* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Bîranîn û serpêhatîyê rê Heval Aslan
 

 

 

Nav û Paşnav: Huseyîn Şen

Nave tevgerê: Aslan

Nave Dayîk: Helîm

Nave Bav: Yusuf

Cih û Dîroka Dayîkbûnê: Şîrîş-Qilaban-Şirnex; 05.03.1977

Dîroka Tevlîbûnê: Şîrîş-13.06.1993

Dîroka şehîdbûnê: Nerex; 08.09.1995

Erk : Fermandarê Bêlûk

Hevalê Aslan şoreşger û gêrilayekî çeleng, ji herême Botan navçeya Qilaban gundê Şîrîş bû. Bi teybet herêma Botan herêmekî gelek giring bû. Ji bona gêrilayên şoreşê herêm weku navbeynkariya di nava herêma başûr û bakûr biyekve dida girêdan. Ev herêm tim ji bona gêrilayan bûye weku hêlîn û baregeh.

Ji ber stratejîk bûna vê herêmê dijminê gelê Kurd ji sala 1984 û virve van herêman di nava herêmê awerte îlankiribû. Ji berku dizanin herême ke li hember dujmine. Ji aliyê netewîve ewqas nehatibû asîmîlekirin.  Lê civak dinava tengezarî, mirin û nemadebû. Dema şoreşa Kurdîstan dibin Rêbertiya Serok APO de millîtanên xwe şandin van herêman, ji bo gel bû ronî û hêviyeke mezin.

Bi teybetî jî malbata heval Aslan yek ji van malbata bû li herême Botanê. Di warê aborî û civakî de ne ji gelê herêmê cûda bû.jiyanawan li ser teşdarî û lawirvanî bû. Di warê çandî de başbû. Nehatibûn tunekirin. Ji hêla çandîve çanda Kurd di botan de her li pêşe û winda ne bûye.

Heval Aslan dema hatina wiya dinê û zarokatiya wî; gelek teybetmendiyên wî yên ji heval û zarokêndin cuda bû. Zarok tim dixwest pêşkêşî ji komên zarokan re bikê. Zarokek tim devbiken, li beramber kesê ji xwe mestir birêz û li hember kesên ji biçuktir bi hurmet bû. Bi xwe ji malbatê de di rêza çarande bû.

Gelek ji aliyê bavê xwe dihat heskirin. Xwişk û birayên wî jî hebû. Cihêwî yê teybet di malbatê de ligel dê û bavê wî hebû.

Di nava şert û mercên başde mezinbûye. Di nava jiyanê de gelek kedkar û rêxistinkirî bû. Kar bi rexistin dikir. Teybetmendiye kî diyar evabû: ‘‘Netenê ji aliyê malbatê, ji aliyê hemû gundiyan ve gelek dihat heskirin. Xwedî kesayetek ne tevlîhev, bi hurmet bû. Di jiyanê de pir tehemûlbû. Gelek bên fereh û dil verehbû. Dinava têkiliyên pir xurt de bû. Lewma ji hêla dê û bavê xwe dihat heskirin. Bi hevalê xwere di nav têkiliya de û serpêhatî bû. Di dema xwendevantiya xwe de jî pir zîrek û her tim serdarê refê bû.’’ Sedeme di nav hevalê xwe de heskirin bû.

Bandorbûyîna heval Huseyîn Şen(Aslan)ya yekemîn evabû ku, jiber hertim çuyîn hatina hevalan ya herêmê, gel hemûyan nasdikir. Tim diçû gel hevalan.  Bi heftiyan bi birayê xwe Îdrîs re diçû û dihat. Birayê xwe Îdrîs milîsekî herêmê bû. Heval Aslan bi bandorbûna herî zêde, piştî şerê îxanetê (1992) dema paşvekişandina ji Başur, heval Cuma tê mala wan. Gelek jê bi bandor dibê. Bi hevalan re diçê Besta,  heval Cuma cardin wê vedigerînê “jêre dibê jê temenê te biçûke, cardin newe.” Hem gelek hevalên ku nasdikir şehîd ketibû, hem ji ji berku xalê wî Aslan şehîd ket, gelekî jê bandorbû. Di demeke kin de tevlî partiyê bû. Heval Aslan gelek sîlah li ba xwe digerand. Ji çekê pir hesdikir.

Hestên wî yên yekem, dema heval Cuma dibînê û gelek caran diçû gel hevalan û karê rêxistînî yê şoreşê dikir. Hestê wî yê tevlî bûne gelek xurt dibe. Ji gundê şîrîş ê yekem kesek bû ku tevlî şoreşê dibû. Eva bi serê xwe pengaveke giring bû. Biryara tevlîbûna şoreşê, di Hezîrana 1993’îyande, li Kêla memê bi çek û rextê xwe tevli refên gerila dibe. Dema tevlî Partî bû, ji Kêla memê çû Besta.  Li Garisa perwerde ya xweya destpêkê a şervanên nû li vir dibînê.

Di nav têkoşîn û jiyana wiya gerîllatî de, teybetmendiyekî wî herî bingehîn evabû;

                                                                   Malbata Şehîd Aslan