* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 



 

 

     Dilşa Efrîn
Navê Wî  Zagros


Mirov pir caran, nirxê yên di destê xwede nizanê. Ev ji bûyîna rastiyeke giştî zêdetir,şêweyekî ramaniye ku, mirovên vê axa me ji dîrokê girtine û  dijîn.  Şêweyekê raman  yê  wisaye ku yê  li dest xwe  mîna beşek ji xwezaya xwe, encamek xwezayî ê hebûna xwe têdighe û bi vê hinbûyînê ji nirxandina yê li dest xwe bêhtir dijî. Yê din jî dinav herîkandina demêde wate didê, dike parceyek ji parçayên  hevgirtina xwe. Bi vî awayî dinavbera xwe û derdora xwede hevgirtinek xwezayî, yekîtiyek ya wateyê pêktîne. Gava yek ji parçeyên wê winda dibê, ev yekbûyîn ji hev belav dibe û ev belavbûn, dûbare jibo parçeyên wê bêne watedar û berhevkirin dibe dahurandina, ku diyalektîka pêkhatinek nû çêbikê. Ev diyalektîk, ji nirxandina yê li dest xwe zêdetir, nirxandina pêvajoyên afirandina yê nû û jîyanê, lewra pêvajoya zanîna nîrxê bixwere tine. Weke encama van, nezanîna nîrxê ê li dest xwe, lê di şêwaza nirxan dina jî şêwazekê raman pêkhatiye di mirovên axa mede.

              Di rastiya axa me, ya ku herî zêde diyarê windayiyane, peroşa ramanê jinûve watedarkirina yên me bûrandine, berê  jiyana me didin çêkirin.Nirxên xweyên herî xurt ku em kirin em, bi wate kirin. Dinav herikandina dîrokê a dilhişkde me windakirin. Dinav kefa destê mede, pir tiştên ku em dikin nakin, nizanin bê kî, çima dane dest me. Bê ku wate bidîn, ziyan dikin. Gava jiyan ji wateya xwe disepîne, bi neçarî disekinin û li yên me burandine dinêrin. Lewra tevayî ‘’ wate’’ yên em kirine em, ji dest me hatine derxistin û me, di tarîtiyên hestê winda, yê ji wê ‘’ rêderketina mezin’’ ku jêre dibêjin şarîstanîde hatine fetisandin, mejiyên me biqasi ku, şeytanê derûna wî winda kirî, li hember yê ew daye çêkirin rabe, ji aqil bê pare. jiber wê, em nexweşên ramanê li paş xwe dizivire û di roja paş îrode li

‘’wate’’ yê digerine. Em vedigerin û di roja xwe ya paş îrode  bi parçayên ‘’wate’’ ên me komkirine, em xwe didin çêkirin. Bi êşe, lê diyalektîka hebûna me eve. Em dikarin ji vê re bi bêjîn, li diyarê

windayiyande, pevçûna zor a mijûliya xwe dana çêkirin.

            Vê biharê ez li Zagros’ ê geriyam. Min tim bihîstibû diyarekê windahiyan. Cihê îskender le aliqî û parçebûyî, xeleka çiyayên nayin derbaskirin. Avaşin’ a hiphêşin a ti qirêjiyê qebul nake, li jêr stêrkan sekinî,Basya wekî bixwaze xwe di Avaşîn de  pak bikê, şermok diherike Çarçêla’ ya mîna destekê bixwaze reşiyê biqetîne,, bi serbilindiya bûyina yê bilind, bi sekinandina xwe a gure Cîlo, û ji tevan zêdetir li girê qertal jibo nobedariyê gerîlayên jin ên yekîneya xweser, ku hêdî hêdî xaçerêyan re bilind dibin. Vê biharê li zagrosê, di nav şaşwaziya zarokde min jiya. Min hewl da ku, tiştên dijîm bi tena wê bijîm. Piştî demek ser re derbas bû, min fêhm kir ku bedewiyên li Zagros ê, bi wateya ligor nirxê wê min nejiyaye. Bi diyalektîka ramanê diyarê windahiyan ê êşê dide me, her ku ez ji Zagros’ ê dûrketim, niha baştir dibînîm ku, nirzê wê zêde dibe...

Vê zivistanê ez, bi Zagros’ rebûm. Jibo ji nûve avakirina PKK’ ê dibistana amadekariyê a hatî cem hev, dinav nîqaşên wan yê germde, pir ji me bê ku pir zêde nirxê yê li kêleka xwe bizanin, dinav herikandina demêde zivistanek derbas kirin. Di biharêde, çawakû bi tava nisanê berf dihelê û helaleyên stû semundî bi girî serê xwe bilind dikin, gava me ji hev xatir xwest û wextê veqetînê hat, me fêhm kir, bê me çiqas hevû dû kêm naskiriye. Di rêwingiyên nûde, wê me tiştên nû jiyan bikira. Ta kû, me agahiyên windahiyên ên me li paş xwe hiştibûn bigirta, wê me wateya nirx dayina hev nezanibûya. Ji bo min jî weha bû. Dinav rastiya sar a zivistanê ew Zagros’ê ku tu zivistanekê nedikarî ser rastiya wî a germ, bi jiyanê dagirtî bigre, min pêdiviya ku ez wî weke beşek ji hebûna xwe binirxînîm nedît. Tenê min bi wîre jiya. Min pêre gotûbêj kir, parve kir, şer kir, jê xeyidîm, pê re li hev hatim, min her zêde ji sekinandina wî a bi xwe bawer, axaftina wî ya bê virde- wirde, di wî temenê biçûkde zanistiya girtî, di şerê xwede çavreşiya wî hezkir. Dawiyê dema wextê veqetinê hat, min ew himêz kir, xatirê xwe jê xwest.

            Mirovek çiqas dikarê mirovekê nas bikê! An ji çiqas dikarê têbighê! li kûderê û çawa dikarê nas bikê, fêhm bikê! Tim tê gotin, kesayetên rast ên mirov di kêliyên tengde zelal dibin. Mirovek çiqas bi karê xwe bi yekê din re parve bike, ewqas dikarê hebûna xwe di wîde pêkbîne û bide zêdekirin. Daxwaza vegotina xwe û hewildana parvekirinê a hevalê Zagros, bi pir awayên cûda hat şîrovekirin. Ez nikarim bêjim, ku min pir wate da û nirxê wî zanî. Gava min agahiya windakirina Zagros bihîst, ez nû ji Zagros’ê hatibûm. Li ser hevalê zagros dikarim pir tiştan binivîsînîm, ji xwe heta zimanê wî dilivî behsa pir hevalan kiribû. Ya herî bedew ji, rastiyek, ya Zagros ku jixwe ji pênûs û zimanê wî hati vegotin heye. Di alîyê agahîde, pir tiştekê ser ve zêde bibe tûneye. Lêbelê ji bo wateyê, bi her yek ji me re parçeyek Zagros heye. Ew, niha yê em nirxê wî baştir dizanin., wateya em kirine em, bixweye. Ji wî wêde ma em çine? Ji windayekê ku cîhana derewan dane dest wêdetir, em çine? Ne tiştek. Zagros kiye! Her tiştê em kirine em. Ji vê wêdetir gotine.

Niha ez wate didimê. Zagros, zagros’ bû. Diyarê jiyana geş a ku tu zivistan nikarê ser bigrê, biharek cîwane. Çiyayekê serhildêr e ku tu fefihkar nikarê wê zeft bikê. Avaşîn’ a ku tu qirêj nikarê wê girêj bike, destekê dirêjî stêrkan dibe, hendavekê  her ku derdikevî dide azadkirin. Di peraveke bedew ê demêdê weke hêlîn helo kûlîlk dide.

    Di pêşbirka watedana xwe û xwe watedar kirinêde ew, yê despêkê û herî pêşdeye. Ger, wê ev meş dewam bike, ên li paşde tên, wê li şûna yê pêş xwede bicin. Emê meşa xwe bidominin. Rêwîtiya vedîtîna Zagros’ ê di hûndirê zagros’ de wê dom bike. Li wir emê xwe bibînîn. Wê ew xwe weke emê wate bidînê. Ku wateya me hebe. Nirx di wateyêde veşartiye. Emê nirxê wî bizanin.

Rojêkê min jê pirsî, ‘’ çima navê te Zagros’ e?’’bi wê besimîna mezin a liser xwe, got, û ‘’ hevalekê li min kiriye’’ Zagros, niha li ber çavê min besimînek mezine. Hewl didim wateya xwe bibînîm. Pirsek; yan çiya wateyê didin mirov, an ji mirov wate dide çiya! Bersiva vê niha zelale.. ZAGROS besîmînek( tebesüm) mezine.

RÊWİYÊN ZAGROS