|
Beşa-XV-
Mihemed Ronahî
Serhildana
Dêrsimê
Serhildana
Agirî’yê di sala 1930’an de hat tepeserkirin lê
ji ber ku hemû serhildêrên serhildana Agirî’yê
nehatin girtin, vê serhildanê heya 1932’yan di
ber xwe da. Serhildêrên Agirî’yê di serokatiya
Biro’yê Heskê Têlo de heya 1932’yan li çiyayan
dijiyan û êrîş dibirin ser dewleta Tirk. Piştî
1932’yan delwleta Tirk zagon û qanûnên nû
derxistin.
Zext û
astengiyên dijwartir dan ser Kurdistanê. Hema
hema hemû Kurdistan bi her awayî di bin kontrola
dewletê de bû. Gelê Kurd ji ber şer û
serhildanan hejar û perîşan mabû. Li gel vê
hejarî û neçariyê dewletê jî ya ku ji destê wê
hatibû texsîr nekiribû qirkirin û mişextîkirin û
zexta nemayî bi serê gel de anîbû. Bi vê boneyê
Kurdistan êdî di kontrola dewleta Tirk de bû.
Tenê herêmek mabû ku pir guh nedida dewletê.
Diviyabû ew der jî biketa kontrolê. Niha dor ya
herêma Dêrsimê bû. Ango Kurdên Elewî bû.
Di sala 1935’an
dewleta Tirk berê xwe hêdî hêdî da Dêrsimê. Navê
vê bêrîdayînê ango operasyonê “Tunç El” bû. Navê
operasyona xwe li Dêrsimê kirin û nave Dêrsimê
kirin Tunceli. Generalekî bi navê Albudllah
Alpdogan dan ser kargeriya herêmê. Alpdogan
zagonên nû li herêmê bi cî kir û banga
çekradestkirinê kir li herêmê. Seyîd Riza
pêşengê herêmê bû û nameyek ji Alpdogan re şand
ku van zagonên nû bipeyitînin li herêmê. Lê
Alpdogan bi tumeneke leşker û alayiyeke cendirme
bersiv da nameya Seyîd Riza.
Sala 1936’an bi
bombebaranê derbas bû. Ji ber ku zivistan jî
xedar bû leşkerên Tirk vekişiyan. Vê êrîşa
dewletê bi her awayî zext dida Dêrsimiyan. Ji
ber serhildanê Dêrsimiyan xwe kişandibû çiyayan.
Lê hejarî û bêpergaliya serhildêran ew kiribûn
rewşeke gelekî xirab.
Di serê sala
1937’an de Seyîd Riza kurê xwe Bira Îbrahîm şand
cem General Alpdogan ku vê êrîşê bidin
sekindanin lê artêşa Tirk Bira Îbrahîm bi
awayekî hovane kuşt. Li Ser vê bûyerê Seyîd Riza
hewar ji eşîrên derdorê xwest.
Hesenan û Ûsivan çûn hewarê
Eşîrên wekî
Hesenan, Ûsivan û çend eşîrên din bang dan vê
hewarê û serhildêran hêz dan xwe ji bo êrîşê.
Hejmara serhildêran xwe gihandibû 30 hezarî.
Serhildêran êrîş dibirin ser qereqolan, êrîşî rê
û saziyên dewleta Tirk dikirin. Dewletê nikaribû
bi şerekî nîzamî berê xwe bide serhildêran. Ji
ber wê jî berê dest bi şewitandina daristana
Dêrsimê kirin.
Ji ber vê şewatê
Seyîd Riza û rêhevalên xwe mecbûrî cîguhertinê
man. Lê beriya cîguhertinê di levdanekê de
birîndar ket. Li piştî vê birîndariyê jî heya
dawiya payîza 1937’an Seyîd Riza û rêhevalên xwe
di ber xwe dan. Zivistana 1938’an ji ber berfa
çiyayê Dêrsimê leşkerên Tirk nikaribûn havilekê
bi serhildêran bikin.
Nameya Alpdogan
General Alpdogan
nameyek ji Seyîd Riza re şand ku agirbestê pêk
bînin. Seyîd Riza bi baweriya agirbestê berê xwe
da Ezirganê radestî artêşbû.
Lê bêyî ku pê re
biaxivin ew girtin û berê wî dan Xarpêtê da ku
li Dadgeha Îstîklalê bê darizandin. Di
danişînekê de biryara bidarvekirin wî dan û ew û
11 hevalên wî di 18’ê Kewçêra sala 1937’an de li
Xarpêtê hatin daliqandin. Bi vê bûyerê re
serhildana Dêrsimê sist bû û dewleta Tirk dest
bi komkujiyeke nû kir li dû serhildanê. Bi
tevahî 40 hezar Kurd tevî jin û zarokan li
herêmê qetil kir dewleta Tirk.
Wehşeta Komara Tirk
Wehşeta dewleta
Tirk tenê ne ev komkujî bû. Ya ku ji komkujiyê
xedartir û ya ku ji hemû mirinan dijwartir jî vê
yeka bû ku, keçikên xweşik yên Dêrsimê ji alî
sûbay û serbazên Tirkan ve hatin revandin.
Keçikên ku bav û birayên wan ji dest van
serbazan ve hatibûn kuştin ji wan re bûbûn
cariye. Vê wehşeta hanê di tu demê de bi awayekî
zelal derneket rûyê erdê û her tarî hişt
dewletê. Wekî din jî hinek aliyên vê serhildanê
hene ku di hemû serhildanan de yek in.
Dîsa di
serhildana Dêrsimê de jî em rastî xiyanetê tên.
Wek mînak ji pêşengên serhildanê yên herî çalak
û navdar yek Elîşêr bû. Trajediya mezin ew e ku
Elîşêr bi destê Kurdekî bi xayînî tê kuştin. Yê
ku wî şehîd dike biraziyê Seyîd Riza, Rêberê
xayîn e. Dîrok wekî her car xwe di vê serhildanê
de jî dubare dike.
|