|
|
Serhildananên
Kurdan
Beşa -IX-
Mihemed Ronahî
SERHİLDANA KOÇGİRİYÊ
Piştî şerê
cîhanê yê yekemîn dewleta Osmaniyan têk çûbû û
hemû netewe li gera serfiraziyê bûn. Yewnanî,
Sirb, Bulxar, Ermenî, Ereb, her netewe li hember
Osmaniyan serî hildabû û serfirazî bi dest
xistibûn. Tenê Kurd mabûn ên ku serfiraziyek bi
dest nexistibûn. Ji bo vê yekê jî hinek
rewşenbîr û malmezinên Kurdan ketibûn hewldanekê.
Ji van hewldanan yek jî avakirina Cemiyeta
Kurdistan Tealiyê bû. Hejmara komale û
rêxistinên Kurdan xwe digihand bîst ê. Di nava
van rêxistinan de ya herî mezin Kurdistan Tealî
bû. Avakarên vê komaleyê Seyîd Evdilaqadir,
Beytar Nûrî Dêrsimî, Mîralay Xelîl Begê Dêrsimî,
Elîşêr Begê Koçgîriyê, Elîşan Begê Koçgîriyê,
Heyder Begê Koçgîriyê û çend kesên din bûn.

Wekî ku me li
jor jî got, di vê demê de hemû neteweyên bindest
yên di bin desthilatdariya dewleta Osmaniyan de
xwe gihandin serfiraziya xwe. Lê di vê demê de
Kurdên weke Seyîd Evdilqadir yên ku pêşengî ji
neteweya Kurd re dikirin digotin: “ Nabe ku em
di vê dema Tirkan ya teng de pişta xwe bidin wan
û wan di bin destê gawiran de bihêlin. Jixwe wan
soz daye me ku ew ê xweseriyê bidin me. Em bi
hev re derkevin rasteyê, dûre em ê xweseriya xwe
ji wan bigirin” Gelek rewşenbîrên Kurd jî ji ber
vê fikra Seyîd Evdilqadir ji rêxistina Kurdistan
Tealiyê veqetiyan û bi navê “Teşkîlat-ı
İçtimaiye” rêxistineke din ava kirin. Avakarên
Teşkilat-ı îçtimaiye’yê Emîn Elî Bedirxan,
Babanzade Şukrî, Doxtor Evdila Cewdet û Ekrem
Cemîl Paşa bûn. Heta Seyîd Evdilqadir bi vê yekê
jî namîne, dixwaze komeke ciwanan bişîne
Kurdistanê û bi van xortan rapora Wilson a
derbarê Ermeniyan de betal bike. Ev polîtîka,
polîtîkaya dewletê ye, lê ji ber ku Seyîd
Evdilqadir mirovekî oldar e û girêdayî xelîfe ye
dikeve vê dehfê. Nûrî Dêrsimî di berhema xwe de
diyar dike ku “Bi zanatî an jî nezanî Seyîd
Evdilqadir wek sîxurekî dewletê tevdigeriya”
Kadroyên
rêxistina komaleya Kurdistan Tealiyê di 1918’an
de ji Stenbolê berê xwe didin herêma Dêrsimê û
di vê dîrokê de kurê Mistefa Paşa Elîşan, Elîşêr
Beg û Nûrî Dêrsimî dest bi xebatên rêxistinî
dikin. Di heman dîrokê de Mistefa Kemal jî dest
bi xebatên xwe yên rêxistinî dike û berê xwe
dide Samsûn, Sêwaz û Erziromê. Li van deran
digere û gelê Tirk bi rê dixe. Xebatên Elîşêr,
Elîşan Beg û Nûrî Dêrsimî jî dibîne û bi Elîşan
Beg re hevdîtinekê li dar dixe. Di vê hevdîtinê
de fam dike ku Elîşan Beg û Kurdisan Tealiyê ku
Seyîd Evdilqadir serokê wê ye ne wekî hev in.
Elîşan Beg neteweyî difikire. Ji ber vê yekê
dixwaze vê tevgerê jî ber bi xwe ve bikişîne û
di vegerê de meclîsekê ava dike. Bo
damezirandina vê meclisê bi navê ‘Heyet-i
temsiliye’ lijneyan dineqîne û hildibijêre. Bo
vê heyetê ji Dêrsimê jî gazî van kesan û hinek
giregirê Dêrsimî dike. Lê Elîşan Beg naçe
meclisê. Pênc giregirên Dêrsimî diçin Meclîsê.
Kesên ku diçin meclîsê ev in: Meço Axa, Diyap
Axa, Mistefa Beg, Ahmed Ramîz û Hesen Xêrî.
Dema ku meclis
ava dibe ne tenê pênc Kurdên Dêrsimî, bi tevahî
72 parlamenterên Kurd di meclisê de ne û peymanê
didin ku wê bi hikûmatê re dilsoz tevbigerin.
Digel ku di parlamentoyê de xweseriya Kurdistanê
nehatiye pejirandin jî di tîrmeha 1920’î de
komeke serhildêran di bin serokatiya Misto de
êrîşî qereqoleke li Zarayê dikin û bi vî awayî
şerê çekdarî di nava dewleta Tirk û serhildêrên
Kurd de dest pê dike. Fermandarê cendirmeyan yê
kevnar Paşoyê serokê eşîra Şadan jî êrîşê
mufrezeyeke Tirk dike û dest dide ser
cebilxaneya wan. Di heman demê de navçeya
Refahiyeyê jî digire bin destên xwe û li qesra
hikûmatê alaya Tirkan datîne, alaya Kurdistanê
li ba dike. Di demeke kurt de li hemû deverên
Kurdên Elewî serhildaneke mezin dest pê dike. Li
Sêwazê, Ezirganê, Meletiyê, Elezîzê, Dêrsimê êdî
serhildêran alaya Kurdistanê li ba kirine.
Dewlet ji bo ku
vê serhildanê têk bibe serî li gelek dek û
kemînan dixe. Wekî mînak dixwaze di nava Kurdên
Elewî û Sunî de dubendiyekê çê bike û bi vî
awayî rê li pêşber yekitiyê bigire. Lewre dizane
ku hemû Kurd bi carekê serî hildin dê tu hêz
nikaribe li hember wan di ber xwe bide. Digel
hemû kes û xebatên Nûrî Dêrsimî, dewleta Tirk di
vê polîtîkaya xwe ya dubendiyê de bi ser dikeve
û Kurdên Sunî alîkariyê nadin vê serhildanê.
Di destpêka
zivistana 1920’î de Nûrî Dêrsimî tê girtin lê ji
ber zextên serhildêran dîsa tê berdan. Wê
zivistanê herêm di bin kontrola serhildêran de
derbas dibe û bi Adarê re dewleta Tirk hêzên xwe
yên leşkerî dide ser herêmê. Li gel hêzên
dewletê yên leşkerî, di bin serokatiya Osmanê
qop (Topal Osman) de alayiyên lazan ên talanker
jî êrîşî herêmê dikin. Bi vê êrîşa mezin re
serhildêr rastî hinek îxanetan jî tên. Serokê
eşîra Xinyanê Mûrad Paşa eniyê diguherîne û bi
dewleta Tirk re berê xwe dide serhildêran. Ji
bilî Mûrad paşa îxaneteke din jî aliyê Heyder
Begê ve tê kirin û Heyder Beg dev ji berxwedanê
berdide. Li hember van serhildan û xiyanetan
parlamanterên Kurd jî bêdeng dimînin û li kêfa
xwe dinêrin. Êdî serhildan gelekî sist dibe û
eniya serhildanê ji wê qada berfireh a ku ji
Sêwaz û Ezirganê dest pê dikir heta Meletî û
Elezîzê dirêj dibû teng dibe û tenê li herêma
Dêrsimê şer dom dike. Dawiya dawî Dêrsim jî ji
dest dikeve û ev serhildan dibe sedema kuştina
heftê hezar Kurdî. Êlparêzê, Eşîrparêzî, xiyanet,
xizanî û nezaniya hinek Kurdan dibe sedema
kuştina heftê hezar Kurdî.
|