|
Enfal navê
komkujiyekêye ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê
rejîma Baas ve li dijî Kurdan hatiye pêkanîn.
Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire.
Her sal Hikumeta Herêma Kurdistanê roja 14’ê
Nîsanê weke roja Enfalê dibîne û di vê rojê de
çalakiyên cor bi cor tên lidarxistin. Di 8
qonaxên Enfalê de 182 Hezar Kurd di navbera 21’ê
Reşemeh a 1988’ê û 6’ê Îlona 1988’de, agno di
nava 6 mehan de hatine enfalkirin.
Di dema
desthiladariya rejîma Baasê de heya sala 1990’ê
210 hezar û 6 41 Kurdên sivîl di encama
gulebaran an ji darvekirinê de jiyana xwe ji
dest dane. Ji bilî wan, tenê di nava 8 qonaxên
operasyona Enfalê ya li dijî Kurdan pêkhatî de
182 Hezar Kurd hatine enfalkirin.
Enfala Kurdan
ne navê komkujiyek tenê ye, navê
rêze-komkujiyane. Enfala Kurdan 21’ê Reşemeha
1988’ê li Dola Caf (Cafetî) tê destpêkirin û 6’ê
Îlona 1988’ê li Zaxoyê bi dawî dibe. Ji Zaxo
heta Hemrînê ti warên Kurdan nahêlin, hemûyan ji
holê radikin. Dîsa li Qeladiza Silêmaniyê, Şivan
û Axçelera Kerkûkê û hwd... Piraniya Kurdên li
van deveran dijîn têne kuştin, yên dimînin jî
direvin Rojhilatê Kurdistan, Îran û Bakûrê
Kurdistanê. Gelek jî dîl têne girtin û di kampên
tinekirinê de têne komkirin.
KEÇ Û JINÊN
KURD JIBO ŞÊXÊN EREB DIHATIN VEGUHESTİN
Li gorî
Îstatîstîkên saziyên navneteweyî der-dora 182
hezar Kurd hatine windakirin. Îro termên hinek
ji wan windayiyan di goristanên giştî de tên
dîtin. Dîsa hatiye tesbîtkirin ku piraniya
Kurdan bi saxî hatine binaxkirin. Keç û jinên
Kurdan ji bo şêxên dewlemend ên Ereb dihatin
veqetandin, qismekê wan jibo fihûşê dibirin
Misirê û Tirkiyê. Piştî têkçûna Rejîma Baas li
seranserê Iraqê, gelek kom-goristanên qurbaniyan
hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin.
Em dikarin
dîroka enfalkirina Kurdan ya ji aliyê rejîma
Baas ve wiha rêz bikin:
QONAXA
BOMBABARANA 1974
Piştî ku Sedam
Husên sala 1973 diçe bajêrê Qeladizê û ti kesê
wê derê nayê pêşwaziya Sedam, 24’ê Nîsana
1974’an bi bahaneya ‘destekê didin neyar û
mulaxelefeta Iraqê’, balefirên şer yên rejîma
Iraqê bajêrê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ku
wê demê li Qeladizê bû bombabaran kirn. Her wiha
di 16’ê Nîsana 1974’an de cara yekemîn bajarê
Helebçe hate bombebarankirin.
QONAXA
KÎMYABARANA 1987:
Ji 15’ê Avrêla
1987’an heta 28 Pûşpera 1987’ê 28 gund û
navçeyên li sînorê niha yên Herêma Kurdistanê
hatin kimyabarankirin. Gundên wek Heledin,
Bergelû, Kanîtû, Awejê, Sîrwan, Nûlçike, Çinare,
Şêxwesan, Mêwlake, Sîngir û Qizler yên
girêdirayî Kerkûk’ê, Dola Balîsan, navça
Qeredax, Zêwê, navçeyên Dihok’ê, gundên Tomar,
Qemer, gundê Gurgan, gundên Melekan, Goreşêr,
Kendol, Berdok, Bilê, Nalî, Tahî, Nazenîn û
Balîsan hatin kimyabarankirin.
QONAXA
KÎMYABARANA 1988:
Ji 25’ê
Reşemeha 1988’ê heta 29’ê Tebaxa 1988’ê 24 gund
û navçe hatin kimyabarankirin. Gundên weke
Sergekû, Yaxsemer, Heledin, Gwêzîle û dola
Cafayetî, Heneb, derdorên bajarê Helebçe,
navçeyên wek Sêwsan, Dukan, Belekcar, Caferan,
Wilyan, gundên Goptepe, Hesker, Mayle, Serçima,
Şêxan, Keleşêre, Çemêrêzan, Qoçebilax û Zerzê
hatin kimyabarankirin. Di 16’ê Adara 1988’de
navçeya Helebce hat kimyabarankirin. Li gorî
daneyên fermî 5000 kesên bêtawan bi kimyayê
hatin kuştin û bi qasî 10 Hezar kes jî birindar
bûn û bûn qurbanên çekên kimyawî. Di 25-29’ê
Tebaxa 1988’de navçeya Gelî Bazê ji aliyê 12
balefirên şer yên İraqê ve hat kimyabarankirin û
di nava 4 rojan de zêdetirî 2 hezar û 980 kesên
sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe
ji dest dan.
KOMKUJIYA
ENFAL:
El-Enfal navê
komkujiyê ye ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê
rejîma Baas ve hatiye pêkanîn. Di 4’ê Avrêla
sala 1980’de rejîma Baas bi hêceta ku di hêlê
Olî de Kurdên Feyilî mezhebê wan Şîiye û ne
Sûnîne, dest bi kuştina wan kir û di encamê de
zêdetirî 10 Hezar Kurdên Feylî hatin qetilkirin.
Di 31’ê Tîrmeha 1983’de rejîma Baas 8 hezar
mêrên eşîra Barzanî dîl digire û dikuje. Di
Enfala 1988’de, ku jı 8 qonaxan pêk te, 182
hezar Kurd hatin enfalkirin. Her 8 Qonaxên
Enfalê jî li gorî dîrok û cihên esas yên Enfal
lê pêkhatiye wiha ne:
• Enfala Yekemîn:
di navbera 21.02.1988- 18.03.1988’de li Dolê
Cafayetî û Merge
• Enfala
Duyemîn: di navbera 22.03.1988- 01.04.1988’de li
navçeya Qeredaxê
• Enfala
Sêyemîn: di navbera 31.03.1988- 18.04.1988 de li
navçeya Germiyan
• Enfala
Çaremîn: di navbera 20.04.1988- 05.05.1988’de li
Sinorê Hesker, Goptepe, Şiwan, Qela Sêwkê û
Deşta Koyê.
• Enfala
Pêncemîn, Şeşemîn û Heftemîn; di navbera
24.05.1988- 31.08.1988’de li Navçeyên Şeqlawe û
Rewandizê
• Enfala
Heştemîn jî; di navbera 25.08.1988-
06.09.1988’de li deverên Behdînan û Zaxoyê
pêkhatin.
WATEYA ENFALÊ
ÇIYE?
El-Enfal
Sûretek ji Qurana Pîroze û li gorî ola Îslamê,
di dema pêxember (Hz. Muhemed) diçe Medineyê de,
di sala duyemîn ya hîcretê (koçkirinê) de, piştî
şerê Bedirê ji Hz. Mihemed re ji aliyê xwedê ve
hatiye danîn. Sûreta El-Enfal bi giştî ji 75
ayetan pêk tê û navê xwe ji ayeta yekemîn
girtiye. Peyva “Enfal” bi kurdî tê wateya
“xenimetên şer”. Di sûreyê de ji bona Misilmanan
tê neqilkirin ku bi çi awayî û ji kê re
xenimetên şeran tên parve kirin.
Pêkutiyên li
dijî Kurdan bi dawî nebûn. Piştî qonaxa Enfalê
jî rejîma Baas Kurd ji cih û warên wan
derdixistin û li şuna wan ereb niştecîh (binecîh)
dikirin. Her wiha ji dema derbeya yekemîn a
Baasiyan a sala 1963 heta 14’ê Gulana 1990’ê 10
Hezar û 641 Kurdên sivîl piştî giritina wan bi
guleyan hatin kuştin û an ji hatin darvekirin.
Piraniya wan jî zarok, ciwan, jin, zilam û kal
bûn. Tenê di meha Îlona sala 1985’de 300 ciwanên
bajarê Silêmanîyê ku temenê wan di navbera 17-23
salî de bu, ji aliyê Baasiyan ve hatin
bidarvekirin.
SERBAZ SIYAMEND
|