* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 
 
 


PERWERDA ZİMAN, Lİ HER QADÊ JİYANÊ Jİ XWARİN Û VEXWARİNÊ GİRÎNG    TİRE.

       

 

                           

  1. Hûn weke komîta ziman û perwerdê, çi girêdana perwerda bajar û çiya bihevre dibînin.       

Berî her tiştî perwerde ji bo me gelekî girîng e. Em wekî

Civakeke  ehlaqî û polîtîk, perwerde ji bo me tiştek jiyanî ye. Ji bo me hîmek serekeye. Divê mirov, di derbarê her mijarê jiyana civaka xwe de xwedî lêkolîn û nasînek kûr be. Pêwîste mirov dîroka gelê xwe û gelê cîhanê baş bizanibe. Em ji ku hatine û em ber bi ku ve diçin. Bi zimanek giştî di derbarê perwerdê de, Rêber Apo, her tim ev digot: “Perwerde ji xwarin û vexwarinê jî her wiha mirov bê perwerde jî nikare xwe ji êrîşên hûndur û derveyê xwe biparize. Wekî tê zanîn civakek wekî civaka me ku bi sedan sala ye dibin zor û zilma hişmendiya Tirk, Ereb, faris û hwd, girîng tire.” Belê! Çewa ku bê xwarin û vexarin mirov nikare xwe li ser lingan bigre û biparize, ve rû bi rû maye. Wekî rûreşiyekî wijdanê mirovahî heta roja me ya îro, ku hêjî xwe dididomînin. Ji bo hişmendiya xwe ya qirêj, bi gelê me bidin pejirandin pir bê wijdan tevdigerin. Bi hişmendiyek nîjadperestî û dewletperestî ve hêjî dixwazin ji bo xwe koleyên nûjen ava bikin. Li hember van êrîşên nîjadperest, ya  rast ew e ku mirov çand û zimanê xwe biparêze, weke çanda gelên berxwedanvan ya civaka ehlaqî û polîtîk ,çanda xwe parastin û pêşxistine. Li her qadê jiyanê weke şerekî çand û zimane, divê ev bê zanîn; ev şerekî rewaye.               

Bi taybet ji bo perwerda ziman, em wekî komîta ziman û perwerdê em   bi girîngî li ser vê mijarê radiwestin. Ji ber ku çand û zimanê me dibin êrîşên   desthilatade ye. Ji bo azadiya zimanê me, pêwîste em zimanê xwe zindî bikin û pêş bixînin. Ji bo ku em zimanê xwe zindî bikin û pêş bixînin çi pêwîst e? Divê di her qadê jiyanê de, em di rêxistina perwerdê de bi xwestek û ji dilbin. Ji bo me, perwerda ziman perwerdeyek herî bingehîne. Perwerda ziman tenê ne bese, divê em zimanê xwe bikin zimanekî jiyanê; ku em pêş bixînin. Pêşketin û dewlemend kirina ziman tenê bi perwerdê sererast nabe, divê em zimanê xwe di hemû qadên jiyanê bi kar bîbin û pêşbixin. 

             Li gorî şet û mercên çiyê, em dinav hizrandin û tevgerêdane. Ji bo ev ziman bibe amûrê çalakiya jiyanê, hizir û ramanên gelê me û ji bo bibe xweşikbûna  xemila  jiyana me; çi ji destê me bê em ê bikin. Ev jî mafek me yê rewa ye. Bi vê mijarê ve girêdayî, li hemû qadên kurdîstan ê bajar û gunda li ser vê hişmendiyê em bi gelê xwe re di nav tevgerekê dane. Li ku dibe bila bibe ya girîng ew e ku di hêla giyanî (rûh) de em bi hev re tevdigerin.

  1. Çi girêdana ziman û netew bi hev re heye?

Nujiyan amed

            Têkoşîna, ziman têkoşîna jiyana xwezayî bi xwe ye.Têkoşîna ziman, têkoşîna hebûnê û tunebûnê ye. Têkoşîna ziman, têkoşîna nasnama netew bi xwe ye. Her netewek bêguman bi zimanê xwe dibe netew, ne ziman be tu wateya netew bûyînê jî nîne. Divê em vê baş têbigehêjin, ziman giyan (rûh) û hebûna netewa bi xwe ye. Divê neyê ji bîrkirin ku bi pêşengtiya tevgera azadiya gelê kurd re, bi hezaran keç û xortên ciwan, ji bo rûmeta gelê xwe, xwe feda kirin. Bi sedan zarok, dayik û bav, ji hêla van dewletên xûnmij ve  hatin qetilkirin û kuştin. Hemû jî ji bo jiyaneke azad, bi rûmet û hebûna xwe bû. Ji bo vê jî divê em xwedî li mîrata van şehîd û nirxên gelê xwe derkevin. Pêwîste em bibin bersiva xewin û xeyalên zarokên gelê xwe. Ev mafek gerdûnî ye; zimanê dayîkê mafek her gelekî ye. Em weke komîta ziman û perwerdê dibijin, divê her kurdek li  ku dibe bila bibe ya rast û bi şeref ew e ku xwedî li rûmet û zimanê xwe derkevin. Li her qadê xwedî têkoşineke rûmetê bin.

 

 

                                                                                       1.2.2010.

                                                     ENDAMA KOMÎTA ZİMAN Û PERWERDÊ YA KCK Ê.

                                                              NUJİYAN AMED