|
Beşa -XI-
Mihemed Ronahî
SERHİLDANA SÊX SEÎD
Serhildana Şêx
Seîd ne serhildaneke ji nişka ve û bêyî plan bû.
Beriya ku Kurd serî hildin li Kurdistanê gelek
ked û xebat hat dayîn ji bo rêxistinbûnê.
Rêxistinbûnê bi arava rêxistina Azadî’yê dest pê
kir. Lê di serhildana Elkê de hemû serokên vê
rêxistinê hatin girtin. Wekî mînak Xalid Begê
Cibirî û Yusuf Ziya û hê gelek navên din. Piştî
ku ew hatin derdestkirin rêxistin hilneweşiya û
dev ji mebestên xwe berneda. Jixwe beriya ku
serok û rêvebirên rêxistinê werin girtin,
têgihaştibûn ku wê bi serê xwe nikaribin li
Kurdistanê rêxistineke bi hêz ava bikin û ji ber
vê yekê ji pêşengên rêxistina Azadî’yê Yusuf
Ziya di dawiya havîna 1923’yan de berê xwe da
Xinûsê û çû cem Şêx Seîd. Li ser xebat û rêbazên
rêxistinê li hev kirin.

Di sala 1924’an
de dema hemû serokên Azadî’yê hatin girtin.
Serokatiya Azadî’yê ket destê Şêx Seîd. Şêx Seîd
di nava gel de yekî gelekî bi nav û deng bû.
Kurdên herêmê gelek rûmet didanê û li dû wî
diçûn. Ji kevnemalbateke Kurd a navdar bû. Bav û
kalên wî Şêxên Neqşiyan bûn.
Li Tirkiyeyê, li
dû hileweşîna dewleta Osmaniyan Tirkan
desthilatdarî ji nû ve bi dest xistin û komareke
nû ava kirin. Vê komara nû bi rê û rêbazên nû
dihat kargerandin. Xelîfetî hatibû rakirin,
qanûnên olî û şerhî jî xwe wergerandibûn qanûnên
nûjen û rojavayî. Gel xwedîbertek bû li hember
vê guherînê. Lewre gelê ku heya niha bi
pergaleke şerhî hatibû kargerandin, niha bi
zagonên rojavayiyan re rûbirû bûn û vê yeka bi
wan giran dihat. Ne tenê li Kurdistanê, li
Anadolê jî gelê Tirk jê gelek li hember pergala
nû bû û serî hildidan li hember rakirina
xîlafetê û guhertina zagonan.
Li Kurdistanê jî
ev yek ji Kurdan re bûbû sedemek ku êdî ji
Tirkan veqetin û “biratiya hezarsalî ya
xwedêgiravî” bi dawî bikin. Heta Şêx Seîd jî
wisa digot ji Kurdan re: “Heya niha xelîfeyekî
me yî hevpar û oleke me ya hevpar hebû bi Tirkan
re”. Vê yekê hesta hevpariyê li me peyda dikir.
Lê niha Tirkan ol jî xelîfe jî rakirin ji holê.
Niha em tenê hîs dikin ku tirk zordar in lê ser
me û divê em ji hev veqetin.
Bi kurtasî em
dikarin bêjin ku van guherînên dewleta Tirk hêz
da rêxistibûn û xebatên Kurdan. Ango Kurdan bi
vê yekê xwe bêtir ji Tirkan cihê hîs kirin. Şêx
Seîd li her devera welêt digeriya û Kurd şiyar
dikirin li hember dewleta Tirk. Li Kurdistanê
êdî gelek endamên vê rêxistinê çêbûbûn. Hejmara
endaman xwe digihand deh hezarî.
Di ber dilê Şêx
Seîd û rêvebirên rêxistinê de dîroka serhildanê
hê pêş de bû, lê serhildanê bêwext û ji nişka ve
dest pê kir. A rastî bêwext destpêkirina
serhildanê plana dewleta Tirk bû û dewlet ji vê
rêxistinê agahdar bû. zanibû ku her roj bêtir
mezin dibe û divê di demeke kurt te pêşî lê were
girtin. Şêx Seîd di wê demê de li herêmê
digeriya.
Li serdana
Darahênê, Licê, Çewlîg û Hêne bû û di 5ê Sibatê
de ji Hênê derbasî Pîranê bû. Mala birayê wî Şêx
Evdirehîm li wir bû. Wê êvarê Serteymen Hesen
Huznî û Teymen Mistefa Asim tevî 15 leşkeran
hatin mala Şêx Evdirehîm û daxwaza radestkirina
deh firyaran kirin. Li gorî wan firyar bi Şêx re
bûn û diviyabû Şêx firyar bidana wan. Lê Şêx
mehkûmê romê radestî wan nekir û lêdan derket di
nava wan de. Du leşkerên tirk hatinn kuştin û
yên din jî hatin dîlgirtin. Êdî serhildanê dest
pê kiribû. Garnîzona Amedê di demeke kurt de 5
tabûr leşker şandin ser serhildêran lê her 5
tabûr jî ji alî serhildêran ve ji holê hat
rakirin! Serhildanê xwe li hemû devera welêt
belav kiribû û wek agirekî roj bi roj bilintir
dibû. Di demeke kurt de li 14 bajaran Kurdan
serî hildabûn. Di nîvê meha sibatê de gelek eşîr
û herêm êdî di nava serhildanê de bûn.
Di 28’ê Sibatê
de Amed di bin serokatiya Şêx Şemsedîn de bi
piranî ket destê serhildêran. Di 29’ê Sibatê de
Licê û Hêne jî ket destê serhildêran. Hejmara
serhildêran xwe gihandibû 20 hezarî. Li
Kurdistanê gelek bajar êdî ketibû bi kontrola
serhildêran. Lê armanca Şêx Seîd bi destxistina
Amedê bû. di 11’ê Adarê de hêzên Kurd êrîş birin
ser Amedê. Lê dewleta Tirk piraniya hêzên xwe li
wir bi cî kiribûn. Ji ber vê yekê jî êrîş bêyî
encam ma û bi 150 mirî û gelek birîndaran
serhildêr şûnde vegeriyan.
Yekîneya Şêx
Evdirehîm jî li Erxenî têk çû û ji bo ku belav
nebin xwe xistin nava yekîneya Şêx Seîd. Ji
Erxeniyê berê xwe dan Darahênê. Şer li wê herêmê
sor kirin. Di vê navberê de dewleta Tirk jî
ranediwestiye û gelek fen û fût li serhildêran
çêdikirin. Wek mînak hinek leşkerên xwe bi wek
serhildêran tevgirêdidan û bi kincê serhildêran
dixemilandin. Van leşkerên ku bi kinc û berê wan
xwe xemilandine erîş dibirin ser gel û dikan û
malên gel talan dikirin. Van kirinana di nava
gel de bûbû sedema tirsê. Lewre bi ya gel
serhildêran welat talan dikirin. Ev bûyer di
nava gel de bû sedema şikestinê.
Ne tenê fen û
fûtên dewleta Tirk, kirin û nêzîkayiyên gelek
eşîrên Kurd jî bû sedema xisar û têkçûna
serhildêran. Hinek eşîrên Kurdan bi tirkan re bi
serhildêran re şer kirin. Tirkan hemû hêza xwe
kişandibû herêmê. Hêzên teqwiye roj bi roj li
artêşa tirk zêde dibû. Serhildêran jî roj bi roj
xelek li xwe teng dikirin.
Di heman demê de
li herêma serhedê jî hinek eşîrên Kurdan bi
dewleta Tirk re dest bi şer kirin. Wekî
Heyderiyan, Ademan, Heseniyan û çend eşîrên din.
Van eşîrana jî ji bo ku alîkariyê bidin
serhildêrên Kurd eniyek vekirin û dewleta tirk
re şer kirin lê serhildêr roj bi roj lawaz
diketin ji ber tunebûna şert û derfetên qels.
Serhildanê heya gulanê berdewam kir lê zêde di
ber xwe neda û li hember dewletaa Tirk têk çû.
Serok û
rêvebirênn serhildanê hineka derbasî sînor bûn
lê Şêx Seîd û 47 hevalên xwe wê bihatana
daliqandin. Êdî serhildaneke din jî têk çûbû.
Dema şêx Seîd birin ser sêpiyê gotina wî ya
dawîn ev bû: “Jiyana min niha bi dawî dibe, lê
ez bi ber nakevim. Lewre neviyên me dê li hember
neyarên xwe bi me şanaz û serbilind bin û dê ji
ber me fedî nekin.”
|