|
Beşa-VII-
Mihemed Ronahî
Serhildana
Berzencî
Şêx Mehmûd
Berzencî di dîroka Kurdan de yek ji serokên herî
balkêş e. Piraniya jiyana wî bi şer û têkoşînê
derbas bûye û di qonaxên cûr bi cûr re derbas
bûye di warê têkoşîn û serhildanê de. Ji sala
1908’an heya 1931’ê bi çendê caran serî hildaye
û şer kiriye li hember neyarên cuda. Şêx Mehmûd
di sala 1881 an jî 1882’yan de jidayik bûye. Ji
malbateke navdar e. Kurê Şêx Seîd Berzencî û
neviyê Şêx Ehmedê Berzencî ye. Bav û kalên wî
şêxên terîqa Qadiriyan bûn û li Kurdistanê gelek
bi nav û deng bûn.
Bavê Şêx Mehmûd,
Şêx Seîd di 1908’an de li hember dewleta
Osmaniyan serî hildidin. Jontirkên ku
desthilatdarên dewleta Osmaniyan in vê
serhildanê têk dibin û Şêx Seîd û kurê wî Şêx
Ehmed dikujin. Şêx Mehmûd jî li Mûsilê dixin bin
çavan. Ev bûyer di nava eşîrên Kurdan de deng
vedide û radibin piyan ku Şêx ji Mûsilê neyê
berdan dê êrîşî Osmaniyan bikin. Li ser vê yekê
Şêx tê berdan û destûra çûyîna wî ya Silêmaniyê
tê dayîn.
Şêx Mehmûd
nameyekê dişîne ji Wilson re û di nameya xwe de
daxwaza serfiraziya Kurdistanê dike. Li ser vê
nameyê desthilatdariya Îttihat ve terakki’yê wî
digirin û cezaya îdamê lê dibirrin. Lê ji ber ku
vê biryara wan di nava gelê Kurd de dibe sedema
gengeşiyeke mezin, dev ji vê biryarê berdidin.
Dû re di bin serokatiya Serbaz Noelê Îngilîzî de
lijneyek tê û Şêx Mehmûd re dikeve têkiliyê. Ji
aliyê vê lijneyê ve wek “Kralê Kurdistanê” tê
binavkirin. Şêx Mehmûd li nav Kurdistanê roj bi
roj bêtir deng dida. Îngilîzan jî ji ber ku vê
yeka didîtin nedixwestin ku Şêx Mehmûd bêtir
mezin bibe. Li ciyên fermî û îdarî mirovên xwe
bi cî dikirin. Bi vê boneyê dixwestin ku Kurdan
di kargeriya welêt de sist bikin. Şêx Mehmûd jî
vê yeka didît û ji bo ku hêza Îngilîzan bişikîne
berê xwe dida eşîrên Kurdan û hewl dida ku
yekîtiyekê ava bike di nava Kurdan de. Li dû van
xebatên xwe alîgirên Şêx Mehmûd êrîşî Silêmaniyê
dikin û ala Îngilîzan datînin, li şûnê alaya
Kurdistanê bilind dikin. Di nava wan û yekîneyên
Îngilîzî de şer dest pê dike. Di vî şerî de Şêx
Mehmûd birîndar dibe û tê girtin. Îngilîz wî
didarizînin. Berê cezayê bidarvekirinê didinê lê
dûre dinêrin ku ev ceza wê bibe sedema gelek
gengeşî û aloziyan. Wî mişextî Hîndistanê dikin.
Di salên 1921’ê
û 1922’yan de di nava Îngilîz û tirkan de
lihevnekirinek derket li ser Mûsilê. Li dû
çûyîna Şêx Mehmûd eşîrên Kurdan jî, ji ber
hezkirina Şêx Mehmûd tim serî hildidan li hember
Îngilîzan û êrîşî wan dikirin. Di van erîşan de
Îngilîzan gelek leşkerên xwe wenda kirin. Fam
kirin ku heya yek wan di bin serokatiyekê de kom
neke dê nesekinin û her êrîş bikin. Ji ber vê
yekê dîsa gazî Şêx Mehmûd kirin û we ji
Hindistanê hanîn Silêmaniyê. Ew dîsa kirin
serokê Kurdistanê û ji bo ku ev serokatî bi
awayekî fermî were pejirandin. Şêx Mehmûd
parlamanetoyeke biçûk ava kir û wezîrên xwe jî
hilbijartin. Bi navê “Bangî Kurdistan”
rojnameyek jî derxist.
Bi taybetî di
salên nava 1922-23’yan de siyaseta navneteweyî
germ bûbû û her dewletekê ji bo xelasiya xwe
serî li lîstik û fenên ecêb dixistin. Di vê
navberê de Şêx Mehmûd car bi Tirkan re, car bi
Ereban re, car bi Îngilîzan re di şer de bû. Di
22’yê Sibata 1922’an de şerê nava Kurdan û Ereb
û Îngilîzan dest pê dike û gelek dajo. Îngilîzan
jî êdî siyaseta xwe guhertine û li gel Ereban
in. Digel hemû serdestiya Îngilîzan, Kurdistan
di bin destê Şêx Mehmûd de bû.
Ev şer du sala
didome û heya Gulana 1924’an Kurd û Ereb û
Îngilîz şer dikin bi hev re. Ereb û Îngilîz li
rexekî, Kurd li rexekî. Di Gulana 1924’an de
Îngilîzan bi balafiran bombebaraneke dijwar li
ser Silêmaniyê kirin û Silêmaniye ser û binê
hev bû. Şêx Mehmûd li hember vê hilweşînê zêde
di ber xwe neda û penaberî Îranê bû. Şêx Mehmûd
di penaberiya Îranê de gelek rojên dijwar li dû
xwe dihêle û di 1941’ê de tê Bexdayê. Di 1956’an
de jî diçe ber rehma xwedê. |