|
|
PIRS: Hûn weke komîteya perwerdehiya
zimanê Kurdî, çi girêdanê perwerda bajar û çiya
bi hev re dibînin. Çi girêdana ziman û netew bi
hev re heye?
BERSIV: Berî her tiştek perwerde ji bo
me gelekî girîng e. Ji bo avakirina Civakeke
exlaqî- polîtîk, perwerde tiştek jiyanî ye. Ji
bo me hîmek sereke ye. Divê mirov, di derbarê
her mijara jiyana civaka xwe de xwedî
lêkolîn û nasînek kûr be. Pêwîste mirov dîroka
gelê xwe û gelê cîhanê baş bizanibe. em ji ku
hatine û em ber bi ku ve diçin? Bi zimanekî
giştî di derbarê perwedê de, Rêber Apo,her tim
vê yekê digot: “Perwerde ji xwarin û vexwarinê
girîngtir e.” Belê! çawa ku bê xwarin û vexwarin
mirov nikare xwe li ser lingan bigre û biparêze
, her ewha mirov bê perwerde jî nikare xwe ji
êrîşên hundir û derve biparize. Weke tê zanîn
civaka me bi sedansalan di bin zor û zilma
hişmendiya Tirk, Ereb,
Faris û hwd… bi bişaftinê re rû bi rû maye. Ev
yek weke rûreşiyeke wijdanê mirovahiyê heta
roja me ya îro, xwe didomîne. Ji bo hişmendiya
xwe ya qirêj li gelê me bidin pejrandin pir bê
îman tevdigerin. Bi hişmendiyeke nîjadperestî û
dewletperestî hêjî dixwazin ji bo xwe koleyên
nûjen ava bikin. Li hemberî van êrîşên
nîjadperest ya rast ewe ku mirov çand û zimanê
xwe biparêze. Weke çanda gelên berxwedanvan yên
civaka xwedî exlaq û polîtîk divê em jî çanda
xwe biparêzin û bipêş bixin. Ev şerê ku li her
qadê jiyanê weke şerek çand û zimên bipêş dikeve
; rewa ye. Em weke komîteya ziman û perwedehiyê
bi taybetî ji bo perwerdehiya ziman , vê mijarê
( şerê çand û ziman li hemberî dagirkeran) pir
girîng digirin dest. Ji ber ku çanda me û zimanê
me di bin êrîşên zimanhilat û desthilatan de
ye. Ji bo azadiya zimanê me , pêwîste em zimanê
xwe zindî bikin û bipêş bixînin. Ji bo ku
zimanê xwe zindî bikin û pêş bixînin çi
bêwîste? Divê em di her qadê jiyanê û
rêxistinbûna perwedehiyê de bi xwestek û ji dil
bibin. Ji bo me perwedehiya ziman perwerdeyeke
herî bingeh e . Perweda ziman tenê ne bes e,
divê em zimanê xwe bikin zimanek jiyanî ku em
bipêş bixînin. Pêşxistin û dewlemendkirina ziman
tenê bi perwedeyê sererast nabe , divê em bi
zimanê xwe baş biaxifin.
Li gorî derfet û mercên çiyê, em di
nava hizirandin û tevgerê de ne. Ji bo ku ev
ziman bibe amûra çalakiya jiyanê, hizir û
ramanên gelê me bibe xweşikbûna xeml û jiyana
me ;çi ji destê me bê em ê bikin. Ev jî mafekî
me yê rewa ye. Bi vê mijarê ve girêdayî, li hemû
qadên Kurdistanê bajar û gundan bi vê hişmendiyê
em bi gelê xwe re di nava tevgerek de ne . Li
ku derê dibe bila bibe ya girîng ewe ku ji
hêla giyanî (rûh) ve em bi hev re tevbigerin. Em
dixwazin di derbarê têkoşîna ziman de bi yek
dengî tevbigerin.
Têkoşîna ziman têkoşîna jiyana xwezayî bixwe
ye. Têkoşîna ziman, têkoşîna hebûn û tunebûnê
ye. Têkoşîna ziman, têkoşîna nasname-netewe
bixwe ye. Bê gûman her neteweyek bi zimanê xwe
dibe netewe, ne ziman be ti wateya netewebûnê
nîn e. Divê em vê yekê baş têbigihîjin ku ziman,
giyan (rûh) û hebûna neteweyan bixwe ye. Divê
neyê jibîr kirin ku bi pêşengtiya Tevgera
Azadiya Gelê Kurd , bi hezaran keç û xortên
ciwan, ji bo rûmeta gelê xwe , xwe feda kirin.
Bi sedan zarok, dayik û bav , ji hêla van
dewletên xwînmij ve hatin qetilkirin û kuştin.
Hemû şehadet jî ji bo jiyaneke azad , birûmet û
hebûna xwe bû. Ji bo vê jî divê em li mîrata van
şehîdan û nirxên gelê xwe xwedî derkevin.
Pêwîste em bibin bersiva xewn û xeyalên zarokên
gelê xwe. Ev mafekî gerdûnî ye; zimanê dayikê
mafê hemû gelan e. Em weke komîteya ziman û
perwedehiyê dibêjin ku: Divê her Kurdek li ku
dibe bila bibe bi nêzîkatiya rast û bi şeref li
rûmet û zimanê xwe xwedî derkevin. Li her
qadeke jiyanê xwedî têkoşîn û tevgerek bin.
NÛJIYAN AMED
|