* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 


Înkara zimanê Kurdî înkara dîrokê ye
 

 

     Ehmed Hesen  

 Dema Îskenderê Mekedonî sefera dagirkirina Rojhilata Navîn dikir li qiraxên derya Sipî qorsenekî dîl digre. Ji qorsan re dibêje; tu fedî nakî ku tu deryayê aciz dikî û tu bi va qeyîka xwe ya biçûk diziya mirovan dikî? Qorsan ji Îskender dinêre û dibeje: “ Ger şerm û eybek hebe ew jî ya te bi xwe ye. Ger ez bi qeyîka biçûk deryayê aciz dikim û ji bo nanê zarokên xwe diziyê dikim şerm û eyîb e. Lê tu bi artêşa xwe ya talankar û bi fîloyên xwe mezin, ne tenê deryayê, tevahiya mirovahiyê aciz û talan dike.’’ Vêca ev karê ku AKP’ê dike ne talan be, gelo çiye?

Gelê Kurd bi salane ji bo bi destxistina mafê xwe yên çandî û perwedeya bi zimanê zikmakî tekoşîna xwe berdewam dike. Her cara ku tevgera azadiyê xwestiye pêngaveke stratejîk bavêje. Nijadperestên Tirk ku serkêşiya wê Erdogan û partiya wî AKP’ê dike, bi hewldanên xwe yên vala, pêvajoyê sabote dikin. Vêca ev karê  ku AKP’ê dike ne talan bê, gelo çiye?.

Helwesta AKP’ê li hember zimanê Kurdî, helwesteke ku xwe bi xwe vala derdixe ye. Derkete holê ku ka çendî AKP’ê ji bo xepandina gelê Tirkiyê tekoşînê dike. Ji ber di rastiyê de înkara zimanê Kurdî, înkara dîrokê bi xwe ye. AKP’ê  ji bo sêyemîn car xwe bike desthilat û dengên xwe zêde bike, referandom li dijî zagona 12 Îlonê li darxist. Lê di heman demê de ji bo mijara zimanê Kurdî û pêşxistina hindekariya Kurdî, serî li heman zagona dide û helwestên tûnd li dijî BDP’ê nîşan dide. Vêca ev karê ku AKP’ê dike ne talan be, gelo çiye?

Dewleta Tirk dibeje ku dema Kurd bi zimanê xwe biaxivin, perçebûnê dikin, lê di heman demê û bi heman zimanî, bi xwe diaxivin û televizyonan vedikin. Durûtiya dewleta Tirk û zimandiziya AKP’ê derdikeve holê ku ji asîmlasyon û xapandina Kurdan derbas nake. Erdogan, Arinç û Mehmet Şîmşek gelek caran di televizyonan de bi Kurdî axifîne. Lê dema siyasetmedar û perlementerên Kurd Bengî Yildiz, Sevahîr Bayîndir, Sirî Sakik, Ehmed Türk û Hesîb Kaplan bi Kurdî biaxivin, weke welat perçe bi nav dikin. Durûtî dibe, lê ne di vê astê û ne bi va ecêba AKP’ê. Ji her rûyî re estar çêdibê, lê ji dûritiya AKP’ê re çav têr nake.Vêca ev karê ku AKP’ê dike ne talan be, gelo çiye?.

Bi van kiryaran careke din, derkete holê ku hikumeta AKP’ê, li duv pilanên xwepandina raya giştî û gelê Kurd e. Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan xwedî têgîna ku dibe her tişt ji bo AKP’ê ye. Weke ku bi Tirkî tê gotin “Hep bana Rabbena”. Hikumeta AKP’ê qaşo di çarçoveya vekirina Demokratîk de xwestibû hind pêngavan bavêje. Lê derkete holê ku gavên çawa dixwazê bavêje. Di serî de vekirina Televizyona TRT 6 û vekirina beşê Kurdolojiyê li hin zanîngehê Tirkiyê de, di çarçoveya pilana dewleta Tirk e ku dibin siya AKP’ê de pêk hatiye.

Kampaya ku ji aliyê BDP’ê ve hatiye destpêkirin ji bo zimanê Kurdî, pêngaveke erênî û li gor demê ye. Pêngaveke ku yekîtiya civakî li Tirkiyê bi hêzdike.  Pêngavên bi vî rengî,  ne tenê wê Kurdan serfiraz bike, hemû kêmnetewên din yên li Tirkiyê serfiraz dike. Di daxuyaniya hevserokê BDP’ê Seleheddîn Demîrtaş, ev yek bi zelalî derkete holê. Li Tirkiyê çendî pir zimanî hebe, wê bi qasî wê jî aramiya civakî hebe.

Weke encam ger peyv û hevoka Kurdî li Tirkiyê, li gor hikumeta AKP’ê cûdaxwazî bê, li gor gelê Kurd ev cûdaxwazî eyba Tirkiyê ye. Ger li gor AKP’ê rojev dagirkirine, li gor gelê Kurd diyar kirina rojeva Tirkiyê ya rasteqîn e. Ger li gor zihniyeta faşîzane daxwaza perwerdeya Kurdî û bi navkirina hemû amûrên jiyanê bi Kurdî perçebûna Tirkiyê be.  Îsrarkirina di yek netew, yek ziman û yek al de jî perçebûna bi tevahî mirovahî û civakê ye. Têgîneke wiha ku ji berhema zihniyeta faşîzane hatiye afrandin, aloziyê diafrîne.

Ger axaftina bi zimanê Kurdî, li gor îddayê AKP’ê tewan e,  înkarkirina netewekî û ji holê rakirina çand û zimanê civaka Kurd jî, înkara dîrok, çand û civakbûna Tirkiyê bi xwe ye. Ev jî şermeke mirovahiyê ye.