan jî gellek dîlanê hez dikir û xweş ji dilêyîzî, me stranên dîlanê  jî  xweş digotin, keyfa hevalên li wir ji gellek ji vê rewşa mere dihat.  Ji ber wê jî  dema çend roj derbaz dibû me hev ji bo kar nedîtiba, me ji hevalê berpisyare digot, em dixwazin h. Xebat ew bên em ê dawetê bikin. Berpirsê wargeha min jî  gellek dîlanê Botanê hez dikir, bi teybetî jî dema ez û h. Xebat diketin destê hev û me stranên daweta Botanê digotin gellek keyfa wî dihat, jî ber wê jî dema ji min re digot; ‘‘em ê êvarê govendê  bikin’’ min jê re digot heta ku h. Xebat neyê ez nizanim dîlanê xweş bikim, wî hevalî jî digot; ‘‘baş e em ê gazî h. Xebat wan bikin bila ew jî bên.’’

Piştî çend rojan, dema min dîsa hevalê Xebat didît, di jiyana min de dîsa rojek ji jiyana min ya herî xweş û geş bû, dema daweta me xilas dibû h. Xebat ew wê dîsa vegerîna wargeha xwe, me xatirê xwe ji hevdu dixwast min û hevalê Xebat me wisa hevdu hemêz dikir, weke ku em ê hêdî qet hevdu nebînin. Em her du jî dema ji hevdu diqetiyan xemgîn dibûn, lê em her du jî  ji  wê rewş û jiyana heyî razî û keyf xweş bûn. Piştî demekê li gel komek mezin ya hevala em derbazî herêma  Zapê bûn, em li wira tevlî perwerda şervanên nû bûn.

Hevalê Xebat xwedî kesayetek pir paqij bû, ji ber wê jî di jiyanê de, ji bo me dibû mînakê  jiyanê. Tevlîbûna xwe ya kar  her dem ji bo wargehê dibû rêzan û her dem di sefên pêş de bû, tevlîbûna xwe ya perwerdê jî, gellek ji dil û bi zanîn bû, her çiqas h. Xebat dibistan nexwendîbû jî, lê ji ber ku pir bi evînek û daxwazek mezin nêzî perwerdê dibû, ji ber  ku gellek  dixwast zû rêxistinê, Rêbertiyê  û civaka kurd nas bike, her dem ew hêz di xwe de didît ku rabe pirs û nîqaş bike. Ji ber vê sekin û teybetmendiyên xwe yên hêja û balkêş, piştî demekê kin bû alîkarê berpirsê komînê. H. Xebat li herêmek çiya yî mezin bibû, kesayet û fizîkek çiyayî li gel h. Xebat hatibû hûnandin, ew kesayet û taybetmendiyên wî, bi armanc û daxwazên pir pîroz re bibûn yek, ji ber wê jî, tekoşerek fedekar, zana û zîrek di demek pir kin de derket holê.

Dema em li heftanînê bûn, despêka biharê bû, hêdî komên gerîlla yên ku derbazî herêma Botanê bibin  amadekarîyên xwe yên dawiyê dikirin, van koman dema daxwaz û fizîka min û h. Xebat ya ku zûka bi jiyana çiya re bûye yek  dîtin, ji me re gotin; ‘‘berya ku hûn biçin perwerda şervanên nû, hûn  dixwazin li gel me bên qada Botanê, ku navenda şerê herî germe’’ me jî bi wê germbûna xwe ya ciwantiyê û nûbûnê, me got belê em jî gelek dixwazin, li ser vê daxwaza me, hinek ji wan koma rabûn ji rêveberiya wargeha me re pêşniyar kirin, gotin; ‘‘bila ev her du hevalên nû tevlî refên gerîlla bûne  li gel me bên, wê ji me re pir alîkar bin, em bawerin wê zoriyê nekêşin, ji ber ku ew ji herêma Botanê ne û zarokên  gundên quntarê çiya yê cudîne.’’ Lê rêveberiya wargeha me ev pêşniyara wan hevala ne pejirand û nedikarî bi pejirîni jî, ji bo ku ev daxwaza me pêk bê, h. Xebat gellek hewldan da lê pêk nehat, ji ber ku biryarek wisa dayîn ew derbaz dikirin, pêwîst bû hinek cihên cuda ev biryara bidana.

Ji ber wê jî ev daxwaz û hevî herdem di dilê h. Xebat de mabû, dema ku em di nav xwe de diaxivîn û behsa derketina peratîkê dikir, h. Xebat digot; ‘‘ez ê biçim Botanê’’ ew daxwaza xwe ya Botanê her dem bi nivîsî û bi gotinî, ji rêxistinê re radigihand û pêşniyar dikir. piştî du mehan, dewra me ya  perwerdê serkeftî bi encam bû, hêdî dem hatibû em ê derkevin qadên şer. Bêguman kesê ku ev jiyan kiribe, dikari baş bizani mirov wê demê bi  çi hest,ruh û kelecanê dijî. Weke hemû hevalên li gel me di dewrê de, min û h. Xebat jî, me mereq dikir ku  em ê biçin kuderê, em ê kengê biçin, dera ku em ê biçinê wê çawa be, ji ber ku mirov nû derbazî qadek ya  jiyanê dibe ku jiyan li wira hîn pêtir watedar dibe. Herî kêm qasî vê kelecanê, me  herdûyan kelecana ku em ê ji hev biqetin jî jiyan dikir.

Hêdî dem û roja ku wê kîjan heval biçê kuderê dîyar bibe hatibû, em hemû hevalên dewrê li deverekê kom bûn û ketin rêzê û li benda xwendina nav, herêm, û yêkînên ku em ê biçinê man. Hevalek derket pêşiya me û dest bi xwendina navê hevalan kir, navê h. Xebat berya navê min xwend, navê min li gel koma wan ne xwend. Dema navê min li gel yê wî nehat xwendin, hêdî ji kelecana ez ê biçim kuderê Pêtir, xemgîniya ez ê ji hevalê Xebat qut bibim ket dilê min, piştî çend xweleka navê min jî di nav komek  cuda ya hevala de hate xwendin, ez   jî nav rêzê derketim û derbazî cem koma xwe bûm, lê herî tişta ku wan xweleka de mejî û dilê min mijul dikir û dibir dem û bîranînên kevin, gumana  veqetîna ji h. Xebat bû.

Navê hemû hevalan hate xwendin, lê her çiqas nav hatibin xwendin jî, lê hê ne diyar bû wê kîjan heval biçe kuderê, lê mejiyê min, nedikarî veqetîna ji h. Xebat bi dilê min bide pejirandin, di nava wan xeyal û xemgîniya ku ez ê ji h. Xebat biqetim, ji alîyê din ve jî kelecan û şabûna çûyîna qada şer dil û mejiyê min dagir kiri bûn, ez di nava wan xeyalan de bûm, min dît hevalê ku nav dixwendin got; ‘‘heval kesek tiştek dibêje’’ dema ku  kesek tiştek negot  fermiyeta wê kombûna me bi dawî bû. Ez çûm cem hevalê Xebat keyfa wî pir xweş bû, ji ber ku hêdî berê wî ketibû wê herêma ku lê hatibû xwûliqandin, herêma ku hemû xeyal û daxwazên xwe li gorî  wê hunandibûn, warê Egid û  lehengên herêma Botanê. Ew qasî ji min û veqetîna me ne êşayî bû, ji ber ku hem daxwaza wî ya herêma Botanê pêk hatibû, hem jî h. Xebat ji min baştir rastiya şoreşê dizanî, ji ber wê jî, ji min Pêtir dikarî wate bidaya ji hev veqetîna me. Me ji hev re digot dibe ku em hêdî hevdu nebînin, lê me herduyan jî, qet nedixwast em jî vê gotinê bawer bikin, bê dilê me jî be, lê devê me digot, hêdî dem hatibû ku em ji hevdu xatir bixwazin û ji hev biqetin.

Dema min cara dawî h. Xebat hemêz kir, hîsek ji min re digot, hûn ê hêdî hevdu qet nebînin. Ji ber wê jî, dema me hevdu hemêz kir ez gellek bi hest û dil tejî bûm, dil qet nedixwast ku ez destê h. Xebat berdim. Min ji xwe re digot xwezî ev çend çirken me hevdu hemêz kirine bi dawî nebûna, ez pir xemgîn û dil şawatbûm, ji ber ku dilê min ji min re digot hûn ê hêdî hevdu nebînin, wê ev hemêzkirina we bibe cara dawiyê. Her çiqas dil û hîsên min ji min re digotin bernede lê mejî, ji min re digot ji bo ku hûn bigihêjin armanc û daxwazên xwe yên mezin û pîroz hûn ji hevdu diqetin.

Veqetîna ji te, li min pir dijwar û giran e, lê pêwîste bibe, dilê min dîsa pir tijî bû û digot de başe bila vê carê jî weke gellek cara dîsa weke tebe, zanebûna mejiyê bê sînor, ez dizanim tu çiqasê bê wijdanî, lê çi bêjim, ez dilê  xemgîn, weke gellek caran dixwazim hezkiriyên min tu caran dûr nebin ji min, lê ev daxwaz du re ji rastiya welatê min, ku çar sînor kêlane li ser sîngê  Axa min, çar nikalên welatê min dorpêç kirine, hemû cih û warên welatê min, bi deh caran talan û wêran kirine. Ji bo wê jî daxwazên dilê min, nikarin bibin bersiva pêwîstiyên welat û gelê kurdistan, dema ku hestên dilê min û zanîna mejîyê min di nav şerekê de bûn, min dî pişta h. Xebat li min e û ber bi pêş de di meşiya, ew dîtin bû dîtina dawiyê, ew hemêzkirin, ew maçkirin, bûn yên dawiyê, ew çavên ku tijî daxwaz û zanîn bûn, girtina wan destên te yên me gelek caran ji hevdu xatir xwasti bûn, vê carê ew jî bû xatira dawiyê.

H. Xebat çu herêma Lewînê, herêmek  dikeve nêzî bajarê binevişa narîn, ew e evîndara  cenbeliye kurê mîra, Colemêrga cerk şawat û dil birîn, îro ji bo azadiyê dirijîne xwîna zelal ji xwe, eve mezintirîn eşq û evîn. Herêma Lewînê wê demê girêdayî Qada behdînan bû, lê ji ber ku lewînê li ser sînorê BOTAN û BEHDÎNAN bû, çûyîna lewînê dihat wateya çûyîna Botanê, ji ber ku gellek caran, ji ber hinek rewşan, yekîne yên lewînê derbazî Qada Botanê dibûn. Hevalê Xebat jî digot; ‘‘dema ez gihaştim Qada Botanê, ez ê ji hevala bixwazim ku hêdî ji Botanê dernekevim, wê heval jî bipejirînin, ji ber ku ez ciwan û kurek yê  Botanê me. Çiqas daxwaza min ya Botanê heye, ew qasê jî pewîstiya Botanê jî bi yên weke min heye.’’

Berê xwe jî geliyê Zapê da rojava û meşiya, da ku roja pîroz bi azadî derkeve  ji rojhilat, tîrêjên xwe bide her derên Welat, wê rojê serkeftin dibe xelat, seyîru semaye li her devera welat.

Ez jî çûm herêma  Oremar, min hêdî ji h. Xebat çi agahî negirt, min gelek peşniyar dikir, lê her carê jî ew pirskirina min bê encam dima, nedîtin û dûrbûna ji  h. Xebat bi serê xwe ji bo min pir xemgînî çêdikir, dema min ji wî tu agahî jî nedigirt, xemgîniya min hîn girantir dikir. Ji ber ku ew bê xeberiya wî nîşan û mizgîniya başiyê nebû.

Piştî 19 sala, min yek ji xeberê herî nexweş yê jiyana xwe bihîst, gotin hevalê Xebat li Qada Botanê wê jî weke gelek Egîd Cuma û Adilan bûye cangoriyê kurdistan. Lê ji min re nehatibû gotin ku misoger li ku derê, kengê û çawa cangorî bûye.

Şevek  ji şevên zivistanê, meha kanûnê, ez çûm saziya malbatên cangoriyên kurdistanê, li ser daxwaza min, bi alîkariya hevalên saziyê, em  ketin nav Arşîva Botanê û me dest bi lêgerîna kir, min dît li ser rûpelek ku  bi nivîsa destî hatiye nivîsîn, dibêje Hevalê Xebat Lİ Qada Botanê, Li  herêma Berwarî, li Gundê SERHEL  di 17,10,1993 de, li gel hevala Mihabat, di encama erişkirina li ser dagirkerên kurdistanê de bûne cangorî.

Rêya we hemû cangoriyên welatê me kurdistan Ronî dikin û wê ronî bikin hemû rêw û rêbarên me, hûn tu caran naçin ji bîra me, ji ber ku bîranîna we, mîsogeriya hebûn û

serkeftina têkoşîna me ye.

AX Berwarî te  çima hemêz nekir û tu nebû mertal ji bo xebatê hêja û ciwan, ew hatibûn ji bo  li ser sîngê te rakin desten bi xwîn û lingên qirêj û  gemar, ji bo ku bes ji çavê te rondik û ji dilê te xwîn  biherike û bi rêje, te dilê Dayîka Gulê  hejand, parçê  herî hêja û şirîn yê jîyana  wê kire weke xwînên şeva û ji wê  revand.                                                                                                                                                     De bila te roja nû hilatî li min nebira ava, dergûşa şaristanî yê welatê min kudistan, bihişte li ser ruyê cîhan, bikira bûka Azadiyê,  Xebat rû bi ken, leheng û çeleng jî bikira zava. Min ê hingê bigirta sergovendî û bi dengek bilind, bigotiba hezar û hezar carî bijî ji bo te, te  rê vekir Xebatê law bibe zava.
 

Heval Xebat tu her li bîra minî, tu her li ber çavê minî, tu her mêhvanê xewna minî, tu her mîrî li dîwana dilê minî  tu li nav bîstanê dilê min her wekî gulî, heta saxbim heskirina  te qet kêm nabe ji vî dilî, xalê minî rê hevalê doza minî, tu şervanî li Botanê, Cangoriyê kurdistanê Xebatê leheng, Cilbiya bi te da navudeng, tu  çûyî lê li min bûye direng em li pey we bûne xelek.

Ez çi bêjim, ya dilê xwe ez nikarim li ser rûpelekê ji bo te birêjim, şev û rojê bo armanc û daxwazên te dixebitim, da bikarim bê hebûn û dîtina  te sebra xwe ez pê bînim…

RÛBAR PÎRAN (silopî )