|
Beşa-X-
Mihemed Ronahî
Serhildana Elkê
Li dû avabûna komara Tirkiyeyê zana û
rewşenbîrên Kurdan jî dikevin hewldana
rizgarkirina Kurdistanê. Di nava van hewldanan
de mirov dikare navê gelek rêxistin û
fraksiyonan bi lêv bike. Ji van rêxistinan yek
jî Rêxistina Azadiyê ye. Li Kurdistana Bakur li
dû avakirina komara Tirkiyeyê yekem rêxistina
mezin û bi hêz Rêxistina Azadiyê ye. Avakarên vê
rêxistinê bi piranî ji burokrat û fermandarên
Kurd ên komara Tirkiyeyê pêk tên. Wekî mînak di
nava rêxistinê de kesên wekî Yusuf Ziya, Xalid
Begê Cibrî, Birayê Yusuf Ziya teymen Elî Riza,
Îhsan Nûrî Paşa, Teymenê Wanî Xûrşîd Beg, Teymen
Rasîm Beg û Teymen Tewfîq Beg ji van navan çend
heb in. Wekî din jî ji mala Cemîl Paşa, Ekrem
Cemîl Paşa serokatiya rêxistinê ya Amedê
dimeşand. Azadiyê di demeke kurt de gelek
giregirên welêt li dora xwe civandibû. Ne tenê
mezin û pêşengên welêt di heman demê de gelek
eşîrên Kurdan jî bi xwe ve girêdabûn. Ji bo
serhildanê li bendî demeke guncan bûn. Lê di
demeke bêwext de serhildanê dest pê kir.
Destpêkirina serhildanê bi vî awayî pêk tê.
Di 7’ê Tebaxa 1924’an de komek Nestûrî diavêjin
ser tabûra Elkê û serbazekî û 3 leşkeran dikujin,
Waliyê Colemêrgê jî dîl digirin. Li ser vê
bûyerê tabûra 7’emîn a Sêrtê êrîşê dibe ser
Nestûriyan. Taybetiya tabûra 7’emîn a Sêrtê ew
bû ku fermandarên wê ji Kurdan pêk dihat û jixwe
van fermandaran endamên Rêxistina Azadiyê bûn.
Li gorî çavkaniyan dema serfermandarê tabûra
Sêrtê Elî Riza Beg digihîje Elkê, ji birayê xwe
Yusuf Ziya têlgrafekê digire û di têlgrafê de
dibêje ku “serhildanê rawestînin”. Lê Elî Riza
Beg vê nameyê wekî danedestpêkirina serhildanê
fam dike û bi vê xeletiyê re di 3-4’ê Îlonê de
serhildana Elkê dest pê dike. Di encama vê
xeletiyê de çar fermandarên tabûra Sêrtê (Îhsan
Nûrî, Teymen Xurşît, Teymen Rasîm û Teymen
Tewfîq) tevî 350 leşkerên xwe,380 tifing û gelek
erzaqan firyar dikin ji tabûrê.
Armanca serhildêran bidestxistina alayiya
18’emîn e û çekên wê alayiyê bû. Li wê herêmê 8
eşîrên mezin jî endamê rêxistina Azadiyê bû lê
ji ber ku serhildanê ji nişka ve dest pê kir.
Alikariyeke baş ji eşîrên derdorê negirt. Ev
serhildan gelek zû hat rawestandin ji aliyê
dewleta Tirk ve. Berê Yusuf Ziya û birayên wî
Bahaddîn û Elî Riza Beg hatin girtin. Dûre
zavayê wî Faîq hat girtin. Li dû van girtinan
dewleta Tirk lêpirsîna serhildanê bi kûr ve bir.
Bi lêpirsînan ve hinek kesên din jî hatin dîtin
ku bi vê rêxistinê re têkildar in. Wekî mînak
Xalid Begê Cibirî. Îhsan Nûrî Paşa û çar
serfermandarê Kurd reviyan Başûr û penihîn
Îngilîzan. Dû re wê Îhsan Nûrî wê dîsa vegeriya
û serhildana Agiriyê bimeşanda.
Bi serhildana Elkê re Azadî deşîfre bû û hemû
kadroyên vê rêxistinê yên burokrat û fermandar
an hatin girtin an jî firyar kirin ji welêt. Ji
ber vê yekê serokatî û rêvebiriya rêxistinê ket
bin destê şêxan. Rêxistinê rengê xwe ji nûjeniyê
wergerand formateke oldar û li şûna wan
burokratan êdî kesên wek Şêx Seîd, Şêx Evdila û
Şêx Şerîf hebûn. Têkçûna serhildana Elkê di
heman demê de bû sedema destpêkirina Serhildana
Şêx Seîd.
|