* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


      Ji bo bîranina şehîdekî leheng
 

 

                                        
Şehid parçeyén canê mene û ew ti caran  ji me naveqetin.
Xwediderketina rast li  biranina şehidan té wateya jiyîna herî rast û rûmetdar.şehid fermandeyên rasteqîn ên rêça şoreşa mene. Tevahî endamén réxistina me, neçarin ku biranina şehidén tekoşiné, tevger û gotinén wan, weke ferman tébigihin û li gor wan fermanan tevbigerin.

Rêber Apo...

Kesayetek fedekar, rihsivik û dil nizim bû

Şehîd Lezgîn(Suleyman Gökalp) piştî sala 1989’ê bi yasaya leşkergirtinê ku biryarek ya partiyê bû, bi hezaran ciwanên Kurd tevlî nava refên gerîla bûn.  Lewma şehît Lezgîn jî yek ji wan kesan bû ku bi yasayên leşkergirtinê tevlî refên partiyê bû. Berê wê, wî gêrîla nas nedikir. Belê hebûna gerîlayên PKK li wan herêman, xelkê herêmê bi giştî pê bandor bibû. Di encamê de di sala 1989’de dema ku li gel malbata xwe diçe zozanan partiyê nas dike û her li wêderê tevlî nava refên gêrîla dibe. Yanî li zozanên Tehtereşê yên ser bi Bêşebaşê tevlî partî bûye. Ji ber ku kesayetiyek ji Botanê bû di aliyê fîzîka xwede li gor şert û mercên çiyayên Kurditanê jêhatî bû. Di demek kin de karî deshelatiya xwe li ser wan çiyan çêbike. Herwekî ku Heval Lezgîn ji gêrîlatiya wê demêre hatibû mezinkirin. Kesayetek şerker, jêhatî û çeleng bû. Bi taybet di şer de tirs ji bo wî ne bû, di şerê xwe de di nava hevalên xwe de dihate naskirin û qehreman bû. Di aliyê danûstandinên dinava hevalên xwe de kesayetek bê pirsgirêk bû. Zû dikarî têkiliyan ava bike. Kesayetek fedekar, rihsivik û dil nizim bû. Di ti rewşê de xwe tû caran ji kar dûr nedixist û hewl dida karê xwe serkeftî bike. Di encamê de di sala 1991’de, dema ku li gel hevalên xwe ji bo erkekî diçe gûndê Şîrwan ser bi navçeya Erûha Sêrtê ve, bi xiyaneta gûndiyan û agahdarkirina dijmin, li gel çar hevalên xwe bi artêşa Tirk re di kevin nava şer, her pênç heval jî bi qehremantiyek mezin di vî şerî de digehin şehadetê.

KURTEBİHORİYEK YA ŞEHİT LEZGÎN NEREXÎ:

Dema ku em bi xetên stûrve çavnêrîneke giştî li herêmên Botanê dinêrîn, kêm-zêde nêzî hevin. Weke xaleke bingehîn zêdetir ji ber pirsgirêkên hindir di navbera malbatan de her dem pirsgirêk hene. Yanî heskirinek wisa yekgirtî ya li herêmê yanî li gûnd nebû, hîn zêdetir dûrbûn û nakokî hebûn. Her wisa jî di aliyê rêkxistinî de jî lewaziyên bingehîn hebûn, ev yek jî wisa dikir ku herkes di hindirê malbata xwe de û di sinorê wê malbata teng de tev bigere. Eşîretgeriya kilasîk di hûndirê gûnd de bi bandor bû, nemaze gûndek weke Nerex ku ji pir aliyan pêk di hat, lewaziyên bingehîn di vî warî de lê peyda dibûn. Mirov nikare malbata Şehid Lezgîn jî ji derveyî vê rewşê bibîne an jî bigre dest.

Li gel vê rastiyê ji malbata şehîd Lezgîn di aliyê civakî de di nava  gûnd de weke malbateke baş dihate naskirin. Têkiliyên malbatê zêdetir dinava xwe de bûn. Ji bo nimûne, têkiliyên zewacê, dan û standin, derketina ji derve pir nebûn. Zarokên malbatê jî di bin van bandora van rastiyan de mezin dibûn.

Di warê aborî de wek malbat eger bê destgirtin, mirov dikare bêje rewşa wan navîn bû. Ji sedema zêdebûna zilamên malbatê, kar û barên ji bo debara malbatê bi hêsanî dihatin kirin. Di vî warî de rewşa malbatê baş bû. Her wiha ji sedema hebûna komira bin erdî ya zêde ya herêmê, endamên malbatê bêkar nediman û piraniya karê wan di vi warî de bû. Eve ji mîsogerî bandoriyên erênî li ser aboriya malbatê dikir. Li gel komirê, malbatê sewalvanî ji dikir. Her wiha çandinî jî karekî din ê malbat pê jiyana xwe debar dikir. Ji ber van jêderên debarê mirov dikare bêje rewşa tinetiyê di nava malbatê de nebû.

Yanî hem çandinî û hem ji xwedîkirina heywanan dinav hevde di meşandin.

Di warê çandî ango kûltûrî de jî bandora çanda herêmê ya kevneşop li ser malbatê zêde bû. Mirov dikare malbatê weke malbatekî Botanî bi nav bike. Hemû endamên malbatê li gor anane û kevneşopiyên civaka Botanê mezin dibûn.   

Her çend  dibistana seretayî di gûnd de hebû jî, lê belê ji ber mijûlbûna malbatê ya kar û jiyanê şehît Lezgîn hem dibistan di xwend, hem jî mijûlî karê şivantiyê bû. Yanî ne dikarî weke zarokekê zarokatiya xwe bijiyî. Di aliyê têkiliyan de her çend ku rewşeke taybet ya malbatê hebe jî lêbelê şehîd Lezgîn di têkiliyan de malbat zêde bingeh nedigirt û bi hemû zarokan re têkilî ava dikirin. Pir bi rêz nêzî wana dibû, belê di zarokatiya xwe de tû caran zorî û bê mafiya li hemberî xwe ne di pejirand. Heta divê mijarê de ger çi diba bila biba, zoriya li hemberî bav û birayên xwe yên mezin jî qebûl nedikir. Dinava malbatê de hîn zêdetir, daxwazên wî yên dan û standinê li gel dayîka wî hebû, rêzdayîneke zêde û cûda ya şehîd Lezgîn li hemberî dayîka wî hebû. Belê gotina rêzdayîn ji mezinan re û heskirin ji biçûkan re, weke taybetmendiyeke sereke di kesayeta wî de bi cîh bibû. Eger di rewşekî asayî de ba û neheqî lê nekiriban rêzdayînek cûda dida bav û birayên xwe jî.

Her çend bihîstina şehadetê giranbe jî, lê belê ji ber ku malbateke welatparêz bû, li gel xemginiya bê tarîf, li aliyek din jî gotin di cihê xwe de be bi şehadeta heval Lezgîn malbata wî keyfxweş û serbilind bû. Ji ber ku malbat gihişti bû qenaeteke wisa ku êdî ew jî zêdetir di vê têkoşînê de xwîn, ked û xwîdan di ber Kurdistanê de daye. Bi şehadeta Lezgîn, bîr û baweriya wan ya welatparêziyê hîn xûrtir bibû. Girêdana bî xeta partî û şoreşê ve zêdetir bû. Ev bawerî heya îro berdewame û wê hîn zêdetir jî berdewam bike. Malbaata şehid Lezgin kampa Mexmûr