* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Di bêdengiya sînemayê de qerînek: Zerê 
 

 

     

Dîroka sînemaya Kurd pir kevnar e. Gava derhenerê Ermenî Hamo Beknazaryan yekemîn fîlma Kurdî, ‘Zerê’ kişand, dem wê çaxê sala, 1926 bû. Sînema cîhane jî hîna zarok bû. Zarokek bê zar û ziman…

Gava Kurdan sînema naskirin; wê gavê dem dema bê dengiye bû, di vî warê da. Sinema, wê çaxe, 31 yek salî bû. Lê hîna bê deng û ziman bû… Fîlma yekemîn a Kurdan, derhenêren Ermen Hamo Beknazaryan, kişand. Navê wî fîlmê jî “Zerê” bû. Ev fîlm, wekî despêka sînemaya Kurd tê qebûlkirin. Fîlma “Zerê” îro 84 saliye û klasîkek girîng e ji bo Kurdan.  Fîlma “Zerê” di çarçoveya projeya peşketina hunera gelên li Sovyetê were peşxistin de hatiye kişandin. Senaryo ya fîlmê jî bûyerek rast e û jî çîroka “Qedera Zerê” hatiye  wergerandin. Fîlm, her wiha çiqas bêdeng be jî, li gorî şert û derfetên dema xwe gelek profesyonel e û heyanî îro jî berhemek klasîka perde ya spî tê qebulkirin. Fîlma reş û spî, ji jiyana gelê Kurd,  fotografek drametîk e. Mijar her çixas çîroka keçîkek Êzidî be jî, di warê sosyolojîk de derhêner, balê dikişîne ser jiyana feodalîtiyê û rejîma berê ya Çarîtiyê û wî rexne dike. Fîlm di sala 1926’an a li Zozanê Elegezê li gunde Sarîbolaxê de (Sovuxbulox) hatiye kişandin û nezîki, 500 kesan jî di fîlmê de lîstiye. Piraniya lîstikvanan jî Kurd in. Koma fîlmê nezîkî du meh dibin mêvanê Kurdan û di nav wanda dijîn. Di fîlmê de keça kurd Zerê jî lîstikvana Ermen Mareto Tadevosian dilîze. Ev tişt  girîngiya fîlmê bi aweyekî zelal nîşanî me dide.

Evîna şivan ser dikeve

Çîroka fîlmê, di navbera  Zerê, şivan Seydo û Têmûr beg de derbas dibe. Lê di kesayeta van de jiyana feodal û sîstema berê ya Çarîtiyê jî bi zimanek tuj tê rexnekirin. Dimenê zilma Têmûr begê ya li ser gel, tekiliyê wî ya bi saziya polîsan re û jiyana feodal vê yekê dide nîşan. Ji aliye din ve jî di fîlmê de dimenê hezkirina sîstema nû ya Sovyete tê xuyakirin. Jî xwe senaryo ya fîlmê jî li gorî vê hatiye nivîsandin…

Di fîlmê de, Zerê keçikêk xweşik û delal e. Delaliya gund e û dilketiya Seydo yê şivan e. Evîndariya wan jî wekî her keç û xortê gunda li ser kaniyê despê dike. Kaniya gund, ji bo herdu evîndaran dibe cîhê hevdîtinê. Lê ev rewş zêde berdewam nakê. Rojek bedewbun û delaliya Zerê diçe gohê xwediyê pirjînan Têmûr begê. Xwediyê mal, milkê pir û hêza xurt Têmûrbeg, bi darê zorê Zerê ji xwe re dixaze û digire. Li gorî çanda Kurda Zerê tê xemilandin û li ser hespê siwar dikin û bi dahol û zirne ji mal derdixin. Li ber çavê sedan gundiyan tînin koşka Têmûr beg. Axa yê desilatdar, di vî deweta xwe de hêz û dewlemendiya dide nîşandan û ji herkesî re meydanê dixwaze. Lê bûka bêdil Zerê, van kirinan jî Têmûr beg re nahele û dibeje,” Ez te naxwazim.”Ev biryara Zerê, Têmûr begê dîn û hov dike. Têmûr beg jî hêrsa dixweze  dilketiya şîvan Seydo, Zerê bide cezakirin. Û vê yekê dike jî. Wek suçdar jî Seydo nîşan dide û wî binçav dike. Dixwaze Zerê jî, li gorî çanda Êzidîtiye  bide cazakirin. Ji bo wî Têmur beg, dibêje, “ Zerê berê bi zilamek din re ango bi Seydo re razaye û benamus e. Divê ew were cezakirin.” Ev tişt di vî çandê de tê wateya xiyanetê. Ji ber wî divê Zerê, li gorî çanda Kurdên Êzîdî were cezakirin. Ew jî; jîna berî bi zilamek din re razaye di nav gund de tê rezîl kirin. Têmur beg û zilamên wî jî li serê Zerê wî tiştê pêk tînin. Tînin ser çavên Zerê bi teniyê reş dikin, li ser kerê siwar dikin û di nav gunde digerînin. Gundî kom dibin, li Zerê nifira dikin û wê didin ber kevira, jê re lanetê tînin. Birayê Seydo yê piçuk Xidir û hevalen Seydo vî zilme qebul nakin û li hemberi Têmûr beg serî radikin. Zerê û Seydo jî destên wan xilas dikin. Xidir, li vir Têmûr beg dikuje. Fîlm, bi van dîmenan diqede. Ev dîmen dide nîşan kû,  fîlm, berhemekî perwerdeyî ye. Di vir de, zilm, jiyanek xirab û feodal heye. Lê li aliyê din de jî li hember vî serhîldan û neqebûlkirin heye. Ev jî nêrîna derhêner dide nîşan…

Di fîlmê de bûyerek trajîk jî diqewime. Gava dîmenê rezîlkirina Zerê tê kişandin, jînên gund, êrîşî ser lîstikvana Ermen Mareto Tadevosian, dikin û lanet jê re tînin. Ji wan we ye qey ev bûyerek rast e. Lê koma fîlmê bi destê zore lîstikvana jin, jî destê wan derdixin û “Dibêjin ev ne bûyarek rast e, fîlm e.” Wê gavê jinên gund, disekinin…  

Piştî 44 salan deng vedide

Fîlma “Zerê” di sala 1970’yî de ji aliyê sînemevanê Ermen Aleksandir Spêndiarov de hatiye bi dengkirin.  Casimê Celîl, Cemîla Celîl û Keremê Seyyat jî wekî deng dane fîlmê. Seyyat, ji bo fîlmê wiha dibeje: “Li gorî min fîlm, di warê hunerî dê gelek baş e û xebatek serkeftiye. Lê hinek nebesiyên çanda Kurdî zêde hatiye  nîşandan.” Ev peyvên Keremê Seyyat, teoriya me ya derhêner, xwestiye jiyana feodal rexne bike û sîstema Sovyete nû ya sosyalîzm bide hezkirin xurt dike… Fîlma “Zerê” heyanî îro li Ermenistan, Rûsya û gelek deverên din hatiye nîşandin. Nûsera fîlmê niha li arşîva wezerata çand û hunerê ya Ermenîstanê yê û kopyeyekî wî niha li Parîsê ye. Ji aliye şîrketek fîlma Fransî de tê nû kirin. Derhêner Hamo Beknazaryan, di bîraninên xwe de ji bo Kurda van gotinan tîne ziman: “Kurd mirovên gelek mêvan hez in. Gava em cara yekem çûn Elegezê, Kurda bi dilek kêfxweş em, pêşwazî kirin.Wan digotin; mêvan mêvanên xwedê ne pêwîst e em wan bi dilkenî qebul bikin, wekî dilê xwedê xweş be.”

Kunyeya fîlmê:

Navê Fîlm: Zerê

Cure: Drama

Derhener: Hamo Beknazaryan (1892-1965)

Lîstîkvan: Mareto Tadevosian,   M. Garagash, Avet Avetisyan  Slo, Olga Gulazyan , Nina Manucharyan  Nano,  Hambartsum Khachanyan Kıdo, Aram Amirbekyan  Kilek, Sh. Amasi Martirosyan  Zurba,   S. Gevorgyan,  N. Aghambekyan

Dem: 72 deqîqe

Elî Gûler