|
Pêwîstiya
pêşxistina ziman bi hewldanek xurt heye. Rêbert
APO ev wekî şerekî bingehîn da diyar kirin.
Naveroka şerê me jî li ser vî bingehî xwe daye
avakirin. Bi zanestiya vî erk û mîsyonê xwe ve
em ketin nav xebatê perwerdeya ziman. Weke tê
zanîn ziman nirxê bingehîn yê civakbûnêye, ji
ber vê yekê jî şerê azadî di heman demê de tê
wateya şerê azad kirina ziman li beramberî hemû
cureyên polîtîkayên asîmîlasyonê ê.
Li
hember polîtîkayên dijmin divê çalakiyên
demokratîk yên di derbarê ziman de çawa bin?
Bertav
Ji bo
ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û qedexeyên li
ser zimanê dayîkê rabin pêwîstî bi xwedî
derketina xebatê perwerdê û navendên ziman heye.
Di heman demê de tevlîbûnên xebat û zêde kirina
çalakiyên ziman ( yên ku xwe welatparêz dibînin)
erkê serekeye. Mînak qedexeyên li ser tîpên
Kurdî hemû di wateya dîl girtina jiyan û axê
deye. (navên kesî, navên gund, bajaran û hwd.)
Ji ber vê divê serlêdanên fermî çêbibin û
beramberî wan sekneke vîndar derbike ve holê. Ji
bo vê jî dibin sêwanek rêxistinkirî de hatina
cem hev û gotubêjkirin gelek girîng e. eger
rêxistin û gotubêj nebin encamek erênî wê
derneke vê, ev hemû girîngiya xebata ziman di
şoreşa azadiya gelê me de xwe teqez nîşan dide.
Ji ber vê yekê jî xebat û erka her
kurdekî çidibe bila bibe divê beriya hemû erkên
xwe yên fermî pêşvebirin û xwedî derketina
zimanê kurdî, zimanê dayikê bike erka yekemîn ji
bo xwe. Bi taybet jî ciwanên kurd. Li ser vî
bingehî bangewaziya me ji bo hemû gelê me û
ciwanê me heye ku li çand û zimanê xwe xwedî
debikevin.
Bertav
12,02,2010
SİLAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ
|