|
|
Di serî de em pênc roj boykota
perwerdeya zarokên kurdan
Ya li Bakurê kurdistan’ê û Turkiy’e silav dikîn
, pir watedar dinirxînîn û bidil û can destek
dikîn.Em hîvÎdarîn kû dewletên dagîrkerên
Kurdistan’ê, kar bidest û rayedarên wan jî vê
rewşê bibînin û baş liser bihizirin! Ka çawe
dibi, gelê xaka wî landika şaristanya Cîhanê
kirî zimanê wî jî zarê herî kevnê zarên Cîhanê û
niha jî bi milyonan mirov li ser heman xakê, bi
heman zimanî dipeyîvin, ji perwerdeya zimanê
dayîka xwe bêmrad bimînin…!
Belê berê dagîrkeran, bi taybet karbidestên
dewleta Turk digotin:Zimanê Kurdî nabi zimanê
xwendin û nivîsînê,nabi zimanê perwedê û zimanê
fermî.Lê perwerdeya gelê Wargeha Mexmûr bidost û
dijminan dapejirandin Kû zimanê Kurdî zimanê
herî hêja,dewlemend û ji bo
xwendin,nivîsîn,perwerde û fermiyetê. desdye
Lewra perwedeya Wargeha Mexmûr jidibistana bexçê
savayan-(kirêj)heya eqedemî û zankoyan bizar û
zimanê Kurdiya xweser,xwerû û jitevayî zimanên
dagîrkeran û zimanên biyanê parastî têdayîn.
Ji dibistana dayîkê heya amadeyî sê,pirtûk û
bernamên waneyan bizimanê Kurdiya xwerî û
bitîpên latînî “yên kû tîpên zimanên Arîne,”
hatine amadekirin û wane pê têndayîn.Ne tenê
waneya zimanê kurdî têdayîn yan weke
xolekê,qursekê têdayîn.Biheman ziman û heman
rêbaza perwerdeyê tevayî waneyên jimarî,wêjeyî û
corbecorên zanîstên mîna:
“bîrkarî,zanyarî,fizya,kimya,komelnasî,zindewerzî,deronî,jinolojî,ciyogirafî…”bikurdiya
xwerî û tîpên latînî têndayîn.
Zimanê kurdya Mexmûr,ne şopandina tu zimanên
dagîrker,biyanî yan zimanên cudane,ne wergêra tu
pirtûkên dagîrker û biyanîne.Avakirinek
nuye,liser koka zimanê kurdî yê xwerî û
xwezayî,palvedidi kedê , rayê wî digihi çaxê
Neolotîk ya aferîna bingehê civaka mirovan ya
xwezayî û peydakirina çandinî û kedîkirina
lawiran hatye avakirin.Jiber vêçendê em
dibêjîn:Zimanê kurdya perweda Mexmûr,zimanê
kurdya xwezayî ya jihemû qirêjên hizr û ramanên
dagîrkeran hatîpaqijkirine.Piranya xwe zimanê
herêma Botan û zaxrozan yê resenê kurdiyê nehatî
bişavtine
Her çendî liseranserî deverên hukmeta herêma
Kurdistana federe waneyên bizarê Kurdî têndayîn
jî lê jiqirêja rêbazên Besa hilweşayî û
kevneperestiya binavê îslamê têkirin
rizgarnebûne Li ewrupa,anaedol û Bakurê
Kurdistan’ê mîna qursan wane bêndayîn jî
perwerdeyek bingehîn ya bizimanê Kurdî tuneye û
jibandora hizir,raman û zimanên biyanî
rizgarnebûne.Bes li wargeha mexmûr,kaçawe
piradîkma Rêber Apo ya nuh ne di bin bandora tu
rêbazan deye û kesên demokrat,şoreşger û
welatparêz ji xwe re bingeh digrin.Rêbaza
perwerdeya Mexmûr jî di hêla hizir,raman û ziman
de rêbaza perwerdeyek nuhe û ne dibin bandora tu
rêbazên perwerdeya Cîhanê deye.
Bi van boneyên lijor hatîndiyarkirin,em
dibêjîn:Pêwîst û pêdiviye herkes liziman û
rêbaza perwerdeya Mexmûr xweyî derkin,kêmsyên
heyîn sererast bikin û bikin rêbazek bingehîn û
mînak ya ziman û perwerdeya Kurd û kurdistanê
bigiştî,çi li herçar aliyên welat çi jidervey
welat dakû rêbaza perwerde û zimanê kurdî ber bi
yekîtiyekê ve biheriki.
Bijî boykotkirina erê û nerê,bijî boykotkirina
hefteya despêka perwerdê,bijî doz û daxwaza
zimanê dayîkê
Mamosta Mele Elî Spêrtî
Wargeha Mexmûr
|