|
|
Ev
mijara zimên, êdî ji me re bûye wekî çîroka
hirçê. Dibêjin çil çîrokê hirçê he ne giş li ser
dara hirmiyê ne. Ji ber ku mijareke girîng û
bivê nevê ye, gotin vir de wê de diçe û tê û li
ser heman derd û kulê xwêya xwe direşîne. Di wê
xwê reşandinê de, êş bi serê zimên dikeve, ziman
fermanê dide pênûsê û dibê; poz xiştê, de te ji
bo kîjan demê pozê xwe tûj û xişt kiriye? Vaye
ew roj û de tu yê li ser derd û kula min, li ser
erdê kaxizekê çi reş bikî, de hadê, dem ew dem
e, û ku bi pozê xwe çi reş û xêz dikî, de hadê
hemû tîpên alfabeyê yê te ne û dibê, fermo
ezbeniyê…
Ziman jî wekî
mirov e, ewil zaroketî, pişt re ciwanî, hadê a
hat ew dema kamiliyê û wekî her pêvejoya jiyanê
ya her afirdeyî, we dît ku hat kal û pîrtî û
salên gopal û çakilî. Di vê pêvajoya jiyanê de,
mirov ji bo ku şop û koka xwe li ser erdê bihêle
û navê malbata xwe li pê xwe bihêle, zarokan
diwelidîne û bi zarokan koka xwe ya malbatî,
kor-ocax nahêle û ew yek wekî çerxekê her dem
dom dike û bav û dê, ço yan destê xwe didin kur
an keça xwe û koka xwe ya malbatî domdar dikin.
Di vê pêvajoya
jiyanê de piranî li malbatekê sê zik yan sê nivş
hev dibînin. Mirov dikare vê yekê wiha jî
teorîze bike; zarok ciwantiya malbatê, bavê
zarok kamiliya malbatê û bavpîr jî kal an jî
pîrtiya malbatê di xwe de dihewîne. Di vir de
tiştê ku qet neguhere, ciwantiya malbatê, ango
ciwantiya mirovan e. Zarok dibe bav, bav dibe
kal, hê ku kal zindiye û emir nedaye haziran,
zarokek li ber pêsîra dayika xwe xwe amade dike
ku ciwantiya kok, ango ya malbata xwe di hebûna
xwe de ciwan bihêle, ciwan bijî.
Ji ber vê
pêvajoya mirovan a jiyanê, mirov nikare ji tu
kes û malbatan re bibêje, tu yan malbata te êdî
kal û pîr e. Her malbat bi rêya zarokçêkirinê
xwe nû û ciwan dike. Li pê hev nivşên nû
digihêjin û koka wê malbatê tim û tim ciwan
dimîne.
Ji bo mînak, hûn
malbatekê bixin laboratûarekê û sed salî wê
bişopînin. Serê deh salan carekê serî li wê
malbatê bidin hûnê tim zarok û ciwanan di nav wê
malbatê de bibînin. Di hêla sosyolojîk de mijar
bi kurtasî wiha ye û ger ku bê veçirandin hê jî
pirtir e.
Wekî mînaka ku
me li jor dayî, em dikarin ziman jî bi heman
rêbazê teorîze bikin û binêrin, bê ka zimanê
kurdî ciwan dimîne yan kal dibe?.. Ango em
vegerin ser çil çîrokên hirçê yên ku her tim li
ser dara hirmiyê tên gotin, ango yên ku li ser
dara hirmiyê şevçîrokan dibihorînin.
Gelo zimanê
kurdî xwe her tim ciwan dihêle yan hêdî hêdî ber
bervî kal û pîrtiyê ve emrê xwe salan dide ser
hev?.. Ger her malbata kurd careke guhê xwe bide
axavtina di navbera zarokên xwede, dê hingê
bikaribe bersiveke bide me, dê ka zimanê kurdî
ciwan dimîne yan kal dibe?.. Lê bi ya min em
hemû dikarin ji vê pirsê re bersivekê bidin.
Bersiv wiha ye; dema ku em bala xwe didin kesên
kurdîaxêv em dibînin û dibihîze, ka ew kesên bi
kurdî diaxivin çend salî ne. Ger em tenê li
bakur rêjeyeke salan bidin ez dibêm qey encam wê
pir ne hêvîbexş be. Ji ber ku di nav girseyeke
bîst mîlyon de piranî kesên 40 salî û ji wir
berjortir kurdî diaxivin. Her ku sal berjêr
dadikevin rêjeya axavtina kurdî kêmtir dibe. Ger
em kesên di quncên gundan de mayî û yên malbatên
ku bi rik kurdîhez û kurdîaxêv nehesibînin, sedî
nod û pênc(%95) zarokên kurd kurdî nizanin û
nikarin bi kurdî biaxivin. Ger rewş wiha kambax
biçe, ew rêje jî wê xwe bigihêjîne asta kurdî
kuştinê û tunekirinê. Yanê diyar dibe ku zimanê
kurdî bi saya hişmendî û têgihêştina me ya ne
têgihêştî kal û pîr dibe.
Û gotin ne hêsan
e û naye serê ziman, dawiya her kal û pîrtiyê,
ji we hemû kesanre diyar e?!.
Bo ku zimanê
kurdî jinûve ciwan bibe û ciwan bimîne, divê çi
bê kirin?.. Her çiqas ku em dikarin bersiveke
hêsan bidin û bêjin, ji kerema xwe re bi kurdî
biaxivin û zarokên xwe bi kurdî û kurdewar mezin
bikin, perwerde bikin jî, lê em dikarin ji bo
hurguliyên mijarê çend pêşniyaran jî ji kesên li
qadê bikin.
Bila bê zanîn,
mafê tu kesî/ê tunê ku bi kurdekî/ê re bi
zimanekî din biaxive. Mafê tu siyasetmedar,
hunermend, rojnamevan, tv-kar, çalakvana jin û
ciwanan, xebatkarekî/ê saziyekê tunê, di xebat û
karê ku ji bo kurdan dike de bi zimanekî din
xebatê bimeşîne û biaxive.
Kesên ku di nav
kurdan de, di xebata ji bo kurdan dikin ger ku
zimanekî din bikar bîne, bila ew bizanibin, wekî
ku hewiyek tê ser jinekê ku ew jin çawa bi can û
bedena xwe ve dihele, her wiha dema ku kurdek bi
zimanekî din bi kurdekî re axivî rewşa zimên jî
dişibe ew jina ku hewî hatiye ser. Zimanê bi vê
yekê roj bi roj bi can û bedena xwe li ser
zimanê me dihele û bi berbi tunebûnê û me kuşt-ê
ve diçe. Bi gotina hêsan, bi berbi kal û pîrtiyê
ve salên xwe por û spî dike.
Ger zimanê kurdî
nebe zimanê zarokan ê axaftin, lîstin û perwerdê,
wê her ku biçe kal bibe û bi gopal û çakilan,
wekî piştxûzekî/ê bimeşe û…
Lewma divê em ji
bilî kurdî di nav kurdan de axavtina zimanekî
din li xwe heram bikin. Yên ku zimanekî din li
xwe heram nekin, bila bê zanîn ku wê bibin
heramzade. Belkî gotin tûj e, lê êdî kefenfiroş
çavrêya xwediyên kal û pîrê dikin. Lewma divê em
ziman bikin zimanê zarokan û ew yek, dê ziman
ciwan bike û emrê wî dirêjtir bike. Zimanhezno,
kerem bikin, dema ku kurdekî bi zimanekî din bi
we re got hûn çi dikin, bêjin te got HIRÇ!!!
Divê em ji bîr
nekin, kurd di jiyanê de dikarin gelek tiştan
bikin, lê mafê wan tuneye ku bibin kujerê zimanê
xwe, ango kujerê xwe. Lewma, divê em li dijî
kalbûn, pîrbûn û dawiya dawî, tunekirina ziman
tekoşîna ciwankirina ziman bidin.
Wekî gotina dawî,
zimanê ku ne di nav lîstik, axavtin û xewnên
zarokan de be, kor-ocax e…
WELAT DILKEN
|