|

Mirov dikare weteya wekhev bide peyiva
kurd û bihar. Wek cîhana bin kawosa zivistanê ji bo
derkeve jiyanê bi sancî benda bihare ye, kurdên
azadîxwez jî hêvîya azadî û vejîna xwe tim bi bihara
rengîn ve girê da ye. Di vê demê da wek cîhana barê
zivistan ji ser xwe davêje, kurda jî bo barê bindestîyê
ji bo ser xwe bavêjin di vê mehê da pir car serê xwe
hemberî neyar û kedxweran rakirîne. Ev têkoşîna meha
Adara dema biharê, di dîrok û remana kurda da bû ye
sembola berxwedan û serhildanê. Ev sembola ji dema
kevnar da ji Kawayê Hesinkar ta îro bi agirê bedena Kawa
yê hemdem Mezlûm Doxan bûye grîngtirîn sembola hêvî û
bawerîya vejîn û serkeftinê. Di vê wetayêde Kurd û
bihar ji hev ne cuda ne. Mazlûm Doxan bi çalakîya xwe
pîrozbahîya Newrozê weta kurd û bihar pratîkê da
derxiste zanebûnê, bi vî çalakıya xwe û tevî
berxwedanîya zindanê bi pêşengîya PKK bû sembola
berxwedanê ya serdema nû.
Hemberî vê berxwedanîyê ji bo Kurd
dernekeve dema bihara bixemil û bihêvî, neyar pir caran
xwestin hêvî û viyana gelê Kurd bişkînin. Qetlîyama
Helebce êrîşa here hovane ser hêvî û baweriya gelê Kurd
bû.
Agirê Newrozê ya bi sê firinka bedana
Kawa yê Hemdem – Mazlûm Doxan vejiya yî di 15 Tebaxa
sala 1984 bi peşengiya PKK’ê bin serleşkertiya fermandar
Mahsûm Korkmaz veguherîya alafa têkoşîna çekdarî ya gelê
Kurd.
Wek tê zanîn piştî derba leşkerî endamên
PKK ji bo meşandina têkoşîna azadiya derketin dervayî
welat. Bi armanca destpêkirina şerê çekdarî li Lublanê
akadêmiya leşkerî hate saz kirin. Piştî perwerde gihîşte
encem, kongra PKK ya duyemîn da biriyara vegera welat
hate girtin. Amedekarî û rêvebirîya vê çalakîyê dikeve
ser milê fermanda Egîd (Maksûm Korkmaz). Vegera welat
da, hê ew dem hêzên PDK Başûra Mezin dixwezin yekîna
gêrîlla teslîm bigirin. Gêrîlla bin fermandar M. Korkmaz
3 meh bi nanê ji berrû ya çêkirî xwe ser piya dihêlin,
lê teslîmî xwesteka hêzên PDK nabin. Biharê yekîna
gêrîlla derbazî welat dibin. Heval Egîd demekî li Botan,
Garzan û Hakarîya dest bi xebat dike. Heman demê jî ji
bo destpêkirina şerê çekdarî dikeve nav lêgerînekî
berfire. Piştî nas kirina werên ji bo gêrîlla bikaribe
çalakî li derbixe û ji bo nas kirina rewşa ji şer destpê
diki û naskirina rewşa civakê dikeve nava amadekariya
çalakiya leşkerî. Ji bo destpêke Eruh, Şemzînan û Çataq
hedef tê girtin. Armanca vê çalakiya şiyar kirina Kurda
ji xew bû. Bi Rêbertîya heval Egîd yekîna HRK êrîş dibin
ser van bajarokên destnîşan kirî. Her çiqasî yekîna
Terzî Cemal peywirên xwe pêk jî neynin, yekîna bi
berpirsîyartiya heval Egîd encamê dîrokî dest dixe.
Fişeka yekemîn tê teqandin tirs Kurd û xewa Kurd ya
koletî belav dike, heman demî jî betona qebira bi nivîsa
“me li vir kurd defin kir” dişkîne. Nihêrîna Kurda
digotin PKK jî wek hêzên din wê nekaribe ji gotinan
derbazî pratîkê be û çend roja da wê bidawî bibe, piştî
vê çalakiyê weta xwe winda kir..
Bê guman dewleta Turkîya jî dest bi
opêrasiyonên ber fire dikin. Heman demî jî bê ku encam
bigirin, propoganda “me têrorîsta xilas kirin”
dimeşandin. Heval Egîd hemberî vê propogandê dibêje;
eger vegera me berbi Botan, Gever çênebe, ew dem
propoganda dijmin dikare ciyê xwe bigire. Piştî biriyar
tê girtin heval Egîd bi yekîneyekî derbazî Gever dibe,
yekîneyek derbazî Cudî dibe. Yekîneyeka din ber sînor
dimîne. Ev herd yekîne zivistanê çend çalakiyên bi encam
lidardixin. Dest didin ser sîlah û alavên eskerî. Terzê
gêrîllatî yê heval Egîd dimeşîne, dijmin dike nava
tevliheviyê. Êrişê çi demî, ji ku pêk pê nayê fem kirin.
Heval Egîd digot ne şerte êriş tenê şev an roj bê meşan
din, pêwiste zeyiftiya dijmin baş bê tespît kirin û gor
wê êrîş lezgîn pêk bê. Heman demî jî êrîşa lezgîn, paşva
vekişîn û şopa xwe winda kirina lezgîn neyar fêm kir ku
yeke mîn car dijî wî hêzeka cîdî rewastîya ye.
Bê guman ev qehremanî û hostatî girêdayî
terza rêxistinî ya sekin û nêzîkatiya heval Egîd bû.
Grîngî û cîdiyeta pêvajo û rast nirixandina pêvajo
dihîşt ku gêrîla bi hêza ji moralî girtî tim encamên
erênî dest bixin. Heval û gel ji vê coş digirtin. Ev coş
her diçe bawerîya bi hêza gêrîla xurttir dike. Gel bi
alîkarî û fadekarîya xwe destek dide gêrîla. Deriyê gel
pêşiya hevalan vedibin. Bi vî rengî tevî şerê çekdarî
yekîneyên gêrîlla xebatên propoganda nava gel da
dimeşînin. Heval Egîd bi xwe jî bi gel ra gotûbêja dike.
Kesên bi wî ra dikevin nava diyalogê da bi sekin û
danistandinê wî va pir bi tesîr dibûn û bi rêxistin va
dihatin girêdanê. Cîyê ku heval Egîd derbaz bibe sedî
sed bandora xwe li wê ciyê dikir. Di keseyeta heval Egîd
da nas kirina partî û fedekarî û qehremanî demekî kurt
da vediguhere destena vîjînê. Bi sedan ciwanên bi vê
hereketê bibandor bûyî tevî refê gêrîlla dibin.
Heval Egîd tim şiyar tevdigeriya.
Pirsgrêkan ra zû çareserî didît. Demên dûr û kur pêşiya
xwe didît. Di nirixandinekî xwe derbarê tevlêbûn û
destekên roj bi roj zêde dibin da heval Egîd digot niha
em yekîne ne, demê pêş hêza ma wê hê mezintir bibe. Weke
din bi berfire bûna şer êrîşên dijmine jî zêde bibin,
gundê bêne şewitandin, ji ber van sedeman peneberên şer
jî wê zêde bibin, pewiste ji bo xwedî derketina vî gelî
nihada em bikevine nava amedekarîyên cîdî. Weke din
heval Egîd dibê gere em zêde barergehên ber sînoran
rakin û grîngîya wê jî destnîşan dike.
Weke din sala 1986 da li Geverê şev li
ser nobetê navbera Zekî û Welî da nexweşîyek dertê holê.
Ew dem heval Egîd deng nake, lê dema dibe roj ew civîn
lçêdik û dibêje hûn dixwezin partî bikin xizmeta xwe da.
Zekî ra dibêje; “ tu mala bavê xwe da kurê axa bûy,
dixwezî li vir jî wî terzî bimeşînî, bi terzê xwe tu
nikarî bibî şorişger”. Bi vî rengî heval Egîd çend sal
pêş da şoreşgertîya Zekî dike bin şikê.
Sala 1986 roja 28 adarê dema yekîneyê
gêrîla ji Geverê dixwezin derbazî Cûdî bibin dikeve
nava kemîna dijmin. Yekîna du milan da vedikişin û xwe
ji kemînê rizgar dikin. Heval Egîd di vekişînê da şehîd
dikeve. Hema şehadeta heval Egîd hete niha jî
derneketîye zelal bûyînê. Fişeka li heval Egîd dikeve
gor tê fêm kirin ne ji milê neyar da hatîyer avêtin.
Dema Serok ser şehedeta heval Egîd
nirxandin dike, piştî rave kirina Serok heman rojî kesek
xwe întihar dike. Ev întîhariya ne zelal jî wek fişeka
ne dîyar şik dibe ser şehedeta heval Egîd.
Piştî şeyid ketina heval Egîd dijmin
dibêje me destê Apo rastê jêkir, gêrîla xilaz bû. Kesîra
jî ji Serok ra dibêje Egîd bû ew jî çû, tê êdî çi bikî.
Wek bersiv hemberî van mesajan ji tol û çeka Maksum
Korkmaz hilgirin bi sedan kurdên ji xew şiyar bûyî tevî
refê gêrîla dibîn. Çawa ku heval Heqî Qerar bi şehedeta
xwe dibe sembola partî bûyinê, Mazlûm Doxan bibû sembola
berxwedanê, heval Egîd jî bi şahadeta xwe dibe sembola
artêşbûyinê. Ser vê esasê ji roja 21 adarê ta roja 28
adarê bûya sembola hefteya qehremanî.
Em di vê roja şahedeta heval Egîd da, di
keseyeta wî da hemû şehîdên xwe bibîr tînin û serê xwe
ber bejna wen ditewînin. Em soz didin ku heta dawî
girêdayî xeta Rêber Apo û şehîdên xwe bimînin. Di vê
rojê da em malbetên şehîdên şoreşa mirovahî silav dikin
û ji tevayî gelê me ra serkeftin dixwezin.
Bijî Rêber Apo!
Bijî Aştî û azadî!
Bijî hefteya
Qehremanîyê!
|