|
Gerîlayê HPG'ê
Adem Aşkan (Canşêr Çempîrî), di 1991'an de li
taxa Sûman a gundê Xenanîsa Colemêrgê ji
dayik bû. Di 14'ê gulana 2009’an tevlî Gerîla bû
û di 14'ê Gulana 2011'an di 2'yemîn salvegera
tevlêbûna xwe de li navçeya Qilabana Şirnexê di
operasyonê de jiyana xwe ji dest da. Aşkan ku di
salvegera tevlêbûna xwe de jiyana xwe ji dest da,
çîrokek dilşewat li pey xwe hişt...
Çîroka Aşkan a
dilbiêş ji zarokatiyê de dest pê kir. Aşkan, di
temenê xwe yê 20 salan de êşên giran kişandin.
Malbata Aşkan di salên 90'î de rastî zextên
dewletê ya "An hûn dê bibin cerdevan an jî hûn
dê gund vala bikin" hat. Malbata Aşkan ji ber
zextên dewletê di sala 1996'an de neçar ma ku
koçberî Mersînê bike.
Malbata Aşkan li
vir ji bo debara xwe bikin dest bi xebatên
înşaatê kir. Malbata Aşkan, piştî êşa dûrketina
gund, li Mêrsînê zarokê xwe Selam Aşkan (25) di
sala 1999'an de winda kir. Selam Aşkan dema di
înşaatê de dixebitî ji qatê 9'an ket xwar û
jiyana xwe ji dest da. Li ser vê bûyerê malbat
dîsa ket ser riya gund û hat Colemêrgê. Lê Amed
û 2 birayên xwe li Mêrsînê man. Ji ber ku dayik
û bavê Amed xwe li hesreta Amed negirtin, Amed
jî anîn li cem xwe bi cih kirin. Amed, li
Colemêrgê dibistana seretayî û lîse xwend. Di
pola lîse 2'yan de qeyda dersxaneyê çêkir û di
her bûyerên li bajar de her carê 18 kîlometreyan
ji gund dihat bajar û beşdarî çalakiyan dibû.
XATIR
XWESTINEKE ZÛ
Dayika Adem
Aşkan Neam Aşkan, ku Amed bi navê "Gula min a
biçûk" binav dike, diyar kir ku wê bawer nedikir
wisa zû biçe. Naem Aşkan, anî ziman ku kurê wê
ye biçûk li gund çêbû û wiha got: "Dema em çûn
Mêrsînê û vegeriyan birayê wî ew li cem xwe
hiştin. Lê me zêde beriya wî kir û me ew anî cem
xwe.
Piştî çû
dersxaneyê çav û guhê wî vebû û ji ber geşedanan
dilzar dibû. Dema li Mêrsînê jî digot ez nikarim
van tiştan rakim. Hêj biçûk bû digot 'Dayê tu dê
bibe dayika gerîla ez dê Qerejdax, Cûdî û
Gabarê' Lê min wisa texmîn nedikir ku wisa zû
biçe. Piştî ku kurê min ê mezin qeza derbas kir
û jiyana xwe ji dest da, min nedixwest ez
zarokên xwe yên din xemgîn bikim. Rojekê li taxa
Merzan di bûyeran de derket ser panzêrê û bi
polîsan re pevçinî." Dayika Adem Neam anî ziman
ku kurê wê evîndarê çiyê bû û her tim digot 'Ez
dê biçim' û wiha li gotina xwe zêde kir: "Min
bawer nedikir wisa zû biçe. Dema çû jî xatir
nexwest û çû. Sibeha 14'ê gulana 2009'an rabû bi
xwişka xwe Rojbîn re taştê xwar. Min heqê lêçûna
dibistanê da wî. Lê wî jî pereyê xwe da xwişka
xwe Rojbîn û got pêdiviya min pê tune ye. Piştî
çû dibistanê êdî nehat."
Dayika Adem Neam
da zanîn ku birayê Adem Resul rojekê Adem di
xewna xwe de dîtiye û gotiye 'Ez bi tevlêbûna
PKK'ê kêfxweş im, lê ji ber min xatir ji dayika
xwe newestiye pir xemgîn im'. Ez jî xemgîn im.
Lê çibikim. Ez bi kurê xwe serbilind û serfiraz
im. Şîrê min lê helal be. Ew şehîdê Azadiyê yê
Kurdistanê ye. Ew şagirtê Apo ye. Ji ber ku
cenazeyê kurê min di destê leşkeran de nehiştin
ez ji gelê Botanê sipasdar im."
QÎMETA
JIYANÊ…
Bavê Adem Halît
Aşkan jî serpehatiyek xwe anî ziman û wiha got:
"Rojekê ji bo kar ez daketim bajêr. Di 1997'an
de dema ji bo kar ez û 2 xizmên xwe çûn bajêr,
li ser rê, em rastî leşkeran hatin. Leşkerê ku
li qulûbê nobet digirtin di nava xwe de gotin
ka bê kî sekman e û bi ser pakêtek çixarê ketin
pêşbirgê.
Leşkerî got 'Ez
yekî bikujim tu dê çi bidî min?' yê din jî got
'Ez dê pakêtek çixare bidim te'. Li ser vê yekê
leşker gule berda min. Gule li pişta min ket û
di sîngamin re derket. Xwedê kir ez nemirim. Vê
yekê xuya kir ku qedrê me bi qasî paketek çixarê
ye."
Bavê Adem Halîl
Aşkan, anî ziman ku Adem bû evîndarê çiya û wiha
pêde çû: "Jiyan kurê min di jiyanê de Egît bû.
Evîna wî çiya û Kurdistan bû. Hêj di 10-12
saliya xwe de ket nava pevçûnan. Bi hevalên xwe
re di nava jiyanek hevpar û bi rûmet de bû. Car
caran min rexne dikir û digot ‘tu çima bi mamê
min re niqaş dike.’ Li dijî dijmin tu carî serî
danenî. Piştî kurê min çû polîsan ez birim
qereqolê û got 'Kurê te li ku ve çû?' Min jî got
ji ber zilma we çû. "
‘Ez bi wî
serbilind û rûmetdar im’
Xwişka Amed
Rojbîn Aşkan jî anî ziman ku ew û Amed bi hev re
mezin bûn û wiha axivî: "Em bi hev re diçûn
dibistanê. Em pir dihatin hezkirin. Rojekê çû
cem hevalekî xwe, min jî xwest ez li gel wî
biçim lê xwe bi min re aciz kir û destûr neda ku
ez biçim. Piştî êvarî hate malê lêborîna xwe
xwest. Ji min û hevalê xwe pir hez dikir. Ez û
ew di 14'ê gulanê bi hev re ji malê derketin û
çûn dibistanê. Ezmûna min hebû. Ji bo ezmûna min
serkeftin ji min re xwest û çû. Piştî çû êdî
nehat. Ji ber ku me her tiştê xwe bi hev re
parve dikir, ez pir bi ber ketim. Piştî ku dî
14'ê gulanê de şehît ket jî ez pir pir xemgîn
bûm.
Ez ji şehadeta
wî serbilind û rûmetdarim. Ez dê heta dawî li
têkoşîna wî xwedî derkevim."
Birayê Adem
Halîl Aşkan jî da zanîn ku wan ji ber zextên
dewletê gundê xwe vala kir û koçber bûn û ketin
nava jiyanek xerab. Halîl Aşkan, da zanîn ku li
Colemêrgê Tûgaya Konandoyên Çiya li hemberî wan
e û di 1996'an de ji wan xwest ku bibin cerdevan.
Lê ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir em koçber
bûn. Berpirsiyarê hemû êşa me û serpêhatiyên me
dewlet û rayedarên dewlê ye.
Qanûnên şer û
mirovahiyê
Berê, artêşên bi
hev re şer dikirin, ji bo rakirina kuştî û
birîndaran navber didan şer. An jî agirbestên
demî bi pêş dixistin. Tenê ji bo ku termên
kuştiyan bêhn nedin û birîndar werin derman
kirin ev yêk pêkdianîn.
Bûyerên dawiyê
yên li Qilabanê qewimîn, aşkera kir ku Artêşa
dagirker a Dewleta Tirk û hikûmeta AKP ji
qanûnên şer jî gelek dûr in. Jixwe exlaq û
feraseta mirovahiyê li gel wan nema ye. Heke ne
wisa bûna, dê cenazeyên gerîlayên HPG’ê li çolê
nehiştana. Yên ku ji taybetmendiyên mirovahiyê
sûd wergirtibin, neyarên wan ji bin cenazeyên
mirovan li çolan nahêlin. Tenê ev yek jî nîşan
dide ku hikûmeta AKP û serokwezîr Tayyîp Erdogan
ji mirovbûnê derketine. Tu kes nikare vê yekê
wekî kiryareke leşkeran tenê nîşan bide.
Gelê me yê
Botanê wekî her car tenê li cenazeyê ciwanên
xwe xwedî derneketin. Di heman demê de li
nirxên mirovahiyê jî xwedî derketin. Sînorên
dagirkeran jî bin pê kirin û cenazeyê zarokên
xwe ji ajalên çolê re nehiştin. Ajalên çolê jî
bêguman ji kiryarên dawî yê artêşa dagirker şerm
kirine. Ajal jî bi vî rengî tevnagerin.
Ev helwest tenê
bi serê xwe nîşaneya herî baş e ku dewlet û
artêşa dagirker a tirk û hikûmeta AKP û
Serokwezîr Erdogan ji bo çareseriya demokratîk
ne, tenê ji bo tevkujiyên nû yê li ser kurdan
were meşandin amade ne. Gelê Botanê yê bi rûmet
sînga xwe kire mertal û çû cenazeyên zarokên xwe
girt. Lê di girtina cenazeyan de leşkerên artêşa
dagirker a tirk gel gulebaran kirin, ber bi ser
wan ve berdan, lûleyên tangan vegerandin ser gel
û hwd. Lê belê nikarîbûn vîna gel bişikînin vîna
ciwanên zarokên welatê rojê û agir bişikînin. Li
wê derê çand û exlaqê mirovahî û bê exlaqî ya
dagirkeran hatin beramberî hev. Ya ku bi ser
ket, bê guman exlaq û vîn a mirovahiyê bû. Gelê
me yê Botanê, ciwanên me ev serkeftin bi dest
xistin.
|