* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

  
JİN ZİMAN Û JİYAN
 

 

 Di derbarê dîroka  ziman û mirovahiyê de , gelek zanyarên civakî li ser çanda xwedawendan xwedî nêrandinek hevpar in. Di destpêka mirovahiyê de bi xweza û afîrîneriya jinê ve girêdayî , mirov çewa dibin mirov û heya ber bi civakîbûnê ve  pêş dikeve êdî rastiyeke ku xwe ji tarîbûnê xelas kiriye. Êdî ew rûreşiya mirovahiyê ,kêmek be jî , hatiye zelalkirin. Dîsa weke tê zanîn  bi pêşengtiya rahîbên sumeran  şaristaniya ku li dijî çanda Newlotîkê ye xwe bi derew, fitne û fesadiyê   bi rêxistin kiriye. Li hemberî civakên  bi bîr û baweriya olê ne , dayika xwedawend bê zanebûn xwe ji nû ve pilansaz dikin. Rahîbên ku di rêveberiya Dewleta nûhatî  de bingeha xwe di zîgurata de ava dikin; edî dem ber bi dewranek  bavikî ve dice. Ew xwe li ser nirxên çanda xwedawendî ya newlotîk  ava dikin. Ji bo desthilatdariya bavikî, her cûre  wahşet û firbaziya  wek hunerek didin pêşxistin. Bi hişmendiya zimanê şaman  û rahîbên sumeran  nirxên dayêka tên binpêkirin. Dayikên xwedawend zimanê ku zarokên xwe pê ferî jiyanê kiriye û civaka xwe ya yekem pê daye afirandin, jê tê dizîn û pergala babiksalarî ji xwe re dikin mal. Heke mirov mînak bide, gelek peyv û hevokên  ku lê ber dergûşên pêtkên xwe  afirandine, Rahîbên sumeran  ji bo xizmeta pergala babikî bikar tînin.Ji bo xwe bikin hêz û civakê birêve bibin ,di milek kuştin di milek de jî bi zimanek reşkujiyê   dest bi êrîşê dikin. Babiksalarî dayika xwedawendiya jiyan û civak-malbat ji xwe re dikin mal û xwe jî dixin şûna wê,dibin xwedayê erd û ezman. Dayika xwedawenda pîroz ,zanyar,ronakbîr,afirîner û pêşenga yekem  ji hêla xwedayê ve tê naletkirin; xwe jî dikin kurê û berdevkên xwedê. Jinê dikin erd , xwe jî dikin xwedayê erd. Dilê wan çi biwxaze wê wek xwe birêve dibin. Êdî jiyaneke bi zimanek nêrîtî dest pê dike,dervayî  xwe tu civaka nas nakin û xwe dixin şûna “Xweda”. Civakê jî êdî dikin qûlê xwe. Dibêjin : Ha koleya min de bimeşe! Wekî tê zanîn  heta dema (Sumera) jî jin ,bi zimanê çîrokî be jî qala berxwedaniya dayikên xwedawendê tê kirin. Ji bo nirxê ku bi xwe afirandiye têkoşînek û şerek pir dijwar li hemberî rahîb û xwedayên talankar didin. Lê bi avabûna bajarê (Babîliyan) ve êdî dengê jinê, navê jinê, hebûn û bandorê jinê qet namîne. Êdî dema di nava çar dîwaran  dest pê dike; serdema pergala zilamtî tê rûniştandin. Êdî jin bi hemû çanda xwe ve tê lêpirsîn, dadgehkirin û tê şewitandin. zimanê jinê tê birandin ,ken, deng,  por,rûyê wê û hemû bedena wê dibe sedema binçavkirinê . Dema ku mirov dişopîne dibîne ku, bi demê re giyana (ruh)  jinê jî  jê tê girtin . Ji nû ve jininên çîna desthelat li gorî pergala bavîkê tên perwerdekirin û wan wek ajanên xwe li hemberî civakên xweza yên çanda xwedawendî tên bikaranîn. Êdî bingeha civaka serdest bi temamî xwe pergal dike. Dem dema koledariya jin û civakê ye . Ev êrîş ji milê zilamên çavhov û çavbirçî ve  hatiye pêk anîn , di bîr û hişê civaka xwedawendî de wekî (bizrê) bê wîjdaniyek dîrokî hatiye rûniştandin. Ji ber vê yekê jî jin û civaka kû bi nirxê jinê ve girêdayî ti caran ev zulm nepejirandin û her dem li hemberî xwedayên derewker bi guman bûn. Lê ev rastî jî divê baş bê zanîn ku deng û ziman lê hatibe qedexekirin jî , bi bêdengiya xwe jî nirxên xwe paraztine. Wekî civakeke xwedî ehlaq û politîk, her dem li hemberî çîna serdest di nava tevegereke berxwedanîyê rû bi rû maye. Mînak, heta roja me ya îro  gelê kurdîstanê  ku zarokên çanda axa mezapotamyayê  ne bi riheke xwedawendî û xwedayane  hêjî ji bo paraztina zimên û çanda dayika xwe bi parêze di nava berxedaniyek de ye.Ev bêdadî û newekheviya ku ji hila hişmendiya yek alî ve tê birêve birin, li hemberî civakê  heta roja  me ya îro  xwe didomîne.

         Bi dengbirîna jinê re dengê civakê jî hat birîn ;bi qetilkirina jinê ve civak jî hatin qetilkirin. Bi kuştin jinê  ve çanda xwedawenda pîroz jî hat kuştin. Ji wê demê  û heta vê rojê  herkes bi xeyalên jiyana berê ve dijîn. Weke biwêjek gelêrî te gotin: “ sal bi sal xwezî bi par”. Her tim civak li salên xwe yên berê geriyan. Lê zaroktiya xwe ya paqij digerin. Weke cîhanek bi  bohoştî ,her tim di hiş û bîra civakê de runiştî maye. Belê hêjî ew hêviyên jinên azadî xwaz pir kûr in. Ji bo cîhanek çanda xwedawendan bê pêk anîn divê jin baş xwe birêxistin bike.Ji bo çand û exlaqê civaka Newlotîk  ji nû ve bê zindî kirin , divê berê her tiştekî mirov xwedî  bîr û bawerya çanda dayikê be.Di mêjuyê mirovahiyê de guneha ku destpêkê  ji hêla zilam ve hatiye kirin ,li hemberî xwedaya jiyanê ya jinê hatiye pêkanîn. Ji bo ku zilam xwe ji wê guneha rûreş  xelas bikin , divê baweriya xwe bi kûrahî bi çanda civaka Newlotîk bînin û xwe bi dayika xwe bidin efûkirin. Heta ku zîvrandineke hundurîn ji dil çênebe sererastiyeke di nava civakê de jî pêk nayê. Divê baweriyek kûr bi edaleta dayikê bê anîn. Pêwîste çanda şaristaniya serdest ji bingeh ve bê lêpirsînkirin û li ser hîmê çanda dayikê xwe ji gemara desthilatiyê baş paqij bikin. Divê her mirov xwe ji nû ve bigre dest  û têkeve nava hizrandineke ku karibe xêrek ji bo civaka xwe pêk bîne. Ji dîroka veşartî heta roja me ya îro derewên ku li ser jin û dayika pîroz hatine kirin ,divê ji nû ve bên dest girtin .

         Çima baweriya dayikê?! Ji ber ku wê jiyan afirandiye û weke tê zanîn  navê xwe ji jiyanê girtiye; jin û jiyan parçê hev in ji hev nayên cûdakirin. Jin rastiya xwe ji xwezayê digre. Ji ber êşa xwezaya xwe ya zarok anînê berpirsiyarî û hestên paraztinê pirr zû bipêş dikevin. Dayiktiya zarok  dibe sedem ku jîrîtiya hest û hiş zû pê re bipêş bikeve. Ji bo xwedîkirin û paraztina zarok dikeve nava tevgerê .Bi liv û  tevgera dayikê ve pêşketina hiş û zanyariya jiyanê bipêş dikeve. Piştî demên dirêj ew dayika zarokan bûye dayika koma  malbatên yekem ku tê binavkirin. Bi zimanê îroj wekî eşîret, bi zimanên biyanî jî wekî “kilan –kabîle” tên nasîn. Ew bi zimanê dayiktiyê zarokên xwe ,komên xwe dide jiyan kirin û ji xeteriye diparêze. Dayika pîroz, bi hişmendî û zanyariya xwe wekî hunermendekî jiyanek li dora xwe diafirîne. Bi zimanekî ku hemû zarokên wê jê fêhm bikin, zimanê nîşanî (işaret) bi kar tîne. Her ku diçe pêşketinên nû bi civaka dayika pîroz re avadibin. Bi zimanê xwe dihizire û bingeha civaka komînal a wekhev datîne. Civakê bi hest û remanê xwe  perwerde dike. Mînak : em dibinin ku li ser pîvanên ku çewa bijîn ,çewa xwe ji xeteriya lawirên derende biparêzin  û çewa xwe xwedî bikin  êdî weke pergalekê xwe birêxistin dike. Bi afîrîneriya dayikan  civak  zarokên  xwe xedî dikin û wan diparêzin. Nirxên ku ji hêla wan ve hatîne avakirin ,hîmên ku civak heta roja îro xwe li ser avakiriye weke şoreşa yekem tê binav kirin. Ev rastî û  heqîqeta  dayika pîroz heqîqeteke ku 5000’ hezar sal berê  hatiye jiyîn e. Lê mixabin, ev rastî  ji hêla pergala baviksalarî û nunerên komik serdest ve ,bi zimanê reşkirina çanda xwedawendan hatiye  berovajîkirin. Jin, pîroziya  xwe ji bereket, afîrînerî û zarokên xwe yên yekem ên  ji civaka dora xwe digire. Mezinahî û asta hêza jinê bi afirîneriya wê girêdayî ye. Zimanê bi xwe re afirandiye û kiriye xizmeta zarok û civaka xwe. Li gorî mercên wê demê weke şoreşa yekem tê binavkirin. Ziman li gorî pêwîstiyên jiyana zarok û civaka xwezayî, weke amûreke hev têgihiştinê bi rengek xwezayî tê pêşxistin. Zimanekî li gorî xwezaya jinê (mê) ku weke şitlek nû di axê de rih bide tê afirandin. Bi giştî jî bi peyvên nerm ên  aştiyane yên bizarok û civakê xwe re xwedî pêşengtiyek bê hempaye.

         Bêhempabûna  dayika pîroz tenê ne di avakirina ziman de di giştî jiyanê de gelek xalê dide û xwedî kedek e. Di mijara exleqîbûna (zarok-civaka) xwe de, weke  mamosteya jiyanê ye.   Jina ku kedkarê yekem, bijîjka yekem, zanyara yekem, zenatkara yekem, çandinvana yekem, çandhunervana yekem e  jî xwediyê afîrînerîyê ye. Di zanyariya ziman de jî heqîqeteke jiyanî ye. Di roja me ya îro de mînakek zindî û rista sereke ye. Çanda baviksalarî her çiqas jinê ji kar û barê civakê dûrxistibe jî ,lê jinê tu carî ev bêedaletiya heyî ne pejirandiye. Her tim di nava aloziyeke civakî de rû bi rû mabin  jî ,di nava çar dîwarê de li gorî derfetên xwe xwedî helwest bûn . Zimanê  hebûna xwe her tim paraztiye. Jin çawa di her mijarê jiyanê de weke dayika jiyanê tê nasin di mijara ziman de jî heqîqetek e. Di jiyana xwe ya xwezayî de di nava hevsengiyekê de tevgeriyane. Her çiqas Jin ,di nava pergala bavikî de hatibe eciqandin jî, hatibe pişavtin jî hatibe şewitandin jî lê her tim weke weza biharê her sal xwe nuh kiriye.

         Disa dem dema xwe nuh kirinê ye; Dem dema zindîkirina zimanê xwe ye. Dem dema nirxê xwe paraztin e . Zulma ku li ser zimanê dayikê tê meşandin,berê her tiştî bêrêzdariyeke ji bo dayikan e. Bê rêzdariyeke li hember her jinek e ,li hemberî zarokên jiyana mirovahiyê  bixwe ye. Ji bo vê jî pêwîste her jin, xwedî li xwe û jiyana xwe baş  derkeve. Jiyana xwe di destên wahşin yê sedsala 21. de bernedin. Ji van xwînmijan bila ev pirs bêkirin: Ma hûn kîn in? Divê em wer bikin ku li hemberî heqîqeta jinê lêborîna xwe bixwazin..

                                              

                                                                  Nûjiyan Amed