|
Di Cîhana îroyîn de zimanê biyanî û girîngiya
fêrbûna wê li ser mirovan sepandinek bêguftûgo
dayîne çêkirin. Ji bo her
şêweyê
peywendî, ragihandin û pêşxistinê,
zimanê biyanî xwe di asta herî jor de daye bi
cih kirin. Lê li Kurdistanê bi taybet di demên
dawî de xwe xapandinek herî girîng xwe daye pêş,
zimanê biyanî ne weke amêr, weke armancek siyasî
dayîne ferzkirin.
Di pêşveçûna
jiyan û kesayeta mirovan de ciheke pir girîng ya
hîndekariya bizimanê dayîkê heye. Kesên ku di
asta ziman de têr, bigiştî
peywendiyên
hîn bitendurîst avadikin û di jînê de hîn zêde
biserkeftine. Sûdêke girîng ya baş
bikaranîn
û zanîna xwe bi fêrbûna zimanê dayîkê re derbaz
dibe, fêrbûna zimaneke biyanî jî hêsan dike.
Birastî jî zimaneke biyanî yê bibandor,
avanîsaziya zimanê dayîkê û çanda wê netewê pir
bi hêsanî dikare bihelîne û bi tûnebûnê re rû be
rû bike. Ziman endameke herî bingehîn ya çanda
gelane. Gelên ku girîngiyê nade ziman û nûbûnan
di ziman de nabîne û perwerda xwe bi zimanê
biyanî dibinîn, nikarin ramaneke afrêner
derbêxin holê. Perwerdeya bi zimanê biyanî
riyeke herî bibandor ya dagirkirîna gelekêye. Di
vê mijarê de Îngilizan çi Îrlandeyiyan kiriye
divê baş
bê
lêkolîn kirin . Ji bilî vê divê em jibîrnekîn ku
Japonî çawa bi ziman û çanda xwe ve hişkehişk
hatine pêçan
û di asta zanist û teknîk de gihîştine
çi astê.
Dema em li dîroka zimanê xwe dinêrîn xwedî kokek
pir kevnî, xwezayî û xwe palvedayî
taybetmendiyên civakê yên xwezayî heye. Ger dema
dîroka zimanê Cîhanê bi awayek rasterast tê
lêkolîn kirin û li ber çavan tê raxistin, zimanê
ku kokê wê û ji lawiran tê cûda kirin, li ser
axa mezopotamya pêşketiye, bi taybet çanda
xûdawendî ji vê re serkêşî kiriye yanî dayîkê ji
vê taybetmendiyê re pêşengî kiriye, em Kurd jî
weke xwecihê vê axa mezopotamya û dayîka me jî
ev pêşengî kiriye lê dîsan di roja me ya îro de
zimanê ku wê pêşxistî û hevsengî jiyanê kirî bi
qedexeyan re rû be ruye.
Lewra heya niha di nava Kurdan de perwerde û
hîndekarî bi zimanê dayîkê bi awayek rast û
sazûmankirî pêşneketiye.
Berûvajiyê vê zarokên Kurdan dema ji dayîk dibin
heya tên demê xwendinê, tenê dikarin bi zimanê
dayîka xwe bidin û bistînin lê dema dest bi
hîndekariyê dikin bi matmayînan re rû be rû
dibin. Ji ber kû zimanê pê di axivin cûdaye û
zimanê ku dixwazin zanistan pê bigrin cûdaye. Ji
refa yek heya refa pênçem tenê dikarin fêrî
zimanê biyanî bibin yanî ji bo zanist girtinê ji
refa pênç despê dike, pênç sal tenê ji bo
fêrbûna ziman tên bikaranîn yanî zimanê dayîka
xwe ji bîr dikin û li cihê wê zimanê biyanî bi
cih dikin. Bişaftina civaka Kurd hîn di temenê
zarokatî de despêdike. Dema ew zarok tên temenê
20 salî nikare bi zimanê dayîka xwe bipeyve.
Dayîka ku ew heft sal û neh mehan xwedî kirî
nikare zaroka xwe têbigihe, ma ev nebişaftine!
Ji ber vê Kurd dibêjin Boykot! Mafê perwerda
zimanê Dayîkê!
Gelo îro li gel mirovên me, ew heskirina Kurdî,
zanista ziman û şiyariya
têr
heye? Divê ev pirs baş
bên
hizirandin û nirxandin. Ma ev ne bişaftina
çandîye! Ji ber vê Kurd dibêjin Boykot!
Hîndekariya ziman, mejî, her wiha ramanî
diguherîne û bişêwe
dike. Bingehê
avanîsaziya civakî ziman dide çêkirin. Lê belê
di sedeya dawî de her çiqas zimanê me hinek pêşketibe
jî, ji aliyê
şiyarî
û zanistiya ziman ve kêmaniyên tên dîtin, ji bo
pêşeroja
Zimanê
Kurdî tirsnakiyek mezin û ji dile.
Bingehîn armanca perwerdeya ziman, pêşxistina
hûnerên
ragehandin û ramanên kesane. Bi ziman li aliyek
vegotina ragihandinê, li aliyê din jî têgihiştinê
dide çêkirin. Ji ber vê sedemê di sazûmaniya
perwerdeya hemû welatan de, di serî de
girîngiyek mezin didin perwerda bi zimanê dayîkê.
Kesên kû di qonaxa pêşketinê
dene;
bi awayek pir baş hewldidin
ku
wan
bi
ziman fêr
bikin. Ji ber ku ziman endamek herî bingehîn ya
çandê û sazûmaniyeke herî bihêze ku mirovan
nêzîkî hev dike. Heya zarok û ciwanên Kurd Bi
zimanê dayîka xwe zanistan fêr nebin, nagihin
qonaxa bizanistbûnê, dema mirov negiha qonaxa
bizanistbûnê, bi aram nabe!
Di perwerda ziman de armanca bingehîn; ji çar
hûnerên bingehîn guhdarkirin, axaftin, xwendin û
pêşxistin
û qezençkirina hûnerê nivîsandinêye. Waneya
zimanê dayîk ne ji bo qezençkirina agahî, ji bo
qezençkirina hûnere.
“Dû zanyarên navdar Virgina Collier û Wayne
Thomas, heya 20 salan li ser 40 hezar zarokan
lêkolîn û
şopandin
çêkirîne ku gihiştine
vê
encamê; mercê sereke jênevegera dibistanê ew bû
ku xwendekar xwediyê mezintirin zimanê dayîkê û
xwediyê mezintirîn pirbûna zimana bûn.”
Bi van boneyan divê civaka Kurdan bi dil û can
tevlî vê karînên bi rûmet yên perwerdeya zimanê
dayîkê bibin û bêjin Boykot dengê xwe ji hemû
raya giştî re ragihînin. Ev mafek xwezayî yê
Netewên Yekbûyî yên mafê mirovane û divê em
bendewariyên xwe ji her kesê re diyar bikîn.
Mamosta (Mazlum) Adil Tekîn
|