|
|
Ya ku civakê dike civak ziman e. Ziman û çanda
nirxê hemû mirovahiyê yên hevparin. mirov bi
nasnama, ziman, reng û çanda xwe, xwe bi cîhanê
dide naskirin. Ziman û çanda herî rast, ziman û
çanda dayikê ye. Ger mirov çanda xwe, zimanê xwe
li hemberî çanda serdestan neparêze gelo, mirov
dikare bêje ez xwediyê çanda xwe me; an jî
zimanê xwe me.
Dema
hemû pîrozyêyên civakê bi îxanetê rû bi ru man,
pîroziyan jî hemû cewherê xwe winda kirin. Yê ku
dîroka xwe rast jiyan nekin nikarin azad jiyan
bikin. Ji bo ku mirov azad jiyan bike pêwîste ku
bi zimanê xwe yê rastiyê tevbigere. Ji ber ku
bîrdoziya netew-dewlet hemû azadî bi sînor
kirine. Hemû li gorayî hişmendiya xwe ya teng
fetisandin. Di cîhanê de dused netew-dewlet hene,
ew netew-dewlet hemû dixwazin ku tenê zimanê xwe
serdest bikin û hemû ziman û çandên din bin pê
bikin. Di seranserî cîhanê de heft hezar cûreyên
ziman hebûn, lê belê bi derketina netew-dewletan
re duset zimana hebûna xwe winda kirin. Di
cîhanê de bi giştî 6800 ziman hene. Lê belê
hewildanên netew- dewletan ewin ku tenê zimanê
xwe li cîhanê serdest bikin.
Tenê bi
vê re namînin, bi pergala xwe ve hewildidin ku
li seranserê cîhanê hemû gelan ji zimanê wan, ji
ehlaqên wan û ji azadiya wan dûr bixin. Wek
nexweşiya (AİDS) xwe li cîhanê belav dike û
mirovan ber bi jiyanek bê wate ve dibin. Dema
mirovahî dixwaze bi zimanê xwe bi axife hezar
benda datînin pêşiya gelan. Peyama ku didin
gelan ev e: “ger hûn di nava dewlata me de jiyan
dikin hûn ê wek me bi axifin, hûnê wek me jiyan
bikin û hûn ê wek nêrînên me li cîhanê temaşe
bikin” lê belê jiyan û ziman bi pir rengên xwe
xwedî wateye. Dema jiyan bê wate dibe mirov her
roj dawî li jiyana xwe tînin. Ji ber vê yekê li
hemberî van êrişan pêwîste ku hemû gelên cîhanê
yên ku di nava pergala netew- dewletan de
jiyandikin li zimanê xwe xwedî derkevin. ji ber
ku dema zimanê te winda dibe tu jî êdî bê nav
dibe û di nav dîrokê de winda dibe. Pêwîste ku
nêzîkatî ji bo ziman çawa ku dayîk zaroka xwe
dixe hembêza xwe, nahêle ku tu kes destê xwe
dirêjî nirx û keda wê bike, divê hemû gelê
cîhanê jî bi hemû hêza xwe ve zimanê xwe
biparêze. Yê ku zimanê xwe neparastin di dîroka
gerdûnê de winda bûn, ji ber ku em di demê
têknolojiyê de jiyan dikin. Pêşketin hîn xurtirin,
xeteriyên ku li ser ziman jî xurtir dibin. Ji
ber vê yekê divê hemû netewe nirxên xwe yê
dîrokî zimanê xwe berhevbikin û xwedî lê
derkevin. Ti netew bê çand û ziman nabin. Ji ber
vê jî pêwîste ku mirovahî li dîroka zimanê xwe
xwedî derkeve. Bi teybet jî gelê kurd. Ji ber ti
netewe wekî neteweya kurd ji bo ku bi zimanê xwe
di axire bi kirinên dij mirovahî re ru bir û
neman. Gelê kurd jî di zanebûn û wateya nirxê
xwe yê bingehîn çand û zimanê xwedeye. Ji ber ku
hemû hebûna gelê me ji dest hate girtin tenê du
tişt ma ew jî çand û ziman bû. Êdî rêka hebûna
xwe ya neteyweyî domandinê xwedî derkeftina
ziman û çanda parastin bû. Tu çalakiyeke çandî
jî bê hebûna ziman ne gengaze. Ji bo ku çand û
zimanê me jî di nava çand û zimanê serdestan de
ne helê divê beriya her tiştî em bibin xwedî
çalakiyeke çandî ya ku her û her hafizaya civaka
me zindî bigire. Ev erk jî beriya her kesî erkê
navend û xebatên me yên çandî ne. Ji ber her ku
ev valatî hebe wê çand û zimanên serdest vê
valahiyê tije bikin û bi vê rêkê ve civaka me
ber bi helandinê ve bibin. Jixwe di ti neteweyan
de nehatiye dîtin ku bêyî çalakiyeke çandî
hafizaya civakî zindî maye û zimanê xwe ji bîr
venekiriye. Ji ber vê ye ku em dibêjin ziman û
çand du kevirên bingehîn ên avahiya civakê ne.
ROJBÎN KANÎ
|