* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

MAL

 

 

www.ygk-info.com

 

 

Malbata demokratîk u civaka sosyalîst
Ji ber hevjiyana azad ne tenê di navbera du kesan de ye. Di navbera du kesan de şênber dibe le bi civakbûyînê re encamên xwe digire. Di van kesayetan de divê pîvanên exlaq, estetîk yanî xweşikbûyîna jiyanê û hêza wate hebe.
Piştî modernîteya kapîtalîst ya 1950 şûnde demokrasiya ku li ewrûpayê pêşketiye divê were derbaskirin...


Di Civaka Rojhilata Navîn De Pirsgirêka Jinê
Pirr girîng e ku mirov pirsgirêkên jinê yên di nava civakê de berê pêşî ji aliyê civakî-dîrokî ve bigire dest û li ser bisekine. Pirsgirêka jinê pirsgirêkek e ku di çavkaniya tevahiya pirsgirêkan de ye. Em dibînin ku mirovatiyê hê gav neavêtiye civaka dewletdar a çînî li ser jinê hiyerarşiyeke hişk a mêrê serwer (bavikan) bi sazî bûye. Ji bo sedemên pêkhatina serweriya mêr serî li gelek vegotinên dînî û mîtolojîk dane...


Jİ JİYAN Û XEBATA SEROKATİYÊ DERSÊ BİGRİN
Dİ ŞOREŞA KURDİSTANÊ Û JİYANA ŞOREŞGERÎDE XWE XORT Û AZAD BİKİN

 Axaftina Serokatiya Partiyê Bi Komek Hevalê Jinre
Wiqas Kurd, zêdeyi sîh milyonîne, cefaya dunyê dixwin, ji xelkêre jî karên tewra bi zahmet dikin, lê ji xwe re heta niha tiştek nekirine. Mîrov pir ecêb dimîne.
Ji biçûkayî ve ez dizanim ku pir derewe digotin “çare tuneye.” Jiyaneke ecêbe, heta niha me çawa şer kir, em gihaştine vir... Aqilê mirov naçe ser...


Çîroka jina penaber a dil bi êş Asya Beyar
 Rojda Amanos

 Li wargeha penaberan a Mexmûrê, jinen penaber ên Kurd ji her milî ve jiyanê pir kûr hîs dikin. Ev jin bi malbaten xwe ve ew nêzî 20 salin ji welaten xwe hatine penaberkirin.

 Tevgera Azadiyê li Bakûrê Kurdistanê, bi taybet jî li herêma Botanê têkoşineke mezin pêş xistiye...
 

Jin, Jiyan, Azadî” û Evîndariya ‘Rêber APO’
 Berfîn ZİNÊ

 Wek tê zanîn ji bo bûyer û diyardeyan nerandina me jinan ji pir caran ya zilaman ji pir cudatire. Ev bûyer an jî diyarde dibe ku ji ser mijareke ji bo me hemûyan pir jîngirîngî jî îfade neke. Dibe ku ji ser hinek bûyeran an jî diyardeyan em hemû, ango him jin him jî zilam bê gotin serê xwe jî bidin. Ji wan diyardeyan yêk jî Serokatiye, ji gotinek din ango Rêber APO ye...


KJB Dê bibe pêşenga civaka polîtîk,exlaqî û azadî
 Zaxo zagros

 Ji dozên mezin re rêxistinên mezin û bi hêz pêwîst in. Heke em jinê mîna netew û çîna yekem ku hatiye bindestkirin binav dikin ev tê wateya ku pirsgirêka kûr û bi girêk pirsgrêka azadiya jinê ye.  Hêzên desthilatdar ji bo ku jinan ji hev belav bikin û nehêlin ku bibin hêz, hemû rengên derew, hîle, fen û fêlbazî, zor û çewisandin bikar anîne...


JI BERXWEDANA  LEYLA QASIM TA ZEYNEP KINACI               
 Di gerdûne de her tişt li ser axa xwe biwate dibe. Dema ku her zîndeyek ji warê xwe dûr dikeve, an jî tê dûrxistin, hêdî hêdî ji cewherê xwe jî dûr dikeve. Dema  ku ji cewherê xwe dûr dikeve, ji ax, çand û xweşikbûna welatê xwe jî jibir dike. Dema mirov ax û çand jibir kir, êdî mirov  baş dizane ku ji welatê xwe dûr ketiye û ber bi pergala derveyî mirovahiyê ve diçe...


Ji Serokatiya Partiyê Re
 Angaşta min a jiyan
ê gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bi rûmet ûçalakiyeke mezin. Ji bo ku ez ji jiyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk tînim.

 Ez di sala 1972'an de li navenda bajarê Meletiyê ji dayikb
ûm. Navê min Zeyneb Kinaci ye. Ez ji eslê xwe gundê Elmalî ku girêdayê navenda Meletiyê, me. Navê eşîreta me jî Mamûrkî ye...

HEVPEYMANACIVAKÎ
 BEŞA:I
 Hevpeymana Civakî ya Jinê, Peymana Jiyana Civakî ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Cinsî Ye

 Em jin yekem afirînerên pêkhatina civaka azad, wekhev û dadmendin. Em di wê ferqê de ne ku hêza  xirabûna sîstema civakî ya ku me afirandiye û xistine rengê têkiliyên serdestiyê zîhniyeta serdest a mêr e...


Hest û helbest
 Ji Akademiya Jina Azad

 Helbest şerê bê navber e. Ev şer di navbera helbestvan û hestan de tê dayîn. Di encamê de hestên bi serketî derdikevin holê. Ger hest û helbest bi hevdû re li ser hîmê rast werin bikaranîn.

 Bêjeya helbest bi erebî tê wateya zanebûn...


Bihara Zagrosê
Bi hezar salan çiyayên Zagrosê ji xwedavend dayîkan re wargehtî kir. Bû warê klan, qebîle û komên civakî. Heya ku zilamê desthilatdar her tiştê jinê dizî û li cihê dayîka mirovatîyê rûnişt. Ji wê rojê pir dem borî, pir êş hatin kişandin...


Ji bo Dayika Uweyş baxçeyek hate diyarîkirin
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo 18'emîn salvegera wefata dayika Uweyş merasîmek hat lidarxistin. Ji aliyê dayikan û Meclîsa Îştar ve li ser navê Rêberê gelê kurd, baxçeyek bi navê baxçê dayika Uweyş hate diyarîkirin...


Dayika Uweyş, Dayika Îsyanê Bû
 BEŞA:II
 Rêber APO

 Ez rastiya vê gotinê hertim difikirim; “asta jiyana jinên civakekê, asta pîvana wê ya civakê dide diyarkirin”. Ji bo diya xwe min gotina bermahiya ji çanda Xwedawenda dayik a neolîtîkê bikaranîbû. Weke wan qelew bû. Avahiyên modernîte ên çêkirî (yapay) dîtina wê ya pîroz asteng kiribû ku, ez wê bibînim...


Pêşenga jinên Kurd; Besê Anûş
Demhat TOLHİLDAN

Besê Anûş yekemîn jina Kurd a ku di tekoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dayî, bû nîşana gerîlayên jin ên Kurd. Ji bo dîroka Kurdistanê xwedî cihekî hêja ye û nayê ji bîrkirin 
 
Yekemîn gerîlaya jin a Kurd Besê Anûş, netenê ji bo têkoşîna azadiya Kurd, ji bo dîroka Kurdistanê xwedî cihekî hêja ye û nayê ji bîrkirin...

Azadiya civakê azadiya jinê ye
Nergiz Welat

Belê em hindik be jî qala raboriya xwe bikin da ku em bikarin rojaxwe ya îro jî analîz bikin. Di dîrokê de, ji ber hilberîn û afrîneriya jinê, navê xwedawendiyê ji bo jin hatiye bikaranîn. Ji ber van serdeman di dîrokê de jin pîroz hatiye dîtin. Ji ber vê rêbazê rêvebirina malbatê û civakê, ji wekheviya bêhempa navê demokrasiya yekem lê hatiye kirin. Ew serdem serdema weke dayksalarî tê binavkirin û mohra xwe li wê çaxê dixe...


Exlaq rêgeza rêxistinbûna civakê ye
Nergiz Welat

Di dîrokê de jin her tim bûye xwedî afrînêriyeke mezin. Dîsa ya ku bedêlê herî mezin dayî, êşên mezin kişandî û di jiyanê de zor zehmetî kişandî ye jî jine. Ji xwe re, bala xwe bidinê çendî sûsrete ku jin di heman demê de ji hemû bedewîyên xwezayî û mirovane jî bêpar hatiye hîştin. Helbet em niha nikanin li vir qala tû mafî bikin. Ji ber ku di astekî herî bilind de jin ji hemû afrênêriyên xwe yên jiyanî û xwezaya xwe ya bedew hatiye dûrxistin...

Pirsgirêka jinê çandekî destavêtinê ya pênc hezar salî ye
Beşa-IV-
Ji Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd

Mirovahî, di dîrokê de tenê bi berxwedaniya polîtîk a di asta civakî û herêma erdnîgarî de, heyîna xwe û rûmeta xwe neparastiye; di asta kesî de jî kesayetên polîtîk ên berxwedanvan ku carina giraniya wan qasî netewekê ne, naskirine...


Gav bi Gav Ber bi Heqîqetê
Berfîn Dilav

Keça çav zeytûn, nêrînên mahsûm lerizok di bîra gundê xwe yê di nava tarîtiyê de winda bibû, bê av û feqîriya jiyanê de noq bibû, çûbû. Gelo tişta lê digeriya çibû.
..

Hatu Şahnaz: Ji Beriya Sed Hezar Salan Hatiye Û Bawerzînek Baharê Ye
Dibe ku rojekî, ên ku dîroka azadiya jinê binivîsînin, dibe ku vê jinê jî binivîsînin, kê dizane ku wê şervanên jin ên Kurd li pişt wê re, bêhna vê jinê ya beriya niha sed salan, bi evîna bawerzinek...


Întîhar, Kêlîya Wate Wendakirinê Ye
Besê Şîmal

Jin çima întîhar dikin? Ev îsyan ji ber çiy e? Ev hêrs ji bo çiy e? Hema hema her roj em agahiya întîhara jinekê an jî lêgera întîhara jina dib­hîzin. Lê mixabin li hem­ber vê trajediyê civak bê deng û bê bersiv e...


DAYÎK Û ZİMAN
Rûken ÎLHAN
Dema kû em ziman pênase û şîrove bikin, ji beriya her tiştî divê mirov ziman çiye? Û ji bo çi tê bikdaranîn ?
Ziman pergala axavtin û naskirina mirovan...


Rewşa Keçên Ciwan…
Sîstema kapitalizmê ji 100/99 ê cihanê girtiye nav xwe, wek dixwaze bi kartîne û berhem jê digre. Lê mixabin di civakê de yê ku sedi sed ji vê sîstemê bandor dibin keçên ciwanin.
Di sîstema feodalizmê de hinek tişt liser keçan hatiye ferz kirin...

Di civakê de keçên ciwan
Filîz Bûdak
Di her civakê de perwerdeya destpêkê di malbatê de bi destê mamostaya dayîk tê dayîn. Her zarok di vê perwerdê de derbaz dibe. Ji ber vê yekê ger jin bê perwerde be, di bingeh de civak jî bê perwerdeye û xwedî paşeroja civakê tariye...


Çalakiya xweser a yekem
SOZDAR AVESTA
Sal 1994 bû. Em yekîneyeke hevalê jin li Botanê bûn û li herêma Bestayê diman. Jixwe di zivistana sala 1993- 1994’an de artêşa jinê yekemîn yekîniyên xwe ava dikirin...


Êrişa Li Ser Bedena Jinê, Êrişa Li Mejiyê Civakê Ye
Reyhan ÎKE

Pergala desthilatdar bi gelek amûran di serî de lênêrin û qalibên hizirandinê diafirîne. Li gor berjewendî û pêdiviyên pergala xwe çand û şêweyên jiyanê
heldiberîne...


RASTİYA XWEDAWEND BUYİNÊ
 
Leyla ILHAN

Jin yan kû jiyan, di diroka mirovahiyê de hertim jina ku xediyê keda herî mezin kû bedelên herî mezin daye hemû êşên jiyanê kişandî  û mirovahî afiradî bê guman jinê weku ji wateya peyvê jî tê jin yanî jiyan lê yakû ji hemû xweşikatiyên jiyanê hatî bê par hiştin ji jine, jina kû xwediyê afirandina jiyanê naha di asta herî jêrde hatiye hiştin û di hindek rewşanda heta weke mirov ji nayê dîtin
...

 

 

 

 

    

DI  JIYANA KEÇ Û JINÊN KURD DE TÊGIHA ESTETÎKÊ
Estetîk Weke Têgeh Tê Çi Wateyê?
ESTETÎK: TÊ WATEYA XWEŞİKKİRİNA JİYANÊ 
 Rêber Apo
 
     ESTETÎK
TEORİYA XWEŞİKBÛNÊ YE. ETÎK TEORİYA EXLAQÊ YE..


Femînîzm: Serîrakirina Mêtingeha Herî Kevin

 Têgîna femînîzmê bi Kurdiya xwe tê maneya ‘tevgera jinîtiyê’. Ji lewra bi temamî rengê pirsgirêka jinê nade û dijberê wê jî weke mêrîtiyê were tesewirkirin wê hê bêtir meseleyê sêr û stewr bike. Mîna ku bi tenê maneyeke weke ‘jina bindest a mêrê serwer’ nîşan dide. Lê rastiya jinê hê berfirehtir e. Ji cinsiyetê wêdetir şaxên wê yên berfireh ên ekonomîk, civakî û siyasî hene...


Heta jin û ciwanekî Kurd hebe, tu bi ser nakevî’
 Dîcle Xabûr

 Careke din dijminê gelê Kurd hemû hovîtiya xwe dimeşine; lê mixabin îro dîsa cîhan li hemberî vê hovîtiyê bêdeng e. Ji bo her kesî mafê jiyanê heye. Heta ji bo her zindiyekî li ser rûyê erdê jî. Mînak, li hin deverên cîhanê dema ku yek nebaşiyekê li sewalekî dike yên li derdor bertek nîşan didin, di asta navneteweyî de jî ji bo parastina wan destûr hatine standin...


Şîdeta li ser jinê bingeha xwe ji çi digire?
 Dîcle Dag

 Komkujiyên ku di civakê de li ser jinan tê kirin, ji bo ku bi awayekê baş bê zanîn, pewist e sedemên van komkujiyan bê fêm kirin. Ev komkujî di demboriyê de piştî ku jin ji cewherê xwe yê rast hatî dûrxistin û her tişt li gorî pergala dewletê hatî karanîn de derketin pêş û niha bi tundîtir tên pêk anîn...


WATEYA 30 HEZIRANE TEKBIRINA CANDADESTDREJIYE YE
 Sal 1996 bû.  Ez di nava têkoşînê de, di sê saliya  xwe de bûm.  Em li qada Zagrosê, li ser erkên xwe yên demê, di nava hizirandinên çalakbûnê de bûn.  Zerzan ji bo min û gelek hevalên din qadek  ji qadên nû bû.  Ez bi hest û  xeyalên xwe yê azadiyê ve di nava kelecanek pir mezin de difikirîm...


PAJK ji bo pêvajoya nû amade ye
 Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Ferîde Alkan got;
"Rakirina şert û mercên esareta li ser Rêber Apo ji bo gelên me û jinan tê wateya azadiyê. Ji ber wê jî me têkoşîna xwe ya sala 2011 daye rakirina şert û mercên dîlgirtinê yên li ser Rêber Apo”. Alkan ragihand ku ew bi biryar in ku li her qadê ji bo vê yekê têkoşînê xurt bikin...

Jiyana ku li Jiyana Azad Digeriya
 Peyman Şirnex

 Xezala çiyayên Zagrosan,zaroka ji diyarê pêxemberan,keça ku di dergûşa xwedawenda xwe ya dayîk de hatî hejandin û mêjandin. Perperîka ku ji bo ronahiya Rojê bibîne, li hember mirinê direqisiya. Rêwiya azadiyê ya ku ji diyarê pêxemberan kete nava karwanên bêsînor û ber bi diyarên ku Roj lê hil tê ve meşiya.
..

Jineolojî (Zanista Jinê)
Yekem car avabûna zîhniyeta civaka cinsiyetparêz li dijî jinê hatiye destpêkirin. Desthilatdarî di destpêkê de li dijî jinê hatiye pêşxistin. Pîştî wê jî li dijî xwezayê, civakê û beşên din hatiye berdewamkirin...


Adar û Nîsan, Du Xwîşkên Xweşik û Delal
Reyhan Îke

Em du hevalbûn, bibûn du parêzer, lê ne hewceyiya Adarê, ne jî ya Nîsanê bi parêzvaniya me nebû.

 Di rojek biharê de em du heval derketibûn ger û geştê. Meha Adarê bû û li çiya belekiyên berfê, li deştê jî keskiya giya, weke du cîhan û demsalên cuda disekinîn...


Ji Dil Heya Fram: Di Sînema Da Jin
Gulistan Şivan Xelîl
 

Jin û sînema… Dema ku em vêmijarê binîrxînin û bidin gotin, ji aliyê tevgera azadiya gelê Kurd ve gelek  nirxên ku mirov behsa bikin, gelek hêjayî gotin û anîna rojava çapemeniya gelê Kurd heye...


Jİ ROJEK EM BİKİN  “365” ROJ, ROJA  JİNÊ
   Em di destpêka çaxekî nûjen da jîyan dikin di wê çaxê de lêgerîna jinê li azadîyê û nasnama xwe dinav rûpelên hezar salî de li bedena xwe, xweşikbûna xwe, di nawa idolojîya rizgarîyê de jinê digere.
..

Her 8’ê Adarê dibe vesîleya çembera azadiya jinê
Zelal Edesa

Jin her sal 8’ê Adarê bi dilşahiya biharê û bi coşa azadiyê di qadan de pîroz dikin. Çalakiyên ku tên lidarxistin di warê dewlemêndiya giyan û raman de, nîşan didin ku çawa cîhanek cuda biderfet e.
..

DI SED Û YEKEMÎN SALVEGERA 8 Ê ADARÊ DE   JIN Û AZADÎ
  Di serî de divê em jin van çend pirsan ji xwe bikin!  Em li ku dera jiyanêne? Em beriya 5000 hezar salî çibûn, îro çine û kîn e? Nirxê me di rastiya civaka îro de çiye? Çima hemû şêwazên bê rûmetiyê ji bo jinê rewa têne dîtin?...


Jineolojî; Zanista Jinê 
Beşa-II-
Melsa Edesa

Di ronîkirina pirsgirêka jinê dedibin xwedî roleke girîng. Lê ji têkoşîneke ku ji pergalê hatî qezenckirin û ji perspektîfa herdemîkirina vê pir dûr in.  Perspektîfa ku jêdera xwe ji têkoşînê digire ya rêxistin û rêxistingeriyê pir lawaz û di asteke paşde ye...


Pirsgirêka jinê çandekî destavêtinê ya pênc hezar salî ye
Beşa -V-
Ji Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd

Heya ku statuya bi pergala hîyerarşîk despêkiriye û jin xistine nava wê neyê dahûrandin, ne dewlet ne jî avaniyên civaka çîndar a ku xwe dispêriyê dikarin bêne ravekirin. Ji ber vê sedemê, nekare ji şaşîtiyên herî bingehîn jî rizgarbibin. Koka têgehên; Şextî, Mîrtî, Siltantî, desthilatî û dewletê, ji Erebî derketî ye...


Întîhar-xwekuştin- kêliya wendakirina wateya jiyanêye
Beşê II.
Besê Şîmal

Qanûnên dewletên Kurdistan dagir kirine bi xwe cudakariyê li hemberî jinê rewa dikin.
Bi navê mafê bav, mafê mêr, şiddeta zilam a li ser jinê destek dikin. Hiqûqa dewletê saziya hiqûqê ya zilame...

Êrişa Li Ser Bedena Jinê, Êrişa Li Mejiyê Civakê Ye
Reyhan ÎKE

Pergala desthilatdar bi gelek amûran di serî de lênêrin û qalibên hizirandinê diafirîne. Li gor berjewendî û pêdiviyên pergala xwe çand û şêweyên jiyanê heldiberîne...
Jin û Siyaset
Dema ku mirov li siyaseta îro li ser gelan tê meşandin mirov nikare nav lê bike siyaset ji berk û dema mirov vedigere rastiyê milê pergala zilam  ya kû 5 hezar sal domdike ,lê belê ew siyaseta di civaka xwezayîde di hat meşandin di bin Rêbertiya Jinê de pêk hatiye...


Mijara Jin Yek Ji Bûyera Ku Herî Zêde Bûye Girêka Kor e
Rêber APO

Sedema ku ez li ser pirsgirêka jin de diçim, ji pirsgirêka rûmeta şexsî wêdetire. Yekser dijberê pêwîstiyên erzan ên –cinsî-zayendîtiyê ye. Ji min re hevdîtina zayendan-cinsan- ne li ser ajoya zayendîtiya lawirî –heywanî- dirûne...


Civakek Zayendperest A Mezin Hatiye
Avakirin Beşa-I-
Çorstiya rastîn di vêderê de ye ku, gava yekalî destavêtina jinê ya zilam mîna lehengiyekê tê dîtin û zilam ji vêya heta dawî kêf û şanazî dike, jin bi her cûre xedariyan; ji kuştinê, dana ber...


Çîroka dayikeke kurd a serhildêr: Dayika Hemşê
Hemşê Aydemîr, bêyî kes ji rewşa wê agahdar bibe bi kul û derdên xwe ji nav me bar kir. Dayîka ku li hemberî pêkanînên zalim ên dewletê yên wekî; şewitandina gundan û parçekirina cenazeyên gerîla tu caran bêdeng nema, wekî daxwaza dawî dîtina Ocalan ji xwe re kiribû armanc...


Di dîroka cihûyan de xaxema jin ya yekem kurd e!
SERDAR EROGLU
Di nava civaka Cihûyan de mirov pir kêmê cara li rastî xaxemên jin tê. Lê belê ji beriya 300 salan jinekê xaxemtî kirî heye. Vêca ev jineke kurd e û ji Barzanê ye: Asenath Barzanî...

Ax û Jin
Pelşîn Koçer
Jin destê xwe da axê. Ji axê cêrên mezin çêkir. Ax simbilên genim da û bi vê yekê destê xwe da jinê. Jin, di cêran de parast berhemên yekem ê ked û hezkirina xwe...


Jin û Siyaset
Hediye KAÇAN

Dema ku mirov dibêje jin pêwîste em vegerin dîroka jinê ya despêkê. Dîroka jinê di heman demê de despêka dîroka mirovahiyê ye.Jin bi hêza xwa ya hizirinê,  keda xwe  afirandinê kariye  jiyana  îro ku em tê de ne bi milyonan pêşiya niha bide afırandin...

DENGÊ KU ME Jİ PÊŞEROJÊ TÎNÊ
DENİZ DERYA
Hemû dengên ku ji paşeroja me digihije îro gelo bermayên dîroka me ne?. An jî ew deng e ku hemû dîroka me tê de veşartîn e. Em bi lorîkên dayikên xwe bi vê yekê hisiyan ku di dîroka me de dengên ji kuraniya dilê axa me ne digihije me...

 8’ê Adarê
ÇINAR

Dema 8’ê Adar’ê tê gotin çi tê bîra mirovan?Bê guman di roja 8’ê Adar’ê de ev tê bîra me roja ku jin daxaza maf,azadî û aramiya xwe dike ye.Dîsa roja ku jin dibêje ez jî li ser rûyê vê cîhanê heme û tû kes û hêz nikarin min tine bihesibîne...