* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Xuliqkarê Têkoşîna Civakî a Serdema me Serokê Netewî Serok APO re
 

 

 Sema YUCE

Ez sala 1971 Agirî jidayikbûm. Di nava partiyê de min Qodê Leyla û Serhildan bi karanî. Ez zaroka malbatek, di dema borî de di nava feodalîta kurdan de xwediyê cihek, lê malbatek di nava dîroka TC de ne tam serî tewandî û ne jî rejîma heyî re bûyî yek, ne jî ji bo ku nasnama xwe biparêze û ji vê re pêşengtiyê bike, malbatek bi demê re di nava sîsteme de heliyayî, qasî ku di warê madî de lewaz ketiye hindî di warê menewiyetê de ji lewaz û ketî ye de mezin bûm. Malbata min di nava mirovên herêmê de ji ber wesfên olî, weke saziyek Şexbûnê navenda moralê lîstibe jî, di roja me ya îroyîn de ne xwediyê angaşta ji civakbûyînê de ye û malbatek vasate. Em şeş zarok di nava vê malbate de mezin bûn. Di nava malbata min de heyîna welatparêziyê, dîsa destdirêjiya perwerdeyên medrese ên di nava malbatê de, mamê minê herîm ezin di nava malbatê de bi navê Leyla Qasim hitabî min kirin, di salên 70'yî de şopên bi sînorbin jî bîra min da avakirin û ev şop jî di salên 90'î de min bi têkoşîn û girseya gel da nasîn.

Ji zarokatiya xwe heya niha di şexsê malbata xwe de bûm şahîdê hemû rastiyên pevçûnên kurdan û di nava van  nakokiyan de jiyam. Min di dawiyê de jî ji saziyên perwerdê Kemalîzmê perwerde dît bi vê perwerdê ev hîn firehtir bû. Bi taybetî di dema zanîngehê de çanda enperyalîzîm û tiştên ku ji bo jinê weke hilbijêr rawa kirin di encamê bandora wê de, ez li dijî xeyalên xwe yên jiyanê ên zarokatiyê ketim.  Li ser bingehek rast xwe nerêxistinkirina min, têgiştina asta Rêbertiyê bi demê re li gorî mekan eyarkirin bû sedem ku ez di şexsiyeta xwe de paşverûtiyan derbas nekim. Eynî demê ez di civakê de jî, di nava têkoşînê de jî li hemberî koletiyê di nav enirînek mezin de dijiyam, rixmê eksbûna min jî, min nikarî li hember zîhniyeta civaka zilam a dagirker bibim xwediyê seknekî bi hêz. Li ser navê serhilderiyê min her gav avitinekî de riya seknekî bendewar vekir. Di wateyekî din de ez ketim di nav rewşekî vê civakê re bûna yek an jî bûm hilberînerê wê.

Min sala 1988'an têkoşîna azadiyê nas kir. Meşa min a deh salan di vê têkoşînê de weke ku min di jor de jî cewherê sekin û şexsiyeta xwe bi kîtkîte vekir e. Dema ez paşve dizivirim û weke keçek kurd lê dinêrim, her mirovek kurd an jî jinek kurd ên ku dikevin li ser riya azadiyê, heta însanek lewaziya beşerî jiyan dike, pisrgirêkên şexsiyet, kêmasiyên sîyasî û rêxistinî dibînim ku min jî jiyankirine. Lê belê min tu caran di cihê xwe de nehijmart. Doktrîna azadiyê a ku bi Rêber APO û di bin rêbertiya wî de dihate pêşxistin, herdem ji bom in bû çavkaniya hêza ez xwe li piya bigirim. Xala ku ez hatimê, şexsiyeta civaka kurd dîsa hemû nakokiyên kurdên serwer ên çînî li ser şexsiyeta jinekî hatiye xalek dawiyê eynî demê ez derbaskirina wê jî dibînim. Bê guman, asta pevçûna di şexsiyeta xwe de ez pevçûna bi hezaran salan his dikim. Ez dizanim ku ew ne rasthatineke. Ev rewş di şexsê Rêber APO de di nava rastiya kurd de hiskirina mirovbûyîn, têkoşîna civakbûyîn û azadiyê ye, " Di Şer De Serkeftin, Jiyanê de Azadî" ev bi hatina vê qonaxe re nêzve eleqedere. Asta ku têkoşîn hatiye, di qada me de di xebatên Partîbûyînê de ifade dibîne, di encamê vê de ez rastiyan hin baş fêm dikim: Çawa ku li ser rûyê asîmanan du roj nînin û nabin jî, ji bo kesek jî, ji bo jinek dixwaze bibe azad jî, hilbijêrkek du jiyanî, du navendên moralê nabin. Ev kêliya ku ez van rêzan dinivîsînim, ji xwede fikir, ji alî moral û jiyanî de min Rêber Apo kir yek navend, Ew Kêliya ku ez niha di nav de dijîm kêliya ku min hemû astengiyên xwe derbaskirinê ye.

Ev fermana vê serdemê ye. Ev serdem, qonaxa ku têkoşîn hatiyê, xilasbûna civakek bi enêrîn, bi eks, êş û sebra xwe di nava xwe de komkirin, şerê tolgirtinek mezin, ev sebra rêvebirinê ye ku di Pêximberan de nehatiye dîtin ev berhemên hewdanên Rêber Apo ne.

Ji qonaxa hatî de dijmin dixwaze meşa meya mezin a mirovahiyê bisekinîne. Ev demeke Serfermanderê Giştî ê tirk di bin navê têkoşînê  'marjinalkirinê' de tasfiyeyê li ser me ferz dike. Ev plan di navendên enperyalîzmê de hatine amadekirin, hêzên herêmê ên başverû girtine li gel xwe û bi destê dagirkerên tirk dixwazin bikin meriyetê, ev plan xwe dispêre ixaneta hindurîn. Hevariyên kurd û ên ku xeta wan di nava têkoşîna me de digirin, ji bo xwe bingehek civakî qebûl dikin cewherê vê planê,  ev in; serdema despêkirina derguşa mirovbûyîne Mezepotamya di meşa Kurdistanê de, heta di nava Kurdistanê de li çiyan, yeko yek ji bajaran, mejî û dilên mirovan bi sînordar kirin, dorpeçkirin, hedî hedî di hindur de rizandin û xistine. Bingeha vê jî rastiya koletiya kurd û asta we ya civakiye. Dijmin dixwaze Kurdan di vê serdemê de bike qewme Lut, wan bi birçîbûne, bi ajoyan teslîm bigire û tune bike. Ji bo vê jî welat valakirin, bi keştiyan kurdên koçber berbi navenda xwe ve birin, kurdên ku bi van gettoyan komkirin di şexsiyeta van kurdan de hilbijêrka jiyana azad dixwazin bifetisînin. Însanên me yên ku gunde wan şewitandine di metrepolan de anîne rewşa  di nava çopan de nan komkirinê, bi birçîbûnê terbiyekirin, ew civanên ku di wir de kombûne bi sînordarkirina jiyanê wan qedandinê armanc dikin.  Jiyana azad a ku Partiya me dixwaze di Zap, Ertûş û Nînovayê bixe jiyanê tecrît dikin, îmha dikin bi vê jî dixwazin tenê ji bo kurdan hilbijêrka zebûniyê bihelin…

Gava dijmin a li ser girtigehan jî rehabîlatasyon e. Di girtigehê de 'marjînalkirin', agirê ku Mazlûman, Xeyriyan, Kemalan û Çar Sterkan pê xistiye bitemirînin û yek yek di mejî û giyana ferdan de bi diwaran agirê têkoşînê ê ku di asoyên çiyan de dişewitê hevdîtina bi vê têkoşînê re astengkirin, çeka Partiya me a dahûrandinê, dorpeçkirina dijmina a bîrdozî û çandî berovajîkirin, heya atomên xwe dahûrandin û zebûnkirine. Dixwazin vê bikin. Kombûna zindanê a bi deh hezaran kesan, dixwazin bînin rewşa xwe bixwe tunekirinê, hemû nirxen me yên pîroz me qutkirin û me xistina hilbijêrkên xwe yên hevkarî û civakî li ser me pozber kirin(danîna kirin) heye. Çeka polîtîkaya marjînal a ku li her derê yeke û nayê guhartin, şexsiyeta jina paşverû û zilamê serdeste.  Ev çek meyla qaba zayendperest, heta feraseta rêxistina serdest a polîtîk bigire li her derê weke amûrek tê bi karanîn. Dagirkerî li ber tunebûn û xilasiyê ve diçe, lê yek palpişta wê maye ew jî afirandina yek tîpbûna însane. Têkoşîna me ya ku bi pêşengtiya Rêber APO tê meşandin, arteşa me ya şehîdan, vê polîtiyê zû ferqkirine, dahûrandina wê pêk anîne û vê jî kirine di bin xizmeta gelê me de…Bi hewldanê Rêber APO ev kêlî bi  kêlî hatiye vala derxistin…

Dijmin ji bo ku polîtikayên xwe pêk bîne û encam werbigire di nava hewldan û amadekariyek dawiyê de ye. Hewldanên Serfermandariya tirk ên dema dawî vê ispat dike. Ev pir vekiriye ku dîsa di navênda van polîtîkayên wan ên qirêj de Rêber APO û bêbandorkirina wî, xeta wî ya polîtîk rixmê wî bêbandorkirin heye. Sedemên di van polîtîkayên xwe de israrkirin jî, di nava partiyê de şexsiyetên jin û zilam ên ku nayênê hilbijêrkirina jiyana azad û ên ku nayênê navenda sazibûyîna Partiyê ye. Ew ji van şexsiyetan bawer dikin.

Lê belê, jina kurd fermana Rêber APO girtiye. Xwe naxe lîstokvanê polîtîkayên dijmin ên qirêz, nabe amûrek karanîna wan, ev jî nîşandaye.  Rêber APO di 8'ê Adarê de deng li hemû jinan kir ji axaftinên xwe de weke ku îfade kir "di eksena jinê de xilasiya bîrdozîya jin" divê bê pêşxistin, ev doktrîna ji bo derbasdariya pirsgirêkên şer berbi aştiyek mayînde û heta berbi mirovak azad ve çûyîn, ev jî dibe bingeha çareserkirina gelek pirgirêkan diyarkir jina kurd ev daxuyaniya Rêber APO fêmkiriye.ji Jina kurd bi meşa xwe ya çalekvan a ku 8'ê Adarê da destpêkirin heya 21 Adarê gihand pileyek çalekiya mezin vê rastiyê ispat kiriye.

Serokê Min!

Li ser vê bingehê ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe 8'ê Adarê heya 21'ê Adarê bikim pirek ji agir. Ji bo ku ez bibim şagirtê Kawayê Hemden Mazlûm Doxan û hemû şehîdên me, ez dixwazim weke Zekiye bişewitim,  dixwazim wekî Rahşan bibim Newroz. Ez dixwazim bi biryarî li ser şopa hevalên ku bûne Newroz Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmed û Rêheval Eser de bimeşim. Hêza jin a jiyanê, hêza we ya serkeftinê jî heye, jin jî dikare bibe Rêhavalek dilsoz ez ji vê bawer dikim û dixwazim vê bi çalekiyek tacîdar bikim, sedemê xwesteka min jî ev e; hemû pênaseyên li ser  zadeganê (soylu) tên kirin wî safîkirin, kesayetak bixwe sifik lê erdema xeyalên wê mezin ez dixwazim vê bikim qêrîn.

Ez li ser çalekiyên şehîdên me yên ku dixwazim bibim şagirtên wan gelek fikirim. Her roj, ji her kêliya  meşa xwe de bi agirê şoreşê şewitîn, min bir dixwes ez sirê vê bizanibim. Min dît ku ev çalekî çalekiya mirovê xwe derbaskirinê ye. Dema min ev biryara da şûnre jî dubare dubar êmin şerê hindûrîn jiyan kir. Min hebû lewaziyên beşerî ê hêza eyarkirinê cara dawî dî û min wê têk bir. Azweriya min a jiyana azad, azweriya min a jina azad vê fermanê kir. Girêdana ji Rêber APO re ez gihiştim ku, di nav agirê azwerî de xwelîbûyîn û di nav vê xwelîbûyînê de dîsa hebûna xwe afirandine, ez vê niha hîn baştir fêm dikim.

Çavkaniya hêza biryardariya min a jiyanê ji nû ve xuliqandinê ya herî girîng yek jî wan çekan Partibûyîna jinê YAJK'e.  YAJK, hem baweriya afirande yê ku jin bi Rêber APO re dikare bibe rêheval, hem jî ez bawer dikim ku wê bibe çeka doktrîna Rêber APO a xwe sazûmankirin, belavkirin û kûrkirinê.  Ji ber vê çendê YAJK mezin kirin erkê her jinek kurd de, heta erka gel û jinên herêmê ên serekeye jî.

Serokê Min

Ez bi girêdanbûna wesiyeta Xwedawenda Rêheval Zîlan re, ne tenê çalekiya wê ya rewnak re di warê cewher de, dixwazim di warê teşe de jî bibim bersiv. Lê di rewşa girtigehê de ev ne gengaz e. Bi jîvaniya dilên bi hezaran zarokên paqiş ên di vê Newrozê de li ser piya bûn ji wan re bûyîna yek, ji bûyîna şopdarên vê wesiyetê re gengaz e. Azweriya min a azadiyê gelek mezin e. Ji bo ku ez vê azweriyê bi hêza jiyanê re bikim yek, ez hebûna xwe dikim cangoriya Rêber APO. Jin çirûska agirê kurdan ê ku bûye xwelî ye. Jinên ku çirûska xwe heyî, di xweliya xwe de ji nû ve jidayikbûnê pêk anîn,  wê bibe raçînq kirina Kurdistana azad. Lê ev tenê jî nikare bibe bersiva Rêber APO.  Ji bo ku em bikaribin bibin bersiv divê her dilek di nav agir de safî bûyîn pêk bîne. Ez encex di wê hêzê de me ku dikarim dilê xwe bidim.

Dema ez xwe dikim Newroz, mejî, dil û hemû hicreyên bedana xwe dikim cangoriya vê doktrînê, ez carekî din vedibêjim ez sonda girêdana xwe dubare dikim.

Bijî Rêber APO û doktrîna wî ya azadiyê!

Bijî PKK, ERNK, ARGK!

Bijî Welatê Azad, Însanê Azad!

Têk Biçe Hemû Cureyên Dagirkerî û hevkarî Ye!