|
|
Di dîroka
têkoşîna me de her tim girîngiya berxwedana 14'ê
Tîrmehê di asta jor de cih digire. 14'ê tîrmehê
di encama şert û mercên herî zehmet de derketiye
holê. Me berxwedana 14'ê Tîtmehê weke şêwaya
berxwedana şoreşa Kurdistanê nirxand û girt dest.

Endamê Konseya
Rêveber Mustefa Karasû got, berxwedana 14'ê
Tîrmehê şêweya serkeftina şoreşê xuliqandiye û
giyana ku nayê binkeftin a rêxistina PKKê
derxistiye holê. Karasû wiha berdewam dike: " Di
ev şert û mercan de tişta ku Tevgera Azadiya
Kurd û gelê Kurd bibe serkeftinê, li hemberî
hemû êrîşan û neheqiyan bixe di nava tevgerê de
û têkoşîn bide meşandin, bê guman giyana
berxwedana 14'ê Tîrmehê ye. Gelê me û tevgera me
çavkaniya xwe ya berxwedanê ji wê giyanê digire."
Divê giyana
14'ê Tîrmehê bê bingeh girtin
Erdnîgariya
Kurdistanê di warê siyasî de herêmek herê dijwar
a cîhanê de cih digire; hêzên navnetewî û ên
herêmî ji bo serwerbûna vê erdnîgariyê têkoşîn
didin meşandin, em di erdnîgariya Rojhilata
Navîn de cih digirin. Li ser kurdan mêtingeriyek
hişk tê meşandin û her rêbazê çewsî tên bi
karanîn. Karasû wiha dirêjî axaftina xwe kir: "
Bi taybetî Kurdistan sedsala 20'an de hatiye
perçekirin, li ser wê înkar û îmhaya navnetewî
bi pergal hatiye meşandin. Ji ber wê çendê
têkoşîna me bi taybet ev sedsala derbasbûyîn de
di nav şert û mercên herî zor de hatiye
detpêkirin. Di serî de Dewleta Tîrkiyê û hemû
hêzên navnetewî li ser kurdan zordarî û
dagirkerî dane meşandin, devjê berde di sedsala
20’an de hêzên navnetewî sînoran biguherînin,
tehemûla wan li hember sîstem guhartinê jî tune
bû. Çawa ku di Kurdistanê de karekterê çînên
serdest hevkarîbûn, tevgerên siyasî ên ku li ser
navê kurdan derdiketin holê jî nikarîbûn
taybetmendiya sîstema înkar û îmhayê perçe bikin,
taybetmendiya van tevgeran a bikaribin vê
sîstemê perçe bikin tune bû. Çawa ku qarekterek
wisa tune bû, li ser navê kurdan tevgerên ku li
ser navê azadiyê derdiketin holê jî ji bo
berjewendiyên çînên xwe yên serdest zext li ser
wan dikirin, xwediyê qarekterek wisa bûn ku
nedihiştin tu çavê xwe jî vebikî. Ji ber vê
çendê me şoreşa Kurdistanê weke şoreşên cîhanê ê
herî zor girt dest Û nirxand. Ji bo vê têkoşîna
me tê wateya azadiyê.
14'ê tîrmehê
weke berxwedana şert û mercên herî zor derketiye
holê. Girtigeha Amedê di wê demê de dev jê berde
berxwedan kirin, mirov nekarîbû nefes li wir
bitsîne, îşkence û zordestî di astekî derveyê
mirovahî li wir dihat kirin. Ji bo ku vîna
mirovan bişkînin hemû cureyên qirêj pêk dihatin.
Ji bo însanên li wir, derveyê vîn şikestinê û
teslîm girtinê tu riyên cûda nehiştibûn, bi vîn
şikandinê dixwestin teslîm wergirin. Şertên li
wir di asta zehmetiyên zehmetiyan bûn. Kadroyên
PKK'ê ên pêşeng di nava van mercên zehmet de
berxwedanek bê hempa li pêşxistin û bi vê jî dan
diyarkirin ku di van şertan de jî mirov dikare
berxwedan bike, berxwedan di van mercan de jî
biderfet e."
Karasû dibêje;
Jixwe mirov encex dikarî bi şêwazek wisa
têkoşîna azadiya Kurdistanê bida meşandin. Di vê
wateyê de 14’ê Tîrmehê şêweya şoreşa Kurdistanê
a di mercên zehmet de xuliqandiye, ji bo dîroka
Kurdistanê û tevgera wê têkariyek mezin kir. Ji
bo azadî û demokrasiya gelekî beriya her tiştî,
ji bo ku welatê xwe de têkoşînê bide meşandin
şêweya têkoşînê pêwist e. Di vir de 14’ê de
Tîrmehê vê şêweyê derxist holê. Amûra ku ji bo
azadî û demokrasiya Kurdistanê ya herî girîng û
pêwist derxist holê. Divê em her demê zêdetir li
giyana 14'ê Tîrmehê xwedî derbikevin û wiha
berdewam dike: "Giyana 14'ê tîrmehê giyana
şoreşa Kurdistanê, şêweya şoreşa Kurdistanê,
weke giyana têkoşîna PKK'ê di her şert û mercan
de pêdivî lê tê dîtin û bûye giyana şêwazê
têkoşîna me."
Karasû
baldikişîne li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd
Abdulah Ocalan û giredana navbera giyana 14'ê
tîmehê û felsefa Ocalan wiha ve dike:
"Berxwedana 14'ê tîrmehê felsefa jiyana têkoşîna
Rêber Apo ye. Rêber Apo dema derketina xwe de
şêweya şoreşa Kurdistanê ve dike, Kemal Pîr,
Xeyrî û Mazlûman jî ev şêweya şoreşa Kurdistanê
bi berxwedana xwe şênber dikin."
Kemal Pîr
mirovek bawerî û çalekiyê ye
Karasû Pêşengê
PKK'ê Kemal pîr wiha bi nav dike: "Kemal Pîr
hemû jiyana xwe ya şoreşgertiyê de peyv heke di
cihê xwe de be; mirovê dozê ye. Bûye şoreşgerek
bi mînak. Karekterê wî yê şoreşgerî dema tu
destpêkê lê mêze dikî bi awayekî sihêm derdikeve
holê, şexsiyetek wisa bû. Hemû taybetmendiyên
şoreşgertiyê di şexsiyeta xwe de şênber kiribû.
Jixwe şoreşgertî tê wateya çalekiya xwe spartina
gel. Şoreş bi hêza gelan tê pêkanîn. Di vî
wateyê de Kemal Pîr, şoreşgertiya gel di astek
jor de di şexsiyeta xwe de pêk anîbû û şexsiyeta
xwe de şênber kiribû. Yekê ku wî bidîta û jê
bandor neba tune bû. Kemal Pîr beriya her tiştî
mirovek bi bawerbû û ev baweriya xwe ya mezin
dida der, hin di despêka axaftina xwe de bawerî
dida herkesî/ê. Şoreşgerik bawerîdayînê bû. Hemû
kesên ku Kemal Pîr nasdikarin jê bawer dikirin,
vê rastiyê pir bi eşkere didîtin ku ew mirovek
weke sozê xwe ye û soza wî û çalekiya wî yek e.
Hemû kes rêz li hemberî baweriya wî û ew
baweriya ku di giyana wî de cih digirt û coş
dibû, dîsa kelecana xuliqkariya baweriya wî û
enerjiya wî ya xulikariyê digirtin. Dev jê
berdin dost, rêheval, kesên bindest dijmin jî li
hember şexsiyeta wî û enerjiya wî rêz digirt.
Şexsiyeta Kemal Pîr dîtin û jê re rêznegirtin ne
gengaz bû. Bi şexsiyeta xwe ya cangoriyê gel ê
mezin, bi taybetmendiya xwe ya soz dayîn û soza
xwe di her şert û mercê de pêkanînê dihat nasîn.
Bi rastî jî şexsiyetek wekî wî diviya di her
şoreşê de bihatiba dîtin. Heke di şoreşên
tevgera gelan de şexsiyetek wekî Kemal Pîr cihê
xwe negirtibin, ew şoreşana bi her alîve lewaz
bijîn. Şexsiyetek wek Kemal Pîr di kîjan şoreşê
de dibin bila bibin ew şoreşa bi hesanî tê
wateya serketiye, ne gengaz e ku ew şoreşa bin
bikeve. Kemal Pîr xwediyê taybetmendiyê xwe
kirina mirovê raman û dozê ye. Di vî warî de tu
porê wî bigire heta neynûka wî di nava ahengek
de bû, di warê raman de xwediyê sîstemek bû,
xwediyê şexsiyetek avaker û bitûnî bû. Di
temenek ciwan de şexsiyetek gehîştî derxistibû
holê. Di serî de di warê bîrdozî û raman de
hêzek serkeftinê di şexsiyeta xwe da dabû
qezenckirin. Li hemû bingehên serkeftinan de
heke bîrdozî û bawerî hebese, Rêhevalê Kemal Pîr
di warê bîrdozî û baweriyê de hin di serî de
hêza serkeftin û serfiraziyê di şexsiyeta xwe de
weke teşe dabû rûniştandin."
Karasû wiha
dirêjî dide gotinê xwe: "Di aliyê din de Kemal
Pîr; ramanên xwe, rêxistinkirin û çalekiyên xwe
bi hevre pêk dianî, şexsiyetek wisa bû. Di Kemal
Pîr de fikirandin, rêxistinkirin û çalekî kirin
di nav hev de derbas dibe. Di vî warî de her tim
difikire, her tim xwe perwerde dike û tu
qutbûnek nake nava rêxistinkirina xwe ya gel, bi
ramanê xwe yê wî dike mirovek hêzdar ê rêxistinî
re hima gel dixe di nava tevgerê de, ciwanan
dixe di nava tevgerê de. Ew mirovê şoreşger û
çalekiyê bû. Taybetmendiyê wî yê herî girîng jî,
weke mirovê çalekvan hatina nasandin bû. Raman,
rêxistin û çalekiyê tu caran ji hevûdu cûda û
qut negirt dest. Ev jî di xwezaya wî de aliyê wî
yê çalekvan derxiste pêş. Derê ku Kemal Pîr lêba
di wir de çalekî hebû."
Karasû helwestê
Kemal Pîr ê Zindana Amedê jî wiha tîne ziman: "
Di zindanê de di nava şert û mercên herî xerab
de hemû dîlgirtî dema peyva Kemal Pîr bîhîstin,
moralek mezin digirtin û êşên xwe ji bîr
dikirin. Axaftinê Kemal Pîr çawa ku peyv, sekin,
hemû zext, zilm û êş didan bîrkirin di eynî demê
de kelecana şoreşgertiyê diafirand, baweriya ew
êşên ku di wir de hatin jiyan kirin, ew zilma ku
hat pêşxistin dê rojek werê hilbiweşe derdixist
holê. Di vî warî de şoreşgertiya Kemal Pîr di
her demê de şoreşgerên Kurdistanê re, ji bo gelê
kurd şoreşgertiyek pêwist û mînak bû."
Kêliyên
berxwedanê ên ku nayên ji bîrkirin
Karasû
baldikişîne li ser fedakariyên Zindana Amedê û
dibêjê divê bibe mijara gelek tiştan û wiha ve
dike: " Dema em dibêjin Zindana Amedê tişta ku
destpêkê tê bîra mirovan îşkenceya ku faşîzma
12’ê Îlonê li ser dîlgirtiyan daye meşandine. Tu
mînakên vê îşkencê heta wehşetê nîne. Li hemberî
vê wehşetê jî berxwedana rewnak a ku rê nîşanê
me da tê bîra mirovan. Çîroka berxwedana vê jî,
romana wê jî, strana wê jî, helbesta wê jî,
sînema wê jî, belgesela wê jî, kurte fîlmê wê jî
divê hebin. Zîndana Amedê di warê sîyasî, civakî,
çandî, hest, bi taybetmendiyên xwe yên civakî û
mirovane dikarê bibe mijara gelek roman, helbest,
çîrok, mijara lîstoka şano yê. Di vê wateyê de
divê kesên wêjevan, helbestvan, derhenervan û
hunermend dikarin li ser vê mijarê rawestin.
Divê nirx bidinê û hîn zêdetir bi watedar bikin.
Di vê berxwedanê de fedekartî pir e. Jixwe di
her kêliyê de vînek mezin, teşeya berxwedana
fedekariyek mezin tê meşandin. Lê belê dîsa
mînaka wî ya herî şênber em di şexsiyeta Kemal
Pîr û Xeyrî Durmuş de dibînin. Kemal rixmê ku
çavên wî êdî nedidîtin jî, ji me re tu tiştek
negot. Berê jî pirsgirêka çavên wî hebû lê dema
Rojiya Mirinê de ev tam giran bibûn. Dema ku
doxtor hat û çavên wî nêrî wê demê me nû ferq
kir ku çavê wî nabînin. Doxtor jê re dibêje; '
heke tu hebê vîtamîn bigirî tu dikarî çavên xwe
xilaskî, tu dikarî biaxifî jî' dema doxtor
guhdar dike Kemal Pîr weke herdem bi rastbêjiya
xwe tişta ku bêje di wir de dibêje. Ji doxtor re
dibêje; " Hûn me weke me qebûl dikin an nakin?
Qebûl nakin lê 'dibêjin ka werin çalekiya xwe
dev jê berdin, çavên tê çêbin' "Kemal bila
tunebe, vîna Kemal tunebe. Bila ramanê Kemal
tunebe.Kemal bila weke niha tunebe. Lê ew bixwe
hebe" dibêjin. " Ez Kemalek wisa naxwazim"
dibêje û helwesta xwe destnîşan dike."
Karasû wiha
domand: "Dîsa Akîf jî çavên xwe winda kiribûn,
lê em piştre pê hesiyan. Dema em bi hevre diçûn
xwestê ez pê hesiyam ku çavên heval Akîf nabînin.
Ew jî dema min saet jê pirsî derket holê. Dîsa
heval Xeyrî, di qata 4. de di nava bê avbûnê de
gelek heval dijiyan. Lê rixmê ku ne gengazbû jî
hevalek gelek zehmetî dikişîne ji bo wî hevalê
av ji qata 2. heval Xeyrî dixwaze bişîne qatê
çaran. Gelek hewl dide lê nikara. Ji ber
nekarîna xwe gelek diêşe. Ji ber ku qata du de
av hebû. Dijmin bi taybet av nedida qata çaran.
Dema wisa jî dibû qata çaran ji bo
berdewamkirina Rojiya Mirinê gelek zehmetî
dikişandin. Ev jî dibû sedem ku zû bêhêz bimînin.
Ji ber vê Rêheval Xeyrî ew êşa ku tê kişandin
dibîne û ew hevalê ku ji ber bê avbûnê nikare
biaxife re dibêje "yek bendek biavêje, heke ez
wê bendê bigirim îhtimalek di nava naylonê de ez
ê avê ji tere bişînim."…Lê ji berk u ew jî bê
taqat dimîne nikarê avê bi bend bişîne.
Li ser gora
min binivîsînin deydare
Karasû balkişand
ser cûdabûna taybetmendiyên Kemal Pîr û Xeyrî
Durmûş: " Kemal Pîr û Xeyrî Durmûş xwediyê
taybetmendiyên cûdabûn. Bê guman herdu jî
Apo'ciyên mezin bûn. Lê belê di seknên xwe de
cûda bûn hebû. Xeyrî kesek bi aram, bêdeng,
xwînsar bû. Kemal jî pir bicoş û di her kêliyê
de di nava hereketek de bû. Heval Xeyrî dema
biketiba di nava tevgerek de difikirî, niqaş
dikir, ji bo ku kemasî nejî pir bi pûte nêzîk
dibû, hevalek bi her aliyan ve difikiriya. Di wî
warî de gelek nirx dayinek ji peyvên wî re hebû,
bi teqez peyveka ji devê wî derdiket girîngiyek
mezin li ser fikirandinek dihat çêkirin, mezin
difikirî û baweriya biryardayina wî derdiket ji
holê. Hemû kes jî vê baweriyê didîtin û gelek
girîngî didan fikrê wî. Hevalek wisa bû. Di dadê
de yê ku destpêkê rabû axifî ew bû. Ew got; ' em
destpê çalekiya Rojiya Mirinê dikin' hemû kes li
ber vê gotina wê matmayî man. Pîştî wî Elî Çîçek
rabû tevî wî bû. Piştre Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û
hemû hevalên din. Dervê rojiya mirinê tu tişt
nikarîbû êrîşên dijmin bişkîne. Dervê vê jî tu
riyên çalekiyê tunebû. Ev biryara Xeyrî biryarek
mezin bû û ew Rêberê berxwedana 14'ê Tîrmehê bû,
ew rêvebirê vê berxwedanê bû ".
Karasû di dawiyê
de ev ji birxistin: "Heke berxwedan û fedekariya
14'ê Tîrmehê nebûya em îro nedigihiştin giyana
serkeftinê. Bê guman têkoşîna me ya azadiyê wê
dîsa bihatiba meşandin, lê bi Zindana Amedê
tacidar nedibû. Ji ber vê çendê Zindana Amedê di
dîroka têkoşîna me de xwediyê taybetmendiyek
mezin e. Giyana vê Zindanê Amedê cûda ye,
Berxwedana wê bê hempa ye, Fedakariya wê mînaka
herî mezin e. Ji ber vê çendê divê em hertim bi
giyana Berxwedana Zindana Amedê têkoşîna xwe
bidin meşandin û xwedî vê giyana bê hempa
derbikevin."
|