|
Beşa-XIV-
Mihemed Ronahî
Serhildana
Agiriyê-II-
Me
di gotara xwe ya yekem a der barê serhildana
Agiriyê de sedemên destpêkirina serhildanê û di
pêvajoya destpêkê de rola rêxistina Xoybûnê
hinekî diyar kiribû. Serhildana Agiriyê
serhildana dîroka Kurdan a herî domdar û herî
dirêj ya bi enî ye. Kurdan li hemberi dewleta
Tirk enî vekirine û şer kirine. Di vî şerî de
dewleta Tirk bi çendê caran hemû hêza xwe bi kar
anî lê nikaribû serhildêran têk bibe. Li aliyekî
din jî gelek Kurdên mêrxas di vê serhildanê de
bi mal û canên xwe di ber xwe dan û navê xwe li
rûpelên dîrokê kolan. Wek mînak ji van Kurdan
hinek ev in. Ferzende Beg, Bavê Ferzende Beg
Silêmanê Ehmed, Reşoyê Silo, Seyîdxanê Ker,
Xalis Beg, Kerem Beg û Şêx Zahir ji van Kurdan
çend heb in. Van kesan û hêj gelek kesên ku em
bi nav û dengên wan nehesiyane di vê serhildanê
de canê xwe ji dest dan. Di serhildana Agiriyê
de hûrguliyeke biçûk heye ku divê were
diyarkirin. Bi ya min serhildana Agiriyê ji sedî
sed têkildarê serhildana Şêx Seîd e. Heta em
dikarin bêjin ku dûmahîka serhildana Şêx Seîd e.
Ango piştî ku dewleta Tirk Şêx Seîd û hevalên wî
daliqandin pirsgirêka Kurdistanê neqedandin.
Nîşenaya vê yekê jî serhildana Agirî ye. Piştê
du salan dîsa Kurdan serî hildan û Kurdên ku
serî hildan ne biyan bûn. Dîsa aktorên
serhildana Şêx Seîd bûn. Wek mînak van kesên ku
me li jor jimartin: Seyîdxanê Ker, Ferzende Beg,
Kerem Beg û yên din, di heman demê de
serhildêrên serhildana Şêx Seîd bûn jî. Ango em
dikarin bêjin du salan li piştî serhildana Şêx
Seîd heman serhildanê bi awayekî mezintir şax da
dîsa li Kurdistanê. Lewre Kurdên ku di
serhildana Şêx Seîd de wê hovîtiya dewleta Tirk
dîtin, neyartiya dewletê xistin ber dilên xwe.
7.800 malbat hat koçberkirin di serhildana Şêx
Seîd de û serok û pêşengên Kurdan hatin
daliqandin û gelek Kurdên bêpergal û bêçare
hatin kuştin di serhildana Şêx Seîd de. Ji ber
vê yekê em dikarin bêjin sedema serhildana
Agiriyê tolhildana Kurdan bû.
Serhildana
Agiriyê sê salan ajot lê bandora wê pênc salan
li wê herêmê berdewam kir. Serhildan ne tenê li
herêma Serhedê bû, Kurdên herêmên din jî
piştgirî didan vê serhildanê. Heta ne tenê
Kurdên bakûrê Kurdistanê wek mînak Şêx Ehmed
Berzencî jî du sed siwariyên xwe tev girêdabû û
şandibû hawara serhildêrên Agiriyê. Ji ber vê
yekê jî digel êrîşên dewleta Tirk yên bi tang û
top û teyare, serhildêran sê salan di ber xwe
dan, lê piştî sê salan piraniya herêmên
serhildêr radestî dewleta Tirk bûn. Lewre şer
gelek di ber xwe dabû û Kurd hem ji alî madî ve
hem ji alî manewî ve gelek sist bûbûn. Belê
Kurdan li Agiriyê Kurdistana azad îlan kiribûn û
alaya Kurdistanê li ba kiribûn, lê hêza wan ne
zêde bû li hemberî dewletê. Dewleta Tirk xwediyê
teyaran û topan bû. Lê Kurdan tenê bi çekan li
çiyayan liberxwe didan. Heta hemû serhildêr jî
ne xwedî çek bûn. Piştî sê salan di 1930’î de
êdî dewleta Tirk cih li serhildêran teng kiribû.
Hemû serhildêr li çiyayê Agiriyê asê bûbûn û
Tirkan bi çil hezar leşkerî û teyareyan narincok
dibarandin li ser Kurdan. Ji ber xerabûna rewşê
serokê serhildanê Îhsan Nûrî derbasî aliyê Îranê
bû û dev ji serhildanê berda. Tenê serhildêr man
li wî çiyayî. Di demeke kurt de serhildêr jî
radestî dewletê bûn. Lê radestbûna wan jî têrî
dewleta Tirk nekir. Tirkan komkujiyeke xedar li
herêma Serhedê kirin. Bi taybetî jî li geliyê
Zîlanê deh hezar mirov tevî jin û zarok û
temendaran hatin kuştin.
Fermandarê
Artêşa Tirk jî bavê Alparslan Turkeş, Derviş
Turkeş bû. Wehşeta ku li Kurdan hat kirin li
geliyê Zîlanê di dîrokê de li kêm cihan hatiye
kirin.
Piştî têkçûna
serhildana Agiriyê Kurd hemû radestî dewletê
nebûn. Wek mînak serhildêrên weke Seyîdxanê Ker
û Biroyê Heskê Têlo digel têkçûna Komara
Kurdistanê jî liberxwedan. Heta ji van
serhildêran Seyîdxanê Ker di sala 1932’yan de
hat kuştin. Heya roja ku hat kuştin jî êrîş bir
ser dewleta Tirk.
|