|
Berîtan
di eşqa axa jiyanê de bû leheng… Wê nasnameya
rûmetê û hezkirinê li ser zinarên Lelikanê
nivîsand. Bêrîtan di bin hemû zor û newekheviyê
de çîroka parastina rûmeta me anî ziman. Bêrîtan
qêrîna azadiyê ye.
Bêrîtan (Gulnaz Karataş)
eslê xwe ji Dêrsimê ye. Ew di sala 1971’an de li
Solhanê ji dayik bûye. Heta ku biçe zanîngehê li
Elezîzê dijî. Piştre ji bo zanîngehê diçe
Stenbolê.
Salên 1990’î li Kurdistanê
salen ji agir bûn. Ev agir li dilê hemû kesên ku
digotin “ez Kurdekî bi rûmet im” de vêdiket. Her
wiha agir herî baş li çiya pêdikeve. Xweşikbûna
Cûdiyê wê jî kişand. Piştî Cûdiyê derbasî Geliyê
Azadiyê bû. Li vir çû kampa şervanên nû. Piştî
demekê di bihara 1992’yan de bi heyecaneke mezin
dixwaze derbasî pratîkê bibe. Lê ew ji bo
çapemeniyê tê peywirdarkirin. Dilê wê îsyan
dike, lê li hemberî vê yekê dernakeve.
Di sala 1992’yan de
nokeriya Kurdan bi tevê neyarên Kurd dest bi
êrîşê kir. Ji ber vê yekê gelek şervan şehîd
ketin. Bêrîtan jî tevli şer û pevçûnan dibe. Di
pevçûnan de gelek hevalên wê şehîd ketibûn.
Hestên wê tevlihev bûn. Bi hêrs bû. Bi taybetî
jî li hemberî îxanetkarên Kurd pir bi hêrs bû.
Ev Kurdên çawa bûn, çawa dixwestin darbeyê li
şerê azadiya Kurdan bixin? Ji ber vê yekê li ber
çavên wê ji dijmin xirabtir bûn. Di dilê xwe de
li hemberî îxanetê hêrsa ku ji pola mezin dikir.
Dê tu caran teslîm neba. Ji ber ew hîn bibû ku
her tim bedela jiyanê heye.
Wêneyê wê yê vê carê dê
cuda ba. Her wiha bi zehmet bû. Dê ji îxanetê re
bigota na! Li hemberî wê eniyeke pir mezin hebû.
Ya herî xirab jî yên ku têkçûn weke qeder dîtin
hebûn. Lê têkçûn ne qeder bû. Ruhê ku teslîm
nebin jî hebûn.
“Ew ruh di 1992’yan de
Bêrîtan bû. Ew xweşikbûn Bêrîtan bû. Ew lehengî
Bêrîtan bû. Neferên noker li ber wê digeriyan û
digotin “teslîm bibe em ê tiştekî nekin”. Lê wê
digot “ez teslîmê paşverûtiya Kurdan nabim”. Bi
vî rengî xwe ji zinaran davêje. Ev ne întihar e.
Ew xeta azadiyê ye. Ev yek rûmeta mezin a jinan
û berxwedana jinan e. Parastina rûmeta azadiyê
ya wê keçikê, deynê stûyê me ye. Ev pîvana min
e. Ji bo min pîvaneke esas e. Bêrîtan xeta
azadiyê ya ku esas digirim e. Divê em jiyana
şehîd Bêrîtan bikin xet. Bêrîtan ji bo min
wesiyet e. Ma em dikarin wê ji bîr bikin? Ew
peyam e. Ew ji bo me bang e. Ew Jean D’arca me
ye. Bi sedan yên weke wê hene. Em ê wê esas
bigirin ew rûmeta me ye.” Rêberê Gelê Kurd
derbarê Bêrîtanê de ew nirxandin kiribû.
Belê Bêrîtan… Çemê ku li
kana xwe hilnayê û diherike… Ew di 25’ê Cotmehê
de bi deryayê re bû yek. Ew niha di nava
okyanusan de rengê xwe û dengê xwe diparêze û
dijî.
Em dixwazin bibêjin çem,
dixwazin bibêjin stran an jî bibêjin helbest. Lê
ew xwe dide guhdarkirin. Xwe digihîne li her
derê.
Pelşîn Tolhildan
|