|
Dewleta
Tirk, di Çotmeha sala 1992’an de bi piştgiriya
hêzên Nato, İngiliz, Amerika û dewletên
statokoparêz yên Kurdistan dagirkirine vîzeya
operasyona li ser başurê Kurdistan li darbixe
stand. Sed hezar artêşa Tirk, çil hezar hêzên
PDK-YNK û bi hezaran jî xwefiroşên Kurd (korucu)
li ser Xakûrkê, Zaxros û Haftanînê li dijî
Tevgera Azadiya Kurdistan-PKK’ bi mabesta êrîşên
tasfiye kirinê bidin pêkanîn. Di vî şerî de yên
têk çûn ew hêzên ku me li jor dayî diyarkirin
bûn. Yên ev şer jî bi ser xistin jî; li dijî ew
xiyaneta di nava gelê Kurd û Kurdistanê de ya ku
pir kûre, dil û mejiyê Kurdan dîl girtiye, bi
berxwedana mîlîtanên PKK’ê yên meşaleya di destê
wan de her tim pê dikeve ew lehengên bê navin.
Ev şer di dîroka Kurdistanê de wekî ‘şerê
xiyanetê’ jî tê bi navkirin. Li ser vî şerî
gelekî hatiye nivîsîn û vegotin. Lê ew şer û
berxwedan wekî qet nehatiye nivîsîn û vegotin jî
rastiya xwe diparêze. Ya herî rastîn kî dizanin?
Yên ku di wî şerî de bê mirin bûne û yên di wî
şerî de sax mane rastiyê dizanin. Wekî din jî
yên ku vê rastiyê hetanî mejiyê di nava hestiyên
xwe de hîs dikin û rêhevalên wan yên ku her roj
di gelek qadên cûda cûda jiyan dikin, dizanin.
Lê îro ew rastî xwe di dil û mejiyê milîtanên
Tevgera Azadiya Kurdistanê-PKK’ê de bê ku bimire,
wekî zîncîra reaksiyonel her ku pêşdikeve kûrtir
û berfirehtir dide jiyankirin û dide jiyandin.
Parçeyek ji rastiya vî şerî... Lehengên bê nav...
Piştî operasyona Haftanînê mehek zêdetir em
piraniya yêkineyên li ser sînor hema hema bi
giştî Çiyayê Xantûrê kom bûbûn. Sê aliyê Çiyayê
Xantûr ji rêya qîrê di dema Sedem Hiseyîn de
hatiye çêkirin. Ji ber vê yekê tang,
leşkerênTirk û pêşmergê PDK’ê gihiştibûn hev û
li ser Çiyayê Xantûrê bi hevanan, bi balafirên
şer, bi tangan û leşkerên reşayî êrîşên bê
navber li ser me didan meşandin. Qasî yek
heftiyek û şûnde li ser fermena Rêber APO tevayî
hêzên di nava şer de cih digirin, bên vekişandin
û bi yekîneyên biçûk derbazî qadên ewle bibin
dabû.
Ew mehek zêdetir bû tevayî gerilayên di wî şerî
de cih digirin, ne xwarin ne jî vexweran û ya
herî girîng jî wekî tê xwestin xew nekiribûn.
Her yek heval bi awayekî berbi çav zeyif bibûn.
Di bin çengê min de çermê laşê min wek yê fîlê
li ser hevde çobû. Yên gelek hevalan jî çermê
eniya wan derzên kûr çêbûbûn. Di wê payîza
dereng de hema hema her roj hewa ewrên baranê
dagirtîbûn. Di mejî û dilê tevayî hevalan de
baran barîn dixwestin. Ji bo ku têhnbûna xwe
bidin jikandin û ji bo şerê gerîla jî rojên
baran hîn bi serkeftîtir tên derbazkirin. Lê yek
deqîqeyê jî baran ne bariya.
Li ser fermana Fermandar Heval Cuma Bilikî
mexreba tarî tevayî hevalên di mevziyên pêş de
şer dikin, şûnde vekişandin da. Bi awayekî
lezgîn ev ferman tevayî hevalan belav bû. Bi
tarîbûnê re 187 heval (tabûrek) cihê ku heval
Cuma gotî di navsera Çiyayê Xantûr girê herî
bilind kom bûn. Heval Cuma derket pêşiya hevalan
axaftinekî pir kurt got. “Emê li ser bîryara
Rêber Apo ji vê qadê şûnde vekişîn. Ev şer wî di
dîroka tekoşîna me û ya gelê me de bi tîpên
zêrîn wê bên nivîsandin”. Heval Cuma ev hêza
gerîla kir sê bölük, her bölükek kir sê taxim,
her taximekî jî kir sê mange û fermandarê van
tevahiyan jî da diyarkirin. Heval Cuma; “Emê
niha bimeşin! Bila hemû heval xwe li gorî deh
seat bimeşin hazir bikin. Di meşê de bê dengî û
her yek heval bi îradeyekî serkeftî bimeşin”
got. Meş dest pê kir...
Dema heval Cuma van axaftinan dikir, di dilê her
yek hevalî de şûnde vekişandin nedixwestin. Herî
zêde di qada şer de mayîn û li berxwedan hîn
zêdetir li pêş bû. Lê ev yek li gorî şerê gerîla
ne taktîkekî pozîtîf bû, tenê hiskirinekî
negatîf bû.
Di wî demî de, bi meşê ji Heftanîn çona Çiyayê
Cudî di yek şevî de pêk dihatin. Lê ji ber ku em
hem ji hêzê ketibûn, hem hêjmara me gelek bûn û
hem jî dijmin rêkên em têre derbaz bibin di
çiyayên herî stratejîk de cih bûbûn. Ji ber vê
yekê meşa emê di şevekê de bimeşîn, piştî tam
çar şevan em gihîştin Çiyayê Cudî. Berê jî dema
gurubekî ji pêncî hevalî derbazî Cudî dibin, ji
ber ku nikarin wê şevê derbazî Cudî bibin, li
Elcanî dimînin. Dijmin li wan dihesin. Dijmin
derdora hevalan dorpêç dikin û seat di heştê
sibê de li hevalan dixin. Di vî şerî de 23’ê
heval jiyana xwe ji dest didin.
Şeva ku emê derbazî Çiyayê Cudî bibin, dijmin
hîn di biharê de tabûra Elcanî berdabû û li
tevahiya derdorê Elcanî û hemû rêkan bi mayînên
antî-personel danîbûn. Piştî ku dijmin tabûra
Elcanî berdide, hevalan jî ji bo girêdana Cudî
bidin çêkirin, rêçikek ji mayînan paqij kiribûn.
Hevalên ku diçûn Çiyayê Cudî, hevalên kurye ev
rêk bi kardianîn. Di nav me de hevalên ku vê
rêkê nas dikin nînîn. Lê hevalên ku berê bi
alîkariya hevalên kurye têre derbazbûne hene. Ne
şaşbim di nav me de yek-du hevalê yên ku kurye
bûn jî hebûn.
Hîn beriya ku em bigihîjin Elcanî, hevalê
Abdurahman yê ji Cîzra Botan destê hevalekî keç
digirt û di rêçikekî zirav de me pêl dewsa hev
dikir û dimeşiyan. Gava heval Abdurahman ji
rêçikê derdikeve û pêl mayîna antî-personel
dike, lingê wî jê dibe, hinek parçeyên biçûk jî
li hinek hevalan dikevin, sivik bîrandar dibin.
Bi vê teqandina mayînê re tevaya hevalan di cihê
xwe de li ser lingên xwe sekinîn. Ji ber ku li
beranberê me tabura Kiryê Reş û li jora me jî
tabura Meydan heye. Ti nikarî ji rêçikê gavekê
jî dûr bikevî. Ji ber ku her der mayînin. Bê
dengiyekî kûr, di dilê tevayîya hevalan de cih
girt. Deng û xuş xuşa Çemê Hêzil ji kûrahiya
qontarê geliyê Çiyayê Cudî û Elcanî, tarîbûna
şevê diqetîne, me bi heyîna xwe ya mîlyonên
salan dide hîskirin. Dengê sirsirkan û dengê
avên diherikin jî dikevin nava dengê ava Hêzil.
Pêlên baya ku dibarin, tevahiya pelên daran
dikevin nav tevgerê. Pelên daran tengekî mûzîkal
derdixînîn. Di wê bêdengiya hevalan de ti dengê
hezayê ji kurahiya mîlyonan salan hîs diki.
Xweza bi te re diaxive, dîrok û serpêhatiyên xwe
ji te re dibije. Ti bi xwezayê re di yek laş, ti
di nav rastiya xwezayê de dihelî. Xweza di
rastiya me de xwe wate dike. Qasî niv seatê
şûnde, ji heval Abdurahman re darbestekî çê
kirin û meşa me di cihê ku mayî de dest pê kir.
Em qasî nîv seat meşiyan, hevalên pêşde pêşkêşî
dikirin yek bi yek pêl mayînên antî-personel
dikirin. Heval Tekîn, Heval Zafer, Heval
Birîndar, Heval Sîpan, Heval Abdurahman û
Hevalekî ji kurye navê wî nayê bîra min pêl
mayînên antî-personel kirin. Bölüka me ya
sêyemîn bû. Van hevalan di guruba pêşî de pêl
mayînan kiribûn. Hemû heval li ser hev kom bûbûn
û hinekî jî belav bûbûn. Ji tabura Kiryê Rêş
hewan li ser hewanan diavêtin cihê ku mayîn lê
teqîyaye. Du seat meya ku bibe roj. Heval di
dolekî biçûk ya av jê diherike ku diçe li ser
rêya erebeyan kom bûne. Wî demî ez jî gihîştim
wê koma hevalan. Heval Sîpan (ji Batmanê bû) di
nîvê rê de pêl mayînê kiriye. Xwîna wî li ber
lingê wî yê jêkirî kom bûye û ji ber tîrêjen
tava heyê li xwîna wî dixe û cih cih diçirisîne.
Deng ji heval Sîpan dernakeve, ji ber ku di nîvê
rê de pêl mayîne kiriye. Hevalên ku derbazî
aliyê rê dibin, ji wan re rêbertiyê dike. Cihê
ku heval lingê xwe biavêjinê nîşanî wan hevalan
dikin. Dibêje; “heval dikkat bikin ku pêl
mayînan nekin”. Bi vî awayî hetanî hemû heval
derbaz kir, ev erka xwe ya hevaltiyê kir.
Di şerê ji mehekê zêdetir tirs çibû ku me
nidizanî, li hember vê tekoşîna kor (mayînan)
lingên me erd nedigirt û dilerizîn. Ji ber ku wê
di kîjan gavê de wê lingê te here ti pê nizanî.
Ji ber vê yekê Fermandar heval Cuma Bilikî bi
du-sê gavên sivik derbazî aliyê rê bû. Ji wir
wêrekî da hevalan. Heval! Hûn qehramanin. Navê
we wê di dîroka Kurd de cih bigire. Emê
serbikevin. Serkeftin ya we ye! Bi vî awayî
dixwest wêrekiyê bide hevan da ku em hîn nebûyî
sibe bigihîjin Cudî. Bi alîkariya heval Sîpan û
Ajîteya heval Cuma Bilikî hemû heval derbazî wî
alî bûn. Heval Cuma got; “ji ber ku hemû heval
ji teqat ketine, em nikarin van hevalên birîndar
bi xwe re bibin. Ji bo vê lingê van hevalan baş
girêbidin û cihê wan baş bidin çêkirin û em
biçin”.
Ez û hevalekî navê wî nayê bîra min li gel heval
Sipan man. Me çend parkeyên hevalan ji wan
sitandin. Lingê heval Sîpan baş girêda. Me ew li
ser rê anî û di kêlaka ava diherike de cihê wî
çê kir. Yek parke li cihê raxist û yê din jî
avêt li ser wî. Me jê re got; “çi dibe bila bibe,
avê nevexwe, ti avê vexwî wê tê şehîd bikevî”.
Ewî got; “temam”.
Li ser vê heval Cuma Bilikî bi dengekî bilind (ji
ber ku her yek hevalên pêl mayînê kiribûn ne li
gel hev bûn) heval em neçarin ku we li vir
bihêlin! Ez soz didim ku emê sibê karê herî
sereke werin we rizgar bikin! Ji bo vê birînên
xwe nevekin!..
Me xatirê xwe xwest û meşiyan...
Di wê demê de heval Tekîn li ber dengê mûzîkala
xwezayê û dengê ava Hêzil stirana “Berxwedan
Xweş Doze, Berxwedana Muzlume” got. Ev deng û
dengê ava Hêzil ewqasî bandor li ser min kir ku
hemû mejî û dilê min dîl girt. Ji xwe neçarî li
paş hiştina wan hevalên birîndar hiştin, ne
hestên min, ne jî hizrê min nedipejirand. Wekî
parçeyekî laşê min li wir maye hîs dikir. Lê li
gorî wê kêliyê em neçarin ku wan li wir bihêlin.
Ew dengê heval Tekîn, her ku ez gavekî jê dûr
diketim, hîn gurtir dihat min. Wekî ez qet ji wî
dûr nakevim ji min re dihat. Ez du seat li
beramberî ava Hêzil meşiyam, dîsa jî dengê
sitrana wî dihat guhê min. Wekî li gel min bûn
ew hevalên birîndar. Ev sitran di nava dengê
xwezayê de heliya, heliya bû dengê ava Hêzil û
herikîn. Ji bo vê heval bûn av herikîn...
Ji van çar heval şehîd ketin û heval Zafer û
heval Tekîn hîn jî di nava Tevgera Azadiya
Kurdistanê de têdikoşin...
Dijwar Botan
|