* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Gelo çi bi serê 20 hezar Kurdên Feylî hat!
 

 

    

30 sal beriya niha dertixubikirin û şehîdkirina Kurd ên Feyilî dest pê kir. Ji sala 1980’ê heya 1990 tu kes nizane çi bi sere 20 hezar Kurdên Feylî hatiye û heya niha çarenivîsa wan nediyare. Li Iraqê piştî sala 2003’ê her çendî gelek komegor hatine dîtin jî, lê heya niha tu kes nizane çi bi serê 20 hezar Kurdên Feylî hat!

Kurdên Feylî li Başûrê Kurdistanê li der dorê çemê Dîcle dijîn, erdnîgariya lê dijîn heta derdorê Bexdayê dirêj dibe. Bi deh hezaran Kurdên Başûrê Kurdistanê bûne qûrbanê nijadperestî û şoveniya rejîma Baasê. Kurdên ku jibo azadiya xwe têdikoşiyan, weke her carê bi zext, çewisandin, qirkirin û komkujiyan re rû bi rû man. Çekên ku jibo qirkirina mirovahiyê hatibûn amadekirin destpêkê li ser Kurdan hatin bikaranîn. Cîhanê weke her carê çavê xwe ji vê yekê re girt û li hemberî komkujî û qirkirinên li ser Kurdan bê deng man.

BI SÎRGUNKIRINA KURDÊN FEYLÎ RE ENFALÊ DEST PÊ KIR

Kurdên Feylî yên herêma Kerkuk, û yên li derdorê çemê Dîcle dijîn, tê gotin ku yek ji kevintirîn komên etnîk ên li herêmê ne. Bi deh hezaran Kurdên Feylî bûn qûrbana ceribandina çekên kîmyawî.

Derbarê vê mijarê de Serokomarê Iraqê Celal Telebanî dibêje:’ Enfala Kurdan ya li Iraqê bi sirgunkirin û jiholêrakirina nijadî ya Kurdên Feylî dest pê kiriye”.

ÇEKÊN KÎMYAWÎ DESTPÊKÊ LI SER KURDÊN FEYLÎ HATINE KARANÎN

Qirkirna 20 hezar ciwanên Kurdên Feylî ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatin wendakirin, qet şopa wan nehate dîtin. Beriya niha Serokomarê Iraqê Celal Talebanî bi şêweyekî fermî aniye zimên ku, di rastiya xwe de Enfal, di sala 1980 de, bi sirgunkirin û jiholêrakirina nijadî ya Kurdên Feylî dest pê kiriye û hetanî salên 90’ê berdewam kiriye. Gelek ji siyasetmedar û rewşembîrên Kurd dibêjin, çekên kîmyawî ku li Helepçe û deverên din hatine bikaranîn, pêşî jibo ‘ceribandina çekan’, li ser Kurdên Feylî yên hatîn sirgûnkirin hatiye ceribandin.

DI NAVA RÛPELÊN DÎROKÊ DE HATINE JIBÎRKIRIN

Heta niha hejmarek ji 20 hezaran zêdetir ya Kurdên Feylî di dema qirkirin û enfalkirina Kurdên Başûrê Kurdistan û Iraqê de winda bûne. Heta niha tu kes nizane ka çi bi serê wan hatiye. Di nava rûpelên tarî yên dîrokê de mane û hatine jibîrkirin.

Heta niha li Iraqê bi qasî 300 komegor hatine dîtin. Lê heta niha tu şopên Kurdên Feylî yên di dema rejîma Baas de hatîne dertixûbkirin nehatiye dîtin û tu kes li rastî şopa wan nehatiye.

KURDÊN FEYLÎ KÎ NE?

Kurdên Feylî beşek ji Netewa Kurd e ku li Rojhilata Navîn bi cîh bûne. Bi dîroka xwe, yek ji wan kevintirîn xelkê li Iraqê ne. Sînorê cihê wan, ji rojavayê ava Dîcleyê û Kerkûkê dest pê dike, hetanî bakurê Basra, Bexdayê û derûdora wê dirêj dibe. Li gorî dîrokzanan, di 1623-29 an de ev dever ji aliyê Kurdên Feylî ve dihatin birêvebirin. Bi gotineke din ku mirov bêje, hejmara Kurdên Feylî  berî sirgonkirina 500 hezar kesan di navbera salên 1969-1972 û 1980-1990 de, çend milyon kes bû.

GELEK KESÊN NAVDAR JI NAVA FEYLÎYAN RABÛNE

Hetanî sala 1980, Kurdên Feylî di pîşesaziyê de bazirganên mezin bûn. Yekemîn serokomrê Iraqê Ebdûlkerîm Qasim ku li hemberî rejîma paşatiya Iraqê derbe pêkanî, ji Kurdê Feylî bûye. Her wiha Keça Kurda û yek ji jinê serhildêr yên Kurd, Leyla Qasim jî bi eslê xwe Feyliye. Her wiha di nav Feyliyan de gelek siyasetvanên navdar, teknokrat, helbestvan, muzîsyen, sporvan û hiqûqnas hene.

Hinek ji vana evin:

Sekreterê PDK-Îranê, Rêvebirê Xwendekarên Kurdistanê, Serokê Federasyona Jinên Kurdistanê û ji 4 kesên avakirên YNK’ ê 2 jê ji Kurdên Feylî bûn. Dadger û hiquqnasa jin ya yekem ya li Rojhilata Navîn Zekiye Haqî jî Feylî bû. Gitarîstê di nav ereban de navdar Nesir Shamma jî Kurdkî Feylî ye. Ferec Heyderî Serokê Komusyona Bilind ya Serbixwe ya hilbijartinên Iraqê jî Feyliye.
                                                                                              SERBAZ SIYAMEND