|
Ez
dixwazim bi çend pirsan dest bi mijarê bikim.
Gelo ziman çi ye? Çima ziman û jin, em dibînin û
tê zanîn; ê gihişt asta ku mirovahî di roja îro
de ewqas pêşketinê çêbike û bihev re bide û
bistîne hemû destkeftên ku bi keda jinê hatine
avakirin e. Lewma em dibînin ku di cîhanê de
tişta herî xweş, bi zimanê xwe axaftina mirovan
e. Ger ziman nebe tu carî me nekarî wek roja me
ya îro bi hevre biaxivin û ji hev fêm bikin. Her
wiha ziman xaleke ji xalên netewbûnê ye. Lewma
mirov dikare bêje ku ziman ji bo mirov tê wateya
hebûnê.
Lê em dibînin ku
di demên dawiyê de Rêberê gelê kurd Rêber APO
hîn berfirehtir ev mijar girt dest û dibêje:
‘ziman beden e, çand e, erdnîgariye û ev her sê
hêman dide diyarkirin ku dema yek ji wan tûne
be, tê wateya ku mirov nikare bêje ez ji filan
netewîm e. Ji ber ku ev her sê hêman dema bên
rex hev bi xwe re nasnameya mirov dide
diyarkirin, herwiha jî nasnameya gelan jî dide
nîşandan.’
Ji ber vê Rêber
APO dibêje ku; ev her sê hêman dikare bêje weke
laşê mirov e. Çawa perçeyek laşê mirov kêm be,
ew mirov seqet dimîne. Lewma dema mirov dîroka
gelan dimeyzîne, dibîne ku pir gelên ziman û
çanda xwe wendakirine hene. Sedema wê jî
polîtîkayên li ser wan hatine meşandin û bi
taybet hêzên desthilatdariyê û ji zihniyeta
kevneperst bi polîtîkayên asîmlasyonê bi ser wan
de çûye. Asîmîlasyon jî tê wateya hemû nirxê wî
gelî bide ji bîrkirin û ji holê rakirin. Bi
taybet di milê ziman û çandê de, bi vî rengî
ziman û çanda xwe dide ferzkirin. Ev jî
polîtîkayek ji polîtîkayên civakî ye û bi vî
rengî mirov dikare bêje hema hema pir gelan
ziman û çanda xwe wendakirin e, yan jî lewaz
mane.
Lê dema ku mirov
berê xwe dide gelê kurd û dîrokê lêkolîn dike,
dibîne ku ew jî gihiştibû astekî ku ziman û
çanda wî hatibû wendakirin, lê belê car caran
serê xwe radikir û xwe dida nîşandan. Tevî hemû
hewldanên asîmlasyon û qirkirinên sor heta yê
sipî pişaftina Kurdan û tunekirina zimanê Kurdî
pêk nehatiye. Armanca van polîtîkayana ne ziman
fêrî gelê kurd kirin û wî ji nasnameya wî dûr
xistin bi tenê ye. Ev polîtîka ne tenê li bakûrê
Kurdistanê li her sê parçeyên din jî di aliyê
sîstemên dagirker ve hatiye meşandin. Ango
gihişt asta ku zimanê dijminê xwe kir nasnameya
xwe û wisa xwe da pêş ku gelê kurd hatibû astek
nedihat nas kirin. Gelo ev gel kurd e yan tirk
e, yan jî ereb e û faris e. Lewma mirov dibîne
ku di encam de bûye evîndarê zimanê dijminê xwe.
Lê belê bi
derketina tevgera azadiya gelê kurd û bi
rêbertiya Rêber APO û PKK’ê gelê kurd vejiya. Ji
ber ku dema PKK derket holê demekî wisa bû ku
kesekî nedigot ez kurd im, ziman û çanda xwe
wendakiribû. Lê mirov dikare bêje ku tevgera
azadiyê polîtîkayên asîmlasyonê hêdî hêdî ji
holê rakir. Ev bi têkoşîn, berxwedan û bi
bedelên pir giranbiha yê PKK’ê di nava gelê kurd
de daye meşandin ve hate çêkirin. Lê dema ku em
îro temaşe dikin gelê kurd li her derê bi zaman
û çanda xwe diaxive û dinivîsîne. Ev jî bi
gihiştina gelê kurd a zanebûnê û kurdbûna xwe ji
feraseta xwe ya paşde maye şerm kir. Bi hebûna
zimanê xwe li her derê xwe aşkere kir. Ji ber vê
yekê kî li kî derê bi zimanê xwe biaxive ev li
wir tê naskirin ku ew çi kes e û ji kîjan netewî
ye.
Ji bo wê jî
pêwîste ku dayîk û bav di malê de zarokê xwe
destpêkê fêrî zimanê dayikê bikin. Piştre zarok
dikarin bixwe fêrî zimanên din bibin. Ji ber ku
dayîk ziman fêrî zarokan dikin dayîk dikarin
polîtîkayên asîmlasyonê yên dijmin vala derxînin.
Ji ber di kesayet û feraseta dayîka kurd de
taybetmendiya welatparêziyê bi hêz e. Ev
taybetmendî heta roja me ya îro nehiştiye ku
çand û ziman wenda bibe. Ji ber vê jî tê xwestin
ku dayîk li ziman û çandê xwe timî xwedî derkeve
û heta dawî hembêz bike û ziman fêrî zarokên xwe
bike. Ji ber ku dijmin di hemû demê de her timî
ziman û çanda kurdan tunekiriye û her roj em
dibînin ku bi hezaran doz li ser gel tê vekirin.
Ji ber ku pergala tirkiyê li hember zimanê Kurdî
êdî nikare xwe ragire.
Lewma tê xwestin
her kesekî kurd xwe fêrî zimanê dayîkê bike, xwe
fêrkirin, xwendin, nivîsandin tenê bi yek tiştî
pêk tê, ew jî evîndariya ziman û çanda Kurdî ye.
Bi vî rengî em dikarin xwedî li bedana xwe jî
derkevin. Her wiha zimanê me rûmeta me ye.
Dîcle XABÛR
|