|
|
Hunerê Beşa-l-
Weger: Zîn
Evînawelat
Huner, di
hindir civaka ku têdeye de tenê bi dana
naskirina wê na, bi rexnekirin û asta
veguhartina wê, bi potansiyelek giştî girîngiya
xwe digre. Xwe zindî dihêle.
Çand û huner di
kevnde û heta niha bûye qada beşekî fikirmendî
ya herî girîng. Lê belê asta çandî ya kû
derketiye pêlana pêş û bûye qada rexnekirinê, bi
taybet piştî şerê cîhanê yê duyemîn di berhema
de tê diyar kirin. Elbet sedema vê ya yekem
kapîtalîzma dereng mayî, piştî şerê cîhanê ya ku
xwe dide hîskirinê ye. Di berhema ‘diyalektîka
ronakbîriyê de’ di beşa ‘ Endustriya Çand ya
ronakbîriya xapandina girseyî de’ têgihîna
‘Endustriya Çand’ ne ji bo teorîkî çandî, ji bo
teorîkî Endustrî pêş bikeve tê bikaranîn. Aliyê
Endustriya Çand yê ku Adorno rexne dike, rexêwê
yê dana xapandinê ye. Di bingehê van rexneyan
de cardin fetîşîzma meta ya Marks jî radizê. Li
gor Adorno, Endustriya ku di aliyê çand de pêş
dikeve, berhemên meta yên hunerîne, hîn di
destpêka xwe de ji bo sûkê bazirganiyê metayê ku
hatin berhem kirinê ne. Cardin di rexneya civaka
modern de bi navê Çanda Endustrî, an jî
Endustriya populer de, bi giştî di têgihîna
çanda girseyî, ya ku derdikeve pêlana pêşde ew
kapîtalîzma demê ya tenê bi ne pêşketina aborîyê
nayê îfade kirin û çareser kirin heye. Yek ji
van taybetmendiya herî girîng, aliyê dagirkerî û
hegemonîk yên civakî di asta çand ya herî jorde
ji aliyê pergalê ve bikaranîne. Her roj ev yek
hîn zêdetir dibe.
Endustriya Çand:
‘Her Tişt Ji
bo Peran’
Di yekparebûna
pergalê de, ji bo hebûna kesayet îdame bike,
keda wî, hebûn û aqlê wî ji bo pergalê kirê
dike. Ev yek di hêle ku, kesayet ji pergalê
xerîb ne keve. Bi hevrebûna giştî û xweser
hertim dide bikaranîn. Coşî di dema kapîtalîzma
dereng mayî de, dibe dirêjiya wê bixwe. Kirdeyê
modern, ne tenê di dema xebitandinê de, herî
zêde di dema coş û kêfxweşiyê de radest dibe. Di
yekdestî de, hemû çanda girseyî hevrenge. Êdî
pêwîstiya veşartina yekdestî nake. Ji ber her ku
dijwarî pêş dikeve hêza wê jî zêde dibe. Di wê
demêde, ti têkildariyek sînema û radyo bi hunerê
re namîne. Ew dibin beşekî karê jiyanî. Dibe
birdoziya tewşo mewşo ya ku tê erê kirin. Êdî
Endustriya Çand bi gotinên teknolojîkde tên
ravekirin. Bi milyonan însan pêdiviyên xwe li
gor vê yekê bi kar tînin. Afirandina hemû kar û
mal dibe hevrengiya vê zanebûnê û bi awayekî
xwezayî tê bikaranîn. Bi hejmarek kêm ya navendê
berhema, bi xalên zêde, li her deverî cihbûyîde
ev rêxistin û pêlansazî xwe bi awayekî giştî bi
rêxistin dike. Ev yek dibe mecbûriyet. Cardin,
hemû sitandard li gor pêdiviyên berxur (tuketîcî)
tên bikaranîn, li hemberî xwe kêm mixalefet
dibînin. Ev nêrîn bi hesanî tê diyar kirin. Bi
qasî hêza teknolojiyê ku li ser girse tê
bikaranîn û behsa wê tê kirin, behsa berhemgerê
vê teknolojiyê nayê kirin. An jî behsa van
pêlansaziyê ji aliyê van kesa nayê kirin.
Aqilmediya teknolojîk, di heman demê de,
aqilmendiya serweriyê ye. Mirovên modern dibe
kolê berhemê xwe.
Li gor Adorno
û Horkheîmer:
‘Aliyên xitabî
qalibê berhemê xerîdariyê cûda dikin, heman mal
bi fiyet û şêweyên cûda tên firotin. Ev bi
piranî tê diyar kirin û tê berfireh kirin. Wisa
jî xîtabî herkesî dike. Kes derveyî pergalê
namîne. Êdî herkes dibe beşekî wê yekbûnê. Dema
temaşevanekî sînema, filmekî temaşe dike dizane
ku di encama filmde, kî tê xelat kirin, kuştin
an dadgeh kirin. Vê yekê pir baş dizane.
Guhdarvanekî muzîkhez, li gor guhê xwe bi
pergalê ve girêdayî an jî guhê ku ji aliyê
piyasayêve hatiye çêkirinê stranekî ku ‘hît’
bûye bi gotinekî din gelek navdar bûye guhdar
dike, di pê gotinekê de çi gotin tê baş dizane.
Bi vê jî kêfxweş dibe. Pêşketina Endustriya Çand,
bandora efekta ya rasterast û ziraviyên teknîkê
dihêle serweriya li ser çandê pêş bikeve. Jiyana
rastî dibe beşekî ji beşê vê hunerê. Ew film, ji
wî temaşevanê ku refleksa xwe ya nêrîn dayinê
wenda kiriyere, firsenda xeyal kirin û aqil
meşandinê nahêle. Theodor Ludwig
Wiesengrund-Adorno (d. 1903 - m. 1969) fîlozof ê
Alman, civaknas, muzîkolog û kompozîtor. Yek ji
rêvebêr ê dibistana Frankfurt û teoriya rexneyê
ye. Felsefê û civaknasî bi hev re bi dest
girtiye û ji jiyana rojne, heta pirsgirêkên
axlaqê nirxandiye. Modernîzma heye wek pisgirêk
bi dest girtiye û li ser çareseriya hewl daye.
Berhemê wî sereke waha ne: Diyalika Ronahîbûnê,
Felsefa Muzik a Modern, Diyalektîka Neyînî,
Teori a Estetîkê.
|