|
Beşa -XII-
Mihemed Ronahî
Li dû Serhildana
Şêx Seîd
Li dû serhildana
Şêx Seîd, li Kurdistanê hêrseke mezin li hember
dewletê çêbû ji ber têkçûna serhildanê. Ji aliyê
din dewleta Tirk jî digel têkçûna serhildanê li
ser Kurdan zextên xwe dijwartir kirin.

Êrîşî eşîr û
herêman dikirin û serokên herêm û eşîran
dişandin mişextiyê. Ji ber van êrîşan li piştî
serhildana Şêx Seîd Kurd nesekinîn û
rêzeserhildanan dest pê kir. Niha em ê yek bi
yek vana bigirin dest.
1 -
Serhildana Nehriyan a duyem: Dewleta Tirk li dû
Şêx Seîd hinek zagon û qanûnên nû derxist. Di
çarçoveya van zagonan de xwest ku Şêx Evdila û
Şêx Muslîh mişext bike. Şêx Evdila û Şêx Muslîh
jî bi piştgirên xwe re serîhildan li hember
mişextîbûnê. Di 10’ê Hezîrana sala 1925’an de li
gundê Nehriyan şer dest pê kir
Li dû serhildanê
Seyîd Taha pêşengiyê li gelê herêmê dike. Di vê
serhildanê de Îngilîz ji bo petrola herêmê
alîkariyê didin Kurdan û cî jî ji wan re
vediqetînin. Ji ber ku Kurdan ji qirkirinên berê
ders girtibûn îca jin û zarokên xwe li wê herêmê
bi cî dikin û wisa serîhildidin.
Hinek xwe
difiroşin
Dewlet hinek
eşîrên Kurdan jî bi xwe re girêdide û bi
tumenekê, du tabûrên peyade û tabûreke topvanan
xwe li geverê bi cî dike. Di 1 Tebaxê de berê
xwe didin Şemzînanê. Serhildêrên ku hejmara wan
jixwe kêm in nikarin zêde di ber xwe bidin û
derbasî başûr dibin. Bi vî rengî serhildana
Nehriyan jî bi dawî dibe.
2 -
Serhildana Hezo’yê: herêmeke serhildêr ya wê
salê ya din jî Hezo ye. Di 21’ê Rêbendana
1926’an de dewleta Tirk davêje ser Hezo’yê û
berxwendana Hezo’yê bi vî rengî dest pê dike.Di
vî şerî de dewleta Tirk 200 leşkerên xwe wenda
dike lê dawî herêmê dixe bin kontrola xwe.
3 -
Berxwedana Reşkotan û Ramanê: Dîsa li dû
serhildana mezin ya Şêx Seîd dewleta Tirk
dixwaze ku çavê Kurdan bitirsîne û hemû çekên di
destê êl û eşîrên Kurdan de ji dest wan bigire.
Ji ber vê yekê jî serê carê êrîşê dibe ser
eşîreke Kurd.
Reşkotê têdikoşin
Lê li hember vê
helwesta dewleta Tirk eşîra Xerzanê, Reşkotan û
Ramanê naxwaze çekan dayîne. Li ser vê berteka
Kurdan dewleta Tirk serleşkerê xwe yê bi navê
Kazim Orbay peywirdar dike û êrîşê dibe ser van
eşîran. Li vir dewleta Tirk dîsa lîstikên xwe
yên kevnar li dar dixe û tenê bi artêşa xwe
êrîşê nabe ser van eşîran. Li gel xwe eşîrên
Kurdan jî dibe û bira birê dide kuştin. Wek
mînak di vê êrîşê de Îbrem Axayê Kefercosî di
girtîgeha Riha’yê de razayî ye.
Lê ji ber ku
dewleta Tirk neyartiya nava Îbrem Axa û eşîra
Ramanê dizane, wî ji girtîgehê derdixin û diajon
ser van eşîran van serhildanên ku pêk tên, ne
tenê ji bo çekdanînê ye, di heman demê de
dewleta Tirk li serokên van eşîran doza
mişextîbûnê jî dike. Ji ber vê yekê hema hema li
hemû deverên Kurdistanê, Kurd serî hildidin.
Me li vir tenê
sê heb vegotin lê hê çend serhildanên din jî li
hember van kirinên dewleta Tirk derketine. Em ê
hefteyeke din jî li ser van serhildanên din yê
Kurdistanê rêzenivîsa xwe bidomînin.
|