|
|
Hewar GABAR
Dema min despêkê Fermandarê
xwe dît, li beramber spehîtayî ya wî matmayî
mabûm. Rihek reş û hemiz dêmê wî yê gewr û
girover zû de nixwimandi bû. Cilên gabardîn
çiqas xweşik li bejna wî ya bi ser navîn re
kêmek dirêj û narîn dihatin. Hêlwesta wî ya
bibiryar, xîtaba wî ya kişandvan, dêmê wîyê her
tim bixende di dilê her hevrêyên wî de textê hes
kirinê ava kiri bû. Û ew bi her tişên xwe ve
viyane ji pola, milîtanek yeman, fermandarek
jêhatî, mêhrîdarê gel û çiya yê xwe û tîrojek
dijwar yê Roja xwe bû. 
Sal 1994 bû. Dawiya meha
bûk ya biharê bû. Li Gorengeha Xanê xanan li
Şaxa Hevlêr govendek mezin dizivirî. Ser û binê
dîlana şervanên azadiyê diheja. Dengê ji
şervanan bilind dibû dengê robarê Nêrdoş di
dewisand û xwe di bedena Birca belek de vedida.
Hevalek bejna wî kêmek ser navîn re dirêj, rihek
reş dêmê wîyê gewr û girover nixwimandî bi hemû
hunera xwe serê govendê dihejand. Cara ewil bû,
wî hevalî dibînim û navê wî jî min nizanî. Wekû
kes ez ne reqasvanek baş bûm û girêdayî vê min
pir ji reqsê jî hes ne dikir. Lê, kişandvantiya
sergovendî ya wî bê hemd ez kişandim û çûm
destê wî. Lê, li hember hunera wî ya pêşketî ya
reqsê kêmzanîna min û bejna wî ya narîn qama min
ya qut ez zû şermezar kiri bûm. Piştî kêmekî
raman bûm ku qunsentra wî jî xira dikim û bi
şermokî min govend berda bû. Piştî wê kêmekî ji
hevalan fêr bûm kû Berpirsê Qada Gabar Hevalê
Xebatê Merkezî ye.
Cara ewil li Bîra Askê,
li Xala Fermandarê Fermandaran Hevalê Egîd, lê
biryara serhildanê dayî bifermandarê xwe re
hevnas bibûm. Dîsa heman wekî îro, Roma Reş bi
hemû derfet û karîna xwe êrîş dikir. Dîsa
nevîçîçirkên Hûlago tirkîtiya xwe dikirin. Jixwe
li gundan kevir li ser kevir ne hişti bûn,
Kurd’an gundan terikandi bûn û herêm ji xwecihan
vale kiri bûn. Vê carê wekû pêwîstiya
dagirkeriya xwe, dora gêrîla bû. Her kevirek yê
Çirav’ê bi dehan gule û her girikek yê wê bi
dehan top û qazan dihingavtin. Di dilê xwe de yê
wekî bapîrê xwe kiri bûna û her kesê kû ji zulm
û zordariya wan re stû xahr ne kirî qetlê wî
wacip bû. Aha di vê demê de min fermandartiya
Hevalê Xebat- Xebatê navendî, an jî bi navê xwe
din Xebatê Dêrikî nas kir.
Kit mitên tayin spî
ketibûn serê wî. Cilên gabardîn li ser bejna wî
ya narîn, zirav û ji dirêja tê hijmartin
dilerizîn. Baweriya wî ya ji pola, wekû coş û
kelecan vedida dêmê wiyê gewr. Li gel hemû êrîş,
tengayî û bê derfetiyan, ew jêdera coş, moral û
ruhê serkeftinê yê hevrêyên xwe bû. Di şer de
fermandarek bê eman, di jiyanê de hevalek dil
fireh û di rêwîtiyê de pêçvanek rehwal bû. Erk û
peyaya wî çi dibe bila bibe her tim li pêş bû.
Di çepera pêş de şer dikir, di rêwitiyê de
pêşîvan bû. Wisa fêrî jiyanê bibû û wisa jî
xatir xwestin.
Dema min cara dawî li
Xinêre dîtî, serê wî nîv bnîv spî bibû, rih û
simbêlên xwe qusandibûn lê, ji spehitayî, rû
kentî û ji pêşîvantiya xwe tiştek winda ne kiri
bû. Hesûdî bûm! Min di dilê xwe de goti bû;
“yêkbûyîna bi baweriya xwe re û çiyan mirov
ciwan dihêlin”. Û wisa jî bû. Ew nîşeneya
têkoşertî, berxwedan û viyana pola ya bîst û
çar sala bû. Her xetek ya rûyê wî, her mûyek spî
ya di pora wî de şahidê boyerek destanî ya deşt,
çiyan û baniyên Kurdistan’ê bû. Kehniye ya
Kurdistan’ê nema bû ku jê av ne vexwarî, çiyayek
ne mabû bidehan berxwedanên destanî li ser jiyan
ne bûyî. Bost bibost, gav bigav pîvabûn ev çiya
û banî ruhê wîyê rehwal.
Fermandarê min; şîrovevanê
rastiya rûyê reş ya Welatê Stêran yê herî mezin
Mîrê Murada ye û hevrêyê wiyê herî nêzîk jî tuyî.
Li ber ronahiya Mirê Muradan li dijî vê toqa
naletê têkoşîna herî yeman û dijwar te da.
Xiyaneta hê ji Enkîdo destpê kirî tu carî pêsîra
dildarên azadiyê bernedan, têkoşertî ya te û te
jî bê merîstiya wê baş nas dikir. Em tim hizirî
bûn ku ev toqa naletê li Kurdistan’ê êrsiye û em
wisa ji rastiya me dûr xistibûn. Lê, we bi
têkoşertî, berxwedan û lehengtiya xwe ev
berevajî kir. Êdî xiyanet, li welatê Rojê
diperpite û li ber sekeratêye. Ji xwe jêdera vê
bê mehwertiya xiyanet û afrenêrên wê eve.
Bê goman bi destê van
rureşan, xwilam û xerbendeyên dagirkeran çûyîna
bihezaran mêrxas û dawiya wan êşek bê pîvane.
Diyare ev dêwê bê merîs, ev toqa naletê, ev
rûreşiya mirovatiyê, ev xencera bê bext li ber
sekitînê jî xetere.
Memostayê min; bêjim hêstên
min ne kelîn, dilê min tijî xwîn ne bûye ne
raste lê, ne girîm. Ji bû, ne girîm dîsa min
Mîrê Muradan û awrên we yên bibiryar anî ber
çavên xwe. Lê, mêhr (mêhla)a te li min dide û
mêhrîdarê teme. Wekû Gelê Kurdistan, herî zêde
me ji destê van bê bextan kişand. Hê ji Enkîdo,
Herpagos heya bi Abdulah Bedro xirabî û bê
bextiya ne kirîn nema.
Qedab lê bibare, sed carî
qedab.
Min ristek ya li ser Helpçe
hatî nivîsandin de xwendi bû. Ristvan, di
hevokek ya xwe de goti bû; “ Kes nîne jêke destê
vî dêwî”. Di rastiyê de di bin ronahîya Mîrê
Muradan de û bi berxwedan û têkoşîna we dest û
lingên wî hatine qut kirin û ruhê wî yê bê merîs
jî li ber mirinê ye û yê bimre.
Bi ked û berxwedana we, bi
evîn û mêhrîdariya we; li welatê Stêran
Xwidawend, li welatê Mîrê Muradan muradxwaz, li
warê nan kedkar û li welatê mêhrîdaran evîndar
bila şadbin.
Evîndarê azadiyê, mêhrîdarê
Rojê, dildarê gel û çiya yên xwe, fermandarê
hevrêyên xwe here, ûxira te ya xêrê be!
Lê, mêhra te dikim, mêhra
bêhna te ya li Botan, Amed û Xerzan li min dide!
|